VAHDET SİNAN

Coğrafyası, inanç ve insani değerleriyle özeldir, özgündür Dersim.
Sadece imrendirici değil ama bu özgünlük, beladır da Dersim’in başına. Düzene batan dikendir çünkü. ‘Merkez’e uzaktır, egemenin lisanından anlamaz, zapturapta gelmez…
Osmanlı’dan cumhuriyete devrolunmuş Dersim sancısına deva olsun diye devreye sokulmuş ve yörede ‘tertele’ diye bilinen 37/38 harekâtı, Dersimliye dayatılmış ‘devlet dersi’nin en kanlı durağıdır.
15 Kasım 1937 ise bu kanlı durağa açılan kapı…
Seyit Rıza, oğlu Resik Uşen, Wusênê Seydi, Aliye Mirzê Sili, Hesen Ağa, Fındık Ağa, Hesenê İvraimê… Elazığ Buğday Meydanı’nda idam edildiler.
‘Kanuna uygun olsun’ diye Seyit’in yaşının küçültülüp oğlunun yaşının büyütülmesi… Hukuksuzlukları arşa çıkmış dava süreci… ‘Beni oğlumdan önce asın’ şeklindeki son talebi bile gözetilmeyen yaşlı bir insanın idam sehpasına dimdik yürüyüşü, gecenin karanlığına “Ayıptır, cinayettir” diye haykırışı…
Cinayettir. Devlet cinayeti…
İdam gecesine de nezaret eden dönemin emniyet müdürlerinden İhsan Sabri Çağlayangil, şöyle itiraf ediyordu sonrasını: “Ordu zehirli gaz kullandı. Mağaralarda bunları fare gibi zehirledi. Ve yediden yetmişe o Dersim Kürtlerini kestiler. Dersim davası da bitti…”
Öyle mi gerçekten? ‘Dersim davası’ bitti mi?
Fewzi Bilge’nin çizgileriyle, kurdu kuşu, börtü böceği ve dahi kendisine sığınan cümle insan evladını yoldaş bellemiş gür bir orman gibi resme durmuşken Dersim’in Seyidi…
Demenanlı silahşorlar Silê Pıtê ile Hesê Gevê’nin ölümüne direndikleri Ali Boğazı’nın geçit vermez kuytuluklarını da; ülkenin özgürlük yürüyüşünde kıyıları döven deli dalgalar gibi devinip duran Dersim asiliğini de görmek mümkündür o resmin içinde…
Ol hikâye şudur ki;
Seyit’in resmi, Dersim’in dünü ve bugünüdür…
‘Diken’ yerindedir, dava sürmektedir…
*********************************************
Wêneyê Seyîd, raborî û îroja Dêrsimê ye
VAHDET SİNAN
Werger: Reşo Ronahî
Bi erdnîgariya xwe, bi nirxên xwe yên baweriyê û yên insanî, taybet e, resen e Dêrsim.
Ev resenî ne tenê sedema dilbijandinê ye, bela ye jî li serê Dêrsimê. Kelemê çavê pergalê ye çimkî. Ji ‘navendê’ dûr e, ji zarê serdestan fêm nake, nakeve bin zept û rebtê…
Hereketa 37/38an ku bo qolinca Dêrsimê, ya ji osmaniyan dewrî komarê bûye, weke derman hatiye birêvebirin û li herêmê weke tertele tê zanîn, qonaxa herî xwînrij ya yek ji ‘dersên dewletê’ ye bo dêrsimiyan.
15ê Mijdara 1937an jî deriye ku li vê qonaxa xwînrij vedibe…
Seyîd Riza, Resîk Ûşenê lawê wî, Wusênê Seydî, Aliyê Mîrzê Silî, Hesen Axa, Findiq Axa, Hesenê Îvraîm… Li qada genim a Elezîzê hatin bidarvekirin.
Da ku ‘qanûnî’ be emrê Seyîd biçûk hat nîşandan, yê lawî wî mezin… Prosesa dewayê ku kiryarên wê yên nehiqûqî gihan erş û ezmanan… Daxwaza wî ya dawîn ew bû ku berî lawê xwe bê bidarvekirin. Lê nexêr, guh nedane wê jî. Bi serbilindî meşiya ber bi sêdareyê ve û di tariya şevê de qêriya û go “Eyb e, qetl e”…
Qetl e, qetla di stûyê dewletê de…
İhsan Sabri Çağlayangilê midûrê emniyetê yê wê demê ku di şeva îdamê de jî li wir bû, wiha îtiraf dikir berdewamiya wê: Artêşê gaza jehrî bikar anî. Li şikeftan weke mişkan ew jehrî kirin. Û ji heftan heya heftêyan, ewan kurdên Dêrsimê serjê kirin. Dewaya Dêrsimê jî qediya…
Wiha ye, bi rastî jî? ‘Dewaya Dêrsimê’ qediya?
Ligel ku bi xêzkariya Fewzî Bîlge, Seyîdê Dêrsimê bi teyr û tûran û heta bi hemû weledên insanan ên ji xwe re hogir hesibandine weke daristanekê bûye rism…
Di wî wêneyî de meriv kare taldeyên asê yên Geliyê Elî ku Silê Pitê û Hesê Gevê yên çekdarên demenanî bi dil û can lê li ber xwe dane jî bibîne û serhildêriya Dêrsimê ya weke pêlên har her pêl dide û di meşa azadiyê ya welat de peravan diherifîne jî…
Çîroka wê ev e;
Wêneyê Seyîd, raborî û îroja Dêrsimê ye…
Kelem tûj e, doz hê jî giran e…