3500 sal berê serhildana karkeran…

MESUT ALP

Çi di dîrokê de, çi di civaknasîyê de, dema dibe qala karkeran an serhildanên karkeran, her tim dema şoreşa bêşesazî  (Industrial Revolution) û dema li pey wê tê ber çavê mirovan. Ji alîyek din ku merov bixwaze bêje, hebûna karkeran an jî komxebatên girseyî hertim bi şoreşa bêşesazîyê ve tê girêdan. Lê mesele di dîrokê de ne wusa ye. Wê gavê divê berî hertiştî em nasname û hebûna karkeran zelal bikin. Karker kî ye? Çi ye? Bi kinasî; mirovê ku bi peymanekê girêdayî li cihekî dixebite mîna “karker” tê qebûlkirin. Heger ku danasîna karker bi kinasî ev be, “çîna karkeran” ev pênc an şeş hezar sal in heye di dîroka cîhanê de. Ji ber ku çi di dîroka Sumerîyan de, çi jî di dîroka Misrîyan de, em zanin ku keya an jî firewnan bi hezaran karker li gor peymanan dane şixulandin. Ji ber ku pişti şoreşa neolitikê an jî em bêjin şoreşa cotkarîyê, bi navê “Şoreşa Bajarvanîyê an Şaristanîyê” şoreşek din pêk tê di dîrokê de û ew jî dibe sedema şoreşa bêşesazîyê. Sedem û encamê vê şoreşa şaristanî bi kinasî em karin bêjin ku bingehê jîyana me a bajarvanîyê hemûyî danîye. Ev mesele bi serê xwe mijara nivîsek din e. Ji ber vê jî emê zêde li ser vê meselê nesekinin.

Dema Sumerî bajaran avadikirin, bi vê avakirinê re hewceyî û divêtîyên nuh jî avadikirin an ew bi xwe derdiketin holê. Ji ber ku jîyana gund û bajaran ji hew gelekî cuda ye. Li gundan hejmaran gundîyan herî zêde li dor 600-1000 mirovan e û çi hatin li derdorê hebe (nêçîr, cotkarî, av, êzing hwd.) ew têrî gundîyan dike û ne bi sedî sed be jî, bi awayeki dadmend li hev dihate hevparkirin. Lê dema em li Misrê an jî Mezopotamyê li Sumerî û bajarên wan dinêrin, nifûsa bajaran ji 10.000 heta 50.000 an 60.000 diçe. Di nav girseyîyek wusa gelo merov kare mîna gunda bijî? Merov kare têra xwe erd biçîne an cot bike? An jî gelo merov kare erd bibîne? Merov kare bîstan an werz biçîne? Ava vexwarinê tu bi serê xwe kare bîne heta malê? An te ber derîyê xwe xweş kir û paqij kir, kûçe û kolanen bi kilometran wê kî paqij bike? An kî bajar diparêze? Ev tiştên bi sereke me anîn ziman merov kare bike lîsteyek gelek dûvdirêj. Tenê  em dixwazin tiştekî zelal bikin ku ji bo hewceyîyen bajaran an ji bo avahîya bajaran tenê hun nikarin benî an xulama bişixulînin. Divê karker, hosta, pispor û rêvebirên we hebin. Ji ber vê yekê dema hezar salên dîrokê werine bîra we, an dema we xeyal kir bê berê bajar an avahî çawa avadibûn nekevin xefka fîlmên Hoolywoodê.

