Hevpeyvîn: Bilalê Xerzî

Bi eslê xwe ji Batmanê, şagirtekî li Wanê, ji 15 saliya xwe ve şair û di 24 saliya xwe da bi dosyeya xwe ya “Deftera Qetayî” xwediyê Xelata Arjen Arî ya îsal.
-Rêzan Diljen merhaba ji te ra. Ji bo silav û peyvên ewil kerem bike.
Merheba, li ser çavan kekê. Meriv ji civatên helbestan têr nabe, nan û ava edebiyatê ye. Hêvî dikim civata me jî bi vî awayî be. Ez naxwazim zêde dûvdirêj bikim, bila helbestên min biaxivin.
-Dengê helbestên te her li dinê be. Tu dixwazî em derbara te da çi zanibin? Te ji Remo re çawa qal kiribî, ji min ra jî wisa qal bike.
Berhemên ewil hinekî otobîyografîk in, yê deftera qetayî xwend kêm zêde derheqê min da hin tiştan dizane. Weke her zarokekî kurd, weke her ciwanekî kurd… Kî çi dîtibe min jî ew dîtin, ne kêm ne zêde. Lê ez vê bibêjim, gava 15 salî bûm, min li pirtûkxaneyekê kitêbeka Cegerxwîn a helbestan dît. Û jiyana min tu carî nebû weke berê. Ha hûn dikarin vê zanibin, dîtina kitêbekê dikare jiyana merivekî evqasî biguherîne. Belkî berî min bi sedan zarokan ew kitêb dîtibe, çav lê gerandibe. Lê bandor tişteka din e.

-Bandorekî li ‘ez’ê, yek li ‘min’ê, yek jî li ‘xwe’yê kiriye… Kî ne ev “ez û min û xwe”?
Em xwe çiqasî nas dikin? Ez jî vê bipirsim. An jî tu heyî? Ev tu yî an rola yekî dî dileyizî? Li ser vê em dikarin gelek pirsan bikin. “ez û min û xwe”. Selîm Temo jî vê carekê bi kar anîbû. Ev avantajeka kurmancîyê ye, meriv dikare bi peyvan bileyize. Wiha bibêjim, Rêzan Diljen bi halê xwerû jî, tewandî jî û vegerok jî wek termekî bêkes e li paxila min, heke ev paxil ya min be.
-Tu termekî gelekî cindî yî bi rastî. Te dît deftera xwe ya qetayî; heke ku ew defter ya te be?
Gava dîwana xwe dîsa dixwînim, carinan dibêjim ka li trênekê siwar bûme, ber bi zarokatîya xwe ve diçim. Min pênc salan dilê/deftera xwe yê/ya qetayî gera, defter temam bû, lê piştî ku weşîya dîsa wenda ye. Jean Cocteau dibêje, “şair derewkarek e ku her tim rastîyê dibêje”. Çima derewan bikim, niha ji defterê bêhtir, ez bi xwe, xwe nabînim. Min niyet e di dosyeya diduyan da “xezebên li sindoqa kerr ya bi sêzdeh qufleyan girtî”, vekim.” Baş nebaş, lê min niyet e.

-Spas ji bo vê rastiyê, şairê derewkar. Min dil kir bijmêrim bê çend caran te gotiye “ewr”. Paşî pê hisiyam ku ewr nayên jimartin? Asîma hişê te nizanim, lê helbestên te bi ewr in?
Piştî pirtûka min çap bû, Nûdem Hezexî li ser berhema min nivîseka kurt nivîsî. Li wir digot, “bi dilê sayî behsa ewrên tarî dike”. Eynî ew. Ewrên tarî me dorpêç kirine. Divê em bi zelalî behsa wan bikin. Ji bilî wê, ewr îlhameka xwirt e bo min, di her demsalê da heye, sibehê jî êvarê jî, hin rojan dibe neyarê te, hin rojan dibe destbirakê te. Ka ji vê baştir îlham? Behr bo Yorgo Seferîs çi be, ewrên reş ên li asîmana qul jî bo min ew e.

