CEM BÎRA AVÊ*

S. ZORYAN

Tîpguhezî: Ferid Demirel

* Ji pirtûka bi navê “Kitêba Zimanê Kurmancî – Bona Dersxana Şeşa” hatiye wergirtin. Pirtûk sala 1935ê ji hêla H. Cindî, Casimê Celîl û Cerdoyê Gênco ve hatiye amadekirin û Neşra Hukumeta Ermenistanê ew çap kiriye.

Eva giliyê ki ez divêm, aliyê Avstriya qewmiye, hevt heşt roj temam, sivê-êvarê me şer dikir. Nîvrojê em ji germê reht divûn sivê û êvarê me agir dikir.

Carna ‘eskerê Avstriya davît ser me, carna me davît ser wana, lê tu were binihêre, em dîsa tebiyê xweda diman, ew jî ciyê xweda, lê cîkî rastî dûz bû, wekî me serê xwe bilind bikra, me wê hevdû bidîta, lê pê dûrbînê hevdû dîtin diha rihet bû, orta me û wanada maleke mezin hebû, ew divêm ciyê daça wî bû… Pêşberî mala wî jî bağçek hebû, ew bağçe sûr krîbû, nêzîkî me bû, me dûrva didît. Bîreke avê rex wê malê hebû (ûrisî ki jêra divêjin zûravl) darekî drêjî ser bû… em gelekî bi wî darî dikeniyan.

Wêderê çi ki hebû, meriv digot ji derdê şer gişk qincliye hev, lê ew darê bîrê bilind bû, qet talaş nîbû Lawûka digot, “du’ea dike”.

Yekî got, – Ji me xeydiye, gazina ji me dike”, hineka jî digot, -me dewsa tiştekî hesav nake, divê hizkî çiqasî dixazin agir bikin, hûn ti tiştekî bi min nakin”. Me dîsa davît, carna me nîşana dar digirt, qet talaş nîbû.

Bi wî cûreyî, me şeş-hevt roja gule davîtin, lê wexta ro bilind divû, em timê disekinîn, ne me agir dikir, ne jî wan. Alîkîva şer, aliyê dinêva germa roê zor dida me.

Germa havînê em dişewtandin; av jî tune bû, me vexwara. Boçkek ava me hebû, me 2 -roja ser hev- me vedixwar, aqasî pê yole diçûn.

Rojekê jî av xlas bû, diha boçkêda av nema. Ji tîbûn devê lawûka mîna devê mirîşka vekirî ma bû.

Digotin, devê me ji tîbûnê ziha biye… Ax, zanî ji tîbûnê çi tê serê meriya… Ax! Xazila hinek av hebya ha”… me digot û dibiland, lê me wê av ji kêdarê baniya? Av diha xilas bûvû, me boçke şandibû avê, lê ew merivê boçke biribû nehat, nizanim hatibû girtinê çewa bûvû. Pakbû merivê Avstriya ji ciyê xwe nedilipitîn, wekî ewana şerkirana, em ber wana teyamîş nedibûn, hema wana carekê hay bikirana_ wê em gişk pilên bigirtana, em gelekî sist bûvûn, serkarê tağbûrê jî mîna me sis bûvû. Me nihêrî ewî berê xwe ber bi Avstriya kir, lêvê xwe bir û anî, got, “Çort vazmî wê kengê avê bînin em vexwin”.

Ewê usa digot, yekî ûrisbû, stûdent bû, simêlê wî teze şîn bûvû, anîbûn cem me çawa ofîtsêr.

Ew kurekî baş bû, henekçî bû, bona me z’ef pak bû, jêra digotin Vasîil Vlasîç. Ewî li aliyê Avstriya niherî, niherî dîsa got, “çort vazmî, naha bîra avê jî nêzîk biya, dîsa pak divû… me jî li bîra avê dinhêrî û em metal diman, wekî destê me negihîje avê…

De merivê tî bîra avê jî cem be, çewa merivê birçî li nan dinihêre, me jî usa li bîrê dinihêrî.

Lawûkekî got, lê bîra avê cem meve, em jî aqasî tî bin? Yêdinê gotin, -de usa bêje diha.

