Fewzî Bîlge

Derwêşekî dilperwane, li ber perê aso, xweş, serxweş, dûrdest û bêweste, bi dilekî li dunyayê hilnehatiye, li kolanîka holikek li hemanoka ku tu nemaye ji asoya perşikestî were xwar distrê. Utopîst e, ji loma li ser lingan maye. Dimeşe. Her gaveke wî, wî bêtir nêzî wî dike. Her awirek wî, wî li guherînan asê dike. Di navbera erd û ezmên de, heya çivîk dibilin, sî dişibin xwedayên miriyên me dengê xwe bilind dike.
Rêwiyekî bêsersîket, xwe ji me re dike rê, li çiyayên me radiweste. War e, ar e, bayekî kur e, ji me re dengên nû vedike. Stranên wî xwe didin tengala wî bayî, di nava guhên me de kon vedigirin.
Belkî baran cardin bibare. Çiyayên me jixwe destên me berdane. Ro bi ser me de reş nabe. Û derwêş dev ji stranên xwe bernade distrê. Kî çi zane, belkî jî ew ba, jiyaneke nû, saleke nû ji me re bîne. Heya hemû kes rengên me bibînin, hiç nabile.