Bînin ber çavê xwe, di hemû fîlman de çend leşker an serleşker, her yek qamçîyek di dest wan de, her tim li ser serê xulaman dişeqînin û li wan didin ji bona baş û lez bixebitin. Li gorî tu aqil û mantiqê hun nikarin bajaran, pîramîdan, perêzgehan tenê bi xulaman avabikin an jî bedanan li dora bajaran bipêçin. Dema em li tekstên kevnare ên Mezopotamya û Misrê mêze dikin, em dibînin ku bi awayek zanistî karkeran digrine kar, peymanan bi wan re çêdikin, li ser dayînên mehane li hev dikin hwd. Yanî desthilat, xwedî berpirsîyarîyê ye li himber karkerên xwe. Divê li wan agahdar be, li wan xwedî derkeve û wan biparêze. Karker karê xwe divê bikin, desthilatdar jî divê her meh mehanên wan an meaşên wan di dema xwe de bide. Dema em qala meaşan dikin tiştê mîna îro divê neyên ber çavê we. Desthilatdaran dema meaş  didan, mîna îro pere, kredî an zêr hwd. nîn bû. Her serê mehê, nan, bîra, zad, fêkî, goşt, masî, xwê, hirî û tiştên wusa didan. Mîna ku hun jî karin bîbînin tiştên ku me hejmartin hemû ji bo debara jîyanê hewceyîyê esasî ne. Ji ber ku pere hîna nehatîye afirandin danûstendin pêk dihat û herkesî tiştê zêdeyî xwe bi tiştên kêm re diguhertin. Ji ber vê yekê keya, fîrewn an desthilatdar divê ku hatin û çûn pir baş hesap kiribana. Ji ber ku wek me di destpêka nivîsê jî anî ziman, xebatkar hemû ne xulam in û divê li wan bi xwe jî baş bê nerin ku karibin karê xwe baş bikin. Ji alîyê din dema ku serê mehê were û mehane an meaşê karkeran ne amadebin ev karîbû bûba alozîyek pir mezin. Ji ber ku meaş wek me li jor jî anî ziman ne pere bûn, hewceyîyên rojen û jîyanê bûn. Dema kêmasîk çê bibe, karker birçî dimîne, dema birçî bimîne jî hêza wî an wê, a xebatê namîne. Ne tenê hêza wî an wê a xebatê, derfeta wan a  jîyanê jî namîne. Ji ber ku meaşê wan debar û qûtê wan e. Mîna ku hun jî karin guman bikin, dewlet an imparatorîyên kevnar, her tim di nav şeran de bûn, carna baran nedihat, carnan çem diçikîyan, carnan lehî radibûn carnan jî erdhej çêdibûn. Dema tiştên wusa ne dirê de çêdibûn desthilatdar jî diketin tengasîyan. Hun karin bêjin bila kar betal bikin heta destê wan fireh bibe ne wusa? Lê ew kar wusa nameşin. Li bajarê Sumerîyan Urukê an li Misrê Memfîsê hun yekemser nikarin kar betal bikin û bi hezaran karkeran bêkar bihêlin. Wê gavê ew bi xwe karin bibin sedemê gelek alozî û tevlihevîyan. Ji alîyê din jî dema bêkar bimînin ev wek qelsîyek desthilatdar jî kare bê ditin û bêhtir êriş karin werin ser welatê wan. Ji ber wan tirs û sedaman desthilatdaran heta raddeya dawî nedixwestin ku kar bisekine.

Tirsa birçîbûn û jîyanê ji tirsa xweda û xwedawenda mestir û bêhtir e

Di vir de em karin pirsek din bikin. Gelo desthilatdar, keya an fîrewn karîbû bêyî ku tiştekî bide karkeran bişixulîne? Ya birastî di teorîyê de divê karîba. Ji ber ku çi li Mezopotamyayê çi li Misrê ew bawerî hebû ku keya an fîrewn ji alîyê xweda û xwedawendan hatina hilbijartin û ew bi xwe jî an xweda anjî nîv-xwedayî ne. Dema di vê çarçovê de em li meselê mêze bikin, divê karker hemû bê birîn, heta mirinê ji xweda an jî ji nûnerê xwedayan re bixebitîyana. Lê mixabin wusa nabe! Tirsa birçîbûn û jîyanê ji tirsa xweda û xwedawenda mestir û bêhtir e. Ji xwe dema em li destanek Mezopotamyayê a kevnare mêze bikin em karin hin delîla bibînin ku tirsa mirovan li himberi xwedayan ne bê sînor e. Di destana Gilgameş de, dema Gilgameş û Enkîdû diçin xwedayê xwezayê Humbaba dikujin û tên, pir bi nav û deng dibin û xwedawenda evînê û şer bi navê Îştar dixwaze Gilgameş bibe mêrê wê. Gelekî bi xwe bawer Gilgameş dawet dike lê Gilgameş li himberî wê derdikeve, henek û qerfê xwe pê dike û qebûl nake ku pê re bizewice. Ev tişteki pir balkêş e! Ev cara yekem nîşanî me dide ku mirovek kare li himberî xwedayan derkeve û bêje na. Mîna ku di vê destanê de jî hun dibînin ku mirov yekemser li himberî xwedawendekê kare derkeve. Wê gavê em karin bêjin ku karker jî karin ji bo jîyana xwe li himberî nûnerên xwedayan derkevin û bêjin na an jî bêjin em naxebitin. Ji bo ku karker bê sînor karibin bixebitin divê bi awayek radîkal oldar bin û girêdayî keya û xwedayan bin. An na hewceyîyê asasî “xwarin, debar û xwezêdekirin” ji her ol û pîrozayîyê mestir û bi hêztir e li ser jîyana me. 

