Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet: QEDRÎ CAN: HELBESTVANEKÎ KOMUNÎST Û WELATPERWER

Hevpeyvîn: Reşo Ronahî

Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet li Zankoya Silêmaniyê, di beşa edebiyatê de kar dike. Heya niha kêm kesan xebatên akademîk hatine kirin li ser Qedrî Can. Yek ji wan kesan jî ew e. Loma me jî ji bo vê dosyeya kovarê ligel wî hevpeyvînek kir. Prof. Merîwan Umer Dewlet bo me him analîza helbestên Qedrî Can kir, him jî sekna wî ya rewşenbîrî nirxand û wiha got “Ew yek ji rêberên şiîra modern a kurdî ye” loma “Lazim e kurd wefayek nîşan bidin ji bo dilsozî û xebatên wî.

Ji bo helbestên Cegerxwîn tê gotin ku bi şêwaza xwe kevn e, lê bi naveroka xwe nû ye. Qedrî Can jî hemdemê wî ye û ji bo helbesta wî ya bi navê ‘Riya Teze’ jî tê gotin yekem helbesta modern e. Bi ya te ev rast e? Cihê Qedrî Can çi ye di helbesta kurdî de? Ew ji bo helbesta modern a kurdî destpêkek e yan na?

Berhemên torevanên kurd –çi yên nû, çi yên kevn- divê ji aliyê akademîsyenan ve bên şîrovekirin, ne bi awayê der-zanistî. Ez weku destpêk vê bibêjim. Prof. Dr. Îzeddîn Mistafa Resûl digot Cigerxwîn şairekî milî, şairekî gelêrî ye. Çima? Ji ber ku temamê berhemên xwe bi zimanekî sade û zelal pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Formên nû di şiîrên Cigerxwîn de tunene. Hedef û armanca wî peyama kurdîtiyê bû, peyama welatparêziyê bû, peyama şiyariyê bû ji bo miletê xwe. Zêdetir ew girêdayî peyam bû. Em li vir dibêjin iltîzam. Yanê Cigerxwîn girêdayî hizr bû. Ez karim bibêjim kêmtir xeyal û endêşeyê di şiîrên xwe de bi kar aniye, weke Qedrî Can. Prof. Dr. Îzeddîn Mistafa Resûl jî berê wisa şîrove kiribû. Di kitêba ‘Qedrî Can’ de dibêje “Babetên helbestên Cigerxwîn di warê ruxsarê de ciyawazî û sebkên wî mîna sebkên helbesta def hozanvanên Fayiq Bêkes e.” Fayiq Bêkes, babê Şêrko Bêkes bû. Şairekî neteweyî ye. Di nav ekola realîzma rexnegirî de ye. Di helbestên Cigerxwîn de bikaranîna awaz û muzîka folklorîk her tim reng dida. Em vegerine ser Qedrî Can. Hêj ku sax bû teqrîben 15 perçe helbestên xwe yên destnivîs diyariyî Dr. Îzeddîn kiribû. Dr. Îzeddîn jî da min ku ez karibim bi awayeke zanistî li ser wan bixebitim. Min helbesta ‘Riya Teze’ bi awayeke destnivîs dît. Li bin wê weke tarîx 1942 dinivîsî. Ez ne şaş bim ew helbest di 1944an de di rojnameya Ronahî de hatiye weşandin. Mesela Gula Sor jî heye. Gula Sor formeke nû ye, formeke modern e weke Riya Teze. Serdarê Kurd Barzanî jî formeke nû ye. Dr. Îzeddîn aşiqê wê şiîrê bû. Digot di dema xwe de yek şairek jî helbesteke wisa nû nenivîsandiye. Ew helbest li Şamê di 1948an de hatiye belavkirin. Û şiîra Şîna Pêşewa Qazî Mihemed ku piştî bidardakirina wî hatiye nivîsandin. Qedrî Can hestên xwe yên derheqê Qazî Mihemed de bi vê şiîrê deraniye. Bes nuqteyeke pirr girîng heye di vê şiîrê de.

Çi ye ew nuqte?

