Ziman, cînav û têkilîya wê digel civakê

BERAT QEWÎ-ENDAM

Wek wergêr û kesek ku kêm zêde serê xwe bi xwendin, nivîsîn, werger û serrastkirina babetên Kurdî diêşîne, gelek caran dibînim ku nivîskar an wergêr di bin bandora zimanên din da, ji bo xîtabkirina take keskekî, cînav û pê ra jî qertaf û lêkerên pirrjimar bi kar tînin. Bi heman awayî, dema em li deq û wergerên pêkhatî bi rêya pergalên wergera maşînî û hişê çêkirî dinêrin jî, dîsan ev rewş derbas dibe. Ev pêvajo herçend dibe ku bi mebesta rêzgirtinê be, lê di rastiyê da zimanê Kurdî ji rêgeha xwe ya xwezayî dûr dike; ji ber ku urfa zimanê Kurdî li gorî derbirrîna zelal, aşkira û bikaranîna cînava yekjimar ji bo berpeyvê tak e.

Cînav û hêmanên girêdayî bi wê ne tenê hêmaneke rêzimanî, lê belê neynikeke civakî û çandî ye. Li hinek zimanan, şêwaza bikaranîna cînavên duyem kes, nemaze di danîna cihêwazîyê navbera tak û komê da, rengvedanek ji şêwaza jiyanê, têkilîyên civakî, pilebendiyên çandî û cîhanbînîya dîrokî ya wan civakan da tê dîtin. Tiştê ku em di zimanê Kurdî da dibînin, mînakeke berçav û cihêwaz ji gelek zimanên din e:

Berpeyvê takekes bi awayê rasterast bi cînava yekjimar tê xîtabkirin; xwerû, zelal û bê perde. Halbûkî, di hinek zimanan da wek mînak Farisî, Almanî, Fransî yan Rûsî, berpeyvê duyem kes ê xwedan rêz bi şêwazeke kevneşopî bi cînava pirrjimar tê xîtabkirin.

 Cînava duyem kes û diyardeya ‘Cihêwazîya T-V’

Zimannas cihêwazîya navbera cînava semîmî û rasterast û cînava rêzdarane wek ‘T-V distinction’ anku ‘Cihêwaziya T-V’ bi nav dikin. Reha vê bêjeyê vedigerre zimanê Latîn: tu (cînava semîmî û nêzik) li hember ‘vos’ (pirrjimar, herwiha bo rêzgirtinê). Gelek zimanên ewropî ev mîrata zimanê Latîn parastine:

-Fransî: ‘tu’ li hember ‘vous’

-Almanî: ‘du’ li hember ‘Sie’

-Spanyayî: ‘tú’ li hember ‘usted’ (ku di esas da awayê sêyem kes e)

-Îtalyayî: ‘tu’ li hember ‘Lei’ (dîsan jî sêyem kesa mêza ku bo rêzgirtinê tê bikaranîn)

Li tevayê van zimanan, xala bingehîn eva ye: Cînava pirrjimar an jî sêyem kes ji bo duyem kesê/a tak ê xwedan rêz û pile û paye tê bikaranîn da ku navbir were parastin û rêz lê bihê girtin. Hevdem, dive ev yek jî were gotin ku, di gelek zimanên cîhanê da jî tu cihêwaziyek navbera cînavên fermî, di xîtabkirina duyem kesê tak û kom da tuneye.

Di civakekê da ku bikaranîna cînava yekjimar ji bo berpeyvê takekes asayî ye, ev yek wek bêrêzî nayê hesibandin, meger ku rewşeke taybet hebe ku çaverêtî hebe fermiyet û navbir were berçavgirtin; wek mînak hevdîtina fermî, rûbirûbûn digel rayedarên hikûmî, atmosfera dibistan û rêveberiyê, têkiliya digel kesên mezintir an taybet. Bikaranîna cînava pirrjimar di van babetan da bi giştî nîşaneya rêzgirtina zêdetir e, lê eger zêdetir ji vê astê be, dikare hesta çînayetiya civakî, navbir, dûrî yan nebûna germ û gurrî û semîmîbûnê jî pêk bîne.

