Enwer Karahan
Ji bo her kesî cîhê ku lê hatiye dinyayê û her weha lê mezin bûye, zaroktî û xortaniya meriv lê bihurî be, di quncika dilî de cîhekî şêrîn e; ew perçeyekî bihuşta yekî/ê ye. Heger navseretî û yextiyariya mirovî jî li wê derê bihurî be, jixwe êdî mirin û definkirina merivî jî wek xwedêdayinê ye li wê derê, tu cîhekî dinê para mirovî nakeve û belkî jî ew bextewariya herî mezin be.
Her derek tiştekî wê yê meşûr heye. Diyarbekir bi cebeşên xwe, Mêrdîn bi qidamên xwe, Ruha bi tûjî, çîxkufte û kebabên xwe, Entab bi fisteq, peqlawe û lahmecûnên xwe, Mereş bi qeşîra xwe, Wan bi pisîkên xwe, Bedlîs bi buryana xwe, Mûş û Semsûr bi tûtina xwe, Meletî bi mişmişên xwe û hwd…
Ma Dêrik bi çi navdar e?
Lê Dêrik bi gelek tiştên xwe navdar e. Mesele; qîzên wê… Qîzên Dêrikê bi nav û deng in, ji bejn û balê bigrin heta bi lêv û dêm û çav û birhan; ew bi mêranî ne, kezîzer in, navzirav in, awirxencerî ne; bi pozika solên xwe beroş û sîtilên li ser kuçikan diqulipînin, her yek ji wan bi deh mêran in ku kes newêre xwe di wan derxîne. Belkî jî ji vê yekê bû ku Cegerxwînî digot, ”Heger min Dêrik nedîta, av û delav û baxçeyên wê, dahl û rezên wê nas nekira, belkî nebûma helbestvan…” Bayê kur e ku ne li tu erd û ezmanî ye, ew ji Zinara Siorê difîzikîne û di kuçe û sikakên taxa Kanîka Piçûkê de dibe hût û zîha, xwe li kumbet û mimberên mala Xwedayî dibezikîne, darên gûz û mişmişan ji tapanê de diqulipîne, kum û kolêzên mîrekan difirîne û dê û xwehên zekem û bapêşê dike bi pênc pereyan.
Xeto û Remoyê[1] wê hebûn ku serên wan bi qandî du hinarên melêsî bûn, ew mîna şekirê nokan û beîvan, qeymaxê bizinan, gezoyê li serê darên zeytûnên xirxalî û belotî bûn; ji bilî çêr û xeberan tenê tiştek zanîbûn ku ew jî pereyên hûr yên hesinî bûn.
Hemo û Hupo[2] hebûn ku ew jî ji dîhnên me bûn. Hîn ku mesele li ser dîhnan vebû ye, qet nebe em çend navan bijmêrin ku hûn bizanin li Dêrikê bi tenê biaqil, nivîskar, hunermand, denbêj û zana tune nin. Weyso, Adil û Dawidê ciwan, Peqo û Baqo[3] jî hebûn…
Ji van dîhnan bi çend gavekî wê de, darên tûyên xemlî û bajarî, yên wîşne û kenêran, yên mişmiş û qeresiyan di newala binê Tûrcelê[4] de (Xab) bi ser hev de mexel hatine. Ji Tilbisimê heta bi Serê Xabê[5] zeytûnên zoncik û mawî yên melqebazî û belotî zeytê bi ser erdên qeraç û çoraqî de dibeliqînîn; tûtin, kuncî û fasûleyên teze di qamekê de ne; lat bi lat in, beran bi beran in şitlên hişkoke û hirmiyan; pîvazterk, silqisor û binerdikan destên xwe ber bi rehmeta Xwedayî ve kirine û duayan ji bo feqîr û fuqareyan dikin. Bi tahm û lezet in hilalk, teew û guhîjên wan palan; çûne di erş û ferşên Xwedayî de derketine navdariya hijîr, hinar û zeytûnên wê; cemidîbûna av û delavên wê xemleke bûkaniyê ye, mêxweşiyeke guhdarîkirina kewên gozel û firîna fatîmokan e, ji tahma qeymaxê li ser hungivî ye dengê bilûra şivanekî li ber berqefê û qahweya qizwanê ye îkrama mêvanên ezîz.
