RÊNAS M. KOÇER

Helbestên Yildiz Çakar lêgerîneke edebî ye, ku bi kûrahî pirsgirêkên exlaqî, manewî û hebûnî yên mirovahiyê çareser dike û wan di asteke gerdûnî de tîne zimên. Ew hewl dide bi analîzên psîkolojîk û sosyolojîk jiyan û mirovan, civak û jiyanê fam bike û bide famkirin.
Helbestên wê ne dîdaktîk in û ji sloganan dûr in. Peyvên bronz dineqîne û bi jêhatîbûna sîmyageran wan vediguherîne gewheran. Her wiha peyv û bêjeyên ew hildibijêre yên gewherî vediguherîne helbestan – mîna serrafekê bi hevrîşimê gotin û peyvan pev ve dihûne. Bi saya metafor û sembolan, bi gotinên hindik gelek tiştan vedibêje.
Di helbestên xwe de, ew hunera çîrokbêjiya kevneşopî ya vegotina bihêz a Kurdî dihewîne, wê vediguherîne formeke modern û digihîne qata heftan ya ezmanê zimên.
Vê rêbaza çîrokê ya pir caran ew di helbestên xwe de bi kar tîne, di helbesta xwe ya Mohra Reş de jî bi kar anîye û trajediyên Kurdan kiriye mijara navendî ya helbesta xwe.
Hişê helbestê ne tenê çîrokekê vedibêje, di heman demê de hestekê jî pê re dadirêje û di kûrahiya giyan de deng vedide.
Helbest wekî mohreke reş êşên hatine jiyîn mohr dike – êş di eşkerebûna xwe de mayinde dibin. Her çend avahiyeke wê ya xeyalî (sêwirandî) hebe jî, ew îlhamê ji rastiya zilm û trajediyên gel werdigire – lewma êşa helbesta wê jî wek êşa Kurdan ji seranserê dîrokê berfirehtir e.
Yildiz Çakar di hevpeyvîneka xwe de helbesta xwe “Mohra Reş” wiha pênase dike:
“Mohra Reş helbesteke bi çîrok e. Karaktera vê helbestçîrokê heye. Navê wê Lûr e. Lûr jineke çavşîn e, bejnbilind e, helbestçîrokeke xweşik e. Lê qedara wê ne bi destê wê ye. Ji ber ku ‘hebûn û tunebûna’ wê, bi warê wê ve tê pênasekirin, di hevoka ewil de, dibêjim:
li ser latûlûtê, wek lawlaweke bijahr xwe li mala me pêçabûn çeqel û hût. destek tarî ji gerdûnê kom kiribû ewrên reştarî. ji dêvla baranê xwîn dibarîya. ji dilopên xwînê xewek û jibîrkirinek ma; wekî qet şiyar nebin, raketin jinên rojê… (1)
“Mohra Reş” xwedîya rêzebûyerên honakî ye; wek destpêk, pêşketin û encamên trajediyekê. Karakter; jin, dayîk, serboriyên kollektîf ên “me” û “em”ê temsîl dikin.
Cih; mal, ode û gor e.

Bi gefên kuştinê mirov ditirsandin
Ev yek bi şêweyên cuda yên vegotina lîrîk û dîtbarî bandoreke ji dramatîzekirinê wê de li hişê me xwendevanan dike. Dramaturjiya helbestê, mîna şirîta fîlmekî bi wêne û bûyerên li dû hev diherike…
Wekî van risteyan, “ji dêvla baranê xwîn dibarîya” “şikest neynika odê” “ên bi şev mezel dikolan” û “di bin apoletan de parçeparçe dikirin dest û lingên jîyanê” gelek wêne û îmaj di ber çavên me re derbas dibin.
