Lazim e ji wî zimanî fêr bibî…
Ziman, amraza ragihandinê ye. Lê ne tenê “ragihandin”a navbera insanan, “ragihandin”a rojane ye… Carna têkiliya meriv a ligel mekan û ya ligel bîrê jî
dihundurîne. Her ku insan civakî dibe, her ku jiyana insan bi pêş ve diçe û kompleks dibe, her ku insan di warê çandî û tarîxî de dibe xwedî mîrateyek; têkilî, ragihandin û zimanê ku insan divê jî vediguhere awayin dîtir.
Huner û edebiyat jî ziman in. Amrazên ragihandin, guherîn û guherandinê… Helbestek, stranek, kilamek, çîrokek, rismek… Ev, carna deriyê ruhê insan vedikin an digirin. Bi huner û edebiyatê pêkan e ku zirxên kesayetiya insanên tund bişikê, dîwarên fikrên qeşagirtî hilweşin…
Û zimaneke dî jî heye; zimanê şer! Ji cergî ku mulkiyeta arizî derket ser dika
tarîxê û insanan kraliyet, qewm, ol û nijad ji hev dabeşand, şer jî timî bû ‘zimaneke
dirêj’ ligel polîtîkaya xwe ya aborîyê. Weke ku ‘kelama xwedê’ ye. Lê bêyî vî ‘zimanê’ kujer, rûxîner, dabeşkar î qehar jiyaneke bê şer mumkun e. Îro hemû şerxwazên dinyayê hatine lê danîne û naçin, jê re dibêjin ‘landika şaristaniyê’ lê dixwazin bi agir û barûdê hilma wê biçikînin û ew bifetisînin. Mezopotamyaya ‘bextreş’… Bi hezar salan kariye bê şer bijî, û ji vir çend hezar sal berê.
Qotê Berçem, Herêma Ûsê, Xerawreşk; bi rojhilatê xwe û bi rojavayê xwe, hemû
tarîxa Feratê şahid e. Lazim e meriv ji wî zimanî guhdar bike, fêr bibe û têbigihê.
Em hêvîdar in bi dilê we be hejmara nû…
O dilden öğrenmek gerek…
Dil, iletişim aracıdır. Sadece insanlar arasında, gündelik yaşamla sınırlı bir ‘iletişim’ değil ama. Bazen zamanla, bazen mekânla, bazen hafıza ile kurulabilen ilişkiyi de kapsıyor. İnsan toplumsallaştıkça, yaşamı daha gelişip kompleksleştikçe, kültürel ve tarihsel olarak ‘biriktirdikçe’, ihtiyaç duyduğu ilişki, iletişim ve dil de biçim değiştirebiliyor.
Sanat ve edebiyat da dildir. İletişim, değişme ve değiştirme aracı… Bir şiir, bir
şarkı, bir kılam, bir hikâye, bir resim… İnsan ruhunun kapılarını açar ya da
kapatır bazen. Tortu bağlamış kişiliğin zırhları kırılabilir, donmuş bilincin duvarları aşılabilir sanatla, edebiyatla…
Bir de savaş dili var! Özel mülkiyetin tarih sahnesine çıkarak insanları krallıklara,
kavimlere, dinlere, milliyetlere böldükten sonra, ekonomi politiğiyle sürekli konuşan bir ‘dil’ oldu savaş. Öncesiz ve sonrasız bir ‘tanrı kelamıymış’ gibi. Oysa bu öldürücü, yıkıcı, ayrıştırıcı, kahredici ‘dil’ olmadan; savaşsız bir hayat mümkündür. Bugün dünyanın bütün savaş ilahlarının çöreklendiği, ‘uygarlığın beşiği’ denilen ve fakat ateş ve barut dumanıyla nefessiz, boğulmaya çalışılan ‘kadersiz’ Mezopotamya savaşsız yaşayabildi binlerce yıl, binlerce yıl önce hem de.
Çayönü, Hakemi Use ya da Göbekli Tepe, batısı ya da doğusuyla cümle Fırat tarihi tanıktır. Dinlemek, o dilden anlamak, öğrenmek gerek.
İyi okumalar…