Ev Dêrik e, ne bi tenê dar û ber û pel û pincar lê hene; ew ne tenê bi hunermend û helbestvanên xwe xwedî marîfet e; qumarbaz, araqvexwir û dizên wê jî meşûr in. Hewce nake ku em navên wan li vê derê zikir bike, lê ew xwedî marîfet û keramet bûn/in, ew ne diz û kelaşên pez û dewarên mintîqeya xwe bûn/ne; li neqeb û kepirên rom û jonturkan in, gunên tirk û ereban dixin nav darikan, li talanên dewleta Elî Osmanî dixin û jin û qahpikên wan li ser maseyên pavyonên metropolan direqisînin. Bi pereyên wan dikişîne kaxetake bi qîmeta serwetekê û di binê şûşeyên araqê de dixwînin azana eşa û sibehê; çawa be roj dê hilê di şefaqa her sibehê de û marînî û borînî dê bi pez û dewaran bikeve, ji xwe risqê zarokan li Xwedayî ye, ji wê seetê û pê ve vegera destvalayiyê ne ji emrê îlahiyî ye.
Pişta Dêrikê li Çiyayê Maziyê ye û berê wê li beriyê ye. Beriya ku ji rengê şêrekî qilçixşînî ye, di pifkirina bayê jêrîn de radibe ser du lingan û bi ser hev de diqulipe qevd û sapên genim û nîskan… Axa ne, beg in, mîrek in xwediyê tîr û erdan; ji salê heta bi salê deyhn û faîzê dikin, lê ji ya xwe danakevin; berx û beranan ji mêvanên minawer re serjê dikin, li binê kon û sitarên binê beriyê didin gerandin qahweya tahl û cixareya qaçax; li dora xortên kamilbûyî digerînin hineya zavatiyê û di ser serê ciwanên bitemberî û simêlqeytanî re jajoreke çardexurê li ezmanê vit î vala direşînin… Vê gavê têne kolan bîr û kendalên avê û bûye deşteke bihuştî ji penbo û berberoyên hustuyên xwe li ber tavê xwarkirî, kuncî û gijnîj bi hev re direqisin di çelê havînê de ku êdî ew bûne deriyê xêr û bereketa dermanê feqîr û belengazan. Êdî li xwe dikin cilên xweşik keç û xort û navsere, bûk û qîz û şêniyên wê beriyê bi hev re bextewar dibin di her hilatina rojeke nuh de û berên xwe didin dawet û dîlanên bi meqamê tembûr û ribabê. Dîlaneke dêrikanî digerînin li wê rasta berriyê û şabaş û halanan di çiyayiyan de hildidin; wê gavê ji pozê Meşkîna û Sadanê dibe qîrpîna tivingan, gule û zilik bi ser deştê de dibe zîpik û paîzok, destmalên kesk û sor li ba dikin qîzên qamkihêlî.