Gelo di dîrokê de mîna destana Gilgameş, mînak hene ku xebatkaran li himberi keya an fîrewnan kar berdane? An ev mesla karberdanê hewceyîyên rêxistên û tevgerên asasî divên û ew jî heta şoreşa bêşesazîyê yani heta Piştî Zayînê (P.Z.) sedsala 19’emîn nehatibû afirandin? Ji bo ku em karibin bersiva vê bidin, divê mîna keya, fîrewn û xebatkaran em nasnama xulaman jî dîyar bikin. Xulam mîna malek an jî alavek bazirganîyê karin bênkirîn û firotin. Mirovek azad karibû bibe xulam an xulamek karibû azad bibe. Her xulam jî mîna mîrat ji malbatê derbasî zaroyan dibû. Ev nasnama xulaman kêm zêde ji Yewnana kevnar heta Misr û Mezopotamyayê wekhev e. Ji ber vê jî em karin bêjin, xulam bi karkeran re dixebitîn lê di mesala serhildana karkeran de ne xwedî hêz an bîryar in. Xulam erê di çîlê xebatkaran de ne lê ne xebatkarê azad in. Mixabin mîna alavekê têne dîtin.

Lê di nav van çandan de newekhevî di tarîfa mirovan an em bêjin di tarîfa civakê de derdikeve holê. Wek me berê jî anî ziman li Misrê fîrewn xweda û keya bûn û li Mezopotamyayê keya, nûnerên xwedayan bûn. Di vê rewşê de mirovên ji rêzê hemû dibin benî an ebdê keya û fîrewnan. Lê li Yewnan ne wusa bû. Li wir ji xwe keyatî li derdora sedsala heştemîn berî zayînê vir ve radibe û malmezin (arîstokrat) an jî bazirganên mezin rêvebirîya welatê xwe dikirin, heta demokrasî hat jî wusa bû. Yanî li Yewnan merov ebd an benîyê xwedayan bûn ne ê keyayan an revebiran. Vî tiştî jî di nav wan da peşveçûna yek şexsî an yekbûnî gelekî pêş xistîye û nerîn û tekîlîya wan a bi jiyanê re bi awayek din ava kiriye. Di vê çerçovê de tê xwîya ku, karker an xulamên li Misrê û Mezopotamyayê li gor derdorê bêhtir girêdayî desthilatdarê xwe ne.

Piştî me tarîfa keya, fîrewn, xulam û karkeran bi kinasî kir divê em çarçova “serhildanan” jî deynin ku em karibin bêjin gelo bi hezar salan berê li herêma me serhildan an karberdanên giştî çêbûne an na.

“Şoreş” an jî “serhildan”, wek “tevgerek e ku bi armanca şikandina an guhertina hêz û otorîteyeke heyî tê kirin” kare bê binavkirin. Asasê tevgerê an serhildanê kare li ser bingeha nerazîbûnên siyasî, civakî, aborî an jî olî be. Di vê esasê de piştî ku mirovan an xebatkaran an jî gel li hevkirin û reaksîyonek fizîkî dan, wê gavê ew tişt dibe serhildan an ceribandina şoreşekê. Wê gavê, dema me her tişt diyar kir em karin îja li dîrokê mêze bikin bê serhildan ji alîyê çîlê karkeran çêbûne an na.