Ev şiîr di nav nivîsarên nû û kevn de weke dokumantek e. Heta niha milet wisa difikirî ku faktora şikestina/paşveçûna Artêşa Sor a Sovyetê ji minteqeya Azerbeycan û Mukriyanê ew bû ku hukûmeta Tehranê imtiyaza petrolê dane kompanyayên Sovyetê. Na, ew tişt ne rast e. Qedrî Can, sebebê wê di şiîra xwe de zelal kiriye. Di sê risteyên wê helbestê de wiha dibêje:

“…Bumba wî ya etomîk

Ji germiya dilê me

Nikare hîç sar bike

Natewîne milê me…”

Min gotareke Mistefa Salih Kerîm di Rojnameya Kurdistana Nû de xwendibû, di nîveka salên 90î de. Ew rojname girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye. Mistefa Salih Kerîm yek ji nivîskarên herî muhîm ê rojnameyê bû. Ligel du siyasetmedarên amerîkî hevpeyvînek weşandibû. Behsa serdema Komara Kurdistanê û Şerê Cihanê yê Duyem derbas dibe. Tê behskirin ku Artêşa Sor çawa ketiye mintiqeya Îranê, Azerbeycanê û herêma Mukriyanê û li Mehabadê Komara Kurdistanê ya Demokratîk ava kiriye. Dibêje Harry Truman hingê serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ye, gef li Stalin dixwe û dibêje ‘Heke heta leşkerên xwe ji minteqeya Azerbeycan û Mukriyan nevekişînî em tevahiya bajarên mezin ên Sovyetê bombebaran dikin weke Hiroşima û Nagazakiyê. Stalin ji ber vê yekê neçar dimîne û bi ittîfaqekê Artêşa Sor vedikişîne. Hukûmeta Bakûya Demokratîk û hukûmeta Mehabada Demokratîk qurbanî dide. Li Azerbeycanê jî hukûmeteke demokratîk a azerî ya girêdayî Îranê ava kiribûn. Lê herdu jî hilweşiyan. Qedrî Can bi jîrîtiya xwe sedema hilweşîna Komara Kurdistanê derxistiye holê. Tiştekî gelek mezin e. Bi vê ve girêdayî ez bixwe nabêjim hukûmeta Îranê Qazî Mihemed kuşt, ez dibêjim Amerîka û Britanyayê ew kuştin.

Qedrî Can û Kamîran Bedirxan pêşengên şiîra modern bûn li Şamê. Herdu bi hev re… Goran ku ji bo şiîra me, ji bo şiîra modern a kurdiya soranî rêber û pêşeng e, dibêje ‘Gava min bixwe şiîr dinivîsî Kamîran Bedirxan û Qedrî Can şiîrên xwe yên modern nivîsandibûn jî.’ Gengeşeyek heye li ser vê meseleyê. Dibêjin Goran kevntir e. Ez dibêjim teqrîben hevdem in. Şêx Nûrî, Reşît Necîp, Goran, Qedrî Can û Kamîran Bedirxan… Bi ya min ev pênc şair rêberên şiîra modern a kurdî ne.

Hilgirê fikrê Marksîzm û Lenînîzmê

Baş e, meriv helbestên Qedrî Can çawa kare tesnîf bike?

Bi ya min Qedrî Can bi du aliyan kar kiriye; aliyekî klasîk, aliyekî modern. Yanê meriv bala xwe didiyê bi teknîka modern helbestên modern daniye, paşê, piştî çend rojên din, çend mehên din çûye şiîrên kevn dubare kiriye. Yanê melevanî kiriye di nav şiîrên kevn û nû de. Ez dibêjim şiîrên kevn, lê ne şiîrên klasîk ên girêdayî edeba erebî ha; yên girêdayî edebiyata kurdî ya folklorîk. Ji loma Qedrî Can bi rastî jî nasnameya şiîra kurdî ye.

Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet

Min bixwe şiîrên wî bi vî awayî veqetandine: şiîrên realîzma rexneyî, şiîrên realîzma sosyalîst ku fikrên marksîst û lenînîst tê de belav kirine û şiîrên realîzma şoreşgerî yên bergirî.

Bo realîzma rexneyî şiîra Begê Axirzeman nimûneyek e. Rexne li desthilatdariya feodal dike. Ji bo vê yekê herçiqas Qedrî Can li ser Barzanî nivîsandibe jî Barzanî hez ji wî nekiriye. Çima? Çimkî Qedrî Can hilgirê fikrê çep, fikrê Marksîzm û Lenînîzmê bû. Hevalbendê hizbên şiî yên Îranê û Iraqê, yê TUDEHê, yê Hizba Komunîst a Sûriyê bû. Riya Teze jî yek ji şiîrên realîzma rexneyî ye. Wextî Niye… Dr. Îzeddîn digot Qedrî Can pirr dixebitî ji bo bi zimanekî yekgirtî yê kurdî binivîse. Yanê nedihat bi kurmanciya zelal binivîse. Peyvên soranî dixiste nav şiîrên xwe. Bi vê şiîra Wextî Niye xwestiye vê bike. Ev, tevî gotarek di Kovara Gelawêjê de hatibû weşandin û Qedrî Can dixwest bibêje niha ne wextê şiîrên evîndariyê ne, niha wextê şiîrên evîniya welat in. Şiîrek bi navê Name Bo Îzgeha Tehranê heye dîsa. Û şiîreke din a bi navê Bo Hevalekî Kevn heye. Di sala 1966an de Celal Talabanî ji Barzanî diqete. Ev helbest li ser vê meseleyê rexneyeke tund e li Mam Celal.

