Pepûk

Amadekarê rûpelê: Dûrzan Cîrano

Li welatê me du cureyên Pepûkê hene: yek Pepûka bi timik (Clamator glandarius) e ku pirr kêm dihê dîtin; a din Pepûka giştî ye ango ya bê timik (Cuculus canorus) e. Taybetiyên herduyan jî pirr nêzî hev in. Em ê li vê derê li ser a bêtimik (Cuculus canorus) ku berbelav e, rawestin.

Pepûk, dema koça buharê dihê dîtin. Cudahiya wê ya bingehîn ev e; hêka xwe datîne hêlînên çûkên din. Ji ber vê yekê hêlînê çênake û çêlika xwe xwedî nake.Li çol û beyaran, li nav daristanan, carinan jî li baxçeyan dihê dîtin.

Bi granî xwe bi kêz û mahşotan xwedî dike. Lê carinan marmarok, mar, mişk û çûkên biçûk jî dixwe. Di derdora 100-130 gr de graniya wê heye. Firehiya bazikên wê bi haweyê vekirî 54-60 cm, bilindahî 32-36 cm ye. 11-12 rojan qurp dimîne û bi tenê hêkekê dike, wê jî dixe hêlînên çûkên din. Bi pirranî jî ev hêlîn ên fîkarên biçûk ên weke bilbil, çûkên hejîran û çûkên zilan in. Hêkê di qirika xwe de dihêne û dixe nava hêkên van çûkan, ji ber ku hêka pepûkê bi reng û şiklê xwe dişibite ya van çûkan, ew lê hay nabin ku ev hêk ne ya wan e. Weke hêka şamiyê yan jî hêka werdekê ya bin mirîşkê ev çûk jî weke hêka xwe li hêka pepûkê xwedî derdikevin û lê miqate dibin.

Pepûk heya ku hêka wê bibe çêlik li derdorê digere û çavdêriyê dike. Heger ba, baran, bablîsok yan jî tiştekî din hêlînê xera bike, yan jî dirrindeyek ev çûka bixe, pepûk radihêje hêka xwe û dibe dixe hêlina çûkekî din. Dema çêlika pepûkê ji hêkê derdikeve hêkên din ê dêmariya xwe ji hêlînê yeko yeko diavêje ku êmê ku dê bihêne bi wan re parve neke, bi tenê ew bixwe. Dêya reben qet li vê hay nabe û weke çêlika xwe çêlika pepûkê ya ku di nava sê hefteyan de jê girstir dibe xwedî dike. Çêlik piştî mehek û nîvê ji hêlînê vediqete.

Ev çûk di nava gelê Kurd de bi çîroka xwe navdar e. Versiyoneke çîroka wê ya ku di nava Kurdan de berbelav e, wuha ye:

Li devereke Kurdistanê xwahek û birayek hebûne. Ji ber ku dêya wan rehmet kiriye bavê wan ji nû ve zewiciye û dêmariyek aniye malê. Ev dêmarî her dema ku mêrê wê ne li malê be, zilm û tahdeyek mezin li van zarokan kiriye. Dîsa rojeke ku mêrê wê ne li malê ye tûrikek(li gorî hinekan bîdon, teneke) û kêrek (li gorî hinekan hilç) daye destê xwahk û bira û wan şandiye çolê ku kerengan berhev bikin û bihênin. Xwahk û bira diçin heyta êvarê li çol û çepelan kerengan didin hev û her kerenga ku ji erdê derdixin, dixin tûrik. Dema ku êvar dikeve erdê, xwahk, tûrik dide pişta birayê xwe û  tevde berê xwe didin malê. Wexta ku dihên nêzî malê keçik lê hay dibe ku tûrikê li pişta birayê wî vala ye. Bi halekî ecêbmayî ji birayê xwe dipirse:

– Çima vala ye?

Birayê wê dibêje:

– Nizanim.

Keçik bi tirs:

– Gidî em ê ji dêmariya xwe re çi bêjin? Ew ê me bikuje. Ka em ê çawa herin malê?

Paşê bi hêrs li birayê xwe yê xemgîn vedigere û dibêje:

-Te gişan xwar, ne werê?

Kurrik:

-Na welleh min nexwariye, heger tu ji min bawer nakî, dixwazî nava min biqelişîne û lê binêre.

Keçik, bawer nake û  bi wê hêrsê: 

-Te xwariye, te nexwaribe ew kereng giş çûn ku?

Û ji nişkê ve kêrê li nava brayê xwe dixe, nava wî diqelêşe, lê dibîne ku nava lawik vala ye. Yek kerengek jî nexwariye. Paşê lê hay dibe ku tûrikê ku dêmariya wan daye wan qul e. Ji qest tûrikê binê wî qul daye wan ku kereng jê birijin û ev jî bibe bahaneya wê ji bo ku dîsa li wan xwe, bêje: Çima we kereng neanîne?

Xwah, birayê xwe li wê derê dişo û vedişêre. Nema dikare biçe malê jî. Nizane çi bike, bi ku ve biçe. Ji ber vê tirs, xemginî û poşmaniyê êşa dilê wê giran dibe, debara wê hew dibe. Ji Xwedê re dua dike ku wê bike çûkek û ji vî halî xelas bike. Xweda duaya wê qebûl dike û wê dike Pepûk. Dibêjin ji wê rojê vir ve  ye  her biharê, dema kereng derdikevin, ji ser daran dengê pepûkê yê li xwe mikurhatinê bi sewteke şewate belav dibe:

– Pepû!

– Kekû! 

– Kê kir?

– Min kir?

– Kê kuşt

– Min kuşt

– Kê şûşt

– Min şûşt

– Pepûûk, pepûûû-k,pepûûû-k

Têbinî 1: 6 sal berê dema ku min li Amedê pêşaneyek bi navê “Çûkên Mezrabotan” li dar xist, pirraniya kesên ku beşdar bûn ji min pirsa “Kew” û “Pepûk”ê kirin, ka  di pêşaneyê de wêneyê wan jî heye yan na.

Bi rastî jî ji min re pirr ecêb hat. Min evê pirsê ji xwe û ji derdora xwe kir? Gelo gelê Kurd çima îzaha belangaziyê bi rêya Pepûka zalim kiriye? Dema ev çîrok hat honandin qey taybetiyên vê çûkê yên emperyalîst nizanibûn. Gelo çima Kurd ji kewê xayîn û ji pepûka zalim pirrtir hez kiriye? Tiştekî bi têra xwe balkêş e. Têbinî 2: Pêşniyara fîlmek: Fîlmek navdar bi navê “Yek ji Hêlîna Pepûkê Firiya” (One Flew Over the Cuckoo’s Nest)  heye. Derhêner Miloš Forman e, aktorê sereke jî Jack Nicholson e.