Farisî û kevneşopîya rêzgirtin bi rêya cînava pirrjimar

Wek mînakek, di Farisî da, ‘tu’ cînava yekjimar ji bo duyem kes e, lê di danûstanên civakî û fermî da hema bêje bi pirranî cihê xwe daye cînava ‘şoma’/hûn; bi vî awayî lêker û qertafên têkildar jî dikevin bin bandora vê guherînê û wek pirrjimar tên bikaranîn. Gerçî di dewamê da em ê bi hûrî li ser vê yekê û hegerên wê yên dîrokî bisekinin, lê bi kurtî, ev yek heta radeyekê vedigerre raborî û çanda berbelav li kewşena vî zimanî ku rêzgirtinê li gorî paye û cîgeha civakî berçav dike. Fermîbûna zimanê farisî di perwerde, medya, rêveberîyan û wêjeya nivîskî ev cihêwazî xurttir kiriye û derbasî nav zimanên di bin bandora xwe de, ji wan Kurdî jî kiriye.

Bikaranîna cînava ‘hûn/we’ (şoma) ji bo takekes di rastiyê da cûreyeke xebitandina metaforî û temsîlkirina komê ye: Berpeyvê takekes ne wek bûnewerekî tak, lê belê wek ‘cîgeh’ yan ‘komelek ji şan û şerefê’ tê xîtabkirin. Bi vî hawî, navbira civakî bi rêya ziman reng vedide û tê da cîgir dibe.

 Zimanê Kurdî; zelaltîya xîtabkirinê û danûstana bêperde

Di zimanê Kurdî da bi giştî dab û nerîta serdest û berbelav ev e cînava duyem kesê yekjimar tenê ji bo takekes were bikaranîn. Ev bijartin tenê rêzikeke rêzimanî nîne, belkî rengvedanek ji jîya dîrokî û çandî ya Kurdan e:

  1. Zimanê zarekî û bê xewş: Zimanê Kurdî beşeke zêde ya dîroka xwe bi şêwaza zarekî derbas kiriye. Têkiliya rasterast, zelal û bênavcî taybetmendiya berçav a vê çandê ye.
  2. Pêkhateya civakî ya hema bêje horîzental: Li nav beşeke zêde ya civaka Kurdan bi taybet di formên gundî û eşîretî da, navbirên civakî kêmtir bi şêwaza derebegayetî û dîwan û dezgehên desthilatê cîgir bûne. Di şert û merceke wisa da, rêzgirtin û qedirgirtin ne bi rêya guhertina cînavê, lê zêdetir bi peyv, ahenga axaftinê û dab û rismên tevgeriyanê tê derbirrîn.
  3.  Guherbarî di rewşên taybet da: Bi vî halî, di babetên ku berpeyv xwedan pilûpaye û cîgeha berztir an jî rêz û hurmeteke taybet e, axêver dikare cînava pirrjimar ‘hûn/we’ yan jî bêjeyên rêzdarane weke ‘cenab’ û hwd bi kar bîne. Lê divê were zanîn ku ev yek îstîsna ye, ne ku rêzikeke zimanî be. Bi gotineke din, di Kurdî da cînava ‘yekjimar ji bo takekes’ rêzika serekî ye û cînav û xîtaba ‘pirrjimar’ jê re tenê alavek ji bo rêzgirtinê ye û hew. Herwiha dema têkilî rasterast nîne û berpeyv jî diyar nîne bê ka kesek an çend kes in, dibe ku em cînav û teşeyên pirjimar bi kar bînin; mînaka vê yekê demek e mirov peyam an nameyekê ji navendekê ra dişîne.

Cînava sêyem kesê yekjimar…

Tiştê balkêş ev e ku diyardeya bikaranîna cînava pirrjimar li dewsa yekjimar tenê bi berpeyvê duyem kes sînordar nîne. Li gelek zimanan, sêyem kesê/a xwedan rêz jî bi cînav yan lêkera pirrjimar tê xîtabkirin.

-Di Înglîziya kevn da û piştra Înglîziya fermî, bikaranîna cînava sêyem kesê pirrjimar ‘they’ li dewsa cînava yekjimar ji bo rêzgirtinê, herwiha ji bo destnîşannekirina zayendê ketiye meriyetê.

