REWŞENBÎRÎYA GELÊ BINDEST

İSMAİL DİNDAR

Bindestî çi qas zehmet e; jiyana te di nav xelekeke qedexeyan e ku ew qedexe bi darê zorê hatîye xêzkirin  tu di nav wê xelekê de, her tim di bin zextan, di  bin zilmê de, bi tirsa girtin, kuştin û her cure tadeyan de dijî. Lê jîyaneke çawa! Ji serî û heta binî seranser  bi êş û keseran miştî tije.

De îcar ku tu mirovekî rewşenbîr bî yek ji wî gelê bindest, him hest  û ramana te bêhtir tije ne bi wan êş û keseran û jixwe jiber  wan hest, raman û her weha tevgerên ku encama wan hest û ramanan in, hê bêhtir tu di nav bîra herî kûr ya êş û keseran î.

Ji rewşenbîr, nivîskar, ozan/helbestvanên kurd du kesên du helbestvanên him mîna hev, him ji hev cuda lê ji heman gelî û di hundirê wê xelekê de rêya wan bi hev ketîye:  yek jê Ahmet Arîf ê dî Cemal Süreya.

Jiber raman û bîrdozîya wî ya komunîst, Ahmet Arîf di wê xeleke dojehîn de têra xwe pêşberî  kirin û tadeyên desthilatdaran maye. Hatiye girtin, avêtine tarîya zindanan, birçî maye lê tu carê ne zindan, ne birçîtî û ne êşkenceyên ku bi canê wî kirine misqala tirsê nexistine wî dilê pola ku tim ji bo gelê xwe, ji bo bindestan dikire kupekup. Û ya herî xweş û girîng, êşa gelê xwe, di helbestên xwe de bi hestên jidil û bi zimanekî estetîk hunandiye ku heta hetayê newa û dengê helbestên wî neyên  jibîrkirin. Jixwe jibîrkirin lê dera hanê,  heta niha berhema helbestên Ahmet Arîf di nav berhemên herî zêde çap bûne de ye. Pê re jî ku piraniya helbestên wî hatine bestekirin û di her kêlîya jîyanê de li ser zimanê gel in, di dilê bindestan de ne.

Heçî Cemal Süreya ye, ew jî di hundirê wê xeleka dojehîn a bindestîyê de hatîye gêrekirin ku çavên xwe di nav seqaya mişextî, mirin, xinizî û hemû encamên mêtingerîyê de vekirine û ya herî xerab ew e ku heta dawîya jiyana xwe, ew di n av wê tirsa ku serdestan di dil û mêjiyê mirovê bindest de diçnin jiyaye ku seranserê jiyanekê,  nîjada xwe veşartiye. Di dilê xwe de parastibe jî ji kesatî û rastîya xwe revîyaye.

Ahmet Arîf dûra(melez)  be, hêleke wî (dayik) kurd be jî, ew hunera xwe bi zimanê tirkî, bi zimanê desthilatdaran hunandiye. Bêşik,  di nav şert û mercên wê demê de, pêkan e ku mirov bi firehî vê kirûyê binirxîne.

Cemal Süreya, ligel ku ji dê û bav mirovekî kurd be jî ligel ku ev rastîya xwe veşartiye, bi hunera xwe nêzîkî sê sed peyvan xistiye nav gencînîya zimanê tirkî eyn mîna ku hin peyvikên ingilîzî bi afirînerîya Şekspir ketine nav gencîniya ingilîzî.

Lîstika şanoya ya bi navê  “Ben kolay ölmem” ( ez bi hêsanî namirim), ligel evîn, huner, mişextî, girtin, seranser serpêhatiya jiyana her du helbestvanan vedibêje. Lîstik ji hêla Ali Has ve hatiye nivîsandin,  derhinêrê lîstikê  Nesimi Kaygusuz e. Hunermendên bi navê İlker Yasin Keskin û Cüneyt Yalaz  jî lîstikvanên “Ez bi hêsanî namirim.” İn. Muzîka lîstikê, bi zindî ji hêla hunermend Vedat Yıldırım û Cansun Küçüktürk ve  tê kirin.( Lîstika ku yekem car di sala 2019an de li Londonê hatiye lîstin, hê nû li ser xaka xwe, li welatê xwe 19.10.2025-Riha, 20.10.2025-Amed) hat lîstin. Lîstik, li Amedê ji hêla girseyeke mezin ve hat temaşekirin.