Ji Înannayê ta Newrozê

YILDIZ ÇAKAR

Newroz şahiyek û kevneşopiyeke gelên rojhilatanavîn e. Her çiqas ev roja girîng bi navê xwe kurdî û îranî be jî gelek bawerî û kevneşopiyên gelên herêmê jî di paxila xwe de veşartiye. Civaka ku ji newrozê re bûye çavkanî helbet girîng e, lê belê ji etîmolojî û jêderka wê bêhtir divê wateya wê û girîngiya wê ya ji bo civakan pêştirî her tişti be.

Her çiqas karakterê gelê kurd karaktereke şervan û berxwedêr be jî, pirî caran rastî êrîşên qewmên barbar hatine ku van êrîşan li ser esasa “tunekirinê” çi ji deste wan hatiye kirine. Êrîşên herî mezin bi destên qewmên barbar ên ji çolên asya û ji çolên
başûr pêk hatine. Ji xeynî van jî civakên ku di dema xwe de xwedî hêz bûne yên wek yewnan, makedon û roma û her wiha ji hêzên herêmê ên wek ûrartû, asûr û pers jî li ser kurdan êriş pêk anîn e. Di vê xeleka “man û nemanê” de him karaktereke şervan, him karaktereke afrîner a gele kurd derketiye holê. Ji ber vê yekê roja newrozê rojeke girîng e.

Sembola sereke; pêxistina agir

Çîroka Kawayê hesinkar di bin zilma rêvebertiyekê de û di şert û mercên koledariyê de wek semboleke berxwedêriyê derdikeve holê. Newroz, her çiqas bi çîroka Kawayê hesinkar wek encameke roja berxwedanê, wek sedemek were dîtin jî ger em hinek din berê xwe bidin dîrokê wê derketina newrozê hin sedemên din jî derxîne pêşberî me.

Di zemanê îroyîn de jî pîrozkirina cejnên gelek civakan hema hema weke hev in. Her wiha rîtuelên wan jî weke hev in, an nêzî hev in. Ji van rîtuelan pêxistina agir sembola sereke ye. Bi piranî, piştî zivistanê û di destpêka biharê de têne pîrozkirin. Pêxistina agir an kêfxweşiya hatina biharê li gor civaka xwe xwedî kevneşopiyên cuda ye û li gor bîr û baweriyên xwe yênoldariyê jî çîrokên xwe yên cuda hene.

Ji van cejnan hinek di nava baweriyên olî de cih girtine ku mînakek ji wan minaka
cejna Aya Yorgî ye û di 6êgulanê de tê pîrozkirin. Her wiha mirov dikare Xidir Elyasa (Hidirellez) ku ji aliyê hin civakan ve li rohilatanavîn tê pîrozkirin jî wek mînak nişan bide. Dîsa cejna bi navê Ivan Kupala ya civaka Ûkraynayê ku bi rîtuelên dans û pêxistina agir di rojvegera havînê de tê pîrozkirin meriv dikare
li mînakan zêde bike. Ancax di bingeha van cejnan de şiyarbûna xwezayê, bereketa
siruştê ku mirovan têr dike û sembola azadiyê serwer e. Ev yek di rituelan de pir bi
hêsanî tê dîtin.

Li rojhilatanavîn mîtolojî di hemû herêman de dişibin hev; him di warê çîrokan de,
him di warê bîr û baweriyan de. Di çîroka xwedawend Înanna de(sumerî) mirov dikare çîroka newrozê jî bibine.

Lê belê çavkanî û sedemên çîroka Înannayê roja îroyîn di nava kurdan de gelek cuda ye. Ev çîrok, xwe dispêre jineke xwedawend a bi navê Înanna û ev xwedawend şayişiya di nava mirovan de ji holê radike û derfetên jiyanê çê dike.