Çarçiyeke wê hebû/ye ku ji hêla Kaniya Gûzê ve mîna mirov şiveke hinarê li erdê xistibe, ew rip î rast bû/e, kevirên şayikî mîna dîlimên peqlaweyê di ber hev de raxistî bûn. Ji wî serî ve çend dikanên deriyên wan darînî hebûn ku ya pêşî berberxaneya Dawidê Berber û ya kêleka wê ya Broyê Arkoyê koçkar bû ku wî nedihişt tilî û pêçiyên me xuya bibin, hema pozikên qondereyên me ji hev biçûyana, malavayî du kêl û sê bizmar ji me re lê dixistin. Ji dikana wî wê de, Cemîl û Naîlê hesinker bûn, li kêleka wan jî dikana Emerê Husêno bû ku ew jî cawfiroş bû û li kêleka wî jî ya Rîreşikî û li hemberî wî jî firaxsipî Sêpan bû… Yek li dû ya dinê rêz dibûn, di ser dikana Seîdê Sofî Evdila û qahwexaneya Celalê Sor re dirêj dibû heta bi dikana mala Husênê Emîneyê ku fileh û misilman bûn ew ciwan û yextiyar da qezenç bikin risqên zar û zêçan; wan ji heman kaniyê av dikişandin, ji heman aşî dihêran ard û arvanên xwe. Ji bilî cejna Remezan û Qurbanê, eydiya Hêkesorê jî hebû ku a “filehên”[6] me bû, ji bilî wê cûdayiyê em bi heman zimanî diaxifîn, haya me ji tu bayên felekê tune bû. Ew ji me jîrtir bûn ku ji destên wan dihat cildirûtî, terzîtî, sefarî, xeratî, koçkarî û nalbendî; her weha ew şareza bûn ku ji tiriyên mazroneyî çêbikin şeraba malê û îkramî misilmanên tilterîqî[7] bikin. Her qurteke wê ji rengê ava qudretê bû, lê ew ji bona mêvanên ezîz û muhterem bû. Dirankêş û sabûncî bûn filehên me ku ew bereket û nameta Dêrikê bûn. Lê dilderibî û hustuxwar bûn her dem, çi cara ku di bîra wan dihat ew xwîn û qetlîama hovane ya rezîl û riswa, keserek dikişand ji dil û hinavan, lê ji me nedibirîn merheba û selayî, kirîbaniya me li ser ser û çavan bû heta ku hin xwenezanan nerevandin keç û jinên bi mahr û dergîstî…
Qedrî Can li Dêrikê…
Axatî û malmezinî di xwîna Dêrikê de ye, ji bav û kalan de hebû yeev kevneşopî. Li wê hêlê eşîra Rûtî û Salikî, li vê hêlê Xidrî û Mahmûdî û li wî jêrî Ebasî[8]. Vê gavê nema ye fitne û fesadiya berê, lê hewante nehatiye gotin ku kurmê şîrê heta pîrê… Car caran tev radibe ew pêl û liv, lê mala Xwedayî ava be ku kes bi wan re ranabe bi mîsala ku dinya bava bava ye. Di wexta xwe de ji hev kuştine mêr û mîrek, ketine ber hev bi hovîtî, girtine ser mehele û gundên hev bi dujminayî û serî ji ser gewde û laşan firandine, bi bêjingan fîşek hatine teqandin, her kes bûne mîna noka li kevirî û yek bi vî aliyî de, yên dinbi wî aliyî de bûne firar û sirgûnên dewleta hovî. Wan bêbavan nepirsîne li esil û fesl û eşîrê, hemû binecîh kirine mîna berxên li ber kêrê. Seriyê eşîrekê li Eskîşehîr û Bursayê û ya dinê li Mugla û Tokat û Konyayê derxistine. Mêrxas û xweşmêr di ber eskerî de hatinekuştin mîna sehan û kesî negotiye ku rehmet ûselawat li ser term û cesedên wan be. Serokeşîr û maqûl bûn ew li sirgûniyê û ketine tatola selameta malbatan bi taswasa nanozikê, bi miradê xwe şad nebûne, li çiya û bejayiyên welatê xwe nedîtine hêvî û çirûskeke bextewariyê, loma jî çavên xwe li welatên xeribiyê girtine bi hustuxwarî û melûlî, eynî ji rengê Mîr û Qedrî Canî.
Dêrik serberjêr e. Pişta wê li Qulika Guran û Firneya Gawiran e, li milê wê yê rastê ye Bilxêr, Giyarê Bamiyê û Kevirê Kerr, Dara Mahmûdan û Kortika Mezel e li hêla wê ya çepê ye û li bende bixêrhatina mêvanan e. Wê berê xwe daye berriyeke bêserûber, di bin awirên wê re mexel hatine Zeytûnên Berdîn, Qetaro, Xêratik û Kanîbîrka miradan.
Û…, dara guhîja li serê giyarê Êrge Babayî bi tena serê xwe rabûye qametê; wê destê xwe ji eniya xwe re kiriye talde û ber bi Tûrcelê ve silavek şandiye ku bi îsyankarî dinale, eynî mîna keçeke sêwî ya ku li ber destên ap û amojinê mezin bûbe.