Van îmajana gelek dişibin felsefa sînemaya Andrey Tarkovskî. Di fîlmên Tarkovskî de (bi taybetî di fîlmê neynik’ê de) herikîna wextan tevlihev dibe, bîranîn û xewn li hev digerin û dikevin nav hev û du. Ev di hişê temaşevanan de fîlmekî bi “bîr” ava dike. Di “Mohra Reş” de jî, risteya “ji dilopên xwînê xewek û jibîrkirinek ma” heman hestê bi me xwendevanan re çêdike. “Kêlîkek dima di rû de” piştre lipeyhevhatina van hêmayan dikare bi têgehên Tarkovskî yên wek “îmajên krîstal ” û “zexta demê” were şîrovekirin. Axir her nîgaş an hêma bi serê xwe wateyeke xwe heye û bi nigaş an hêmayên din re tekilîyê datîne – ev yek tevahîyekê pêktîne. Risteyên wekî “sar bû deng, cemidî ode, vemirî lempe” veguherînên tavilê, veguherînên wekî yên di fîlman de ava dikin û dibin sedema veguherîna hişê xwendevanan. Yanê dixwazim bêjim Mohra Reş wekî senaryoya fîlmekî di derûnîya me de îmajên fotografîk (ên zindî) ava dike. (2)
Helbest bi rêya rîtmê, pîvanê, qutbûna rêzan û avahiya bendan lez û têgihîştina demê ya xwendevanan kontrol dike. Bi vî awayî hesteke wisa bi xwendewanan çêdike, bo xwendevan karibin wekî fîlmekî bûyeran baştir bibînin.
Helbest, “li ser latûlûtê, wek lawlaweke bijahr xwe li mala me pêçabûn çeqel û hût”ji destpêkê de xwe eşkere dike ku bûyerek wêranker di bîra meriv de zindî dibe û ev êşa bi xof li her derê belav dibe.
Çîroka helbestê, gund û wargehên kurdan ên dihatin wêrankirin û şewitandin tîne bîra me.
Di wê dema tarî de kujerên xwînrij bê sebeb, sewal, zarok, jin, kal û pîr qetil dikirin. Bi gefên kuştinê mirov ditirsandin. Gel xwe sipartibûn rehma xwedê, lê kujeran bi navê xwedê gef dixwarin. Ne tenê kesên zindî îşkence dikirin û dikuştin, îşkence li laşê kesên kuştî jî dikirin.
“reş kiribûn çavên xwe bîranînan,”bîr, yek ji têgehên herî bingehîn e, ku stûna helbestê pêk tîne. Lê belê ev ne bîranînek asayî ye, jinûvejîyîna domdar a rabirdûyeke trawmatîk e û keftûlefta têkoşîna bo jibîrkirina vê trawmayê ye.
Bîr jîyan e, jibîrkirin mirin e
‘Bîr’ ji bo domandina jiyana takekesî û civakê hêmaneke girîng e. Bîranîn, bo civakên çanda wan piranî ne nivîskî ye zêdetir girîng e… Di civaka Kurdan de, ev rol bi piranî ji hêla dengbêjan ve tê bicihanîn. Dema helbesta nivîskî cihê îfadeya devkî digire, ew ruhê bibîranînê jî dihewîne.
Bûyerên jibîrkirî û yên jibîrkirina wan têne xwestin, ji quncikên herî tarî ên bîrê vedihewînin û wan derdixin ser rûkala dinyayê.
Yildiz Çakar wekî dixwaze yên jibîrkirî bi bîr bîne, di bêdengiyê de bibe dengek û bi awayekî bîranînê bi ruh bike. Bîr jîyan e, jibîrkirin mirin e. Bîranîn nivîs e, jibîrkirin jêbirin e. (3)
“xwe li mala me pêçabûn çeqel û hût”:Hût, mexlûqekî bihêz, mirovxwur û tirsnak e; çeqel heyvanekî tirsonek, xayîn û firsendxwaz e. Dorgirtina xênî ya ji alî van her duyan ve asta xetereya li ser gel nîşan dide – yanê hem hêzdarî hem tirsonekîya dijmin eşkere dike.
Mal: Wekî Gaston Bachelard, dibêje, Mal gerdûna ewil, stargeh û qada parastî ya mirov bixwe ye.(4) Cihê mirov cara ewil çavê xwe lê vedike, bîranînên zarokatiyê kom dike û xwe li wir ewlehîyê hîs dike. Wekî hembêza dayîkê cîhekî parastinê ye. “bijahr xwe li mala me pêçabûn,”wî cîhê herî ewle jî êdî ne ewle bû…
Kêr: Xayîn e, “kêra dev çeqçeq” di helbestê de amûreke tûj a tundîyê, hovîtîyê û wêrankirinê ye. “hema di ber xwe de dikirin pistepist ji kêra dev çeqçeq” Ji ber îxaneta xwe tirsonek e jî. Ji ber ditirse dixwaze hovîtîya xwe bi dizî bike, loma bêdeng e û bi pistepist e.