Li Mezopotamyayê ji destpêka şoreşa şaristanî an bajarvanîyê ve yani berî zayînê 3500-3000 sal berê em zanin ku çîlê xebatkaran hene. Vana bi gelemperî cohkên avê ên pir mezin û dirêj, bendav, parezgeh, qesr û bircên bajaran çêdikirin. Ji ber ku pergala revebirina dewletên Sumerîyan bajar-dewletî bû, nakokîyên wan ê mezin pir çênedibûn. Her bajar mîna dewletekê bû û rexistinên xwe bi awayekî baş karibûn bimeşînin û bacê xwe bidine hev. Dema ku tevger bi awayek aram pekve dihat, xebatkar, mirov û civak jî di wê pergalê de diçû. Lê ev nayê wê maneyê ku wê demê her tişti di rê de bû. Bi sedan nameyên xebatkaran ê nerazîbûn û gilîyan di arşîvan de hene. Lê tucaran ev nebûne sedama karberdanek girseyî an xwenîşandanek fizîkî.  Yek ji wan nameyan 2100-2000 Berî Zayînê (B.Z.) di dema keyatîya xenedana Ur III ê de nameyek gilîya xebatkara ye. Ev kesanan xebatkarê avahîyê li derdora bajarê Urukê ne. Di nameyê de wusa dibêjin;

“Em karker cehê xwe ê rojê di dema xwe de nikarin bistînin.

Ne nan maye ne jî bîra. Em birçî man. Hêza me a xebatê nemaye.

Keya zad nedaye. Dilê karkeran ji birçîna şikest..”

Mînakên wek vê nameyê gelek in. Ji xeynî van nerazîbûnên karkeran, tevgerek sivîl jî heye li hemberî keyayekî. Ew mînak jî di dema Gilgameş de li himberî wî ye. Civak nerazîbûna xwe li himberî wî didin nîşandan û gilîyê wî li ba xweda û xwedawenda dikin. Ji ber ku gav avêtina bi fizîkî tune li himberi desthilatdar ev her çiqasî mîna serhildanekê neyê dîtin jî, ji alîyekî serhildan e! Ji ber ku bi girseyî û bi plansazî mirov çûne parezgehan û giliyê keya, li xweda û xwedawenda re kirine. Em vê gav û bertekê wek serhildanek herî kevnar û sivîl karin qebûl dikin. Ji ber ku ser li himber zagonçêker û keya hatiye hildan.

Di dîroka Mezopotamyayê de dema piştî Sumerîyan Akadî tên, pergala dewletbûnê jî tê guhertin û împaratorî an şehînşahî mîna pergalek nuh dikeve naw tevger û dîroka cîhanê. Ev pergal ji alîyê Asûrî û Babîlîyan jî hatiye meşandin û bikaranîn. Dema rêxistinêk bibe împaratorî, ew tê maneya ku gelek netew bi hevre tên birêvbirin û ev jî gelek pirs û pirsgirêkan bi xwe re tîne. Dema împaratorî bibe pergala rêvebiran, ew mecbûr in bibin dagirker û hertim hêzek leşgerî ya mezin di bin destê wan de hebe. Ji bo vê yekê jî, ji xeynî pêdivîyê civakê pêdivîyên taybet derdiketin holê û divê çareser bûbana. Ji ber vê jî mecbûr diman û gund an jî bajarên nuh avadikirin. Li van gund û bajarên nuh jî ê ku di şer û êrişan de diket bin hukmê wan bicîh dikirin ku ji bo împaratorîyê zad biçînin, hirî, şîr, goşt hwd. çêkin. Dema ku van gundî û bajarîyê nuh nikarîbûn wan tiştan li gor daxwaza navenda împaratorîyê çêkin an jî gelek bac ji wan dihat xwestin, bi hezaran mirov bi carkê de ji gund û bajarê xwe derdiketin û direvîyan. Em vê çalakîya “gundî an bajarîyên” ku dev ji gund û bajarê xwe berdidin û bi çol û çîya dikevin, gelek caran di arşîvên Mezopotamyayê de dibînin. Di arşîvan de dibêjin “felan gundîyên felan gundî, dest ji gundê xwe berdan û bi çîyan ketin…” Xwîya ye ev serhildanek nebinavkirî ye. Ji ber ku împarator vî tiştê ku pêk hatiye ne tiştek wusa mezin dibîne û mîna “serhildanê” qebûl nake. Lê li gor pîvanê ku me li jor anîbûn ziman, ev tevger wek serhildanek nîv karker-nîv sivîl kare bê qebûlkirin.