Di nava pêdîviyê mirovan de nemaze bidestxistina “xwarinê” ji bo benîadem her dem bûye mijara tirsê. Mirovên ku di demen borî de dema nekarîne hikmê xwe li ser siruştê bikin û hîn teknolojiya îro ya li ser “xwarinê” bi destê wan neketibû, beriya zemanên modern xema vê pirsgirêkê xwarine. Her çiqas axa Mezopotamyayê bi bere bereket û avî be jî ev şayiş û tirs bi wan re jî çêbûye.

Di zivistanan de hişkbûna siruştê, mirinê tîne bîra mirov. Ne tenê mirinê, birçîbûnê, tunebûnê jî dixe bîra mirov. Bi hatina biharê re axa hişkbûyî dîsa şên dibe. Di vê demsalê de, giya şîn dibin û ji heywanan re dibin êm, heywan têr dibin û ji bo mirovan dibin şîr û goşt. Fêkî, sewze û nan bi hatina biharê çêdibû, zêde dibû, ne tenê bo mirovan bo hemû zindiyan çerxek tekûz bû vejîn. Bo vê jî hatina biharê bo mirovan heycaneke mezin bû û ji nû ve xulikandin bû. Wiha dihat binavkirin. Ev
çerxa siruştê bo mirovan pir girîng bû. Loma jî vê kêfxweşiya ku bi hatina biharê ji mirovan re dibû diyarî, helbet di nava bîr û baweriyên wan de jî cih digirt. Ev çerx ne tenê di nava bîr û baweriyên wan de di nava çîrokên wan de jî cih digirt û bi seremoniyan dibû rojên cejnan û rojên pîroz.

Çîrok bi Înannayê dest pê dike

Di vir de em dikarin behsa newrozê bikin ku her çiqas di nava civakên cur be cur de bi bîr û baweriyên cuda û navên cuda derkeve pêşberî me jî em dibînin ku yekem car di sumeriyan de bi Înannaya xwedawend ev çîrok dest pê dike.

Di panteona sumeriyan de li gor dem û dewra xwe her xwedawendek xwedî taybetiyek e û dem bi dem li gor girîngiyên xwe peywirên wan guherîne. Lê belê bihevrebûna Înanna(xwedawenda berekete) û Dûmizî(xwedayê şivanan) her dem girîngiya xwe parastiye û ji ber van taybetiyên xwe di nava civakê de kes ji wan venegeriyaye û her dem ser dest hatine girtin.

Li gor mitolojiya sumeriyan Înanna û Dûmizî her sal tên ba hev û di encama vê de siruşt ji nû ve dixuliqe û ev wek vejîna jînê tê qebûlkirin. Avzemkên derbûyî, robarên şid, erdên hêşîn, kêriyên pezan, xwarinên cur be cur… Ev vejîn û di encamê de ev bereketa ku ji bo mirovan dibe cihê kêfxweşiyê… Li perestgehan
merasîmên mezin, rîtuel û pîrozbahiyên cûr be cûr tên lidarxistin.

