Hevpeyvîn: Fatîme Tekîn

Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyê ya 15ê tîrmehê ji gelekî alîyan ve rewş hate guhertin. Her roja ku çû jî rewş xerabtir bû. Dîsa li gelek şaredariyên Kurdistanê jî qeyyûm hatin tayînkirin. Yek ji wan şaredariyên ku qeyyûm lê hate tayînkirin Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê bû. Di sala 2016an de dema qeyyûm dest bi kar kir, îcrata xwe ya yekem xiste merîyetê û gelek kesan ji kar derxist. Qeyyûm peymana kar a şanogeran nû nekir û karê 31 şanogeran hate betalkirin. Ji van şanogeran ên ku 25 sal in vî karî dikin jî hebûn.
Ev ne cara yekem bû ku meseleyeke wisa ku dihate serê şanogeran; dema ku şaredarî di destê Partiya Refahê de bû, di sala 1990ê de, pênc şanogerên xebatkarên Şaredariya Sûrê wek zabite hatibûn wezîfedarkirin.
Şanogerên Şaredarîya Bajarê Mezîn a Amedê piştî ku ji kar hatin derxistin bi lez û bez ketin nava hewldanan, sahneyeke din peyde kirin û di demek kin de bi lîstikekê derketin pêşberî temaşevanan.
Belê, şanoger di demeke kin de çawa wisa tevgeriyan? Heta îro çawa li ser pîyan man? Derheqê van pirsan de me ligel şanoger Ozcan Ateş û Emîn Yalçinkaya sohbetek kir.
Piştî ku li şaredariya bajarê mezin qeyyûm hate tayînkirin peymana we ya kar nehate nû kirin. Ew pêvajoyeke çawa bû? Dikarî behsa wan rojan bikî?
Ozcan Ateş: Demeke gelek xerab bû. Beriya ku qeyyûm hatin şaredariyan me zanibû wê were şaredarîya mezin jî. Em di nava hewldanek de bûn û me digot dema qeyyûm were em ê jî li gor wî nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Me digot dema qeyyûm bê em ê pê re bixebitin? Heke em bixebitin em ê bi çi rengî bixebitin?
Rojekê, ez dibêm deh roj di ser tayînkirina qeyyûm re derbas bûbû, dawîya hefteyekê dema em di provayê de bûn qeyyûm hat. Wê çaxê jî me amedekariya lêstikekî dikir. Wexta qeyyûm kete hûndir me hemî lêstikvanan pişta xwe dayê û ew jî ji ber vê rewşê aciz bû û çû. Piştî ku çû gotin hatin gûhê me ku gotiye “Ez çûm wê derê şanogeran li rûyê min mêze nekirin û pirsên min nebersivandin” û gotiye “Ez zanim ez ê çi bikim” û kir jî…
“Di nava hefteyek de em derketin pêşberî temaşevanan”
Ozcan Ateş: Li hemî şaredariyan qeyyûm hatibû îlankirin. Hemî salon ketibû destên wan. Cî nemabû ji bo lîstikê. Me jî, cihê xwe yê aniha dît û di nava hefteyekê da dest bi xebatan kir. Lîstikek min hebû, amade bû ji xwe. Navê wê “Dawîya Dawî”… Stand up bû. Ya rastî ez jî hefteyek li ser şixulîm û me bi wê dest pê kir.
Li vir xebateke kollektîf heye. Dema em nû hatin ji paqijkirinê heta boyaxa wî me bi hevdû re kir û gelekî kesan jî piştgiriya me kirin.
Ozcan li gorî te qeyyûm, çima bi lez û bez şanogeran ji kar derxist?
Ozcan Ateş: Eger tu bixwazî civakekî tune bikî hewce ye ku pêşî êrîşî xebatên wê yên çandî bikî û wan jî wisa kir.
Ev şaredarî ji hela gelê Amedê û gelê Kurd ve hatibûn hilbijartin. Hemî mesele Kurdî bû. Bi rastî siyaseta wan diyar bû û xwedî planan bûn.