Bişkokên fîstanî: “bi diranên jahrî yeko yeko hildiqetand bişkokên wek kulîlkên ji axê” û “bişkok, wekî gul û darê, qetîyabû ji benikê xwe” sembola windakirina yekparebûn û girêdanê ye ev. Masûmiyeta jinên bêparastin hatiye binpêkirin, trawmayek hatiye afirandin û ew bûne sedema têkçûneke di tevahiya jiyanê de.
Av: Jîyan bi avê dest pê dike. Jiyan, sembola paqijî û safbûnê ye. Lê di helbestê de “hêdî hêdî herikî coya avê ji ya barana xwînê” û “ziwa bû av”, avê jî taybetmendiya xwe bi ziwabûyînê wenda kiriye, bûye sembola mirinê.
Reş: Di helbestan de, reş rengê mirinê, şînê, tarîtîyê, bêçaretîyê û bêhêvîtiyê ye.”ewrên reştarî” tarîtîya ezman daye ber xwe û felaketê radigihîne. “reş kiribûn çavên xwe bîranînan” Bîranînên mirov dixwaze bi hêviya teselîyê bi bîr bîne, lê tarî bûne û nayên bibîranîn.
Sor: Di helbesta Mohra Reş de rengê xwînê, tundbûnê, êşê, wêraniyê û hêrsê ye..
“xalîçeya odê bûbû gola xwînê” Xalîçe alaveke herî bi qîmet e, xemla malê ye. Wekî di hemû çandan de, di çanda Kurdan de jî nexş û şêwazên taybetî yên honandinê hene. Her kêlîk van nexşan wateyeke dîtir didin. Di nava malan de şahidiya demên herî xweşik û serpêhatiyan in xalîçe, lê belê ew jî nav gola xwînê de mane êdî. “tofanek sor jî xwe lê danîbû” van rêzên di helbestê de dîmenên xwînî û hovîtiyê nîşanî xwendevanan dide. ”fîstangulgulî” gul sembola safîtî û masûmiyetê ye. Fîstanên bi nexşên gulgulî bûne wekî sembola jinên Kurd. Gul şêweyekî îfadeya evînê, hezkirinê û bedewiyê ye – herwiha aliyekî gulan ên mîstîk jî heye. Bedewî bi gulê tê îfadekirin. “sor bû gulên fîstanan”, tundîya dijî masûmyeta jînan dide ber çavan û “emr sor bi sor” bidawîbûyîna jîyanê, sor bûye rengê mirinê.
Spî: Bêgunehiyê, paqijiyê, aşitiyê û hêvîyê sembolize dike. “spî dibû mirin li ser hev” bi vê rêzê rengê xwe guherandîye ketiye rengê mirinê “pêşmala dayikê deşteke spî” Çakar bi rêya vê şayesa xwe bi awayekî berfirek xuyangên sînemayê di xeyala me de zindî dike. Dihêle em bêçaretî û tenêtiya ji rûyê trajediya qalkirî tê jîyîn ji nû ve di gîyana xwe de hîs bikin.

‘Ji dêvla baranê xwîn dibarîya’
“ji dêvla baranê xwîn dibarîya” asta tirs û xofa hatiye jiyîn û dîmenên xwînî yên di bîranînê de pêkhatine, eşkere dike. Ev barana xwînê ne tenê wêrankirina fîzîkî, lê di heman demê de xwînrijandina giyanî jî sembolîze dike. Di metnê de, bîranîn hem di asta takekesî de hem di asta kolektîf de tê jîyîn.”
“ji dilopên xwînê xewek û jibîrkirinek ma; wekî qet şiyar nebin, raketin jinên rojê” Ev derbirîn nîşan dide êşa tê jiyîn bê çiqas mezin e û bi mezinbûna êşê re bîranîn wek mekanîzmayeke xweparastinê teslîmî cureyekî jibîrkirinê û bêxewiyê dibe. Lê belê ev xew ne aramî ye, rewşek qerrisînê ye, ku bi kûrahiya trawmayê ve girêdayî ye… “Jinên rojê” Ev derbirîn teqez dike bê çawa ev êş ne takekesane ye, êşa jinbûyina kolektîf e. Ev e trawmaya esasî ya pirranîya jinên vê erdnîgarê.
