HEJMARA 17an DERKET!

‘Ewlehî’ û ‘Bêrû’tî…

Têgeha ‘ewlehiyê’, li ser zarê serdestan tim xwedî naverokek cuda bû. Di navbera ewlehiya insanan, wezayê, jînê û ya rêvebiran, ya çîn û zumreyên ‘bişens’ de têkiliyek berevajî hebû. Gava ewlehiya aliyekî ji bo aliyê din weke bêewlehî hate dîtin; têkoşînan, qetliaman û trajediyan jî rû dan. Dîroka mirovahiyê mişt e bi van.


Qetliama Dêrsimê jî, ku di 1937/1938an de pêk hat û ji aliyê gelê herêmê ve weke ‘Terteleyê’ tê zanîn, weke ‘tevgera ewlehiyê’ di arşîvên dewletê de cî girt. Lê ji aliyê karesatdîdeyên vê qetliamê ve ev bû rastiyek ji êş, bêwarî û sirgûnan û kir ku hîsa ‘bêbaweriyê’ her di dilê gel de bimîne. Seyîd Riza û hevalên wî yên ku 83 sal berê hatin sêdarekirin jî, Dêrsima ku lêborînek jê nehatî xwestin jî hêna mijara vê bêewlehî û bêbaweriyê ne.

Ew çerx her digere. Sermeseleyê; lîstika bi navê ‘Bêrû’ ya Dario Foeyê xelatgirê Nobelê hat qedexekirin. Li her derê ku darê zorê li ser e, weke gezek nan, ziman û çand jî tên astengkirin lê mixabin jîn û dahatûyeke ewle nayê sazkirin.

Ji qedexekirina ‘Bêrû’yê, ji Qetliama Dêrsimê em pê zanin ku tenê ew bêrûtî derdikeve holê. Em hêvî dikin ku ev hejmara me jî bi dilê we be.