Ji bo meriv bikare Qedrî Canî hebekî ji nêzîktir nas bike, divê meriv berê Dêrikê piçekî nas bike û dû re li wan şerdan binêre ku Qedrî Can tê de mezin bûye û li tesîrên bûyerên wê demê temaşe bike.
Hîna Qedrî Can di dema xwe ya zaroktiyê de ye ku ber bi xortikiyê ve dihere ji terefê Kemalîstan ve cimhûriyet hatiye îlankirin û bingeha sîstemeke nuh hatiye avêtin. Bi vê yekê re li gelek deverên Kurdistanê nerazîbûna ji vê sîstemê û ji binpêkirina mafê kurdan yên neteweyî roj bi roj zêde dibin. Kurdên serbêjin û xwende li gora xwe rêxistinên xwe ava dikin, rojname û kovaran derdixin û eşîr û begîtiyên kurdan şêwir û mişêwrên ji bo azadiya miletê xwe lidar dixin û di nava tevgerekê de ne.
Hereketa Şêx Seîd yek ji wan serîhildanên berbiçav e ku di wan deman de rû daye û vê bûyerê tesîreke mezin li xortikiya wî kriye. Herekata Şêx Seîd ne tenê tesîr li Qedrî Canî kiriye, her weha tesîreke mezin li Dêrikê û derûdora wê kiriye ku wî gelekî ji vî perçeyê axa xwe hez dikir û di gelek helbestên xwe de gav bi gav, hust bi hust xweşiyên wê rave kiriye.
Teva ku Dêrik ciyekî piçûk bû û her kes bavabava bû jî di prosesa haziriya hereketa Şêx Seîd û demên berî wê de hin gavên rewşenbîrî û hewildayinên entelektuelî pêk hatine û vê yekê tesîreke mezin li wî kiriye. Yek ji van kesan û hewildayinan jî Êlas Efendî (Êlaso) û avakirina Qulûba Kurd e ku di wê demê de li Dêrikê ava bûye. Di heman demê de Cegerxwîn li Dêrikê, li ba Mele Îskender ji bo îcazeya xwe ya meletiyê suxte ye.
Têkiliyên Qedrî Canî û Cegerxwînî çi qasî hebûn ez bi xwe nizanim (Di orteya wan ferqa emir hebû, Cegerxwîn 7-8 salan ji wî mezintir e), lê him ji rûpelên Hawarê û hin jî ji sohbetên bavê min ê rehmetî û Evdoyê Cano ku birayê Qedrî Canî bû dizanim têkiliyên wî li gel Êlaso xurt bûn. Teva wê xisûsiyeta Dêrikê ya ji hêla eşîrî û mehelî ve xurt bû/e jî û eşîrên me cûda bûn -ji ber xal û xwarzitiyeke me ya ji dûr ve- tu carî têkiliyên malbata me û mala Cano[9] kêm nebûn. Di eslê xwe de çend malbatên weha hene ku ji ber meseleya kurdîtiyê hergav nêzikahiyeke me û wan hebû û hîn jî heye. Yek ji wan malbatan, Mala Ciloko[10], yek jê Mala Hecî Seydî[11] û yek jî Mala Cano ye ku ev hersê malbat jî ji eşîra Rûtî ne û bi salan dijberî û dujminatî di navbera me de çêbû ye. Hecî Seydî ku navê wî li malbatê bûye bi Êlaso re destbirak bû û wî jî wek Êlaso li Diyarbekirê Ruştiye xwendiye. Mala Cano ji xwe min got ku him ji ber xal û xwarzîtiyê û him jî ji ber hezkirina Êlaso ya ji Qedrî Canî ye û Mala Ciliko jî ji ber kekê min Edîp Karahan e ku di dema xwe de Cewdetê Mamo[12] ji bo dawewekîltiya wî dikana xwe dabû wî û teva hemû zixt û zordariyên mezinên eşîra xwe jî qet têkiliyên xwe jê qut nekiribû.
