İsmail Dindar

Hemû xweserî, hemû rewişt, hemû sincên mirovî; bi jiyanê ve, ango bi rabirdû re, bi hebûn û dîroka kes û civakan ve girêdayî ye. Ev rêbaza diyalektîkî, di her kêlî û di her qada jiyanê de, her gav tête peyitandin.
Li kevneşopî, teşejiyan, rîtûel û hînbûniyên mirov û civakan binihêrin. Di serî de ziman; bi her awayî, ziman, li ser bingeha teşejiyana mirovî ya dîrokî dirûv digire û her weha dibe rewişteke gelêrî, netewî, civakî.
Helbet ev kirû ne bi awayekî kêliyane, ne bi carekê, ne ji nişkê ve û ne jî bê bingeh pêk tê. Bi rêbazên diyalektîkî ku her yek ji wan bingeha jiyana her demê ne pêk tên ku her kirû û her kêliya wan zanistî ne. Zanistiyeke wisa ku ji hêla jiyanê, bi mînakên jiyanê têne peyitandin û li holê têne raxistin.
Helbet, ev dem û pêvajoya ku em qal dikin, ne bi kêlî, ne bi roj û mehan û her weha ne bi sal û sedsalan pêk tê. Pêvajoya ku em qala wê dikin, keda demeke fireh û kûr e ku mirov tê de matmayî dimîne û neçar e bipejirîne jî.
Ji kirûyên jiyanê yên bingehîn hêmaneke sereke ye ziman ku taybetmendiya girîng a mirovî ji taybetmendiyên ajalan vediqetîne ziman e. Her weha navgîna derbirîn û geşkirina hiş û aqilê mirovî ye jî. Di estetîkkirin û xweşikkirina hest û ramanê mirovî de jî piraniya bar li ser milê zimên e.
Ligel vê yekê, ziman berhema kedeke giran e jî ku hebûn û sermiyana bi sed hezar salan e. Ji ber ku ziman li ser teşejiyan, xweza û çanda mirovî de dirûv digire, loma jî ligel ku dişibin hev jî di heman katê de ji hev cuda ne. Heta ne ku zimanê sereke ji hev cuda ne; wisa ku di zimanekî de, carina çend heb zarava jî pêk tên û di nav heman pergalê ligel de hev dijîn.
Heta ku em dikarin bibêjin, di heman zaravayê de, devokên curbecur jî pêk tên û di wan devokan de, li gorî herêman aksan jî pêk tên. Helbet ev yek li gorî rêbazên xwezayî û her weha bi awayekî diyalektîkî pêk tên.
Di vê navberê de, ji ber taybetmendiyên mirovî yên civakî ku li gelek erdnigariyan netew û zimanên curbecur nêzîkî hev, di nav hev de dijîn, bandora zimanan li ser hev dibe. Ziman ji hev û din peyv û dengan werdigirin an di xwe de hin guherînan pêk tînin.
Ji bilî peyv, biwêj û gotinan, di warê rêzimanî de jî ziman di bandora hev de dimînin an ji hev û din qertaf û rêbazan jî digirin. Weke mînak mirov dikare peyvika “tirşikçî” hilgire dest ku ev peyvik ji gelek hêlan ve xwedî wate ye û wisa cihê xwe girtiye, di hewşa zimên de rûnişt,ye ku tu hêz nikare wê rake û bavêje.
Erê “tirşik” cureyeke xwarinê yê çanda gelê kurd e ku bingeha xwe ji navê tehma “tirş” werdigire ku ew “tirş” jî bingeh û wateya xwe bi awayekî xwezayî ji tehma firingiyê werdigire. Xwarina her demsalê a gelêrî ye “tirşik” ku ji ber vê kirûyê jî xwedî wateyekê ye jî. Pir caran ji dirûv û peywira cureyek xwarin derdikeve û wateyên rewişt û sinca mirovî werdigire.
Wisa dike ku bi vê wategiritna rewiştîiyê mirov û civakê, wateya neyînî werdigire ku mebesta bikaranîna vê peyvê jî jixwe ev e. Peyvika “tirşik” xwerû kurdî ye lê qertafa paşgir “çî” qertafeke zimanê tirkî ya peyvçêkirinê ye. Bi vê qertafê û bi alîkariya gelek qertafên mîna vê, di tirkî de gelek peyvikên pêkhatî pêk tên.
Her çi qas, heman rêbaz di zimanê kurdî de jî hebe, qertafa “çî/çi/çü/çu/cî/ci/cu/cü” qertafa tirkî ye. Lê weke li jor hate vegotin, zimanên cîran (him cîrantiya zimanî, him cîrantiya erdnigarî) weke ku peyvikan ji hevdu werdigirin wisa jî weke ku di peyvika “tirşikçî” de jî xuya ye, qertafan jî ji hevdu werdigirin. De îcar ku wateya ku peyva “tirşikçî” di nav têkiliyên du gelan de, li ser bingeha mêtingeriyê de dirûv girtibe rewş bêhtir balkêş e.
Jixwe gel jî vê peyvika navborî, ne di wateya kesên ku ji vê cure xwarinê hez dikin an ne di wateya kesên ku vê cure xwarinê çêdikin an hildiberînîn de; lê belê di wateya kesên ku girîngî didin berjewendiyên xwe yên kesane, kesên ku ji bo gezek nanê bi rehetî xwe difroşin serdest û dagirkerên xwe bikar tê.
Erê, hema bila bêhna tirşikê nekeve pozê kesê tirşikçî, ew ji bo kevçiyek tirşik biherike zikê wê yê genî, dikare bibe qaqlîbaz, dikare bibe rovî, dikare bibe mişk û mar û çi bivê ew ji bo wî hêsan e, rewa ye, jêneger e…
Mixabin rewişta bi vî rengî, bingeha mêtingerî û zilmê fireh dike, karê dagirkeran hêsanî dike pêre jî têkoşîna li hemberî desthilatdaran zehmet dike, xisarê dide şerê azadiyê. Divê em jibîr nekin ku rewişta “tirşikçî”, di hemû desthilatdariyan derdikeve pêş. Çawa dibe xizmetkarê neyarê gel û çîna xwe, wisa jî dema desthilatdarî û rêveberî dikeve destê gel an çîna wî; vê carê jî kesayatiya “tirşikçî” ji bo ku tiralî û zexeliya xwe bidomîne, ji bo bêked û berdêlî tirşik biherike zikê wî/ê dîsa dikeve nav heman helwest û tevgerê da kevçiya wî/ê her tim di nav beroşa tirşikê de be.
Helbet afirîner û hilberînêr û her weha yê ku ziman zindî û geş dike û bi rêya nifşan di nav pêvajoya jiyanê de domdar dike gel e. Gel hoste û zanayê herî mezin e. Di dîrokê de, pêdivî bi çi bûye kiriye û dike jî. Ji xwe mîtolojî, metelok, mamik, çîrçîrok, stran û her weha destan bi hişmendiya gelan bi rêya zimanî pêk hatine û ketine kelepûra mirovahiyê.