Guhartoyeke resen a çîroka Şahmaranê 

Onur Kaya 

Ji bo Julio Cortázarî 

Nizanim tam ji kengî ve, lê ji zû de ye, guhartoyeke resen a Şahmaranê digerim. Çendî geriyam jî lê mixabin min tu carî û li tu cihê peyde nekir. Di leza vî serdema bêruh de mixabin gelek tişt winda dibin an jî li ber windabûnê ne. Dibe ku yek ji varyantên herî xweş a Şahmaranê be, dengên rengê wê wekî şêlavk di bîra min de maye, lê dikim nakim hevokên çîrokê tam nayên bîra min. 

Hûn dizanin Şahmaran çîrokeke qedîm a mirovahîyê ye, wekî gelek çîrokên din li Cîhanê bi awayên cuda hatiye vegotin, di gelek malan de wêne an jî xalîçeyên dîwêr ên Şahmaranê hene, bûye kilam û bûye efsaneyeke nejibîr ku her di neynika jiyanê de herikîye. Dizanim, dibe ku hûn niha di ber xwe de dibêjin, çîroka Şahmaranê ji ku û çawa derket?. Ez mereqa we fam dikim, hûn heq in û mereqeke asayî ye. Ez ê sedema wê bibêjim, lê berî ku bibêjim divê ez hin tiştan rave bikim. 

Ez hêj zarok bûm, nizanim çend salî bûm, min li derve ligel hevalên xwe hin leyîstokan dileyîst. Hewayeke xweş tê bîra min, piştî baraneke hênîk a biharê keskesoreke sayî derketiye, hemû rengên wê mîna taverojê dibiriqin, bi heft rengên derasayî dirêj bûne. Piştî demekê keskesorê ji nav ewrên spî hêdî hêdî belav dibe û winda dibe. Piştî baranê ji nû ve roj derketiye, wekî ku sehneya kevn a fotografekê dixuye. Di zarokatîyê de lez û xema cîhanê tune, ku vî çaxî haya mirov ji gelek tiştên dinyayê nîne. Sehneyekê tê bîra min, pireke kurt heye, di binî de aveke westiyayî û xwerû diherike, ez li ser pirê derbas dibim, dimeşim û çendî diçim nizanim. Firfirokeke xemilandî ji jêr ber bi jor ve bilindbûye, ewqas bilind e ku mirov dibêje qey balafirek diçe, bendika wê jî diyar nake. Bendika firfirokê ji nişkê ve qut dibe, firfirokê jî diçe û wekî keskesorê ji nav ewrên spî winda dibe. 

Ber bi rê dimeşim, ax li ber baranê hinek şil bûye, bi dirêjiya rê bayekî xweş û hênik xwe dide hîskirin, bêhneke xweş jê tê. Piştî demekê ez westiyame û bîskek bêhna xwe didim û dikaneke piçûk û rengxweş xuya dike. Gelek tî bûme, ji nişka ve dikevim jorê. Mêrekî navsere têde heye, dengê stranek ji radyoya li ber wî tê. Wêneyeke xweşik li ser dîwêr dixuye û çawa ku dibînim bala min dikişîne. Camêr li piştî dîtina min a wêneyê, dîtina min dibîne û tu tişt nabêje. Ez wêneya xweşik a li ser dîwêr dinêrim, lê nizanim çiqas derbas bûye, piştî bêdengîyeke kurt mirovekî kal tê û dikeve dikanê, çawa ku dîtina min dibîne û dibêje, “Şahmaran şaha maran e, çîrokeke efsûnî ye, ji nav dîrokê derbas dibe, lê li her derên cîhanê ye.”, demekê qala çîrokê dike, lê hevokên wî mixabin tam nayên bîra min. Ewqas herîkbar, aramdar û xemgîn bû ku mirov dikare têde winda bibe.. Wekî Destana Memê Alan, wekî Destana Gilgamêş, wekî Çîrokên Hezar û Yek Şev çîrokeke efsûnî ye. Mirov dikare bi rojan û bi şevan wê çîrokê guhdarî bike, hesteke xurt a wisa diafirîne ku mirov dibêje hebûn, jiyan û herikîna xwezayê bi rengên Şahmaranê ve dest pê kiriye. Şahmaranê hesteke wisa bi min re çêdike ku mirov dibêje, ruhê çîrokê bi Şahmaranê derketiye holê.

Ji nişkê ve dengekî tê, dengê bavê min an jî kekê min e tam nayê bîra min, bi mecbûrî bêhemdî derdikevim û diçim malê. Çîrokê nîvçe dimîne, lê ez ji wê demê pê ve û çend salan in, reng û bêhna varyanta çîroka Şahmaranê digerim, dibe ku yek ji varyantên herî xweş a çîrokê be. 

Dibe ku ev dîtina min hemû xewneke xweş bû an jî rast bû, lê hin caran herikîna binhişa mirovan gelek tiştî ji nişkê ve û bêsedem xwe didin der. Û bîranînên zarokatîyê nejibîr in, bi gotina derhênerê mezin Andrei Tarkovskyî, “Bîranînên herî xweş jî bîranînên zarokatîyê ne.” 

Ruhê Şahmaranê her di herikîna dîrokê û jiyana me de bû, ez jî ketim li pey bîr û efsûna hevokên wê. Dem û demsal diherike, dibe ku rojekê ez ê dengê wê guhartoya çîrokê bibînim û bibihîsim. Dema ku ez guhartoya resen a çîroka Şahmaranê bibînim, ez ê teqez binivîsim.