Dema em li bîra heremî ya lokal dinêrin: “şikest neynika odê; kor bû dîwar; perçeperçe bû rû” ‘Neynik’, bi awayekî sembola sembolan û ya herî têkûz a zanînê ye.
Çav xwe nabîne, pêdivî bi şewqekê heye û di vê rewşê de neynik dikeve dewrê. Tiştê Lûr di neynikê de bûye sed perçe, hezar perçe, dixwaze bibîne, lê ew tişt êdî ne xwe ye. Bi sedan, bi hezaran çav wê bixwazin vê bûyerê bibînin.
Lê wekî her kesî û her tiştî neynik jî bêdeng maye û bal nedaye vê bûyerê.
Şikandina neynikê sembola parçebûna nasname û rastiyê ye. Korbûna dîwêr, nîşan dide bê çawa heta cih û war jî naxwazin bibînin û bibihîzin – xwe li korî û bêdengîyê datînin. Tu kes û tu tişt şahidîya vê êşê nake.
“Lûr” di heman demê de bi hezaran perçebûyîna rû nîşan dide û êşa takekesî vediguhere êşa tevahîya jinan – ev dibe dengvedaneke kolektîf.
Apolet: Rutbeya leşkerî, cilên leşkerî û nîşana hêzê ye. Hêmanên fermî yên berpirsiyarên parastina desthilatdarîyê ne, ne yên civakê. “di bin apoletan de parçeparçe dikirin dest û lingên jîyanê” Ew nîşan dide ka çawa hêza leşkerî an desthilatdarîyê, jiyanê wêran dike, çawa mîlîtarîzm amûreke trajediyê ye. Ev rûyê wêranker ê hêza desthilatdar nîşan dide.
Radyo: Ew sembola ragihandinê, girêdana bi cîhana derve re ye û belavbûna deng e.”negot kirt radyoya li ser masê ya ji denge hemû zemanan”
Ev nîşan dide bê çawa heta kanalên ragihandinê jî hatine bêdengkirin û dengê tu demê û zemanî jî nema kare vê trajediyê rave bike. Ev yek tê wateya bêdengkirina rastiyê û xeniqandina deng. Bikaranîna zêde ya van sembolan ne tenê kûrahiya edebî li “Mohra Reş” zêde dike, lê di heman demê de îspat dike êşa di helbestê de dikare bibe êşeke gerdûnî û helbest dikare bibe xwediyê zimanekî gerdûnî. Her sembol tebeqeyek cuda vedike, girêdana xwendevanan bi nivîsê re xurt dike û derfetê dide wan, ku biceribînin bo aliyên cuda yên trajediyê bibînin û hîs bikin. Helbestvan dibêje, bi karanîna vî zimanê sembolîk, ew dixwaze “rastiya ji gotinan wêdetir” zeft bike.
Ziman û sêwirandina ‘Mohra Reş’
Yildiz Çakar hewl dide bi her peyvekê rûyê wêraniyê nîşan bide. Di heman demê de dixwaze xwendevan qewmînên di helbesta wê de ji nû ve binivîsînin û wê wek a xwe hest bikin.
Erê, helbestvan hewl dide tarawmayeke jibîrbûyî bi zimanekî sembolîk û alegorîk bi ruh û can bike.
Ziman û sêwirandina “Mohra Reş” rastiya xav û acizker e, trajediyê bêsansur pêşkêş dike. Xwendevanan vedixwîne rûbirûbûna rexneyî, bo nebin wergirên pasîf, lê bibin afirînerên aktîf. Helbest ne tenê çîrokekê vedibêje, lê di heman demê de wekî amûreke rexneyî û berxwedanê ya civakî jî tê danîn.
Adorno dibêje, “Fikra mirovahiyeke nayê bîra mirov, tirsnak e. Lewra ev tê wateya sûc dikare were dubarekirin. Kî dibêje tiştê qewimî ne wisa bû, ne ewqas xirab bû, piştgirîya tiştê qewimî dike. Ger dîsa biqewime, bê pirs ew ê dîsa bişopîne an jî piştgirîya wê bike.”
Ev gotinên Adorno rasterast piştgiriya fonksiyona bîranîn û derbirîna “Mohra Reş” dike.
