Komkujiya Ermeniyan

Dr. Eskerê Boyîk

Her sal 24ȇ Nȋsanȇ, gelȇ Ermenȋ yê cȋnar timȇ roja komkujȋ-gȇnosȋda xwe bi bȋr tȋne û dide kivşȇ.

Dewleta Osmanî, ji bo gelȇn ne tirkîaxiv, xirȋstiyan ȗ civakȇn kȇmjimare wek Kurdȇn Ȇzdȋ, bi dewr-zemana zindana neheqiyȇ, zulmȇ, ciyȇ bi destȇ zorȇ helandin, ȋslamkirin, talankirin ȗ komkujiyan bȗye. Mixabin mȋratxwerȇ wȇ yê ȋro Tirkiye jȋ wȇ rȇya pȇşiyȇ xwe ya sosret bi aktȋvȋ berdewam dike.

Salȇn 70-80ȋ yȇ sedsala 19an, heja Ermeniyan ya azadariyȇ di dewleta Osmaniyȇ da gihȋşte asteke bilind, Ermeniyan di wȋ welatȋ da dewa çareserkirina pirsgirȇka xwe dikirin. Di nav wȇ împêratoriya pirgel da Ermenȋ pȇşketȋ bȗn, xwendȋ, xwedȋ rȇxistin ȗ saziyȇn siyasȋ, olî, ҫandȋ bȗn, li cîhanȇ belav bȗbȗn, dihatin naskirin, dervayȋ wȇ dewletȇ xwediyȇ navendȇn netewȋ, olî bȗn, dengȇ xwe zȗ digihandin gelȇ cîhanȇ, heja wan ji aliyȇ Rȗsiyayȇ ȗ dewletȇn Ewropayȇ yȇn xirȋstiyan va dihate parastin. Di siyaset, bazirganȋ ȗ aboriya ȋmpȇratoriya Osmaniyȇ da jȋ rola wan ya girȋng hebȗ. Osmaniyan aktȋvbȗna Ermeniyan ȗ berbirbȗn-hevaltiya wan ya ber bi Rȗsa û Ewropayȇ ji xwe ra wak xeter didȋtin. Ku ji pirsgirȇka Ermeniyan bi carekȇ va xilaz bin Sultan Ebdil Hemȋd ji salȇn 1894-1895 pirogirameke bȇwȋjdan û dijȋ normȇn mirovatiyȇ ya hov danȋ ber xwe, bi tunekirinȇ, komkujiyan xwest dawȋ li wȇ pirsgirȇkȇ bȋne. Wan salan bi sedan-hezaran Ermenȋ hatine qirȇ, bi destȇ zorȇ qulubȋn yan reviyane Rȗsiyayȇ, Ȋranȇ, Fransayȇ, Amȇrȋkayȇ ȗ hwd.

Sala 1908a, bi derba leşkerȋ dawȋ hukumȇ dȋktatoriya sultaniyȇ hat. Sultanȇ dawiyȇ Ebdilhemȋd ji hukum hat avȋtin. Hukum kete destȇ Partiya “Tirkȇn Gênc”. Destȗra nû hate qebȗlkirin, di kȋjanȇ da dihate ragȋhandin ku ji wir pȇ da mafȇ her netewȇ li Tirkiyȇ dijȋn wȇ weke hev be. Gelȇn wȋ welatȋ yên bindest, di nav wan da usan jȋ Ermeniyan, hatina hukumdariya nȗ ȗ destȗra wan silav kirin. Lȇ sozȇn ku dabȗn neçȗ sȇrȋ. Ewȇ derbazȋ ser hukum bûbûn jî di warȇ miletҫȋtî û șovûnȋzma tirkȋtiyȇ da ji sultan pȇșverûtir nȋbûn. Emelê wan yê panȋslamȋzm, panturkȋzm ȗ şovȗnȋzma tirkȋtiyȇ nȋşan da ku ew nikarin tu pirsgirȇkȇn gelȇn welȇt yȇn ne Tirk ҫareser bikin. Ew ji sultan baştir nȋn in. Di sala 1909an da li Kȋlȋkyayȇ dijî Ermeniyan dȋsa dest bi dijwariyan ȗ komkujiyan bȗ.

Hȇ berȋ Herba Cîhanê ya Ewlîn di dewleta Osmanîyȇ da pirogirama tunekirina Ermeniyan ji aliyȇ Wezȋrȇ Karȇ Hundur  Paşa, Wezȋrȇ Leşkeriyȇ Ȇnvȇr Paşa, Wezȋrȇ Deryayȇ Cemal Paşa ȗ gelek hukumdarȇn wan yên miletçȋ, endamȇn wa gotȋ Partiya “Tirkȇn Gȇnc” ya șovûnȋst va tȇra xwe hatibȗ dȋtin. Hemcivȋna vȇ deshilatdariyȇ ya dizȋ ya li Salonȋkȇ begemiya xwe da wȇ pirograma qetl, bingeha îdîologiya wê danȋ ȗ paşȇ bere-bere ber bi pȇkanȋna wê çȗ.