Em 31 kes bûn. Niha jî em bi 15 kesan xebatên xwe dimeşînin. 2-3 hevalên me ji ber rewşa xwe ya aborî, ji neçarî ji me veqetiyan û niha karên taybet dikin. Ev şano şanoyeke taybet e û qezenca wê tune ye. Lê dîsa jî ev hevalên me yên ku ji ber şert û mercan ji me dûr bûne piştgirî didin me û niha jî carna tevlî lîstikan dibin.
Şanogerên ku ji ber şert û mercan ji we veqetiyan çi dikin?
Ozcan Ateş: Mînak hevalê me yê Vural Tantekin heye. Bi xwe bi qasî 25 salan şanogeriyê kirîye û di wexta Ahmet Bilgin de yanê di salên 1990î de jî wî ji şanoyê bi dûr xistine û ew wekî zabita peywirdar kirine. Vural niha loqenteyek vekiriye, xwarin çê dike û difiroşe. Dîsa hevalê me yê Mesut hebû. Ji aliyê derûnî ve ne baş bû û lêborîna xwe xwest û ji xebatan dûr ket.
Derdê me ew bû ku em cihekî alternatîf ava bikin û bi tu saziyê ve giradayî nîn be. Me wisa jî kir û em bi tu cihî ve ne girêdayî ne. Rast e; dema em li şaredariyê bûn rehetîyek hebû lê ew naye wê wateyê ku ew der tune be ev kar nayê kirin.
“Li şaredariyê herkesî karê xwe dikir”
We di nava demeke kin de vê derê bi lez û bez vekir. Gelo ev hêz û hezkirinek çawa ye?
Ozcan Ateş: Ez dikarim bêjim bingeheke me yî xurt heye. Ji ber ku ev şano ji salên 90î hatiye û gihîştiye roja îro. Nêzî 26 sal in ku xebata şanoyê tê meşandin. Tecrubeyek me hebû û temaşavanên me jî dixwestin ku karê em kare xwe bidomînin. Bi giştî me ji van hemiyan hêzek stend. Me him ji nava welêt, him jî ji derveyî welêt destek stend. Lê bi giştî rewşa ku îro em di nav de ne rewşeke zehmet e. Di nav vê rewşê de hin kes canê xwe didin, zarok tên kuştin, gelek kesan malên xwe wenda kirin; em dikarin Sur û Cizîr mînak bidin. Li gorî min li hember wan tekoşîna me piçûk e jî.
Di nav tengasiyê de li gor te asoya mirov firehtir dibe?
Ozcan Ateş: Ez jî dixwazim wî bibêjim. Belê li şaredarîyê herkesî karê xwe dikir, teknîker karê xwe hebû, lîstikvan dîsa wisa bû lê li vê derê herkes her karî dike, li vir jî ew rih derkete holê. Ez dikarim wiha bêjim; lîstikvan dikare li vir karê teknîkê jî bike, paqijî jî bike û di lîstikê da jî bilîze. Yanî karekî kollektîf tê meşandin
Hûn derketin tûrneyan jî. Çawa bû? Hûn çûn ku derê?
Ozcan Ateş: Me hêza xwe zêdetir daye ser tûrneyan. Zêdetir li Metropolên Tirkiyê, li şanoyên taybet em dikarin bilîzin. Şaredariyên dewletê cih nadin me. Me ji CHPê jî alîkarî xwest, ji bo cih nedin li gelek hincetan geriyan. Heya ji destê me were em ê derkevin tûrneyan. Ji ber ku ji hêla aboriyê ve baştir e. Em heta niha 2 carî derketin tûrneyê. Em bi lîstikên “Qırıx û “Dawiya Dawî “derketin tûrneyê. Bi qasî 20 rojan em li Hollandayê, Belçîkayê û li çend bajarên cûda yên Almanya û Fransayê lîstin. Dîsa 10 roj berê bi lîstika “Dawîya Dawî” ez çûm welatên Skandînavyayê û Danîmarkayê.
