EYŞANA BERAVÎ
Li zozanên bê ser û ber, li çiyayên salik midêwrê bi berf, li belekeyên ku berfînan
serê xwe ji bînî derdixistin, li buharên pîr û pak du tişt hebûn ku ez bi ber bayê Serhedê dixistim. Pêlek ji wan pêlên ku buhar Serhedê ji nû ve vedijîne… Ji nav kevirên derizî kulmek av, ku dermanê dengê dengbêjan e, dizê. Bi wan dengên ji avê jî zelaltir distrên ji bo bedewiya jinên Serhedî. Ew bedewiya ku wek berfa
çiyayê Mûşê, ku bi rojhilatinê re dihele û dixulxule, dixulxulandin. Heya sewtika wan tevlî bayê Serhedê dibû û li Serhedê pêl bi pêl belav dibû… Kurd ji vegotina bedewiyê têr nedibûn, wê jî kir ku em bedew bin û bidin dû bedewiyê.
Di vê lêgerînê de Fewzî Bîlge sewta wan denbêjan, bedewiya wan jinên ku ketine ser zarên wan, xemil û girêdana çandî ya Serhedê li ber çavên min kir ku ez cardin li ber bê bikevim herim û hey herim. Lê vê carê ne bayê deşt û zozanan bû. Vê carê ez li ber bayê hunera kurdan ketim. Pêlekê ez gerandim û cardin anîm li peravê paceya min a li deşt û çiyayên Serhedê dinihêrî, rawestandim. Serhed
dişibiya wan jinên ku min ew di xewnên şevan de jî nedîtibûn; yên rûqemer, ingzozan, bejinçiya… Portre bi portre şanî min da. Gelo ev jina Serhedî kî bû? Herdem Xanima Migra- komî, Besraya jina Ferzende Axayê Melazgirî, keçika Xwêytî, Sitiya Mamê, qîza Rizayê Xêlid an Asêya Hesen..? Gimgim li hember min bû wek topek ji çirûskan.
Min cardin berê xwe zîvirand û da portreye; erê, ev Delala Gimgimê/Subha Hacî bû. Ya ku Şakiro bi sewta xwe carna berf li me dibarand, carna jî buhar bi ser me de tanî û digot:
“Bejna te zirav e ji tayê rihanê,
ji topa rimê/Hêşîn dike li Çûlyê,
li Maçûlyê, li Axuryê/Li Sînê
bi Sînegê, Qazqol û Bîngol û
Şûşar û Tekmanê/Welatê me
Serhedê berxê tu sêr bike gelo li
Varto li Gimgimê/Xelk bû aşiqê
mal û hal û temelê dinyalikê /
Ez evdalê Xwedê bûm aşiqê
bejna Subha Hacî/Te piçûkê,
te xişîmê, te narînê/Te nazikê,
devlikenê, xeberxweşê, te
xanimê.”
Çi xerîb bû ku hunermendekî heman tişt bi vegotineke estetîk, yê din jî heman estetîk bi firça xwe dabû der. Yekî bi dengê xwe direngand, yê din bi boyaxê xwe. Herdu jî ez dibirim li ber çongê pîrika xwe ya ku rîşiyên kofiya xwe badida û
disitirand:
“Çavê xwe reş kiriye ji kildanê/
Biskê xwe badane ji hildanê/
Sûretê sor kiriye ji ramûsanê/
Poz piçûkê fenanî heba mircanê/
Lêvê tenik î fenanî kaxizê
Îranê”
SESLER VE RENKLER
Çeviren: REŞO RONAHÎ
Uçsuz bucaksız yaylalarda, yıl boyunca karlı dağlarda, kardelenlerin başını uzatmaya başladığı alacalarda, pirûpak baharlarda, neydi Serhad rüzgârına bağlayan beni?
Neydi Serhad’ı yüreğimde canlandıran böyle?
Çatlamış taşların arasından seslerine şifa sular akan dengbejler, sudan berrak sesleriyle Serhadlı kadınlar için klamlar söylerdi. Muş’a bakan dağlardaki kar misali gündoğumu ile eriyip çağıldayan güzelliği şakırlardı, sedaları Serhad rüzgârına katılıp dalga dalga yayılıncaya dek… Kürtler güzellik anlatısına doymuyorlardı ki güzelliğin peşine düşmemiz de bundan oldu.
Fewzi Bilge o dengbêjlerin sesini, dillerinden düşürmedikleri o kadınların güzelliğini, Serhad’ın giyim kuşamını öyle resmediyor ki, bir rüzgârla hemhal oluyorsun. Dağlardan, ovalardan gelen bir rüzgâr değil ama bu. Sanatın, resmin
muhteşem rüzgârı… Bir gizil dalga alıp sizi Serhad’ın ovalarına, dağlarına götürüyor. Kadınlarına benziyor Serhad; esmer yüzlü, yayla göğüslü, dağ endamlı kadınlara…
Kimdir acaba bu Serhadlı kadın? Migrakom’dan Herdem Hanım mı, Malazgirtli Ferzende Ağa’nın eşi Besra mı? Mamê mi, Rizayê Xêlid’in kızı mı yoksa, Asêya Hesen mi?..
Evet, Varto Güzeli/Subha Hacî’dır bu… Dengbêj Şakiro’nun, hatırına bazen üzerimize karlar yağdırdığı, bazen de baharları getirdiği… Şunlar dediği:
“Reyhan fidesinden, mızrak
ucundan incedir belin/Görünür
Çûlyê’den, Maçûlyê’den,
Axuryê’den/Sînê’den, Qazqol,
Bîngol, Şûşar ve Tekman’dan/
Seyreyle Serhad ellerini sen
kuzum Varto’dan/Elalem dünya
malına, dünya halına olmuş
âşık/Ben abdaldım, Subha
Hacî’nin endamına âşık/Sen
küçücüğüm, naifim, narinim/
Zarifim, güler yüzlüm, tatlı dilli
hanım”
Dengbêjin sözü ve sesiyle yüreğimize anlatılan bir güzellik, ressamın fırçasıyla da renkleniyor; esmer, altın hızmalı, gül yanaklı, renk cümbüşü giyimli, saçakları örgülü, gözleri sürmeli, zülüfleri parlak kadın gözlerimize akıyordu.
Bu ortak sesler ve renklerin beni alıp götürdüğü yer, hotozunun püsküllerini çevirip şakıyan nenemin dizlerinin dibiydi. Nenem söylüyordu şimdi:
“Sürmeler çekmiş gözlerine/
Kaldırmış yukarı zülfünü/Al al
olmuş yanakları öpe öpe/Burnu
fındık, kendi mercan tanesi/
İncedir dudakları İran kâğıdı
misali”