Di helbesta kurdî de çay û cixare

Mela Mihyedîn

Çay û cixare du hemanên bingehîn yên jiyana me ne. Roj bê çay an jî bê cixare qet derbas nabe. Çay û cixare bêhna meriv derdixînin û kulê mirovan direvînin. Di her wextî û di her kêliyê de herdu tên hawara mirovan. Bi saya wan mirov roja xwe dibin serî an jî şeva xwe diqedînin.

Helbestên pêşî ji çavkaniya folklorê derketine. Bi zimanekî sivik insanan derd û kulên xwe anîne ziman. Helbesta folklorîk, helbestek ji rêze û ji gotinên fambar pêk hatibû.

Piştre bi bandora dînê Îslamiyetê hêdî hêdî bandora helbestên erebî û farisî li wêjeya kurdî zêde bû. Ev rêbaz rêbaza helbesta erûzê bû. Helbestên erûzî di dîwanên helbestvanan de kom dibûn, lewma ji vê dewrê re Dewra Dîwanan an jî dewra Helbesta Klasîk tê gotin.

Di helbesta klasîk de ziman gelek giran e. Bandora zimanê farisî û erebî bi awayeke beloq di helbestan de eşkere dixwiye. Gelek peyvên bi farisî û erebî di wêjeya klasîk de derdikeve pêşberî xwîneran. Ji ber ku ziman giran e, famkirin jî nîvco dimîne. Zimanê helbestan pir giran e û fambar jî nîn e.

Di helbesta klasîk de wekî vexwarin bi piranî mey ango şerab derdikeve pêşberî xwîneran. Her çiqasî mey bi awayekî sembolîk hatibe gotin jî hin helbestvanan bi awayekî rastîn behsa meyê kirine.

Hem di dema folkorê de û hem jî di dema klasîk de li welatê me çay nedihat nasîn û nedihat vexwarin. Ji ber vê yekê çay û cixareyê wek mijar di nava helbestê de hêlîna xwe çênekirine.

Mijarên helbestên folklorîk û yên klasîk pir kêm in, hemû bi piranî li ser eşq û evînê ne. Di gotinên pêşiyan hatiye gotin: Heft meseleyên hirçê hene, her herft jî li ser dara hirmiyê ne. Hema bêje ji heft mijarên helbestên folklorîk û yên klasîk şeş hebên wan li ser eşq û evînê ne. Ji aliyê mijarê ve çarçoveyek sînorkirî derdikeve pêşberî xwîneran. Helbestvanên wê dewrê jî newêrîne ji vê çarçoveyê derbas bikin û xeteke nû li wêjeyê zêde bikin.

Dema dem diguhere û çaxê helbesta folklorîk û ya klasîk diqede êdî çaxê helbesta modern (azad-serbest) derdikeve pêş. Bi saya helbesta azad cardin zimanê helbestê sivik dibe û gel bi rehetî ji helbestê fam dike. Lê dîsa jî hin helbestvan biisrar helbestên zimangiran dinivîsin û helbestên wan mixabin nayên famkirin.

Di dema modern de helbest ne tenê ji aliyê ziman ve, ji aliyê naverok û mijarê ve jî azad dibe. Êdî her tişt dibe û dikare bibe mijara helbestê. Her tişt di destê helbestvan de ye. Qabîliyet di peyvên helbestvan de veşartiye.

Pesnê Çayê

Di çanda kurdî de, dîroka çayê pir kevnar nîn e. Peyva çayê bi xwe jî bi kurdî nîn e. Ev peyv bi eslê xwe peyvek ji zimanê çînî ye. Dîroka çayê jî ji welatê çînê dest pê dike.

Wekî çayê cixare jî ev demek ne dirêj e di jiyana me de cihê xwe çêkiriye. Peyva cixareyê bi eslê xwe peyeveke ji zimanê Maya ye. Koka peyvê “Sîc” e, tê wateya “dûman”ê. Dema îspanyol diçin û wan deran dagir dikin xwe dielimînin cixareyê jî û vê peyvê wekî Sîcar ji zimanê Mayayan digrin li zimanê xwe wekî Sîcaret zêde dikin. Di zimanê me de jî ev peyv wekî cixare cihê xwe çêkiriye.

Hem çay û hem cixare du hevalên baş in û timî li kêleka hev in. Rêya wan tim li hev tê û tên ba hev. Kesên cixarekêş dema çayê vedixwin li gel çaya xwe teqez cixareya xwe jî pêdixin.

Bi saya helbesta modern çay û cixare bûne mijarên helbestê. Li ser herduyan hin helbestên delal derketine pêş. Dema cara pêşî leqayî wan helbestan hatim gelekî keyfa min ji wan re hat.

Divê her meseleyên jiyanê bibin mijarên helbestê. Dema mijar fireh bû, ew helbest wê bala gelek mirovan bikşîne û wê gelek mirov wan helbestan bixwînin û di bin bandora wan de dê bimînin.