Sê êtapên qetliyamê

Destpȇbȗna Herba Cîhanê ya Ewlîn ji deshilatdariya Tirkan ra mecalȇn baş ava kir, ku wȋ meremȇ xwe yê reș, şovȗnȋst bȋnin sȇrȋ. Pȇkanȋna wȇ qetliyama hov, gor dȋrokzaniya Ermeniyan bi sȇ ȇtapan hatiye pȇkanȋn:

Ya ewil: Bi biryara deshilatdariya Tirk ya 25ȇ Tȋrmehȇ ya sala 1914an, zilamȇn ji 15 heta 60 salȋ mecbȗr bûn biçȗna qulixkirina leşkeriya Tirkiyayȇ, giva ku karȇn çȇkirinȇ da bixebitin. Mafȇ leşkerȇn bi eslȇ xwe da Ermenȋ tunebȗ çek-sȋlihan bigirine xwe, heta li hespan jȋ suwar bin. Di bin wȋ navȋ da zilam dibirin, bȇçek dikirin ȗ par-par ji warȇ wan dȗr wunda dikirin, ku qewata Ermeniyan ya xweparastinȇ, ya dijȋ rȇjȋma Tirk lewaz yan tune bikin.

Ya duda: 24-29 Nȋsanȇ ya sala 1915ȇ, hukumdariya Tirk bi carekȇ va 800 rewşenbȋrȇn Ermenȋ  binçav kirin, bê lȇpirsȋn ȗ mehkemekirinȇ, piraniya wan di cȋ da wunda kirin, yȇn din jȋ berȇ wan dane qȗmistanȇ Sȗriyayȇ; Dȇr Zorȇ.

Binçavkirina rewşenbȋriya Ermeniyan ji bajarê Kostandȋnapolȋsȇ (Stenbolê) va dest pȇ bȗ. Eva careke din jȋ ȋzbat dike ku komkujiya Ermeniyan ji aliyȇ rayedarȇn dewleta Tirk va ȇdȋ pilankirȋ ȗ hazirkirȋ bȗ. Di wȋ bajarȋ da rewşenbȋriya Ȇrmeniyan ya here naskirȋ ȗ berbiçav û bi hȇz civiyabû, navendȇn wan yên olȋ, bazirganȋ, aborȋ, ҫandȋ, zanyarȋ, edebȋ hȋmlȋ li wir bȗn,  usa jȋ di wȋ bajarȋ da bȗn balyozxanȇn dewletȇn cîhanȇ. Ku deng, şikyat ȗ gazinȇn Ermeniyan bi carekȇ va bibirin, dengȇ wan negihȋje cîhanȇ, qetilan ku bȇn kirin bȇdeng bimȋne, derbas be…

Keşȋş Ȇ. Ştȋr di xebata xwe ya ”Qirkirina Ermeniyan li Tirkiyȇ” da dinivȋse: “Roja 24  ȗ şeva 25ȇ Nȋsana sala 1915a li Kostandȋnapolȋsȇ nişkȇva 600 rewşenbȋrȇn Ermenȋ (nȗnerȇn Meclȋsȇ, nivȋskar, dȋndar, bijȋşk ȗ yȇn din) binçav kirin ȗ çend roj şȗnda bȇ lȇpirsȋn, bȇ biryara mehkemȇ ew cȋguhestȋ kȗraya Asiya Biçȗk-Konya kirin”. Ew usa jȋ di nameke xwe da dinivȋse: “ … lêpirsîn dijȋ kesȋ nehate vekirin, piraniya wan bȇ biryara mehkemȇ hatine ȋdamkirin.”   Derheqa bȗyerȇn wan rojȇn qetil da wusa jȋ nivȋsȋne Prof. Volfdȋtȇr Bȋl, Balyozȇ Bȗlxariyayȇ N. Koloşyȇv ȗ gelekȇn din. Di nava binçavkiriyên Kostandapolȋsȇ da bȗn kompozȋtor, dostȇ gelȇ Kurd Komȋtas, nivȋskarȇ Ermeniya yê mezin Grȋgor Zohrab, kȋjan nȗnerȇ Meclȋsa Tirkiyȇ jȋ bȗ, nivȋskar Rȗbȇn Sȇvak, Danȋȇl Varȗjan, Sȋamanto, Rȗbȇn Zardaryan ȗ gelek şexsiyetȇn Ermeniyan yên naskirȋ ên berbiçav.