Ya duyem realîzma sosyalîst… Ev pênc helbest li ser vê xetê ne: Yekem şiîr Gula Sor e. Te dît a ku Ciwan Haco kiriye stran. Şiîra duyem Ez Diçim Mosko ye. Festîvala Ciwanên Enternasyonalîst li Moskoyê li dar dikeve. Qedrî Can jî diçe wê derê. Ev helbest behsa vê yekê dike. Heyva Sor, Cejna Oktoberê û Çardeyê Gelawêjê jî li ser vê xetê ne. Abdulkerîm Qasim li Bexdayê di 1958an de desthilatdariya şahînşahî ya Iraqê xist û ew hat ser hukm. Helbesta Çardeyê Gelawêjê li ser vê ye.

Sisê realîzma şoreşgerî… Pênc helbest jî li ser vê xetê nivîsîne. Du ji wan li ser Barzanî ne; Serdarê Kurdan Barzanî û Şêrê Welat Barzanî Hat. Yek di 1948an de, ya din di 1958an de hatiye weşandin. Şîna Pêşewayê Mezin û Karwanê Me… Û şiîreke wî jî heye bi navê Li Zindanê Şoreşa Me…

Heya niha derdora pazdeh helbest û belkî ewqas jî çîrokên wî hatine weşandin. Ma hemû berhemên wî ev in? Hûn weku pisporekî berhemên Qedrî Can çi difikirin?

Ev problem li çar aliyên welat problema nivîskarên kurd e. Ji ber zext û sansurên dewletên navendî tirsiyane, berhemên xwe veşartine û piştre ew berhem berze bûne. Meseleyek ev e. Meseleyeke din jî; mimkun e tiştên xwe bi destên xwe şewitandibin da ku neyên sizadan û nekevine zindanan. Ez karim bibêjim Qedrî Can xwedî gelek berheman e. Nemaze ji aliyê wergeran ve. Ew zimanzan bû. Bi frensî zanibû, bi tirkî zanibû heta erebiya xwe jî xurt kiribû. Bi erebî jî baş dizanî. Gotar û nivîsarên erebî ji bo kurdî werdigerand. Piçek bi soranî jî dizanî. Heta min rave kiribû ku çend helbestên xwe bi soranî û kurmancî nivîsîbû.

Helbet Qedrî Can weku rewşenbîrek tevgeriyaye. Ev yek ji helbestên wî jî xuya ye. Hûn karin bi kurtasî qala serpêhatiya wî ya siyasî bikin?

Piştî şikestina serhildana Agiriya biçûk û mezin hindek rewşenbîrên kurd ji bakur direvin binxetê. Li Amûdê, Qamişlo û Hesekê ne. Paşê dibihîzin mala Bedirxanan li Şamê ne, li wir bi xebatên siyasî û çandî mijûl in. Loma radibin û diçin Şamê. Piştî diçin wir bi pêşniyara Mîr Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawarê derdixin. Berî ku Qedrî Can û ew bên, li bajarê Baebdaya Lubnanê Komeleya Xoybûnê tê avakirin û rewşenbîrên temamê wê mintiqeyê dibine endamên wê. Qedrî Canê ku piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd derbasî binxetê dibe jî, yek ji wan kesan e ku di bin banê Xoybûnê de cî digire. Ev serdema ewil e.

Paşê ku Xoybûn belav dibe, Qedrî Can bixwe li Şamê komeleyek ava dike bi navê Komeleya Pêşveçûnê. Ez ne şaş bim di nîveka salên 1940î de ye… Gelek endam civandibû. Bixwe sekreterê komeleyê bû. Lê piştre ku Mela Mistefa hat ew mesele hel kirin û Hizba Demokrat a Kurdî li Sûriyê hat avakirin ji aliyê Nûreddîn Zaza, Ehmed Nafîz, Osman Sebrî û Cigerxwîn û Qedrî Can. Celadet Elî Bedirxan û Kamîran Bedirxan zêde têkelî meseleyên siyasî nedibûn, zêdetir di warê edebî de kar dikirin.