-Di Spanyayî û Îtalyayî da jî, cînava sêyem kes (Lei, usted) ji bo rêzgirtina li berpeyvê takekes tê bikaranîn.

-Di hinek zimanên başûrê Asyayê da, berpeyvê sêyem kes ê xwedan rêz bi lêkerên pirrjimar tê xîtabkirin da ku navbir were parastin û rêz lê bihê girtin.

Ev nîşan dide ku bikaranîna cînava pirrjimar an hêmanên din weke lêker û qertafan bi awayê pirrjimar tenê duyem kes nagire ber xwe û sêyem kesê yekjimar jî dikeve bin bandorê.

Hegerên dîrokî û civakî yên diyarbûna cînava pirrjimar a rêzdariyê

Çima hinek ji zimanan ketine ser vê rêbazê?

  1. Bandora pergalên desthilatdarî û derebegayetiyê û pilebendiya tund a cîgehên hikimdariyê: li qiraltiya Romayê û piştra jî dîwan û dezgehên desthilatê li Ewropa û Asyayê, bikaranîna teşeyê pirrjimar ji bo xîtabkirina takekes, cîgeha wî/wê ya civakî berztir dikir.
  2. Kevneşopîya zimanê nivîskî û karûbarên rêveberiyê: zimanên ku zûtir û zêdetir ketine xizmeta nivîsîna fermî, dîwanî û dînî (wek Farisî di dîwana hikûmetî da yan Latîn li dêrê), bikaranîna cînava rêzdarane zêdetir di wan da cîgir bûye.
  3. Rehendên derûnî û têgihîştinê: pirrjimar li hember yekjimar û kom li hember tak di bêhemdiya (unconscious) mirov da wateyeke mezintir û berfirehtir, herwiha şan û cîgeheke bilindtir temsîl dike. Dema ku kesek bi ‘hûn/we’ tê xîtabkirin, dibê qey rêz li ‘girseyek ji mirovan’ an jî ‘gişt’ekê tê girtin.

Aliyên derûnî û meirifî yên zimanê Kurdî

Bikaranîna cînava yekjimar di Kurdî da bê ku bêrêzî were zanîn, bandorên derûnî û nasbarî yên xwarê bi xwe ra tîne:

Zelalî û bêxewşî: peyam rasterast û bênavcî digihêje berpeyv

Germî û lihevnêzikbûn: cînava yekjimar hesta hevbeşî û têkilîya rûbirû dide berpeyv.

Kêmkirina kêşeya meirifî: êdî hewceyî bi bijartina navbera cînava fermî û nefermî nîne; tenê di rewş û mewqiyên taybet da, axêver biryar dide ku cînava pirrjimar ji bo rêzgirtina zêdetir bi kar bîne.

Ev taybetmendî bi çanda zarekî ya Kurdî jî li hev tê: derbirrîna rasterast û bê perdepoşî, tevî guherbariyê di rewş û mewqiyên taybet da.

 Guherînên hevçerx

Li cîhana îroyî da, gelek hokar bandorê li şêwaza derbirrînê û bikaranîna cînavan dikin:

Medya û teknolojî: roja îro pirraniya torên civakî û sepanan (app), nermalav û platformên dîjîtal cînav û xîtaba rasterast û yekjimar (wek tu/te) ji bo danûstana digel bikarhêner bi kar tînin (mînak: ‘Tu dikarî tê kevî’ yan ‘Têperpeyva xwe binivîsîne’). Ev yek nîşan dide ku di serdema dîjîtal da, zelaltî û semîmîbûn zêdetir ji fermîbûn û navbira civakî giring e; ev pêvajo dibe ku di pêşerojê da bandorê li urf û edetên zimanî yên civakan bike.

