FRIEDRICH ENGELS
Ji bo bîranîna 200. rojbûna Marx, em axavtina rêhevalê wî Engels a ku di 22ê adara 1883an de li ser gorawî kiriye, bi kurmancî diweşînin.
Roja 14ê Adarê, piştî nîvro, saet di sisê kêm çarîk de, ji ramyarên ku dijîn ê herî mezin, êdî nema dikarî birame. Piştî du xulekên ku me wî bi tena sere xwe hiştibû, gava em ketin jûra wî, me ew di palgehê xwe de bi rehetî rûniştî, lê heta hetayê di xew de dît.
Çawa Darwîn zagona geşedana xwezaya organîk dîtibû, Marx jî zagona geşedana dîroka mirovî dîtibû. Ango berî ku mirov bi siyaset, zanyarî, huner, ol û hwd. mijûl bibin, divê pêşî bixwin, vexwin, bisitirin û kincan li xwe kin. Di dawiyê de, hilberîna amûran rêbaza jiyanê û bi vî awayî, asta geşedana maddî ya miletekî yan ya serdemek ku saziyên dewletê, ferasetên ku hiqûqî, huner, heta ramanên olî yên mirovên navborî ku li ser vê bingehê pêkhatibûn û li gorî vê, ev hemû ne mîna ku heta niha dihate kirin, lê berevajî li ser vê bingehê divê bête gotin, ew kirûya bingehîn ku heta niha bi hezaran virrên bîrdozî hatibûn ximandin dît.
Li ne tenê ev qas. Marx, rêbaza hilberîna kapîtalîst a roja me û weke encama vê jî zagona tevgera taybet a civaka bûrjûwa jî dît. Vedîtina zêdebarî (bi tirkî: artı değer), vê rastiyê derxiste holê. Halbûkî bi qasî aborînasên (ekonomîst) bûrjûwa, hemû lêgerînên rexnegirên sosyalist jî , di nav tariyê de winda bûbûn.
Du encamên bi vî rengî, têra jiyanekê dikirin. Xwezî bi wî kesî ku bidestxistineke wisa bibe para wî/ê. Lê Marx, di her qada ku lêgerîn kir, (hejmara van qadan pir e û yek ji wan jî ne serpilkî ye) heta di qada matematîkê jî, encamên xweser bi dest xistin.
Weke zanyarekî ev bû. Lê di çalakiya wî de, ya pir girîng qet ne ev bû. Ji bo Marx zanist, hêzeke ku dîrokê çalak dikir, hêzeke şoreşger bû. Kêfa ku ji bidestxistineke zanist a teorî de ku bikaranîna wî çiqasî ne pêkan be jî, çiqasî xwerû be; gava ku bidestxistineke ji bo sanayiyê yan jî ji bo geşedana dîrokî bidestxistineke rasterast xwediyê girîngiyeke şoreşger bûya, kêfa ku jê werdigirt tiştekî cuda bû. Bi vî awayî Marx, geşedana bidesxistinên di qada elektrîkê de û di van rojên dawî de xebatên Marcel Deprez, bi baldariyeke bêhempa dişopand.
Ji ber ku Marx berî her tiştî şoreşger bû. Dixwest bi awayekî destek bide rûxandina civaka kapîtalîst û saziyên dewletê yên ku encamên kapîtalîzmê ne. Dixwest alîkariyê bide rizgariya proleteryaya modern a ku hişmendiya xweyî û hişmendiya şert û mercên rizgariya xwe jê wergirtiye. Bergeha wî ya rast, ev bû. Şer (têkoşîn) qada ku herî zede jê hez dikir bû. Bi azweriyeke bêhempa, bi berxwedan û serketî têkoşiya. Di 1842yan de, destek da 1. Rheinische Zeitungê, di 1844an de, da Worwartsa li Parîsê, di 1847an de, da Deutsche-Brusseler-Zeitunga li Brukselê, di 1848-1849an de, da Neue Rheinische Zeitungê, ji 1852an heta bi 1861ê li New York Tribuneê nihêrî. Ji bilî van, çapkirina gelek broşurên têkoşînê, heta avakirina lûtkeya berhema wî Komeleya Kedkarên Navneteweyî, li Parîs, Bruksel û Londonê xebitî. Heke tu tişteke dî nekirina jî , encamên ku xwediyê wan bi wan serbilind e.
Marx, ji ber vê yekê bû mirovê ku herî zêde jê nedihate hezkirin û dihate reşkirin di dema xwe de. Bi qasî rêvebiriyên mutlaqiyetî, hikumetên cumhurîyetî jî ew qewirandin. Bûrjûwayên paşverû û demokratên pirole ji bo ku wî di çavê raya giştî de reş bikin, wî bifetisînin, bihev re diketin pêşbaziyê. Wî qet guh nedida wan, mîna tevna pîrê ji ser riya xwe diavêt, tenê di rewşên mecbûrî de bersiv dida. Ji madenên Sîbîryayê heta Kalîforniyayê, li her devera Ewropa û Emerîka belav bû, kete dilê bi milyonan şoreşgerên dinyayê û wisa mir. Û bi hêsanî ez dikarim bibêjim ku gelek neyarên wî yên ramanî(bîrdozî) hebûn lê neyarên wî yên kesane ewqasî tunebûn.
Dê navê wî û berhema wî jî bi sedsalan bijî!