Li aliyeke din derbarê xwedawend Înannayê de çîrokeke din heye ku bi du cureyan
tê vegotin. Di van vegotinan de bûyerên tevlîhev çêdibin û di encamê de xwedawend Înanna tê cezakirin û ji bo cezayê xwe bikşîne wê dişînin heft qat binê
erdê. Di versiyoneke din de jî tê gotin ku Dûmizîyê(xwedayê şivanan) mêrê wê bangîÎnannayê dike û wê dixapîne. Dema Înanna bo Dûmizî dadikeve binê erdê, Dûmizîwê li wir dihêle û derdikeve ser erdê. Înanna vê yekê wek îxanet binav dike. Dema Înannaya xwedawend di heft tebeqeyên erdê de derbas dibe, ji taca serê
wê heta cilên li ser wê jê têne girtin. Heft sembolên ku Înannaya xwedawend temsîl dike jê têne girtin ku careke din nikaribe derkeve li ser rûyê erdê û heta hetayê li welatên taritiyê êsîr bimîne. Piştî Înanna êsîr tê girtin, li ser rûyê erdê her
tişt hişk dibe; dar, giya, kulîlk şîn nabin. Xweza tu tiştek li xwe zêde nake. Her tişt ber bi tunebûnê ve diçe. Dîsa di versiyoneke din de tê gotin ku xwişka Înannayê bo ku siruşt tune nebe, ji bo azadiya wê diçe dewsa Înannayê û esîrbûnê qebûl dike. Û dema Înannaya xwedawend di her yek qateke erdê re derbas dibe dîsa cilên xwe, asaya xwe, taca xwe digre û bi heft sembolên xwe ji bin heft tebeqayan derdikeve ser rûyê axê. Her çiqas bîr û baweriyên cur be cur li vê çîroka Înannayê kiribin jî cihê herî taybet a vê çîrokê derketina Înannaya xwedawend a ser axê ye. Derketina wê ya ser axê zayokiya jinê, berdewamiya hebûnê, zindîbûna siruştê û bereketê temsîl dike. Ev bawerî jî nîşaneyeke civata maderşahiyê ye. Ev tişt pir bi eşkere xûya ye. Ji ber ku di vê çîrokê de lehenga sereke Înanna ye û Dûmiziyê xwedayê şivanan jî figurek e bo çerxa hebûn û tunebûnê bizivirîne.

Lİ gor versiyona din jî Dûmiziyê xwedayê şivanan beriya ku bigihe Înannaya
xwedawend di bin erdê de ye. Dûmizî ji bin erdê derdikeve û bi Înannayê re tên ba hev. Piştî bihevrebûna Înanna û Dûmizî siruşt ji nû ve vedije. Lê piştî hatina germahiya havînê û sar û sermaya zivistanê Dûmizî jî bi siruştê re dimire. Ango Înanna heta bihareke din mêrê xwe dişîne bin erdê. Ji ber vê yekê Dûmizî heta bihar were li welatê tarîtiyê dimîne.

Ev çîroka Înannaya xwedawend belkî ne bi hemû aliyên xwe ve lê bi navenda xwe, bi puxta xwe ve piştî sumeriyan jî di gelek şaristaniyan de bi navên Îştar, Afrodît û Venûs hebûna xwe domandî ye.

Bingeha newrozê jin e

Ev çîroka ku jinê pîroz didît û jinê dikir navenda jiyanê li rojhilatanavîn di civakên kevn de ciheke pir girîng digirt. Berevajiya rewşa niha, jin di dirokê de, di nav van civakên kevn de çiqas girîngiya xwe hebe nîşanê me dide. Li ser van agahiyan em dikarin behsa roja îroyîn bikin ku kurd dema behsa newrozê dikin behsa karaktereke mêr dikin. Dema em berê xwe didin dîroka newrozê ya qedîm em dibînin ku raboriya wê, bingeha wê, koka wê jin e û ev cejn bi karaktera xwe, xwe ji nû ve dixuliqîne.

Civakên ku bi tesîra hinek baweriyên ji derve tên empozekirin baweriyên xwe yên xweser jibîr bikin jî, ev baweriyên wan piştî sedsalan, hezar salan dîsa li wan vedigerin. Îro jî bîr û baweriyên qedîm ên gele kurd dîsa li xwediyên xwe vegeriyane. Îro jinên kurd jî, vê çerxê vedigerînin ser heqîqetê. Niha jî bi hezaran
jinên kurd bi têkoşînê, bi serhildanê xwe ji nû ve dixuliqînin. Ev vejîna jina kurd,
wê rengeke din bide jiyanê û wê her bihar bi deng û reng û kirinên wan siruşt careke din bixuliqe. Û agirê newrozê li hemû çiyayên Kurdistanê bi kilamên jinan geş bibe û jiyan wê bibe wek stêrka gelawêjê..!