Li welatên ku hûn derketin pêşberî temaşevanan nêzîkatiyeke çawa hebû?
Ozcan Ateş: Heta niha lîstikên wiha pir nehatine lîstin. Hin kes hebûn ku 20 sal in li wan deran in û dibêjin cara yekem me bi zimanê xwe şanoyek temaşe kir. Ew jî moralek baş digrin, em jî ji wan moral digrin. Em hêvî dikin ku em salê carek an jî du caran biçin wan deran.

Li Amedê ji alîyê temaşevanan ve nêzîkatiyeke çawa heye?
Ozcan Ateş: Eleqeya gel bi rastî gelekî baş e lê dema em li şaredariyê bûn lîstikên me zêdetir dihatin temaşekirin. Her lîstikek me ji alîyê 4 hezar kesî ve dihate temaşekirin. Lê niha ji wan 4 hezar kesan ez dikarim bêjim ku 2 hezar kes tenê temaşe dike. Sedem jî rewşa niha ye. Ji ber ku lîstikên me bi kurdî ne jî hin kes ditirsin werin temaşe bikin.
Qeyyûm hat û bi awayeke alternatîf we cihêk vekir. Heta niha çawa diçe ev xebat?
Emîn Yalçinkaya: Bi her awayî em di nava pêvajoyeke awarte re derbas dibin. Di nava vê pêvajoyê de mirov bi serê xwe karek wisa bike jî zehmet e.
Yek jî ev e; ji ber ku di nava gel de travmayek giran heye çûyin û hatin û xwedî derketina li vê derê jî hinekî di bin tesîra vê de dimîne. Ev xebat rehabîlîtasyonek jî çêdike. Him kesên ku lîstikê dilêzin û him jî kesên ku temaşe dikin bi vê dan û standinê rehabîlîte dibin.
Hûn lîstikên ku dilîzin li gor pêvajoya ku em di nav dane hildibijêrin an jî bi şekleke din?
Emîn Yalçinkaya: Bêgûman şert û mercên ku em di nav de ne tesîr li vê yekê dike. Beriya ku em lîstikê bilîzin di nav xwe de em nîqaş dikin, hevdû hişyar û kontrol dikin û li gor gel çawa baş be wisa hildibijêrin.
Niha bi piranî lîstikên komedî tên lîstin. Belê, komedi jî peyaman dihundirîne lê çîma bi piranî komedî?
Emîn Yalçinkaya: Me behs kir; hinekî ji ber şert û mercan e. Dema mirov tahlîlek li ser rewşa gel bikim, dikarim bêjim tiragediya herî mezin jixwe gel bi xwe dijî. Dîsa li Sûrê li Cizirê tiştê ku hate jiyîn tirajediya herî mezin bû. Lê her tim moral û motîvason lazim e ji ber wî komedî hewce ye.
Wekî şanogerekî tu li vî rewşa heyî çawa dinirxînî û ev rewş bandoreke çawa li ser hunerê dike?
Emîn Yalçinkaya: Di wextek nêz de min li fîlmek temaşe kiribû; ez bawer im ew fîlm vê pevajoyê jî nîşan dide. Navê fîlmî Downfall(Hilweşîn) e. Di wir da grafîkek heye; diçe heta asta jor û bi carekî dadikeve xwarê, dema tê xwarê jî bi awayekî wisa tê xwarê ku derdora xwe jî xera dike. Bêgûman wê rewş were guherandin lê heta were guherandin tirsa min ew e ku bi xwe re gelek taxrîbatan jî bîne.
Wekî çend gotinên dawîn; wek şanogerê Şanoya Bajar a Amedê armanca we çi ye?
Emîn Yalçinkaya: Hedefa me ya yekem ew e ku karê şanoyê hertim bê meşandin. Belê rewş giran e lê nayê manê ku em nikaribin vî karî bikin.