ZEYNEB YAŞ
Çanda devkî an ku zarkî qudret e li ser zarê mirovên xwe naskirî. Malik bi malik her gotin xwediyê efsaneyek efsûnî ye ku ji dîrokek qedîm xwe gihandiye heta roja îro. Wekî tê zanîn û qebûlkirin ku jina kurd, mak û serçaveya hiş û bîra kurdewarî ya devkî ye. Ji ber şert û mercên erdnîgarî, siyasî û jiyanî yên mezopotamyayê jinên vî welatî jixweber karê rola veguhastinê pêk anîne. Ji ber destguhertin û talanê, rola veguhastinê xwe li jinê ragirtiye.
Dîrok, çîrok, êş û jan, şîn û şahî, kar û zibare, lîstik û rîtûelên xwe tev de bi devkî li gotinê, gotinê jî li muzîkê bar kirine. Lorîkên ji bo zarokan heta bi zêmarên ser gorê tev de mijarên zarbêjan in. Ji ber ku her kesek berî bibe dengbêj, stranbêj, miqambêj û hwd. dibe zarbêj. Zarbêjî, hunera afirandin û kemilandinê pêk tîne, zar û ziman şêrîn dike, rengê civakê, şekl û şemala jiyanê dixemilîne. Dengbêj, gotinên kemilî yên li ser zarê zarbêj, wekî mêşa hungiv dibe û pê şanikê xwe tijî dike. Bi selîqe, bi deng û atmosfera civata dîwanê berhema zarbêjî bi klamî lê tîne û hunera xwe pê digerîne.
Destpêka forma dengbêjiya Serhedê
Dengbêjî bi taybet li Herêma Serhedê formek strandina li hember cime’etek sazkirî ye; yanî dîwanek, demek, ciyek, temaşevanek ji bo îcraya vê formê tê amadekirin ku dengbêj hunera xwe lê nîşan bide. Tam jî ji ber pêkanîna van hemû şert û mercan, keftûlefta jiyana jina zarbêj gelek caran dest nade û jê ra lê nayê ku bikaribe hunera xwe bi forma dengbêjî pêk bîne. Hilbet gelek sedem û behaneyên dî jî hene ku jin nikarin karê xwe bi temamî bikin huner, lê em dikarin bêjin ku ji sedsala nozdehan û pêde, bi avakirina sazî û dezgehên profesyonel ji bo îcraya karê hunera muzîkê, berê gelek jinên kurd ên wekî, Elmas Xan, Meyrem Xan, Fewziya Muhamed, Dayîka Cemalî, Sûsika Simo, Nesrîn Şêrwan Sîma Bîna, Banû Şêrwanî, Zadîna Şakir, Aslîka Qadir, Xanim Baqirî, Fetane Walidî,
Gulbihar Amêdî, Îran Xanim û hîn gelek hunermendên dî bi vê mecrayê ve dane û wan bi dengbêjî û stranbêjî hunera xwe pêk anîne. Û heta ku em dikarin bêjin jinên kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya hunerê kirine, dengbêjî û stranbêjiyê dengê muzîka kurdî li seranserî dinyayê belav kiriye.
Çîroka hevpar a huner û jiyana hemû jinên hunermend ên ku min li jorê navên wan nivîsandî ev e; berxwedanek takekesî, afirandinek civakî, hunerek netewî bi xwe çêkirine.
Îran Xanim jî yek ji van jinan e, yek ji van dengbêjan û yek ji van pêşangan e. Zanîna me ya li ser dengbêjên jin ên Serhedê, hew li ser Meyroya Bavfile ye, ku ew jî nîv rastî nîv efsaneya girêdayî bi dengbêjiya Evdalê Zeynikê ye. Lê Îran Xanim, bi rastî jî tomar kiriye. Ji ber wê çendê jî belkî em dikarin bêjin jina dengbêj a destpêkê ye ku bi forma dengbêjiya Serhedê li dîrokê hatiye nivîsîn.
Hunermend Îran Mucered, ku naskirî ye bi navê Îran Xanim an jî Îran Xan, di sala 1950-51 da li herêma Bradost, li gundê Înkesû ya bi ser bajêrê Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, di malbatek cotkar da çavên xwe li jiyanê vekirine. Keça Ebdulrehman û Perîşanê ye. Ew dizewice û li gundê Somanavayî bi cih dibe. Ji wan ra keçek û du kur çêdibin.
Meyla wê ya stran û klaman di zarokaya wê da lê peyda dibe. Ew her dixwaze li nav civatan dengbêjiyê bike. Gelek sebebên ku wê bi ber vê çandê ve didin hene. Yek ji van sedeman jî ku ew bi tib’etê xwe keçek wêrek, jixwe qayîl û bi xwe bawer bûye. Ji bo avakirina kesayetiya xwe hunerê dike rêzan û rêbera jiyana xwe.
Herêma Urmiyeyê xiznika stran, dengbêj û folklora kurdan e ku ew jî bi vê dewlemendiyê mezin dibe. Piştî ku dizewice jî, ji ber hewldan, daxwazî û karîna wê, hevjînê wê piştgiriya hunera wê dike ku ew bistrê. Ew nasnavê Îran Xanê li xwe dike, bi vî nasnavî dibe dengbêjeka bi nav û deng li seranserî herêmê.