Helbest berxwedanek e li dijî vê jibîrkirina tirsnak. Bangek e ji bo rûbirûbûna bi rabirdûyê re.
Yildiz Çakar bi rêya helbesta xwe diqîre, dibe qîrîna dengê bêdengkirî û jibîrkirî. Bî hunera xwe yî bêhempa wîjdanan aciz dike û lê sor dike bo wijdan seferber bibe.
Trajediya di helbesta “Mohra Reş” de bi têgeha katarsîsê (paqijkirinê) ve jî têkildar e, ku Arîstoteles di Poetîkaya xwe de qala vê dike. Li gorî Arîstoteles, Gava temaşevan li trajediyê temaşe dikin, hestên “tarî û bi xof” bi wan re çêdibin û ev hest “têne paqijkirin, paqijkirinê zelaltir dikin”. (5)
“Mohra Reş” jî xwedî potansiyela çêbûna bandoreke paqijker a bi heman rengî ye, ku hestên bi êş û yên bêçaretiyê bi xwendevanên xwe re çêdike.
Çakar hewl dide bi rêya helbesta xwe “trajedîya dike were jibîrkirin” armanca xwe ya katartîk pêk bîne – pêk tîne. Bi vegerandina tiştê qewimî, ew hem dihêle qurbaniyên êşê (çi yên demên borî êş kişandine, çi yên vê demê dikişînin) bi van hestan re rû bi rû bimînin, hem bi bîranîna wan rojan, ew kesên bi bêdengiya xwe bûne şirîkê vê trajediyê şerm bikin. Ev hewldana edebî ji bo jiyaneke bi rûmet û pêşîgirtina li trajediyên bi vî rengî ye.
Xwîn li rêyekê gerîya bo biçe mezel…
Di helbestên xwe de lêgerîna helbestvan a ji bo wateyê, nîşan dide bixwe lêgerînek e ji bo teselîya giyanî, yan paqijkirina xerabiyê… Girîngiya bedewiya estetîkî di vegotina trajediya hunerî de bi nêrîna Arîstoteles re lihevhatî ye. Li gor Arîstoteles, Huner bi rêya teqlîdkirinê kêf û fêrbûnê peyda dike (6) û divê berhemeke hunerî xwedî nirxekî exlaqî be.
Divê helbestvan an vebêj bikaribe trajediyan bi awayê herî xweşik “vebêje”. Lewra ev yek bi temaşevanan re kêfa estetîkî diafirîne û di heman demê de dihêle ew di pêvajoyek exlaqî re derbas bibin. (7) Helbestvana “Mohra Reş” vî prensîbî dipejirîne û rastiyên herî êşdar jî bi jêhatîbûneke hunerî pêşkêş dike.
Yildiz Çakar bi helbesta xwe hunereke estetîkî û exlaqî diafirîne: “Divê huner ne tenê tiştên xweşik lê di heman demê de yên êşdar jî bi zimanekî xweşik vebêje. Lewra tenê wê demê huner dikare giyanê mirovan hembêz bike û wijdan bihejîne.”
Em şahidiyê dikin ku Yildiz Çakar helbestên xwe bi şarezayî estetîze kiriye û li ser bingeha têgihîştinê ava kiriye: Ev yek di van derbirînan de eşkere dibe: “Divê em êşa xwe xweşik bikin” û “pêvistiya me bi rastiya meya jibîrkirî heye”.
“Mohra Reş” peyama herî kûr û tûj radigihîne: “xwedê nema nivîsand qederê, qeder bû lîstikek di destê mirovên bêmalzarok de”
Di vê çarçoveyê de, “Mohra Reş” ji bo rûbirûbûna bi rabirdûyê re, bîranîna êşê, ye. Belkî hişyariyek be ji bo pêşîgirtina li trajediyên bi vî rengî. Qîrîna “lûr lûr” a ji hundir berz dibe, wekî nîşaneke hêvî û berxwedanê berdewam dike. Ev qîrîn ne tenê bîranînek e, lê di heman demê de bangek e ji bo pêşîgirtina li dubarebûnê, lêkolînek wijdanî ye, vexwendinek ji bo paqijkirinê ye.