Guherîna nirxên civakî: civakên modern alîgiriyeke zêdetir ber bi lêknêzikbûn, wekhevî û kêmkirina navbira fermî hene; di encamê da ‘Cihêwaziya T-V’ li hinek zimanan ber bi kêmtirbûnê va diçe (wek mînak li zimanên Swêdî û Norwêjî, bikaranîna cînava fermî hema bêje ji holê rabûye). Li civakên ku asta xwendewarî û perwerdeya gelemperî berztir bûye, têgihîştina ji fermîbûn û lêknêzikbûnê guherîye; gelek kes tercîh dikin ziman kêmtir fermî be. Ev dijhevî carinan dibe sebeba pêkhatina şaşfehmî û têgihîştina nedurist navbera nifşan.

Têkilîya zimanî: Têkiliyeke dûr û dirêj a Kurdan digel zimanên hawîrdora xwe ji wan Farisî, Tirkî û Erebî heye; di atmosfer û mewqiyên fermî da dibe ku bikaranîna cînava pirrjimar a ji bo rêzgirtinê berfireh bibe, lê di axaftina nav civakê û danûstana civakî da hema wisa cînava yekjimar ya resen e.

Cînav û werger: Pirsgirêkên navbera zimanan

Werger di navbera zimanên ku pergaleke cihêwaz ji bo cînavan hene, carinan dibe mijareke dijwar. Wergêr divê biryar bide ku di veguhestina ji zimanê Kurdî bo zimanekî weke farisî yan berovajî cînava rêzdariyê çawa bi kar bîne û gelo pêwîst e di zimanê lêwergerandî jî heman karî bike yan na. Bijartina navbera derbirrîna zelal û rasterast (cînava yekjimar) yan derbirrîna rêzdarane (cînava pirrjimar) pirrê caran girêdayî bi babeta wergerê û zihniyeta zimanê lêwergerandî ye.

Encam

Wisa ku em dibînin bikaranîna cînava yekjimar ji bo berpeyvê takekes di Kurdî da ne nîşaneya bêrêzî û sivikatiyê, belkî rengvedanek ji kevneşopiya têkiliya rasterast û danûstana aşkira di vî zimanî da ye. Li hember vê yekê, zimanên ku fermiyet dane cînava pirrjimar ji bo rêzgirtina li takekes, bi giştî di bin bandora dîrokî ya pergalên derebegayetî û pilebendiyên cîgeh û payeyên desthilatdariyê û kevneşopiya nivîskî ya fermî tûşî vê guherînê bûne. Çiqasî raboriya civakekê li gorî pilebendiya tîkane (vertîkal) û rêzbendiya çîn û qatan meşiyabe, ewqasî cînava pirrjimar ku amûrek ji bo destnîşankirina navbir û cîgeha civakî zêdetir berbelav e. Berovajî, di civakên demokratîk û civakên ku têkiliya navbera takên wê ne tîkane belkî asoyî û hêlekî (horizontal) ye, meraqa bo cînava yekjimar ji bo xîtabkirina takekes zêdetir e, ji ber ku ev bijarde cûreyeke lêknêzikbûn û wekheviyê nîşan dide.

Ji hêla derûnî va, xitabkirina bi cînava yekjimar hesta aşkiratî û têkiliya germ zêdetir dide, di halekî da ku cînava pirrjimar hesta hebûna navbirê û pêwîstiya rêzgirtina zêdetir ku gelek caran ne pêwîst e, dide axêver û berpeyv. Pirsa ku li vir tê pêşberî me ev e ku, kîjan ji van pergalên bikaranîna cînavê duristtir û esehtir e? Bersiv ev e ku, di rastiyê de her du jî durist in, her yek rengvedanek ji dîrok û raboriya heman zimanî ye. Dema em bikevin bin bandora zimanên din û cînava pirrjimar ji bo berpeyva takekes bi kar bînin, bi vî awayî tam û rengê zimanê biyanî didine zimanê xwe û wê ji rêya xwe ya dîrokî weder dixin.

Zimanê Kurdî bi pêbendiya xwe li ser prensîba ‘cînava yekjimar ji bo takekes’, jîya xwe ya civakî û dîrokî didomîne û dîmenek ji resenatiya xwe pêşkêş dike: derbirrîna zelal, rasterast, semîmî û bêperde. Tevî guherbarî û nermiyekê ji bo rêzgirtinê û berçavgirtina pile û payeyên civakî di rewşên taybet da.