Mala Barzaniyan deyndarê wî ne

Weku te jî berî niha got helbesteke wî ya bi navê Ez Diçim Mosko heye. Em zanin bo Festîvala Ciwanan çûye. Lê em nizanin li wir çi kiriye û çi nekiriye? Ti malûmat hene li ser rojên wî yên li Moskovayê?

Hemû serkirdeyên kurd li wir dîtibû. Her wiha kurdên Ermenistanê yên weke Qenadê Kurdo, Ereb Şamîlov, Ordîxanê Celîl jî dîtibû. Mam Celal jî li wir bû. Van serkirdeyên kurd hev bêhtir nasîbûn. Konferansa Ciwanên Cîhanê bû. Ciwanên komunîst ha! Ne yên oldar û nasyonalîst û filan… Evana nedixwestin. Ji ber ku ewan dixwest enternasyonalîst be. Di 26ê Îlona 1957an de hatibû lidarxistin. Banga hukûmeta Sovyetê bo hemû ciwanên dinyayê bû, ne tenê bo ciwanên rojhilatanavîn… Qedrî Can jî nîv-komunîst bû. Qirkirina kurdan, tunekirina ziman û çanda kurdan ji bo Qedrî Can kesereke mezin bû. Haa, min ji bîr kir; ev serkirdeyên kurd Mele Mistefa jî li wir nas dikin. Wê demê hêşta Mele Mistefa venegeriyabû Iraqê. Paşê, di 1958an de Mele Mistefa vedigere. Li Bexdayê, li Otela Semîramîs dimîne. Li wê derê, bang li Qedrî Can dike. Li wir hev zêdetir nas dikin. Têkiliya wî ligel Mam Celal jî wisa… Li wê konferansa Moskovayê hev nas dikin û paşê têkiliya wan xurttir dibe.

Li ser navê kî diçe Moskovayê Qedrî Can?

Ew bi alîkariya Hizba Komunîst a Sûriyê diçe. Xalid Bekdaşê sekreterê Hizba Komunîst a Sûriyê ew hilbijartiye ku ligel şandeyek biçe.

Ji bo yadgariya Qedrî Can divê çi bê kirin bi ya we?

Divê bê zanîn ku malbata Bedirxanan çi kiribe ji bo kurd û kurdayetiyê, Qedrî Can jî wê kiriye, ji wan kêmtir nekiriye. Heta mala Barzanî jî bixwe deyndarên Qedrî Can in. Çima? Ji ber ku helbestên xwe yên herî ciwan ên modern pêşkêşî Mele Mistefa kiriye. Barzanî kiriye qehremanek bi helbesta xwe ya Serdarê Kurd Barzanî. Bi qewla Dr. Îzeddîn ve jî –ku ew aşiqê vê helbestê bû- heya wê demê helbesteke wiha bi muzîk nehatibû nivîsandin. Forma vê helbestê jî formeke pirr nû ye, pirr modern e. Loma dubare dibêjim malbata Barzanî deyndarê Qedrî Can in. Heta niha ji bo wî tiştek nekirine. Lazim e wefayek nîşan bidin ji bo dilsozî û xebatên wî. Çi berhemên wî hebin bigihîjînin hemû kurdan da ku kurd Qedrî Can nas bikin ku ka kî ye. Divê bê zanîn ku li bakur jî stêrkeke torevaniya modern e. We, weku Weşanên Sor, ligel malbata wî Peyman daniye ku hûn hemû berhemên wî çap bikin. Loma ez we pîroz dikim.

18.11.1952, Studîo Dîkran, Şam

Weke din çend xebatên akademîk jî li başûr hatin çapkirin. Divê ev bi tîpên latînî jî bêne çapkirin. Yek ji wan xebata min e. Min di 2003an de wê xebatê da weşandin. Teqrîben 350 rûpel e. Salekê berî min mamoste Fehmî Şukrî Ebdulla xebata xwe weşand bi navê Rêgezên Nû Yên Helbesta Kurdî Li Def Qedrî Can. Û ya dawîn jî jixwe xebata Prof. Dr. Îzeddîn Mistefa Resûl e. Tê de çîrok û babetên wergerê hene ku ji zimanê frensî û erebî hatine kurdî. Dr. Îzeddîn pêşgotinek nivîsiye ji bo vê kitêbê. Tê de qala awaz û şêwaza helbesta wî dike. Min bixwe jî alîkariya Dr. Îzeddîn kir di dema amadekirina vê kitêbê de.

Em gelek spasiya we dikin bo vê hevpeyvînê. Cenabê we di warê Qedrî Can de em gelek agahdar kirin.

Spasxweş. Serkeftinê dixwazim ji we re. Hêvî dikim xebatên we her berdewam bin.