Di navbeya ‘ya heyî’ û ‘ya divê bibe’ de…
Di rêwîtiya jiyanê de, di navbeyna ya heyî û ya dive bibe de timî mesafeyek heye. Têkoşîna bo beralîkirina vê mesafeyê jî, jênerevîn e. Heke mesele jiyana insanên hilberîner û afirîner, yanê ya karkeran be; cudahiya mezin a girîngiya rola wan a di
jiyana civakî de û mercên ku li wan hatiye ferzkirin, timî wan li navenda têkoşîneke
tarîxî bi cî dike. Hewldana beralîkirina vê cudahiya mezin, kiriye ku jiyana xwe tenê
na, temamê jiyanê ji destê heramiyan rizgar bikin, wê xweşiktir bikin.
Pîremêrdê şai’rê kurd qala hemalên kurd dike ku di destpêka 1900î de li Stenbolê
debara xwe dikin. Ha ew ‘milên wan ên ji ber xizaniyê rûbarê wan bûne’ ne tenê
yên hemalên li Stenbolê bûn, yên çîna kedkaran a gewre bûn. Di Adara 1880an
de li Meletiyê, di Hezîranê de jî li Amedê ‘Raperînên Nan’ pêk hatibûn, ev raperîn
a wan ‘milên rûbarbûyî’ ku bi birçîbûnê re rûbirû mayî bû.
Yek jê katolîk, yek jê misilman li hemberî serdestan weke misilman û xeyrî mislim hatibûn ba hev. Tişta ku wan anîbû ba hev ev gotina waliyê Amedê ya ‘komek talanker’ nebû helbet. Xizanî û birçîtiya wan bû; digel ku ji ol û neteweyên cuda bûn jî ji heman endereya civakî û aborî bûn, ji heman çînê bûn.
Bi ‘ya heyî’ razî nebûbûn, bo ‘ya divê bibe’ tevgeriyabûn.
Tekane rêya ku dê jiyanê xweştir bike, dê geştir bike jî ma ne ev e jixwe?
Bi giyanê 1ê Gulanê, merheba!