HEJMARA 23. DERKET!

Hafize; qadeke têkoşînê…

Em saleke din li pey xwe dihêlin. Pirsgirêkên ketine ser hev, şert û mercên jiyanê ku her diçe giran dibin, tevî pirsen ku dahatûyeke nediyar derpêş dikin dewrî 2022yan dibin… Wext her sal bileztir diherike wek ku. Tiştên ku berê me digot ‘îşê  alan e’, îro êdî mijara demên kurttir e. Leza demê ji aliyek ve nakokiyên civakî kûrtir dike, ji aliyê din ve hafizeya civakî dinixumîne. Dijberiya di navbera kûrbûna nakokiyan û nixamtina hafizeyê de ji ber xwe ve dernayê holê lê. Ev herkeke xwezayî nine yanê. Encama şerê îdeolojîk/çandî yê serdestan e li hemberî bindestan…

Tirkiye, welateke wiha ye ku têkiliyên serbest û bindestan bi awayeke kategorîk lê tên înkarkirin. Di vê civakê de li ser pişta her aliyên ji derveyî serdestan, înkara li ser hatî ferzkirin heye. Ku di heman deme de înkar siyaseta îqtîdarê ye ku jibîrkirinê jî dihundirîne. ‘Bibîranîn/bibîrxistin’ jî li hemberî serdestan parastina rastiya xwe ye, berxwedan e. ‘Hafize’ qadeke têkoşînê ye yanê; li hemberî jibîrkirinê ku hafizeya serdestan e, hafizeya bibîranîn û bibîrxistinê ya bindestan…

Em li hafizeya xwe xwedî derkevin!

Bila bi dilê we be îsal…