DR. ÖMER ULUÇAY
“Şikestî”[1] ye, birîndar e, lê zindî ye, nemiriye, serî daneniye, berxwadan e, ev jiyan e. Çi şikest, çima, çitol û çiçaẋ şikest? Kê şikand? Wê dawî çerê û çawa bibe? Ev pirseke veşartî û meseleyeke giran e, bê bersiv maye, heq pêwîst e, bi xwîna mêran e. Ew bedel têye dayîn, lazim e, mecbûr e ku biserkeve. Zayîn bi xwîn e, ne hêsan e, bê xîret nabe, “barê ketiya, xwedî radikin”. Em ê barê xwe hildin. Barê me, war û mîratêya me ye, şeref û namûsa me ye. Bi hev ra her tişt xweş û baş dibe. Şikestî ye, bi hêvî ye, dȧwe didome, ew heqekî mirovatiyê ye. Dîk li ser pîna xwa bang dide, bangîn rengîn e, bi govend û dîlan e.
Receb Dildar[2], nûserekî kurd e, xurt e, him di cureyên wejeyê de, him jî di gotin û xemla zimanê kurdî de, gelekî pêşketî ye. Gelek kesan li ser berhemên nûser şîrove kirine. Receb Dildar, tehrekî nivîsandinê ceribandiye û di vê beşê da bi pêş ketiye. Hevokên nûser, zêdetir ên kin in, gotin zelal e, peyv taybet in û di nav van da yên nû-çêkirî, yên zaravayên din jî hene. Ziman û peyv dibe pira û me li nav zaravayên kurdî digerîne, hişyar dike, dixemilîne. Hemilandin ne bes bi rêzkirina peyvan e, ji van ra wate û lihevkirin jî pêwîst e. Bi zanisteke xurt, hewla kesan û bûyeran şîrove dike. Nûser dev ji xewn û xeyalan berdaye, bi şopa rastiyê ketiye. Ew, li bûyer û mijarên ku xwendevan jê sûd bigre digere, kom û şîrove dike.
Deftera bixwîn
Di “Şikestî” da, bûyer parçe dibin, parên bûyeran tevlîhev dibin, bona ku baş û rast were fȧmkirin, bûyer ku wek zincîrê, wek morik-mircanan werin rêzkirin; pêwîst e ku xwendevan hişyar be, hetta di dest da qelem hebe ku, xalan ji hev veqetîne. Li ser vê tesbîtê, min ji nûser pirsî, got ku; “ev tarzeke, tehreke vegotinê ye, mirov dikare di demekê da çend tiştên cuda bîr bîne”. Ev rast e, lê dî nivîsê da lazim e ku şanikek were danîn ku xwendevan bi firqa bûyeran bigêhe. Rast e dest heye, lê tilî jî hene.
Nûser, di romana “Şikestî” da; di sernavê “Deftera bixwîn” da, lehengên her beşê bi darekê nîşan daye. Taybetmendiya darê û leheng çiqas hevûdin digre û temam dike, lazim e ku were beyan kirin (Deftera Bixwîn–1, Sara-Dara Hinarê; Deftera Bixwîn–2, Mîrzayê Kalo-Dara Bîşengê; Deftera Bixwîn–3, Yaqûb–Dara Qizwanê; Deftera Bixwîn–4, Ekrem-Dara Sincê; Deftera Bixwîn–5, Evdila-Dara Berrûyê; Deftera Bixwîn–6, Emîn-Dara Çinarê; Deftera Bixwîn–7, Emê Gozê-Hesindar).