Tesîr û rola Êlaso
Elaso serokê Eşîra Mehmûdî bû ku di dema xwe de li Dêrikê ”Qulûba Kurd” ava kiribû. Berî ku ew beşdarî haziriya hereketa Şêx Seîdî bibe, bi salan xortên wê derûdorê li xwe vedihewandin û tesîr li wan dikir ku ew ji daweya miletê xwe hez bikin û bibin xwedî şiûreke milî… Ji ber nefsbiçûkî û efendîtiya wî, xortên ku ne ji eşîra Mahmûdî bûn jî xwe li wî digirtin û hezkirina wî diket dilê wan. Vê yeka hanê dikir ku dijayetî di nav xortên eşîrên din û mezinên wan de derkeve. Evdilqadirê Mala Cano (Qedrî Can) û Reşîdê Mala Evdê Elî (Reşîdê Kurd) ji wan xortan bûn ku wan gelekî ji wî hez dikir û wî jî qedrekî mezin dida wan û gulik bi serê wan ve dikir. Êlaso bi eşîrên Dêrikê re di hewara Şêx Seîd efendî diherin û hîna negîhaştine Diyarbekirê, li nêzîkî Pira Reş xeber ji wan re tê ku hereket şikestiye. Gava ew vê xeberê dibihîzin, eşîrên bi wî re diqulipin hêla Kuva-î Miliyeyê, lê Êlaso vedigere Çiyayê Maziyê û demekê li bende zelelbûna rewşê disekine. Dû re jî ew tê girtin û di Mahkemeyên Îstiqlalê de tê mahkemekirin û dû re jî teva mala Cemîl Paşa tê berdan û sirgûnî Konyayê dibe. Piştî ji sirgûnê vedigere jî bi Mala Cemîl Paşa re Binxet dibe û li wê derê beşdarî xebatên Xoybûnê dibe û dû re jî li Amûdê wefat dike. Belkî jî nivîsa Qedrî Canî a di Hawarê de Êlaso baştir bide nasîn. Yên bixwazin karin ji hejmara 22. a Hawarê(1ê Tîrmeha 1933an) nivîsa wî ya bi serenavê ”Şîna xalê min” bixwînin.
Ne têkiliya me û Mala Cano û ne jî têkiliya Êlaso û Qedrî Canî qediya. Evdo birayê Qedrî Canî bû. Tim dihat cem bavê min û bi wê zaroktiya xwe min li sohbetên wan guhdarî dikir. Herdu jî dilbikul bûn, bi hizin bûn û ji hêla kurdbûnê ve şikestî bûn. Bavê min bi xwe jî bi apê xwe Êlaso re beşdarî hereketa Şêx Seîd bûbû û bi salan mahkûm û firar geriyabû. Apê Evo şopgerekî navdar bû û di heman demê de bekçiyê şevê bû. Kes ji tirsa wî newêrîbû bi şevê derketa derve. Li mintîqeya Dêrikê kêm kesan diwêrîbû ji tirsa wî dizî bikira. Ji xêndî Evdo, Şêxmûs, Salih û Dawid jî birayên Qedrî Canî bûn; xweheke wan a bi navê Erebê jî hebû. Dawid û Salih di nav hereketa kurd de aktîv bûn û Dawidî demekê jî serokatiya TÎPê (Turkiye Işçi Partisi) ya Dêrikê kir. Herweha zaroyên wan jî di hereketa kurd de aktiv kar kirine.
Gava Qedrî Can derbasî Binxetê dibe Êlaso li wê derê ye. Min ji sohbetên bavê xwe û apê Evdo gelek caran guhdarî kiribû û gava min “Siwarê şînbozê: Êlas efendî” nivîsî jî min him ji dema Konyayê di nameyeke xeyalî de qala Qedrî Can û Reşîdê Kurd kir û him jî qala dîtina wan a Binxetê kir. Min ew hesreta Êlaso jî mîna ya Qedrî Canî ya li ser Dêrikê di nameya ku ji biraziyê xwe Cemîlî re dişîne de formule kiribû. Di heman berhemê de ji devê Êlaso min qala dîtina wan a li Binxetê jî kiriye.
