KEVOK

Sebrî Vûral

Bi awirên têrnebûyî
Koçkirin,
Kevoka ji hêlînên xwe
Berbejnê tenêhiştinê,
Li bêdengiya, gelê bêdeng,
Û
Li xunava çavên dîrokê binivîse Amed.
Kilamên, nedawî! Û rûsor!
Wê kengî li gewriya dengbêj
Û
Bilbilên mihacir zuha bibe.
Gunehkariya, Kund û Nemrûda
Li ayetê Qûr’anê zêde bike.
Xwezaparêz!, Ajalparêz! Û mafê mirovan!
Biricimîne.
Bi nalînên bilbil û şalûran.
Ne asîmanekî me yî bêbirîn,
Ne axek bêxwîn,
Û
Ne çiyayekî me bê sorhavîn! heye Amed.
Guliyên, rûgeveza ên jêkirî,
Li gerdena kîjan çiyayî daliqînim.
Û
Nalînên, kîjan Xezalê wê têla tembûra
hunermendê xwe neqetîne.
Weke Licê
Bi perikên kevoka,
Nameyekê ji xwîna min binivîsîne
Û
Ji Xweda! yên bêdeng re bişîne
Û çermê çiyayê şewitî birînên min û xwe
bipêçîne
Amed…