Romana Receb Dildar; berhemeke rojane ye. Ev mijar li hemû Tirkiyê, tê nîqaşkirin; bi teswîran, bi bîranînan, bi kilam û sitranan, bi gotinên şahidan, xwendevan dibe sed sal berî îro. Ew zordestî û zorkarî hîn jî didome. Agir, seriyekî nîv , bin xweliyê ketiye. Di xweliyê da, tim bizotên agir hene. Hetta di mîtolojiyê da ev yêk tê gotin. Lehengê mijarê têyrê anka ye, bi pir navan tê behskirin (fenîx, sîmûrg, teyrê dewletê). Çiyayê kurdan helîna Teyrê Simîr e. Heger ku sî mîr bi yekbin, ėrd û ėzman dibe yek, dudilî, duserî, dubendî ji holê radibe, ėdalet peyda dibe, gel dibe xwediyê jiyaneke aram û bi rûmet. Em guhdar û hêvîdarê wê rojê ne. Kurd dibêjin, “di rojeke Xwedê da, roj wê bo me jî hilbê”. Him jî werge, bê xebat nabe. De werin hevalno, dîlan e, dîlana xortan û mirazan e.
Zincîr û çerxênek/gerîneya bûyeran weha ye: Reng reş e, tarî ye, bi xwîn e, serhev şîn e; peya dimire, leheng dimire, êxbar e, xiyanet e, bira li mirina bira temaşe dike, dê-bav ewlad terikandine, direve, di bin îşkencan da can dide, heps e, zîndan e, agirê dar û beran e, agirê malan û dîlan e, birçîbûn e, xizanî û belengazî ye, bêderfetiya gazincan e, şêlandin e, revandina keç-buk û jinan e, cîran dest dide ser mala cîrana ne, meydana kesên nebaş e, xerac e, lêdan e, li gund û bajaran koçberî ye, reva binxetê ye, bi hevra fetisandina kesekî ye, sîxurî, êxbarî karê mecbûrî ye, çavberdana namûsa der û cîranan e.
Gelên ku bi aşitî bi hev ra dijiya , niha ketine pêxîra hev. Ya rast ew e ku dewlet û bisulman bi ḣelandin û şêlandina kesên nebisulman ketine. Bi gef, lêdan û êxbariyê, dest didine ser mal û warên kesên nebisulman. Dîn-Ûcdan li gorî berjewendiyên rêgezan rewa dike. Bi navê tiştên pîroz, zordestî, şêlandin, kuştinê ra derfet, keys û fetwa derdikeve, ferman hazir dibe, gundên ne bisulmanan parva dibe. Ẋesp niha dibe karek, pîşeyek, qezencek. Kesê ne bisilman bi sûcekî tewanbar dikin, li qereqolê gilî dikin, bona zexma li ser, ew kes bona ku canê xwa bifiltîne heman koçber dibe. De were talan e, kesên talankar ma çito bisulman e?
“Xwîner, sûcdar dibe”
Ev bûyer ne çîrok û mesel in, ev rastiya jiyana Kurdistanê ye. Ji Tanzîmata Osmaniyan–1839 vir da- berdewam e, hîn jî didome. Romana “Şikestî”; arşiv e, ansîklopedî ye, rojname û tezkîre ye, bîranîn û rastî ye, zargotineke dîrokî ye, hîkayeta kesên mazlûm û meẋdûr e, dîroka hindikan e, ev roman mazbeteya dîwan û qereqolan e.
Bi navê dîn pergal dizîvire, lê li kuderê, ma ev bûyer di dîn û îmanê da hene? Dewletê pişt daye hevkarên xwe, hêz û ruhsat dane wan û ew berdane meydanê, kê ku kî xist? Dawiyê da xwîner, sûcdar dibe, wî kes kuştine, talan rakirine, dest daniye ser mal-can û warê cîranên xwe. De şîrîkno werin îfadê, kujer û kuştî dibin hemberê yêk miėmelê, bimre sûcdar e, bimîne sûcdar e. Aliyan hîn jî ev rastiya dewletê fȧm nekirine, bi karê rojane dixapine. Eceb, wê av çito û çi vextî herre kerrikên guhên van ku hişyar bibin?
Di romana “Şikestî” da, hemû rengên wêjekî xuya dibin, bûyer û dîrok bi awayekî civakî hatiye şîrovekirin. Gund-bajar qiyas dibe, rewş û xetereyên herdu aliyan rûbar dibin, kar xebat, qezenc, derfet û xetere tîne ber çavan. Aẋatî, ėşîretî bi her babetî xuya dibe, lihevkirin û li hev ketina ėşîr û dewletê, kar û lîstikên van bi mînakan rast digerin.