Di dewama tekstan de ev mesela revandinê bi du tiştan berencam dibe. Împarator carnan dibêje “min da dû wan û ew hemû bi hêzek û êrişek mezin girtin û şeqitandin. Min yek ji wan sax nehişt.” Lê carna wusa nake! Ji ber ku ev mirov an ev girseyî ji bo împaratorê pir hewce ne. Wê gavê jî dibêjin “Ji min xeyidîn û bi çîyayan, bi çolan ketin. Min wezîrê xwe şand û li wan guhdarkir. Min baca wan kêm kir û min dîsa ew anîn ser axa xwe û dest bi karê xwe kirin…” Ji xeynî van bûyeran, gotina “serhildan” carnan yekemser em ji devê keya an împarator dibihîsin. Ew jî dema welatên gelekî dûrî paytextê dixin bin destê xwe û bacê li ser wan girêdidin derdikeve holê. Dema welatên bindest nikarin baca xwe bidin û serîhildidin, Asurî an Babilî dibêjin “li himberî me serhildan…” Ev her çiqasî serhildanek be jî, mîna serhildana gundîyan ne sivîl e. Ev serhildanek sîyasî ye. Bi tevgera karker û gundîyan nikare bê girêdan. Bi giştî jî dema em li arşîvê Mezopotamyayê mêzedikin, em karin bêjin ku nerazîbûn gelek in lê daxwîyanîyê fizîkî di qeydan de kêm in.

Cara yekem di cîhanê de serhildanek sivîl û karkerî li Misrê çêbûye

Belê li Mezopotamyayê bi kinasî rewş wusa bû lê ka li Misrê rewş çawa ye? Gelo li gor lîteratûra serhildanê, karker an civakê serîhildaye an na? Li jor jî mîna ku me anî ziman li Misrê keya him xwedê û him jî keya bû. Ji ber vê yekê ji xwedî hêzek mezin bû. Her kes ebd û benîyê wî bû. Dema wusa be, divê tucaran derfet an ceribandinek çênebe ku mirov an karkerên ji rêzê serî li himberî wî rakin.  Lê wusa nabe. Li gor lîteratura serhildanê, em karin bêjin cara yekem di cîhanê de serhildanek sivîl û karkerî li Misrê çêbûye. Em vê bûyere ji papîrusek qedîm hindibin. Li Îtalyayê muzexana Turînê (Torîno Museo Ezgizio) a Misrê de papîrusek tê wergerandin.  Li gor vê papîrusê, 1517 B.Z. di dema Ramsesê III’emîn di sala serdestîya wî a 29’an, di 10’ê  meha 2’yemîn a dema lehîyê,  karkerên ji gundê Thebesê (îro bi navê Deir El-Medina) nêzîkî Luksorê bi giştî dest ji karê xwe berdane.

Gundê Thebes an Deir el-Medina ne gundekî ji rêzê bû. Li vî gundî hemû; karker, nivîskar û bêşekarên hêja bûn. Hemû kesên wî gundî di avakirina avahîyên “Newala Keyayan” dixebitîn. Ev newal, bi eslê xwe goristana fîrewnan û malbata wan e. Ji ber vê jî, jê re negotine goristan, jê re gotine newala keyayan. Ji ber vê jî karkerên wir ne ê ji rêzê bûn. Ew hemû girêdayî dewletê û xwedî meaş bûn.  Ev karkerên herî zane, xwedî huner û zîrek, mehendeyê an meaşê xwe mîna Mezopotamîyayan wek nan, bîra, masî, fêkî hwd. distandin. Dema ku di van danan de kêmasî, derengî an çewtî derketiba vî tiştî yekemser bandor li ser jiyana karkeran dikir. Xwîya ye ku di xanedana 20’emîn an Misrê de rewşa aborî pir ne baş bû. Ji ber ku vê demê em dibînin ku di dana wan zewadan de kêmasî derdikevin. Li gor papîrusa li Turînê (bi navê Papîrusa Karberdanê “Strike Papyrus”) em teqez zanin ku rewş hatiye wê raddeyê ku karker mecbûr mane ku dev ji kar berdin.