Dema mesele dibe çay helbesta herî li pêş helbesta Mela Evdilhekîmê Badikî ye. Navê helbesta xwe daniye “Qurtek Çay” wesfên çayê bi awayekî xweş û delal li ser kaxizê nivîsandiye. Di helbestê de Mela Evdilhekîm dike nake nikare wesfê çayê biqedîne. Helbest wiha ye:[1]

Qurtek çaya ser lêvan

Nadim bi hezar sêvan

Qurtek ji çaya delal

Nadim bi sed porteqal

Çaya nazik û nazenîn

Nadim bi sed mandelîn

Wê çaya rind û keleş

Nadim bi zalên zebeş

Ewê çaya mîranî

Nadim bi sed şîranî

Wê çaya rind û rengsor

Wê bi min re herê gor

Nakim terka şêrînê

Heta mewt û xirînê

Ew e dosta bi wefa

Dide zewq û sefa

Zewq û sefa min tînê

Xemên min direvîne

Wexta cîkî min diêşe

Aspirîn diavêjim şûşê

Aspirîn tevî çayê

Êşa min dide bayê

Wê nedaye min zerar

Methên wê nayên jimar

Evdilhekîm bes bibêj

Wesfa wê meke dirêj

Çiqas dirêjkî kelam

Wesfê wê nabin temam

Ji bilî Mela Evdilhekîmê Badikî li ser çayê sê ristên Mela Eledînê Kopî hene. Mela Eladînê Kopî rojekî ji halê xwe pir aciz bûye û ji çaya kêlaka xwe çend qurt lêdaye û wiha nivîsandiye:

Xwedê em dan dunyayê

Serê me kir belayê

Em meşxulbûn bi çayê[2]

Gotûbêj ligel titûnê

Qasimê Xelîlî çay û cixare di helbesta xwe ya bi navê “Dem” de kiriye mêvan. Li cem Qasim her rê diçê ber bi evînê. Evîn ji bo wî pîroz e. Çay û cixare di rêya evînê de jê re dibin heval.

Ruh û dil û dest û lep

Her seet î û hûrdem

Lêxistina min a çep

Tu yî bi xwîn û bi dem

Tu gula hinarê yî

Hem duyê çixarê yî

Ez im yê xwelî li ser

Tu hem kêf î û hem xem

Di rojên zordarî de

Di seqema dûrî de

Her kêlî te fir dikim

Meyz tu yî di çayê dem

Tu yekşem î û duşem

Tu dihşem î û herşem

Îro roj roja te ye

Ji çaxan yar tu yî dem

Li ser cixareyê helbesta herî populer ya Seydayê Tîrej e. Navê helbestê “Ez û Tûtin” e. Seyda di vê helbestê de tûtina xwe wekî insanekî datîne ber xwe û pêre diaxive. Seyda û tûtina wî di helbestê de gotûbêja xwe dikin. Beşek ji helbestê wiha ye:[3]

Seyda:
Tûtinê xweş tûtinê
Lê hevalek xayinê
Tu neyar û dijminî
Sebeba êşa min î

Tûtin:
Ez tûtina şingal im
Por zer û birî çal im
Ez xweş dost û heval im
Bawer bike ez benî



Seyda:
Xapînokê ne waye
Hevala êş û ta ye
Xefk li ber min vedaye
Tu melkemota min î

Tûtin:
Her hilmekê dikşînî
Agir bi min dixînî
Hezar kulî dertînî
Mirna te b’ destê min î

Seyda:
Tîrêj bi soza berê
Wê te bavê defterê
Ferman bikî j’vê derê
Beherke kûr bê binî.

Qasimê Xelîlê hem bi helbestên xwe yên Kaniya Pêncçavî û hem jî bi helbestên xwe yên azad li pêş e. Cixare, tûtin, pelê cixarê, qotî û nîkotîn çi hebe bi evîna dil re girêdaye. Navê helbestê “Neqşa Evînê” ye. Çend ristên wê wiha ne:

Tu tune bî di qotiyê

Qotiya dil pir sêwî ye

Qelûn û tîrik birçî ne

Ew cihê herbilîna te

Xwelêdank û hêlîna te

Jehr e bi qelban digire

Jehra xweş hezkirna te ye

Bi tehm e wek nîkotîn e

Ehmed Huseynî jî di helbesta xwe de cih daye cixareyê. Navê helbestê “Teşiyên Mijê” ye. Payîtextên kapîtal bi dûmana cixareyê diberiqin di helbesta wî de. Di demên herî jehrî de jehra herî kujer tê feryadê û Ehmed Huseynî cixareya xwe pê dixe. Pênaber, sêwiyên dinyayê ne. Timî di halê rêwîtiyê de jiyana xwe derbas dikin. Hem di şertên xweşiyê de û hem jî di şertên herî xirab de ti carî cixare terka pênaberan nake. Timî li ber destên wan e:

Ey paytexta ku

bi xwîna

cigareyên

pênaberan diçûrise!

Ez dê berê xwe

bidim duryana

bêdengiyê

qehweyekê vexwim

û cigareyeke jehrewî

bikşînim[4]


[1] Nûbihar, Kovara Hunerî Çandî, Hejmar 138, Zivistan 2017, r. 171

[2] Rezê Jiyanê, Mela Eladînê Kopî

[3] Dîwan,  Seydayê Tîrêj, Weşanên Peywend

[4] Bajarê Dirinde, Ehmed Huseynî