Qedrî Can û Reşîdê kurd du xortên dêrikî yên wê demê ne ku tahsîl kirine û di bin tesîra fikrên welatparêzî û çepîtiyê de mane û dû re jî bi ziman û edebiyatê re mijûl bûne. Herdu jî ji binemalên eşîrtiyê tên û wê kulturê baş zanin, lê bi xêra Hawarê û Mîr Celadetî têkilî jiyana nivîsa bi kurdî bûne. Heta dereng jî meriv li nivîs, çîrok û helbestên Qedrî Canî rast tê ku di rûpelên Hawarê de hatine weşandin, lê weha xuya ye ku ava Reşîdê Kurd û Hawarê zêde bi ciyekî de neçûye û piştî demekê ji wê derûdorê bi dûr ketiye.
Teva ku Qedrî Can jî demekê di bin tesîra fikrên çepitiyê de maye jî hêlên wî yên neteweparêzî hîn bêtir bi pêş de ne, loma jî heta dawiyê jî dostaniya xwe bi malbata Mîr û malmezinên dinê yên wê demê re li Binxetê berdewam kiriye. Ji ber vê hêla Qedrî Canî hevalên wî yên wê demê ku çepgirbûn xwe ji wî dilgiran dikirin. Piştî helbesta ji bo Mele Mistefa (Şêr hate welêt) nivîsî û pê ve êdî wî bi tûmerî xwe sipart netewepariziya kurdî û li ser wê xetê meşiya.
Her çi qasî demekê di nav hin rêzên helbestên wî de bîhna komunîzmê hebe jî bi piranî helbestên wî li ser hesreta welêt û nemaze jî li ser hezkirina ji Dêrikê ye. Ji helbesta wî ya bi navê Dêrika Çiyayê Mazî jî diyar dibe bê çi qasî ji Dêrikê hez dikir û hisreta wê dikişand, lê hezar mixabin ku ne kurd ew qedrê wî heq kiriye didin wî û ne jî dêrikî. Berî bi çend salan ji terefê belediyeya Dêrikê ve parkek hat çêkirin û peykerên Qedrî Can, Reşîdê Kurd û Edîp Karahan lê bicîh kirin. Ev helwestek baş bû, lê ya xerab ew bû ku navê Ahmet Kaya li wê parkê kir.
Her cara min helbesteke Qedrî Canî xwendibe ku qala hisreta Dêrikê dike di dilê min de êşek peyda dibe. Piştî ku ez jî mîna wî mecbûr mam ji Dêrikê derkevim û bibim penaber, min ev hêla wî baştir fêm kir. Min fêm kir bê ew çi êş û elem e ku meriv mecbûr bimîne terka axa xwe, terka nas û dortên xwe û terka malbata xwe bike. Min helbesta xwe ya bi navê Şikefta Serê Xabê jî di bin pêla wan hisan nivîsiye ku Qedrî Canî jî bi qandî min ji vî ciyî hez dikir û belkî jî bi kunan av ji vî delavî vexwaribe.
[1] Ew du dînên Dêrikê ne ku birayên hev bûn.
[2] Ew jî dîhnên Dêrikê bûn.
[3] Ev navên ku di vê paragrafê de hatine rêzkirin jî dînên Dêrikê ne
[4] Li mintîqeya Dêrikê Çiyayê herî bilind e.
[5] Li Dêrikê çîhekî herî xweş e û aveke mezin ji binê şikeftekê derdikeve.
[6] Ermeniyên Dêrikê bûn.
[7] Kesên ateîst
[8] Li Dêrikê pênc eşîr hene û ev nav ên wan eşîran in.
[9] Ev navê malbata Qedrî Canî ye.
[10] Mala Ciliko bi paşnavê Özelik, yan jî wek mala Mamo jî tên naskirin.
[11] Bi paşnavê Keskin tên binavkirin
[12] Bavê Cemal û apê Mistefa Özçelîk ê serokê PAKê bû.