Di romana “Şikestî”da du kes diaxifin: Ew kesên Suryan-Asurî û Mesîhî ne. Mîrzayê Brahîm û kurrê wî Îsaye Mîrza. Mîrza, serboriya xwe û şadiya xwe lî defterekê dinivîse, rûpelan bi xwîna xwe mohr dike. Kurrê Mîrza hevalbendê bavê ye, bav dimire defter dimîne. Buyerên ku li defterê qeyd bûne “bi navê deftera bixwîn” hatiye îşaretkirin, ew ḣeft ḣeb in. Di beşên din de Îsa diaxive.
“Şikestî”, sohbeteke dîrokî, civakî ye; behsa rojên borî û pêşerojê dike. Heger ku mirov li ser nebaşî û nepeniyan bigere û ji wan bireve, lazim e ku mirov demên borî baş tehlîl bike, “Şikestî” vê derfetê peyda dike. Korbûn û xiyanetê, bê îttîfaqiyê şanî me dide. Nezanî di ser da, sîxûrî tim di berda. Lê dîsa jî berxwedan tim heye û didome.
Di xweliyê da bîzot her dem heye. Ew meşala azadiyê ye. Bona nebaşî û serneketinan pêwîst e ku ronakbîr, zanyar, ȧrif li xwe mikur werin, yekderziyan di ziman û dilê xwe da bikutin. Ku nezan hene, sebeb û sîtem kesên zane ne. We çima bi me fȧmkirin neda? Ew revek e, lê dîsa jî gotineke heq e. Kesên ku derketine mezatê pêwîst e ku deşîfre bibin. Di vî derbendê çetîn da, “kalça şil û zuha, bila nebe yek” û bila bellî bibe. Dî vê nuqtê da romana “Şikestî” dibe alîkarê me.
Di romana “Şikestî” da, di nav rûpela “pêş û paş” da, li rêzê em ê qala bûyeran, lîstikan, xayîn û lehengan bikin. Bona ku hunera nûser pêşkeve, em ê lî gotinên wî gudariyê bikin. Ya rast ku nûser biaxife ê baştir bibe.
Di ėslê xwe da, ev mijara berhemê û herêm, bi hûrgilî nehatiye naskirin û lêkolîn. Ez bawer im “Şikestî”, wê ji bo vê herêma beyar bibe deriyek. Wê gelek xebat derkevin û biserkevin, eleqeder wê jê sûd bigrin.
Receb Dildar, bi vê romana “Şikestî”, me li ser dîroka nûjen hişyar dike, çewtiyan şanî me dide, derîkî vekolînê vedike. Romaneke serketî ye, destê nûser saẋ be, berhem pîroz be.
[1] ŞIKƎSTÎ Roman, Wêneyê Bergê: Zuhair Hassib, Weşanên Dara, Îlon 2021, Çapxane: Ceylan Mat, İstanbul, (235 r,13,5×21 cm)
[2] Receb Dildar:(Diyarbekir–1958. Şeş salan mamostetî kir. Bi tewanbariya fikrî da çar salan di zindana Diyarbekir de ma. Zewiciye, bavê çar zarokan e).
Berhem:
Helbest: Kewê Canê, 2003;
Çîrok: Şikefta Xwekuştinê(2008 Avesta, 2020 Dara), Li Dû Xezalekê(2012, Ava); Kitana Spî(2015, Nûbihar); Dojeh (2019, Dara).
Werger: Dewran(-Seyit Alp, 2005, Doz); Madonnaya bi Mantoyê Kurk (-Sabahattin Ali, 2019, Dara).
Roman: Leqat(2018,2020, Dara). (2021,Dara)
Di heqê berhemên Receb Dildar da gelek danasîn û kitêbek hatiye weşandin (Dr.Ömer Uluçay: Neqş û Nîqaş (Leqat: Civak-Dîrok-Folklor), Zîlan Akademî Yay. Istanbul, 2021).