Dîsa em li avê dinihêrin, lê serkarê tağbûra me lêvê xwe dive û tîne, divêje; “çort vazmî, çort vazmî”…

Me nihêrî halê wî jî dest tîbûnê tune. Me xverdida nişkêva yekî got, -kanê mêrê usa, wekî naha here avê bîne ha…

Û bû qîre qîre lawûk, “Hak kî dikare avê bîne, ka kî dikare avê bîne?”…

Hevra divêjin û ç’evê hev dinihêrin, ç’evê serkarê tağbûrê dinihêrin.

  • Werin, bira yek ji me here…
  • Hûn dînin, çi divêjin? Ewana (meriv) Avstriya wa dera hanin, mêş ji cî bilipite, aw divînin.

Yekî jî got, – were em xwe bicervînin. Heyran dûrkevin wê we gever bikin. Hineka digot, gerek herin avê, yê dinê na, ağriyê hatin ser wî sozî, wekî hazime herin. Bona çûyînê anîn 30-40 kaqiz pêçan, kirin kumekî, peşk avîtin, çika kî wê here avê bîne. –De kaqeza darxin, derxistin, eva, yê dinê jî derxist, yê hevta heyşta, deha, ağriyê kağezê cûyînê, para Bağdasar ket.

“Min ji xwera got, ay oyn, de naha here, tu du sala ji agir xlas bûyî, de naha here ser rya avê bimire.

Meriv sersaxiya wa jî dike!…

Lê hevaltiye: bivê neve gerek meriv bike.

Digotin, -de were here, de were here.

Li ez ji ciyê xwe nedilipitaym, min jî tirê hela heneka dikin, kağez destê minda bû, min dibir û danî.

Wana jî tirê ez ditirsim, namûsa min qebûl nekir, digotin, -“dive tu ditirsî…”

  • Ez divêm têlê bavêjin katolê ez herim avê.

Em vira Vasîlî Vlasicra (serkarê tağbûrêra) bêjin, paşê serkar rûniştibû cigare dipêça.

Du lawûk nêzîk bûn, gotin, -vaşe blagarodiye, emê herin avê ji bîrê bînin.

Ewî digot “ji kîjan bîrê?

Lawûka bîra pêşberî me nîşanda.

Serkarê tağbûrê hêrs bû, got, -hûn dîn bûne? Çiye? Axir wê dest dest il we xin, we bikujin, Nikak nelizya.

Lawûka zor dayê, yan – vaşe blagarodiye, her tu îznê bide me, qet tiştek jî navê. Emê usa bikin, wekî kesek me nevîne.

Ewî got’ – kî dixwaze here?

Gotin, -Bağdasar yanî- ez.

Serkar hevekî kire mirte-mirt, paşê got, “heyfa evî lawûka” lê ağriyê lê nihêrî, wekî gişke tîne, ew bi xwe jî tiye, diha çar tune, îzna min da, bona ez avê bînim. Îcar gazî min kir û got, -hema usa here, te nevînin ha, dikarî herî, yanê na?

Lawûk gişk şa bûn, katol anîn, têl pêva girêdan û dane min.

  • De em te binihêrin.
  • Oğir be.
  • Xêr be…

Min têl kire hundurê katolê, hilda û hêdîka derbajî ber tûmekî bûm.

Ez ser çoka diçûm, xwe qûz dikim, bona min nevînin. Mîna m’era zikê xwe ser ‘erdêra kaş dikim, katol destê minî rastê dane, min ser serê xwera girtibû, merivê nezan, min tirê wekî gule li katolê keve, paşê wê li min nekeve.

Ez diçim û pêra jî ditirsim, le min daniye ber xwe, wekî ez herim hizkî çawa jî bive, ezê herim, vê derê çûyîn bi hurmeta minra girêdayî bû. min digot, -wekî ‘eniya minda nivisiye, ez zanibim bimirim jî, bona şixulê wa, zrar tune”. Ez diçim û difikirin… pak bû, ‘erdê wêderê şîn bû, ez navda nedihatim dîtnê, şînkay nêzîkî du bihusta bilind bûbû, min şînkayî p’endikir û ez serra diçûm. T’evê diqijiland, xuldanê zor dabû min, xuldan zorda dihat diket ser guhê min, diket devê min… min dixwast xwîdana xwe temiz bikira, lê tu were binihêre destê min bilind nedibû. Dilê min jî tirsa davît. Lê ez dîsa di çûm û diçûm, merivê Avstrya dela ez nedîtibûm.

