Helbest : Paul Celan
Wergera ji Almanî: Yasemîn Acer
Pelê xwe dixwe payîz ji destê min: hevalên hev in em.
Em zemên diqeşêrin ji gûzan fêrî wî dikin ku here:
zeman li qalik vedigere.
Di neynikê de yekşem,
di xewnê de raketin,
rastiyê vedibê dev.
Çavê min li mêtiya hezkiriyê dikeve,
temaşe dikin em li hev,
peyvên tarî dikin ji hev re,
mîna hiş û heşîşê hez dikin ji hev,
radikevin weke ku şerab di mîdyeyê de radikeve,
weke behr di ronahiyê heyvê ya bixwîn de.
Di himbêza hev de li ber pencerê sekinîne em,
li me temaşe dikin ew ji kolanan:
Wext e, ku edî meriv bibihîze!
Wext e, ku kevir xwe li ber şênbûnê xweş bike,
ku bêaramî li dil eyan were.
Wext e, ku edî wext were.
Wext e.