Li gor çavkanîya, ev papîrus ji alîyê nivîskar Amunnakht ve hatiye nivîsandin. Amunnakht dibêje ku;

“Sal 29, meha duemîn dema lehîyê, roja 10’emîn. Îroj koma karkeran ji xala saxkirinê derbasbûn qêrîn dan û gotin “em birçî ne”. Vê mehê ev 18 roj in ew li pişta parezgeha Meytê Tuthmosisê III’emîn rûniştine.

Xwîya ye bi awayek xwedî hêz û bawerî karkeran dest ji kar berdane û xwe avêtine pişt parezgehekê. Mesela ku xwe didin bextê parezgehê, ji bo ku tiştên xerab neyên serê wan e. Ji ber ku parezgeh cîhê olî û pîroz in. Bê hurmetîyek li himberî vê avahîyê, dibe bê hurmetî li himberî xwedayan jî. Ji ber vê karker zanin ku li vir di ewle yanî di amînîyê de ne. Di vê çalakîyê de desthilatdar hebekî xwe didin ser wan ku wan bitirsînin û wan bişînin ser karê wan. Em vê rewşê jî ji papîrusê wusa dixwînin;

“Leşker şandin ser wan lê wan şernekir. Gotin “em li vir in ji ber ku ji tîna û birçîna em neçar in. Em nikarin bêyî masî, melhem û şênkayî nikarin û nizanin bijîn. Ji mîr û mezînê me ê bê qisûr ji Fîrewnê me re binivîsin, ji wezîr re jî binivîsin ji ber ku bê xwarin em nikarin bijîn.”

Ked û xebat pîroztir e ji hemû dewlet û serdestan

Mîna ku li vir jî tê dîtin di çalakîyê de tekilîyên karkeran û kesrê yekemser hene. Ji ber ku di dewama papîrusê de karker dibên “me qasidê xwe şandin, bersiv nehat, dûvre me çû malbatên xwe jî anîn û li parezgehê em bi zaro û xanimê xwe re man”. Xwîya ye kesra fîrewn yekemser nikarîbû daxwazê wan pêk bîne an jî dibe ku hebekî kurtir jî difikirî. Dema ku komek karker bi karberdanê û bi gefan mafê xwe bistîne ev kare bibe mînak û pêşerojê pirsgirêkê wusa karin pirtir bibin. Divê ku serdest wusa jî fikirîbin le em vê nizanin û nikarin bêjin. Lê ji tîpa çalakîyê û sekinandina serdestan, em zanin ku nakokî zêde mezin nebûye. Ji ber ku li jorê mîna we jî xwend, karker bi rêzgirtinek mezin bahsa fîrewn dikin û dibêjin ku ew ebdê wî ne û bi zikê têr wê karibin bêhtir û baştir jê re bixebitin. Bi vê sekinandina xwe em bawer in ku hêrsa kesrê û fîrewn nekişandine ser xwe û bi encama name û tekilîyan, çalakî bi serketiye û karker gihiştine mafên xwe.

Xwîya ye çalakî bi rastî ji neçarîyê pêk hatiye. Ji ber ku mîna me li jor jî anîbû ziman, di wê demê de ne tene fîrewn, dewlet bi xwe jî pîroz bû. 3500 sal berî îro merov rabe çalakîyek wusa lidarbixe, bi rastî şoreşgerîyek mezin e. Di vir de karkeran fêmkirîye ku tevgerek bihevre û girseyî kare sekinandineke xurt û xwedî hêz li himberî ol û pîrozbahîyan çêke.

Ev gava ku bi hezar salan berê li Misrê hate avêtin ji bo wê demê bawerîyek mezin daye karkerên ji rêzê. Bawerkirine ku ne tenê bi duayan, bi çalakîyan jî karin maf û mirazê xwe ji xwedayan bixwazin. Li alîyekdin jî em karin bêjin ev çalakî bûye gav û mînaka yekemîn ji bo çîlê karkeran ku bi giştî dest ji kar berdanê mafê xwe biparêzin û bistînin. Bi avêtina van gavan îro li gelek welatan karberdan wek mafek qanûnî meşrû ye û tê nasîn. Divê em vê gava ku 3500 sal berê li Deyr el-Medîna hatiye avêtin jibîr nekin û zanibin; îro, ked û xebat pîroztir e ji hemû dewlet û serdestan.

Paris 2025