Ez westiyam, hevekî ser şînkayî veleziyam, rehet bûm, paşê rabûm û diçûm… wana dîsa ez neditîtim… Min carekê dudya aliyê merivê me nihêrî, min dît wan dîsa guhe agir dikirin, lê qet talaşa merivê Avstrya nîbû. Ewana ji ciyê xwe nedilipitîn, wana nedidît.

Bi ewî cûreyî ez ser çokava ancax gihiştim ber devê bîro avê. Ez ketim bin sîa kevrê devê ave, ji tîbûna devê min usa ziha bûbû, min diha nikaribû, xever da. Min hevekî bîna xwe stend, ez rehet bûm…

Min nihêrî, dîsa merivê Avstrîa ez nedidîtim, “Min got, z’ef rind, lê naha ez çewa bikim. serî ew nîbû, wekî min xwe bi wêderêra gihand, serî derxistina avê bû. Devê bîrê qasî arxînekê bilind bû. Min ji xwera digot, çawa bikim. Ravim ser piya, wê min bivînin û gula bavên min.

Mala te wêran be Bağdasar, min cêrivand, katol daxista bîrê, nebû, gerek ez rabûma ser xwe…Lê ezê çewa rabûma ser xwe… Ez difikirim û rê ji rê dernaxim. Ağriya paşin, ‘eferim Bağdasar, ez tiştekî fikirîm, dezmala min kete bîra min. Min derxist û ez sekinîm, min nîşanî merivê Avstrîa da, ewana metelmeyî, serê xwe ji t’ebîa hilanîn û li min nihêrîn…

Dezmala minê spî jî destê minda, ez dihejînim, bona ewana agirî min nekin… Ez alîkîva dezmalê dihejînim, alîkîva jî katolê dadihêlim bîrê.

Ewena tivingê xwe hilbirîn. Min dezmala xwe bir û anî, paşê destê xwe da ber devê xwe. Min dixwast ewana bidana serwextkirnê, wekî em tîne, avê dixwazim bivim.

Ewana pê hisyan, diha agir nekirin…

Ez li wana dinihêrim; – Min katol darda kir, niha jî were û binêre şrîta min kine…nagîhhjiye avê…Ezê çewa bikim… Min qaîşa xwe vekir, poçka şrîtêva grêda. Katol gihîşte avê.

Min av derxist, min dîsa dezmala xwe hejand û min banzda.

Ez çewa direvim, hesp bide ser min, minra nagihêje… Ez direvim, lê merivê Avstrîa bi min dikenin. Ez paşê pê hisiyam, çimkî lawûkê me pê dûrbînê li min û wana dinihêrin, wana ez dîtibûm.

Ez hala li nîvê rême, lawûkê me kirine ûra!…

Maladêtst Bağdasar, maladest Bağdasar, Ê hal Bağdasarda maye; min xwe bi lawûkara gihand, ez jî bi wanara dikenim…

Lê hela ew hêc tu were binihêre avê têra wana nedikir, meyê ava katolekê bida kê? Û neda kê. Çend heba vexwar, av xilas bû.

De hûn zanin, wekî ew ava meriv cem jê tî vexwe, diha xrav, ewana diha tî divin. Me berê ‘ewlin av da serkarê tağbûrê, paşê da wan meriva, yê ki gelekî tî bûn.

Çend heba vexwar, av xilas bû.

Lawûka got, -Bağdasar, were careka dinê jî here, em rêcayê ji te dikim, ez difikirim herim, neçim. Hergav kalik kata naxwe.

Ewana meriveê Avstrîane xwe kurê bavê me nînin, lê cara dudua?…

Ev hevekî fikirîm, min got ‘- Çi divê, bira bivê, ez dîsa herim… Lê hewasa min çûyinê hebû…

Min îcar du katol bi xwera hilanî. Ez mîna berê xwe ‘erdêra nakişînim, îcar ez şpîa diçim.

Ez dîsa dezmala xwe dihejînim û pêşda diçim.  Merivê Avstrîa jî hîvîa minin, wana jî tirê ezê ji wanra tiştekî bêjim.

