Silêmanê dunikul

Amadekarê rûpelê: Dûrzan Cîrano

Navê xwe yê Latînî: Upupa epops, yê Engilizî jî Eurasian Hoopoe e. Navê Kurdî ê berbelav Silêmanê dunikul e. Lê li gorî herêman navên wek dawidik, dawidikê dunikul, dewdewk, dîk silêman, teyrikê silêman, botbotik, vitî, hophopik jî li kar in. Ji famîleya Upupidae ye.

Koçberê havînê ye. Di demsala buharê de, di orta meha adarê de tê û di payizê de vedigere Afrîkayê. Dema koçê bi colan dihên lê piştî ku bi cî dibin her yek tena serê xwe û azad dijî.

Bi timika serê xwe ya dirêj dihê nasîn. Lingên wî kin, nikulê wî dirêj lê hinek xwar e. Bazik û teriya wî û serikê timika wî belek e, wekî din gişê gewdê wî bi ser pembe ve ye. Li nav xerzikan, li daristanên mezin û biçûk, li nav ripinan, li çolê beyar û gelek deverên din dihê dîtin.

Hêlîna xwe li kortikên daran û di qulên axan de çêdike. Dema qurpketinê ji teriya wê bêhnek giran belav dibe. Di navbera 4-12 hêkan dike û 16 rojan qurp dimîne. Mezinahiya hêkên wan 17x25mm ne. Di dema qurp ketinê de nêr mêyê xwedî dike. Bi rîtmek hêdî û bi pêl difire. Firîna wê weke firîna perîdankan e.

Bi nikulê xwe yê tûj û dirêj kurmikên bin axê derdixe û dixwe. Carinan bi xwêrkêşin biçûk, bi amfibiyan, bi tov û fêkiyan jî xwe xwedî dike.

Bi hevjînê/a xwe re pirr sadiq e. Dema hevjîna/ê wî dimire nema hevaltiyê bi hinekên din re dike.

Di gelek efsaneyan de cî girtiye. Li gorî îslamiyetê Xwedê timika serê wî ji ber ku ji dê û bavê xwe re pirr bi hurmet e dayîyê. Lewra ev çûk dema dê û bavê wan ji ber extiyariyê ji qawetê dikevin, wan xwedî dikin. Di Sûreya Neml’ê de weke “Murg-i Suleyman” derbas dibe. Ew rêberê Silêman Pêxember bû ye. Di mijara dîtina avê de pirr bikêrhatî bû ye. Ji ber vê jî ereban navê “hud hud” (li wir e, li wir e) lê kirin e. Postevanê Silêman pêxember bûye jî, ji der û beran jê re agahî aniye.

Rojekê tevlî artêşa xwe dema ku dihê newalek bi navê Newala Morîstanan pêdivî bi avê çêdibe, artêş jî tîna betilî ye. Ji bo ku av li ku heye cîyê wê nişan bide çavê
xwe li Silêmanê dunikul digerîne, nabîne. Bang lê dike, deng nayê. Fêhm dike ku Silêmanê dunikul ne li wirê ye. Pir aciz dibe, dibêje “Heger mazareteke wî ya xurt tunebe ez ê canê wî têr biêşînim û serê wî jêkim. Piştî ku qederek derbas dibe Silêmanê dunikul derdikeve dihê û bersivek wuha dide pirsa Silêman pêxember
“Ez ji welatê Sebeîyan dihêm. Ev ji aliyê keybanûyekê dihê rêvebirin û baweriya xwe bi rojê û bi pûtan dihênin. Li ser vê yekê Silêman pêxember ji bo ku werin ser dînê wî ji vê Keybanûyê re nameyek dinivisîne û bi rêya Silêmanê dunikul dişîne. Piştî çend car çûn û hatina Silêmanê dunikul di navbera wan de, keybanûya Sebeyê tevlî gelê xwe diçe ser baweriya Silêman Pêxember û ew bi xwe jî pê re dizewice.

Li gorî çîrokek Îraniyan Silêmanê dunikul jinek zewicandî ye. Dema ku bi halekî nîv tazî li ber eynê porê xwe şeh dike ji nişkê ve xezûrê wê dikeve hindur. Jinik wê deme ji ber tirs û fediyan tevlî şehê serê xwe dibe çûk û difire. Ji ber vê navekî vî çûkî yê Îranî jî “Çûkê Şaneser(Şanebiser)”, yanî çûkê serbişeh e.

Di pirtûka Ferîduddînê Attar a bi navê Mantiku’t-Tayr de jî weke rêberekî di nava çûkênku diçin Çiyayê Qafê û Sîmurg dibînin de derbas dibe… Wusa xwiya dike ku navên vî çûkî ên weke dewidik û silêman piştî îslamiyetê ketine çanda kurdî. Lê gelo, di çandên din de ev çûkê ku weke çûkê Silêman hatiye binavkirin, çima li hinek
herêmên kurdan bi navê bavê Silêman(Dawid Pêxember) hatiye binavkirin, hêjayî lêkolînê ye.