– Ewrên te jî qasî behra wî reş in. Te berê haîkûyan da helbesta Kurmancî?
Li ser haikuyan ez tim dibêjim, şairek nenivîsîne jî, divê teqez li serê baş bixebite. Tişteka ecêb e, tu di hevdeh kiteyan da helbestekê diafirînî. Qelema te terbîye dike. Qelema te dibe qelemeka şîrhelal, weke ya Başo. Ez vê jî bibêjim, dibe ku êdî tu carî haikuyan jî nenivîsînim, lê kengî min dît ez nikarim bi rehetî peyvên xwe biherikînim, xitimîbim, ez ê berê xwe bidime haikuyan.
-Rêya peyvên te vekirî û berjêr be. Dayika te dibe çiyê helbestên te? Yara te çi?
Bêguman xêra diya min di her helbesta min da heye. Ne ji wê bûna bawer bike hînî kurmancî nedibûm. Ji bilî hînkirina kurmancî, di çîrokbêjîyê da jî gelekî tesîr li min kir. Gava biçûk bûm, kengî ceyran diçû, em li ber sobê kom dibûn, û diya min ji me ra çîrokan digot. Ji ber wê Zêrka Zêra ji Raskolnikov karakterekî mestir e bo min.
Yara min jî dibe birîna helbesta min û hew.
-Wê gavê ji bo vê pirsê wextekî çêtir nîne. Picasso dibêje: “Huner zarê êş û elemê ye”. Hemingway dibêje: “Kesekî zaroktiyekî bextewar bihurandibe nikare bibe edebiyatnas”. Edgar dibê: “Annabel Lee”. Şehmus Kurt dibê “Mirov hîleyek e”. Tu dibêjî çi?
Ya rastî ez naxwazim bibim şairê helbestekê, risteyekê an jî peyvekê. Di deftera qetayî da çi hebe ez wan hemûyan dibêjim, her yek xeberên min in. Lê heke mecbûr bim tiştekê bibêjim, ez ê bibêjim, ez, ew şairê ku “pelên ewran diqusîne bi ser gulîyên yara xwe ve”….
-Qedrekî giran didî “bîr”ê?
Helbet. Bîr paşxaneya helbestê ye. Binêr te di pirsa berê da çi mînakeka xweşik daye. “Hemingway dibêje: kesekî zarokatîyeka bextewar bihurandibe nikare bibe edebiyatnas.” Ma ev ne bîr bi xwe ye. Bîr… Bîranîn… Çîrok, dibistan, zarokatî, kal û pîrik, ciwantî, hezkirina ewil, bêrîkirina welêt… Ev hemû bîr in, birîn in, bêbinî ne, heta nebin helbest kêm in bo min. Ji ber wê navenda helbesta min e bîr.
-Em hinekî fesadiya risteyan jî nekin? Te çima her bihar bi barana nîsanê ra hîroyên kesk difetisandin?
Li cem me barana nîsanê bereket e, xêr e, qedrekî mezin didinê. Tu zanî, ne ku bê hêvî me, lê heke ez zanibim ê baraneka xweş bê, ew baran ê ji nû ve rih bide hîroyan, kulîlkan, gulan ez ê hemûyan bifetisînim. Carinan ji bo tişteka xweştir meriv mecbûr dimîne tişta heyî bifetisîne. Axir bila hîro kesk jî be, heke barana nîsanê lê bibare, ferz e ez wê bifetisînim.

-Tu dixwazî şairek li ser kîjan helbesta te, helbestekî binivîse? Çima?
“ku silava min gihandibe Neruda keştîya min a şeveder”. Min gelekî dixwast Neruda ji gora xwe rabe û dosyeya min bixwîne. Rahije qelemê û li ser helbesta min a bi navê “helbesta li ber kendêl” helbestek binivîsanda. Û tiştekê jî lê zêde bikim, xwezî Rilke jî dosyeya min bixwenda û “nameyek ji şairekê ciwan ra” dîsa ji nû ve binivîsanda. Ez ê jê fêrî gelek tiştan bibim.
-Te dixwest kîjan risteyê xwe li ser hewşa dîwara malekî li Kurdistanê binivîsanda?
“çi çivîkeka xweşik e hêvî
ku çav bimire
bibe Lavoisier
û bifire li çiyayekî Kurdistanê”
-Ez xwediyê pirsan, garsonekî civatê. Di xizmeta helbestên te da me. Spasî û qevdekî gulên Mihemmedî ji bexçeya rehmetiyê bapîrê min; ku dizanim tu jî ji mîran çiqasî hez dikî.
Spas xweş kekê, mala te ava. Xizmeta helbestê azadî ye…