Ez dîsa gihiştim ser devê bîrê, min mîna cara ‘ewlin dezmala xwe derxist hejand û katol dahişt bîrê bona avê derxim. Ewan li min dinihêrin, dengê xwe nakin.

Min katola xwe tijî av kir û dîsa vegerîyam û min banzda, çûm cem lawûka, min av bir.

Ew bû, ez teze gihîştim cem lawûka, hineka got – mervekî Avstrîa va tê. Min jpara nihêrî hat, kincê sor dêstda, hey dihat, rast jî merivek dihat, tu ne bêjî ewana jî tîbûn, yekî got, – kuro ewana jî tîne…

Lawûkê me jî dey nekirin, ew merivê Avstrîa av derxist û çû.

Lawûkê me ki dîtin diha frêqet bûn. Gotin, -lawûkno, werin, em herim yekyek avê bînin, xu Bağdasar podred hilnaniye. Nîvê lawûka pirê hela tî bûn, lema jî bi hevra xever kirin yek, wekî herin. Serkarê tağbûrêra gotin, serkar hevekî kire ‘inte ‘int, lê paşê hişt.

Lawûk çûne avê.

Berê ‘ewlin yek-yek çûn, lê paşê dudu dudu.

Merivê Avstrîa ki ew dîtin, ewana jî hatin.

Em çûn, ew hatin, em çûn, ew hatin.

Me nihêrî eskerê me nîvê pirê topî dora bîrê bûn.

Em û eskerê Avstrîa nav hevda diçûn û dihatin.

Me xeverdida, lê zimanê hevdû f’em nedikir. Me pê desta hevdu dida f’emkirnê, me digot, -“vada xoroş”, wana jî, – “gût, gût”… bi ewî cûreyî me av derdixist, av keremî hev dikir û em pêra jî dikenîan. Ez heta naha jî f’em nakim, em çira dikenîan.

Her ez aqasî zanim, wekî eme eşq bûn, gelekî şa dibûn. Wexta em ki av vexarin têr bûn, me îcar dest pê kir ser ç’evê xwe şûşt. Paşê ew jûravêlê ser devê bîrê kirin çire-çir, me bilind kir, dîsa berjêr kir, careke dinê hervaz hilkişand…Çimkî zûda nedabûn xevatê, çirîna dengê wê bû, mîna merivê dike n’elîn.

Em jî bi çirîna wê dikenin, heneka dikin, ewana tiştek dipirsî, “gût, gût”, me jî –“xoroşo, xoroxo”. Ewana kurtolê nan didin me Mejî papîroz didan wana. Em dîsa li hev dinihêrin û dikenin.

Xêlekê şûnda ji aliyê me deng hat; – Rêbyata…

Em çawa! direvin.

Em paşda vegeriyan, serkarê tağbûrê dikene, got, – ha we têr av vexwar.

Me serî dayê.

– Da vaşê blag arodiye.

Dipirse, -Lê we bi wanra çi dikir?

Me got, -qet me tiştek ji jimanê wana f’em nedikir.

Ewî serê xwe hejand û bin simêlada keniya, paşê got, -diha rind nîne meriv ûsa diha ji hevra pak be, nêzîkî hev be.

Min wî çaxî f’em nekir, ewî çi dixast bigota? Me got, -hilbet usane vaşê blogorodiye.

Ewî diha xever neda. Me jî av têr vexwaribû, em rehet bûn. Em rûniştine û xever didin, wekî çawa bû, eva yeka hana qewmî, çawa hiştin merivê Avstrîa bên tev me, avê vexun, hineka digot, “çimkî ewana tî bûn, lema”… Me ji xwera xeverdida, me dît ‘emr kirin, wekî gerek rabin ser xwe gula bavêjin, pêşda herin, agirkin!…

Tu were binihêre, qet yekî dil nake, bona agir bike. Dest me negre, em tivinga avir kin. Ew l’ezek bû me bi hevra xever dida, dikeniyn, lê naha nedibû wekî me…ağriyê me agir kir, lê weşî wê agirkirnê.

