GULFIROŞ

Cegerxwîn

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî
Gul bi dil didî

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî
Gul bi dil bidî

Bazar me kir go, ser bi ser nadim
Ê gulperest bî, can û dil didî
Can û dil didî

Min go kî didî, can û dil bi gul
Go: ev bazar e, dil bi kul didî
Dil bi kul didî

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî
Dil bi gul didî

Cegerxwîn