ULKU BÎNGOL
Batariya me ya ku di bin perê tawûra topvanan de bû jî, bi tawûrê re bo pazdeh rojan em birin tetbîqatê. Baregaha leşkerî li qeraceke req û rût kon danî û me dest bi tetbîqatê kir. Wek her tetbîqatê ev tetbîqata me jî eşkerekirina cengek yekalî bû. Her çiqas li hember me dijminek tunebû jî di wan 15 rojên cenga yekalî de, me hemû xetere, dijwarî û zehmetiyên cengê kişand. Pazdeh rojan min berav nekir û xwurek ket canê min. Ne yê min tenê, min li kîjan leşkerî dinihêrt destên wan di canê wan de bû û xwe dixwirandin. Ez rêvebirê teqînê yê bataryayê bûm. Min li ser nexşeyê koordînat dipîva û bi bêtêlê anonsê topdarê bataryayê dikir û piştî gurmînekê li cihê dihat nîşandan agir û dûman hol dibû. Min dixwest ev cenga yekalî zû xelas bibe û em biçin baregaha xwe û xwe bişom.
Di roja 13yan de piştî danê tetbîqatê em li maşîneya cemseyê siwar bûn û ber bi konên tawûrê ve çûn. Li pêş konê mezin ê tawûrê, fermandarê maşînê ferman da ku em peya bin. Dema me xwe citî xwarê kir qesetoreya di kalan de ya li palasqaya min, ket ber lengera maşîneyê û ez ser serî bi deriyê maşînê aliqandî mam. Fermandarê bataryayê ji binê konê tawûrê ber bi min ve baz da, ferman kir û go:
-Leşker zû zû ji lengerê bixelisîne.
Hinek leşker bi vê daliqandina min a ser sêrî keniyan, lê fermandar tavilê li wan hêrs bû…
Piştî leşkeran ez bilind kirim û qesatoreya min ji lengera deriyê cemseyê xelas kir, min palasqaya xwe li ser xwe ediland û li hember fermandarê bataryayê ketim sekna amadeyiya leşkerî. Heta vê kêliyê her tişt tetbîqat bû lê ev rewşa ez niha tê da bûm, rastiyek bû.
Fermandar ji min re go:
-Leşker tiştekî te heye yan na?
Ez:
-Na fermandarê min, ez baş im?
Fermandar destê xwe dirêjî min kir û go:
-Lê qesatore!?
Bi wê ketina bêkêys re tew min qesatore ji bîr kiribû, loma min gotina fermandar fêm nekir û go:
-Qesetoreya çi!
Fermandar dîsa destê xwe ber bi min ve kir û go:
-Kurê min kalana qesetoreya te kupiyaye, ka binêre qesetore jî kupiyaye yan na!
Piştî gotina fermandar min destê xwe avêt qesetoreyê ku ji kalanê derxim, min hew dît nîvê qesetoreyê bi destên min ve hat û nîvê din di kalanê de ma. Min nîvê din ê şikiyayî jî derxist û herdu nîvên qesetoreyê dirêjî fermandar kir.
Fermandar her du nîvên qesetorê di dest xwe de gerand û ji min pirsî:
-Te çawa vê qesetoreyê şikand?
-Min neşikand fermandarê min. Em ji tetbîqatê dihatin. Piştî cemse sekinî, fermandarê cemseyê ferman da ku em peya bin. Min jî dema ku xwe citî xwarê kir qesetoreya min ket ber lengera cemseyê û ez ser serî bi deriyê cemseyê ve daliqandî mam..!
-Lê taliya talî qesetore bûye du cî û şikiyaye. Hemû alavên we li ser me zimet in û niha te xisar daye alavek tawûrê. Ji ber wê ez neçar im ku vê bûyerê aniha bidim nivîsandin û te bidim dadweriya leşkerî!
Ji nişka ve hat bîra min û min ji fermandar re go:
-Fermandarê min, niha di tetbîqatê de tiştek bihata serê min û ez bimirama dê kesekî gelo heqê xwîna min bida mal bata min? Û min ev qesetore bi qestîka neşikandiye.
-Na kurê min, ji ber ku tu leşker î kes heqê xwîna te nade. Tu leşkerekî baş î jî, ez ji jîr û jêhatîbûna te hez jî dikim lê ez neçar im, loma divê haya dadgeha me ya leşkerî ji vê qesetoreya te ya şikiyayî hebe.
Nivîser mijara qesetora şikiyayî awayê ku min ji fermandar re gotibû nivîsand. Ez jî ji fermandar û vê nîqaşa qesetoreyê filitîm.
