dilop – hejmar/sayı:10

Kapak fotoğrafı: Hüseyin Tunç

Îspata aştiyê

Nivîsa me ya ewil bi mebesta ‘1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê’ derheqê ‘aştiyê’ de ye. Silav li we bi destpêka aştiyê, bi hejmara Îlon-Cotmehê…
Aştî, bêguman ji kiryara guherîna şert û mercên ku ew bo me kiriye hewcedarî
veder nayê hizirîn. Nexwe dê tu maneyeke xwe tunebe ji xeynî ku di guhan de weke dengeke nazenîn tiniyeke xweş bihêle. Mijareke têkoşînê ye yanê aştî; têkoşîna guherîna mercên ku ew weke hewcedarî li me ferz dike…

Bo kurdan ên ku li Rojhilanavîn yek ji neteweyên bênasname ne jî têkoşîna bo
aştiyê wek bareke ‘îspatê’ ye. Li dijî ‘înkarê’ têkoşîneke ‘îspatê’ bo aşkerekirina hebûna xwe ya civakî û siyasî, bo aşkerekirina nasnameya xwe… Ji lew di vê erdnîgariyê de hevkêşeyên ku bi destên hêzên serdest tên afirandin, timî li ser ‘nebaniya’ kurdan e. Mînakên qirkirinên ku nayên jimar jî, meseleya qeyyûm a dawîn jî awayên cuda yên vê hewldana ‘nedîrbarkirinê’ ne.

Têkoşîna ‘îspatê’ jî tenê bi awayê siyasî nameşe. Ji govend û kilamên ku li gundekî
perekî çiya tên gerandin û strîn ta bi dengbêjên ku stran, destan û çîrokan radigihînin nifşên piştî xwe qadeke ‘îspatê’ ya berfireh…

Celîlê Celîl ê kurdolog jî yek ji kedkarên vê têkoşînê ye. Bi jiyana xwe ya têr û tije
serdanpê bîrdariyeke çandê ye. Yek ji wan kesan e ku bi danehevî û kuliyata xwe ya dilnizm, fêmbar û sade lê zeraqdar berî koça xwe ya dawîn, hêj ku sax e gihaye
raza nemirtiyê.

Em minetdarên wî ne…
Em hêvîdar in ku ev hejmar jî bi dilê we be…

Barış için ‘İspat’

‘1 Eylül Barış Günü’ vesilesiyle ilk yazısına ‘barış’ diyerek başladığımız Eylül-Ekim sayısıyla merhaba…
Barış, kuşkusuz ki kendisini ihtiyaç haline getirmiş koşulları değiştirme eyleminden ayrı düşünülemez. Kulaklarda güzel bir tını bırakan hoş bir sadadan başka bir anlamı olmaz yoksa. Bir mücadele konusudur yani barış; barışı ihtiyaç olarak dayatan koşulları değiştirme mücadelesi…

Ortadoğu’nun kimliksizlerinden Kürtler için ise barış mücadelesi bir tür ‘ispat’
yüklüdür. Sosyal-siyasal varlığını, kimliğini ‘görünür’ kılabilmeye yönelik, ‘inkâr’a karşı ‘ispat’ mücadelesi… Bu coğrafyada egemen güçlerin kurduğu siyasal denklemler hep Kürtlerin ‘görünmezliği’ üzerinedir çünkü. Örnekleri saymakla bitmeyecek kıyımlar da son kayyım vak’ası da bu ‘görünmez kılma’ çabasının farklı biçimleridir.

İspat’ mücadelesi ise sadece siyaseten verilmiyor. Ücra bir dağ köyünde çekilen
govendlerden kılamlara; stranlarla, destanlarla, hikâyelerle kuşaktan kuşağa
aktarıcılık yapan dengbêjlere kadar uzayan büyük bir ‘ispat’ sahası…

Kürdolog Celîlê Celîl de işte bu mücadelenin emektârlarından biridir. Dolu dolu hayatıyla tepeden tırnağa bir kültür abidesidir. Mütevazı, yalın ama ışıltılı birikimi ve külliyatıyla daha yaşarken ölümsüzleşmenin sırrına erenlerdendir. Minnettârız…
İyi okumalar…