Komȋtas zulm ȗ xezeba ku anȋne serȇ hevalȇn wȋ bi çavȇ xwe dibȋne, ruhȇ wȋ yê nazik teyax nekir, dȋn bȗ. Komȋtas naskirȋ bȗ. Di bin hukmȇ dȋplomasiya cihanȋ da Komȋtasȇ dȋnbȗyȋ kirine ciyȇ dȋna. Paşȇ desguhestȋ Parȋsȇ kirin, li wir jȋ di sala 1934an da wefat kir.

Ji pey van herd ȇtapan, dema hȇza gel hatibȗ şikȇnandin ȗ gel bȇserȋ kiribȗn, dest bi ȇtapa  sisiyan, bi massayȋ komkujiya jin, kal-pȋr ȗ zarokȇn bȇxwedȋ ȗ bȇ alȋkar bȗ. Bi destȇ zorȇ wan ji mal, cȋ ȗ warȇ wan derxistin, di bin navȇ nefȋkirin-sirgȗniya „mecbȗrȋ“ li ser rȇ-dirbȇn ne eyan xistin. Ji birçȋbȗn, tazȋbȗn, nexweşiyan, hovîtî-zordestiyan di rȇ da dane qirȇ.

Sȗretek ji wan demȇn buhurȋ yên xezeb maye qet ji bȋra mirov naçe. Di rȇ da karwanekȋ koçberan, di kȇleka rȇ da laşekȋ hespekȋ geverbȗyȋ dibȋnin, wusan birçȋ bȗne ku hicȗmȋ wȋ laşȋ dikin…

Eva komkujȋke wȇ dewletȇ ya here zulm bȗ, di kȋjanȇ da qira 1,5 mȋlyon evdȇn bȇ sȗc ȗ gune hat. Dewleta Tirk ne ku tenȇ ewqas evd qir kirin, medeniyeteke bi dewrana tune kirin, bi sedan-hezaran evd bȇ cȋ ȗ war bȗn, berȇ xwe dane xerȋbiyȇ.

Herba Cîhanê ya Ewlîn Tirkiyê da der (1918). Hukumata Tirkiyȇ ya nȗ serokȇn-lȋdȇrȇn Partiya Tirkȇn Gȇnc a „Yekȋtȋ ȗ Pȇşvaçȗn“ wek sȗcdarȇn şer ȗ tawanbarȇn pȇkanȋna komkujiya Ermeniyan sekinandin ber mehkemȇ. Mehkema wan di 27.04.1919´an da despȇ kir, kişand heta 26ȇ Hezȋranȇ. Gelek ji wan sȗcdaran ra gunȇ ȋdamȇ hate birȋn. Lȇ hinek ji wan sȗcdaran (Enwer, Cemal ȗ Nazim) berȋ bi dawȋ hatina şer ji welȇt revȋ bȗn. Ewan dȗreke hȇjayȋ gunȇ herȋ bilind; ȋdamȇ bȗn. Ji welȇt rev ȗ xwe veşartinȇ jȋ alȋ wan nekir, ji sȗcȇ kirȋ xilaz nebȗn, welatparȇzȇn Ermeniyan ketin pey wan ȗ bi destȇ xwe ji heqȇ wan hatin der.

Dema mirov kȗrȋ nava demȇ ȗ pirsgirȇkan dibe, dinhȇre ku pirsgirȇka komkujiya Ermeniyan siyasȋ ye, sȗcdar jȋ  reyadarȇn dewleta Tirk in, ji Sultan Ebdil Hemȋd girtȋ heta serokȇn „Tirkȇn Gȇnc“ ȗ deshilatdarȇn pey ra. Hȋm ȗ ȋdȋologiya wȇ qetliyamȇ panȋslamȋzm, panturkȋzm ȗ bi kȇranȋna her mecala va helandin, bişavtin, tirkkirina netewȇn welȇt ên netirk e. Yanȇ yek welet, yek netew, yek ziman, yek al…Çawa ku niha ye.

Eva 100 salȋ bȇtir e gelê Ermenî têkoșînê dide bo ji aliyê cihanê va naskirina wê komkujiya zulm wek gênosîd ȗ şȗnda standina wȇ zirarȇ ku dema komkujiyȇ gihȋştiye wan. Ew mafê gelê Ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xwedî wijdan gotî ji vê pirsgirêka Ermeniyan ra bibe piștovan.

Di vȇ derheqȇ da bi gelek zimanan bi sedan pirtȗkȇn dȋrokȋ, lȇkolȋnȋ, hiqȗqȋ, bedewetȋ, yȇn bȋranȋnan, belgeyan, sȗretan hatine weşandin, fȋlm hatine kişandin, bi dehan dewletȇn cihanȇ resmȋ ew komkujȋ wek gȇnosȋd pejirandine.