Piştî tetbîqat xelas bû û em vegeriyan wargeha leşkerî, qesetoreya min a şikiyayî li hangara wargeha leşkerî lehîma wê kirin, kalana wê jî rast kirin û dan min. Şûna ciyê şikiyayî piçek wek pîneyek an wek birînek mabû lê wek berê êdî dema ku min ji kalanê dikişand qesetoreya min wek mehînek bi destên min ve dihat. Piştî em vegeriyan wargeha xwe semiyana rojê fermandarê bataryayê leşkerek şandibû bo ku ez bi lez û bez biçim ba wî. Min di rê de ji leşker re got:
-Fermandar negot bo çi ye!? Leşker go:
-Na, nizanim; ji min re tiştek nego.
Min qet bîr û gumana xwe û qesetoreyê nedikir. Piştî ku qesetoreya min lehîm kirin û kalana wê rast kirin û dan min ez fikirîm ku edî ev bûyera qesetoreyê hatiye girtin. Derbasî odeya fermandar bûm min silava xwe di sekna asasî de da û min go:
-Li ber fermana te me, fermandarê min!
Fermandar:
-Leşker 13 panot cirm li te hatiye birîn û divê tu vê cirmê bidî niha. Loma min gazî te kir!
Ji ber ku min fêm nekir, ji nişka ve ev gotin ji devê min filitî:
-Cirma çi!?
Fermandar bi dengeke aş:
-Cirma qesetoreyê!
Min dîsa fêm nekir û min go:
-Qesetoreya çi!?
Fermandar hinekî dengê xwe bilind kir:
-Cirma qesetoreya te ya ku te şikand!
Ji nişka ve gotin ji devê min filitî û min go:
-Ez nadim!
-Çawa tu nadî! Ev cirm ji bo xisardayîna alaveke tawûrê li te hatiye birrîn!
-Fermandarê min, ne ku ez nadim, diravên min tunene ku ez bidim!
-Çawa tunene?
Di cî de ferman da nûserê ber destê xwe û go:
-Ka wê lênûska dirav a leşke- ran…
Fermandar difikirî ku belkî ez derewan dikim. Diravên ku ji leşkeran re dihat, berî ku bidin leşkeran li wê lênûska diravê leşker de dihate qeydkirin. Lê axir diravê ku kêm be jî ji min re hatibû, ji ber ku bi dest hatibû, tu qeydek min a dirav di wê lênûska di dest fermandar de nedinivîsand. Piştî qeydek min nedî ji nivîser re go:
-Binivîse ji dadgeha leşkerî re Û ji min re go tu derkeve.
Ez hinekî di rê de li ser axaftina xwe û ya fermandar fikirîm û min di dilê xwe de go vê carê ez xweş peyivîm. Wê edî ev meseleya qesetoreyê bê girtin. Jixwe baweriya fermandar jî bi min hatibû ku diravên min tunebûn.
Hefteyek derbas bibû. Min dîsa qesetoreyê ji bîr kiribû. Nivîserê batariyayê gazî min kir û go:
-Mehkemeya te heye. Divê tu aniha biçî mehkemeyê.
Her çiqas min qesetore ji bîr dikir jî wan çend rojan carê dixist bîra min. Min ji nivîser re go:
-Xêr e!? Mehkemeya çi!? Nivîser:
-Mehkemeya qesetoreya ku te şikandibû?
Min kaxiz ji dest nivîser girt û berî ku herim, sê panot diravên ku li ser min bû, min bir bi emanetî da hevalekî xwe û ez çûm mehkemeyê.
Di jiyana xwe de cara yekemîn bû ez derketibûm pêşberî dadger û dozgeran. Di salonek bilind de dadger û du dozger ji bo wê qesetoreya ku şikiyabû li bende min bûn. Ez bi sekna asasî ya leşkerî çûm pêşberî wan.
Dadger hima bi hêrs ji min re go:
-Tu çima cirma qesetoreyê nadî? Ev cirm bo xisardayîna alavê tawûrê li te hatiye birrîn!
Min ji dadger re go:
-Fermandarê min, piştî em ji tetbîqatê vegeriyan cemseya ku em lê siwar bûn, ajot ber konê tawûrê! Fermandarê cemseyê ferman kir ku em peya bin û min dema xwe ji cemseyê xwe citî xwarê kir, qesetoreya min ket ber lengera deriyê cemseyê û ez ser serî pê ve aliqîm. Qesetoreya min şikiya û kalana wê kupiya. Paşê qesetoreya min lehîm kirin, kalana kupiyayî rast kirin û dan min. Niha jî ez bi wê qesetoreyê me. Aniha ew ciyê şikiyayî bes piçek wek birînekê xuya ye. Îja ku di wê tetbîqatê de tiştek bihata serê min û ez bimirama gelo kesî dê heqê xwîna min bida malbata min an na? