KULÎLKÊN TÎ

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

Erê de bes e, êdî berde destên min,hemû zemanên borî û yên neborî. Li wî mekanê xerabe ku tu kes lê nemaye tu yê berê min bi ku ve bikî?

Ka bise;qe tune de li heyamekê, li evînekê, li zayîn an mirinekê raweste. Rexên te xwerû şevên tipûtarî, xeyalên te mirine.

Tî bûne kulîlkên min, bangî min, baran û ronahiyê dikin. Ewrekî li ber girî me. Divê bibarim, bi lez bibarim li ser hemû bajarên dişibin me ku di hemû zemanan de li ser piyan mane.

Erê, de berde destên min zeman, çavên kulîlkên min û stêrkên biçûk li rêya min qerimîne. Divê hildim hemû ronahiyên bedew û vegerim ba we.