Qonaxa profesyoneliyê
Radyoya Urmiyeyê, Tehran û Kirmanşanê di sala 1969an
da bi zimanê Kurdî, zaravayê kurmancî di hefteyê da nîv sa’etî dest bi weşanê dikin. Dema radyo tê vekirin, desteya radyoyê ji xwe ra li deng û hunermendan digerin. Hunermendên wekî; Birê (Xalê Birê/ Îbrahîm Newrozî), Mistefa Elîzade û Hemîd Yûsifî ku wê demê li radyoyê dest bi dengbêjiyê kiribûn, pêşniyar kirin ku Îran Xanim jî bê û li radyoyê cî bidin hunera wê. Ji ber ku tevî temenê xwe yê gênc, li seranserî herêmê wekî jinek dengbêj nav û deng dabû.
Îran Xan, di sala 1971ê da, li Radyoya Urmiyeyê bi fermî dest bi karê dengbêjiyê dike ku ev qonaxa profesyoneliyê ya pêşî ye di jiyana wê ya hunerî da. Ew ji sala 1971ê heta sala 1979an ku Humeymenî desthilatê bi destê xwe ve tîne, li radyoyê heftê du rojan ji gundê xwe tê bajarê Urmiyeyê û li ser radyoyê stranên xwe distrê. Heke hefteyê du stran jî strabin, di xebata radyoyê da bêtirî 200 stranî tomar kiriye.
Îran Xanim heta dema xwe, dengbêja tekane ye li Rojhilatê Kurdistanê ku bi zaravayê kurmancî straye û deng daye. Ew xwediyê dengeke zelal û şiyanek dengbêjiya xurt bûye. Serkeftina wê ya li radyoyê jî hiştiye ku nav û dengê wê li seranserî Kurdistanê yekcartir belav bibe.
Jiyana wê ya hunerî heta ku mêrê wê jinê tîne ser berdewam dike. Dema mêrê wê jinê tîne ser ew mal, mêr û zarokên xwe bi cî dihêle û vedigere mala babê xwe, paşê jî ew bi Dadaş Nasirî re jiyana xwe ya hevseriyê pêk tîne û li Tehranê bicih dibe. Îran Xanim, 3 salan li Tehranê dijî, piştre li bajêrê Dîlemanê(Selams) ji xwe ra dikanekê vedikin û 15 salan li wir dimînin. Paşê cardin mala xwe ji wir dibin bajarê Urmiyeyê.
Bi desthilatdariya Humeynî rewş diguhere
Di sala 1979an da piştî ku Humeynî tê ser kar pêşî li ber stranbêjan tê girtin, nexasim strandina hunermendên jin yekcartir tê berbendkirin, ji ber wê çendê jî Îran Xanim nikare bi eşkereyî bisitrê. Lê ew bi awayeke veşartî karê xwe yê dengbêjiyê berdewam dike. Ew di vê navê da beşek ji stranên xwe dişeyne Turkiyeyê, li wir dide çapkirin û belavkirin.
Naveroka stran û klamên Îran Xanimê bi giştî li ser pirs- girêkên civakî û netewî ne û her weha piraniya stran û lawjeyên wê gotî folklorî ne, beşek jê jî wê bixwe afirandine.
Hunermenda dengxweş Îran Mucered(Xanim), di 14ê Ge- lawêja sala 2001ê de, li taxa Islamabad a bajêrê Urmiyeyê li gor rapora doktoran di encama xwexeniqandinê da jiyana xwe ji dest dide. Li gor hindek îdiayan jî ku di mirina wê da destê nevisiyê wê(kurê mêrê wê yê ji jina dî) di xeniqandina wê de hebûye lê ev bi resmî nehatiye pesendkirin û eşkerekirin û heta dadgehan lêpirsîna vê îdiayê qebûl nekirine.
Hunermend û dengbêja navdar Îran Xanim, bi xebata 31 salên dengbêjiyê, li pey xwe nêzîkî gencîneyek dewlemend ji kilam û stranên bav û kalan û yên bixwe çêkirî li pey xwe hiştiye. Gelek stranên wê yên ku di nav 9 salan da li Radyoya Urmiyeyê gotî heta vê gavê jî pê nayê zanîn bê ka çi bi wê arşîvê hatiye. Lê gelek kasetên ku ji ber dengê wê hatine tomar kirin di nav gel de dest ji dest hatine kopîkirin û tevî çend kasetên wê yên ku wê bixwe şandibûn Turkiyeyê ji bo çapê di nav gel da berbelav in.
Navê hindek stranên wê; Arifo lawo, Bajo emrê min, Bavê Lalo, Delal ez bi heyran, Delal lo, Delalê malê, Dilê min loy loy, Domam û pismam, Filîtê Quto, Hedo rabe, Kurê xelqêyo, Lê lê yemman (Domamê), Şerê Cezo û Salih Begê û Yar gewrê…
Çavkanî:
Zeyneb Yaş, Şakarên Muzîka Kurdî, Cilda 2. R. 376 – 81
http://ku.wikipedia.org/wiki/%- C3%8Eran_Xanim
http://www.yeniozgurpoli- tika.com/?bolum=haber&- hid=44569#
http://www.kurdistanmedia. com/kurmanci/cand/file/59. php
Newroz Tv, Bernameya Awaz, https://www.youtube.com/ watch?v=-wXgheZQ7po