Raste, wekî meriv meriya nevîne, pêra xeverneder dive, lê tu were binihêre ew sehetek bû, me bi wanra xeverdida, em dikeniyan, naha çetine. Nave… em agir dikin, ber bi wana, nave, em berê tivinga hevraz  dikin, gule me nav bînêda diçin…

Me gule avîtin, avîtin. Lê heryek me dîsa t’ebyê xuda bû sivetarê…

Lê tu were binihere çi qewimî.

Rojekê wa li serkarê tağbûrê kirin, paşê kapîtanême û parûçikekîva hatin cem me û xeverdan.

Kapîtan merivekî dirêjî dekirî bû, sert bû, wexta esker didît lê hêrs dibû, digot, -te çima bişkoşkê şinêlê xwe pev nexistiye û gliiyê mayîn.

Hatibû cem me, digot, “hûn kesekî îna nekin, wekî merivê Avstrîa dostê wene, naxêr, hûn hatine, gerekê pakî şer bikin, guh nedin giliyê merivê başqe, ewana dijminê welatê bavê xwene…” xeverda-agriyêda jî got, – “Eva merivê (parûcîkê) hana dive serkarê tağbûra we” paşê lê xist çû.

-Vasîl Vasîlîc, lê serkarê tağbûra me kanê? Ew kanê kûda çûye? Me gelekî pirs û pirsyar kirin, ağriyê em pê hisyan, wekî kuştine…

Em metel man, çima? Ağir merivê mîna wî pak tune bû bona me, wexta cem nexweş diketin dihat ser me, wexta esker dihat birîndarkirinê, dihat ‘eniya wana paç dikir. Paşê n’eme mera dinivîsî, dil dida me (kağezeke ûsa jî hema min stendiye). Gelekara mîna bira derbaz dikir.

Dihat destê xwe li pişta me dixist, pirs dikir: Hûne çawanin?… bona wê yekê jî me gelekî ji wî hiz dikir, lê tu were binihêre, jêra gotine. “Ew merivekî xrave. Me jî digot, axir xravia wî çiye? Çi kiriye?”.

Dîsa me gelekî pirsyar kir, em pê hisiyan gunê wî ew biye, wekî ewî hiştiye eskerê wî here bi eskerê Avstrîara bike şer, dewsa dijminê wanra bikin, çûne bi wanara xever dane, bona ewê yekê jî kuştine.

Me ku ew gilî bihîst, hêrsa me gelekî hat em har bûn.

Em bi hevra xeverdidan, lê cegerê me dağ dive, z’ef çetin bû. em difikirin, ew merî rûyê meda hat kuştinê. Çimkî ewî îzna me neda, emê tîna qir bivûna.

Rojekê jî me pênc şeş heba me bi hevra xverdida, em gelekî difikirîn, -axir şixulê ûsa diqewime…

Nişkêva hevalekî me got, -ew şixulê kapîtanê meye yanê ewî daye kuştinê em fikirîn, ya rast jî şixulê wî bû.

Nava meda hebûn ûris, xaxol, ermenî, gurç, latîş. Gişka axîna wana bû, “Ax Vasîlî Vlasîc”…”Vasîlî Vlasîcî belengaz” û heyfa gişka jî lê dihat. Meriv digot her yekî kavirek danîne ser dilê wî. Dilê wana gelekî dêşe, lê nizanin çi bikin. Rojekê jî dîsa me pênc şeş heba xverdida, nişkêva Pavlûşê me ûris got, -emê wî jî bikin wî halî. Datîkoê gurç jî got, “ew gilî raste”.

Hevt roj derbaz bûn, merivê Avistrîa pêşda hatin û dîsa paşda vegeriyan, lê paşda vegerandina wana îcara, me t’ebiyê xwe qayim çêkirin cem bîre.

Şevekê jî wêderê wexta em cem bîrê bûn, apîtan mîna hercar hatibû proverkaê (lê nihêrandinê) esker ew wêderê rehat kir… sivatirê meytê wî cem bîrê dîtin, gişka jî digotin eskerê Avistirîa dûrva lêxistiye. Ûsa jî gazêtada nivîsîn…

Nîşe: Ji ber ku di alfabeya I.Marogulov/E.Şamilov de tîpa “ğ” weke tîpeke serbixwe hatiye nişandan di tîpguheziyê de jî ev xuslet hatiye parastin.