“lûr lûr li ezmana çi bî, li erdê ew î tu, çawa ji serê memikên te tizbî çêkirine ji xwe re bi navê xwedê, ey lûr lûr?” Ev rêz pencereyekê vedike bo xwendîneke bi vahdet-î vucûd. Li gorî Îbn Erebî, “Hebûn bixwe bi Xwedê re yek e” û “her tiştê heyî bi saya vê hebûnê heye.” (8)
Helbest êşê tîne ziman û li ser tevlihevî û nakokiyên hebûnê zêmarekê dinehwirîne.
Bi derbirîna vê êşê, helbest li ser tevlihevî û nakokiyên hebûnê diqîre û vexwendinekê dike ji bo qebûlkirina vî aliyê dijwar ê hebûnê.
“xwîn li rêyekê gerîya bo biçe mezel”, gerîya li dengekî xwedayî”(9)

Yildiz Çakar û helbestê rastiya
“Mohra Reş” dihêle xwendevan hîs bike bê çawa şêwaza vegotinê ya helbestê, dramaya klasîk û prensîbên nûjen di nava xwe de dihebîne. Helbest bi awayekî jêhatî ji hêmanên trajîk ên Poetîka Arîstoteles hatine wergirtin. Yekparçeyiya çîrokê, kûrahiya karakteran û şiyarbûna katarsîsê bi hev re hatine bikaranîn. Ev peyzaja sembolîk a pir-qatî, ev helbesta trajîk ne tenê kesane, lê gerdûnî, psîkolojîk û ontolojîk e jî. Sembol wekî pirekê xizmetê dikin da kûrahiya bêwate ya trajediyê vebêjin, alîkariya xwendevanan dikin bo êş û windakirinê fam bikin
Ev dewlemendiya sembolîk rê dide gelek tebeqeyên şîrovekirinê û helbestê dike “atlasa wateyê”. Di encamê de, helbesta “Mohra Reş” sentezeke nûjen a prensîbên dramaya klasîk bi şêwazek vegotina nûjen bexş dike. Ev avakirina bêhempa ya edebî vê rastîyê nîşan dike bê çawa helbest hem di asta rewşenbîriyê de, hem di asta hişî de xîtabî xwendevanan dike. Helbest mînakek berbiçav a hunera edebî ye, sînorên kevneşopî derbas dike, dengvedanek navdîsîplînî diafirîne, tecrûbeyek kûr û balkêş a rewşenbîrî peyda dike. Ev xebat hêza domdar a vegotin û sembolîzmê di veguheztina ezmûna trajediya mirovan de li seranserê civaka hunerî ji nû ve piştrast dike.
Yildiz Çakar bi rêya vê helbestê rastiya mutleq a gerdûnî bi sembol û metaforan bexşî xwendevanan kiriye û bi hunera xwe ya bêhempa hêviya wan zindî kirîye.
Rêya di helbesta xwe de şopandiye helbesta nûjen a Kurdî gihandiye asteke gerdûnî û di vê rêyê de asoyên nû vekiriye.
Helbestên Yildiz Çakar û têgihîştina wê ya helbestê dê rê li ber helbestvanên nû veke, ev rê wê di navbera huner û manewîyatê de wan li dîyarên felsefê, sosyolojiyê û exlaq bigerîne.
(1) dîlop kovar, hevpeyvîn bawer rûken, Nîsan 11 2024
(2) Andrey Tarkovsky, Mûhûrlenmîş Zaman, afa yayınları, çev. Fûsun Ant 1986 sf 131-132
(3) Marc Egue, Unutma Biçimleri yky sf 15
(4) Bachelard, Gaston. Mekanın Poetiği. Çev. Alp Tümertekin. İstanbul: Metis Yayınları, 2020, s. 42. )
(5) Aristoteles. Poetika. Çev. İsmail Tunalı. İstanbul: Remzi Kitabevi, 1987, s. 36. )
(6) Aristoteles. Poetika. Çev. İsmail Tunalı. İstanbul: Remzi Kitabevi, 1987, s. 15.
(7) Aristoteles. Poetika. Çev. İsmail Tunalı. İstanbul: Remzi Kitabevi, 1987, s. 37)
(8) İbn Arabi. Füsusu’l-Hikem. Çev. Ekrem Demirli. İstanbul: Kabalcı Yayıncılık, 2006.
(9) Helbesta Mohra Reş bi tîpên biçûk hatine nivîsandin, jê girtin li gor metna orjînal e.
