Kovara çand-huner-polîtîka DILOP a ku serê du mehan carekê derdikeve , bi hejmara Adar-Avrêlê derket.
Di hevpeyvîna bi rojnamevanê kurd Ender Öndeş re hatiye kirin de, hilbijartinên k udi 31ê Adarê de
Pêk werin, ji hela siyaseta kurd ve ji hêlên cüda ve tê nirxandin.
Di hevpeyvîna bi navê “ Di denklema Rojhilata Navîn de têkiliyên hêzê û kurd” de,ni nexşeya siyasete ya Rojhilata Navîn de ku her tim din av tevgerê de ye, dînamîkên herêmî û yên emperyalist bûye mijar.ji hebûna Rusya û Amerîka ya li herêmê heta bi meseleya Gazze-Filîstîn, ji şerê Ukrayna-Rusya heta bi siyaseta Tirkiyeyê ya derbarê Başûrê Kurdistanê, ji denklema Eraq-îranê heta bi bûyerên kul i Rojava û Surîyeyê diqewimin, ji hela Doç.Dr. Ar<zu Yılmaz endamê fêrkerên Zanîngeha Hewlêrê ve tê nirxandin.
Nivîsa Sezai Sarıoğlu , İliç, herdhej ji wir rêya me dibe Newrozê û hemû bindestan di biratiya bîrînê de dike yek.
Yücel Demirer, Newroz ji hela çandî, dîrokî dinirxîne. RÛmed Med jî bi fîlma Mem û Zîn Newroz û evînê vedibêje. Lîstikvanên şanoya bajêr Yê Amedê, Bahoz Özsunar û Berfîn Emektar, li ser pirsgirêkên şanoya kurdî radiwestin.
Kemal İnal li ser kesên ku zimanê kurdî yê dayikê bikar naînin û têkilîya wan a bi Tirkî re, Nevzat Onaran jî ji alayên Hemîdiyê û 24ê Avrêlê ya sala 1915 ve heta bi şerê tirkan ê rizgariyê ve li ser xêza domdar nîqaşan dike.
Bi mebesta salvegera 24ê Avrêlê bi taybedî di kovarê de ji hin nivîsaran re cih hatiye veqetandin. Ji pênûsa Muzaffer Oruçoğlu , çîroka Misak Manuşyan ji Semsûrê heta bi Parîsê, ji mişextiyê heta bi berxwedana li hember faşîzmê tê vegotin. Elif Eser, bermayîyên ji dîwarên herifi yê manastıra Yergayn a li Hozata Dêrsimê , çîroka trajediya keşeyê dawî ya Vê dêrê Serkis Sarkisyan parve dike.
Esra Kılıç dozên ku li hember demê ketine û ya dawî doza komkujiya Vartinis, pêvajoya hukukî, siyasî bi bîra me dixe.Recep Maraşlıjî diruşmeya “Biratiya Gelan” a ku gelek tê bikaranîn, ji bo wekheviyê kêm dibine û vê yeke bi mînakên çînî peşkeş dike.
Di hevpeyvîna bi Yıldız Çakar re, li ser pirtuka wê ya dawî ya bi navê “mohra reş” , di nivîsara xwe de İsmail Dindar li ser romana Mehmet Dicle ya bi navê “Berfa Sor” dinirxînin. Eskerê Boyik jî Nado Maxmudovê ku ji kurdên Ermenistanê ye û komunîstekî birêxistin e, dinirxîne.
Weke k udi her hejmarê de pêk tê Fevzî Bilge bi wêneya ku xêz kiriye û li sere jî nivîsandiye, hêz dide me.
Di vê hejmarê de Arjen Arî, Vazgal Bazîdî, Eskerê Boyik, Yılmaz Odabaşı, Berken Bereh û Kemal Burkay jî bi helbestên xwe cih digirin.
Kovara Dilopê ji emekkitap.com, Babil.com, odakitap.com, eganba.com tê bidestxistin.