DERANÎNA BIHARÊ JI ÇILE
Di her Newrozê de saleke din jî zêde dibe li temenê me. Bi vê hejmarê serguzeşta weşangeriya me digihê sala çaran. Ji aliyên siyasî, çandî û hunerî ve ne bes bû, ev salek e şewb jî lê zêde bûye û em bi temamî hatine dorpêçkirin. Ev zor û zehmetî, weke şa’ir gotiye ‘daxilî heyatê’ ne helbet. Tengasî, têrînekirin û bêderfetî jî wisa ne, derfetên beralîkirina hemû neyîniyan jî. Di fotoya bergê de, dara behîvê ya ku li çiyayê biberf dinêre kulîlk daye û dest bi biharê kiriye. Ew dar çawa çerxa heyatê ya şaşnebar îspat bike, serguzeşta insanên têkoşer jî piçekî wisa ye. Xweza ji çilê zivistanê çawa karibe kulîlk biwelidîne, meriv jî derfeta rojên rewşen kare wisa ji hezar zehmetiyên heyatê, ji zilmê biafirîne. Bes em hêvîdar bin, bes em têbikoşin! Rastiya bêzimaniyê jî, ku di 21ê Sibata borî de bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê hat bîrê û di dosyeya me de jî bûye mijara hevpeyvînê, ancax bi vî awayî dê çareser bibe.
Yaşar Kemalê nivîskarê gewre ku me di 28ê Sibatê de ew cara şeşem di salvegera koça wî de bi bîr anî, wiha digot: Yên ku çandekê tune bikin, insanetiya xwe ji dest
dane. Zimanê zikmakî jî, Newroz jî hêmanên parastina çandê û heyatê ne. Bo ku çanda kesî, insaniyeta kesî ji dest neçe…
Bi hêviya ku bi dilê we be hejmara nû…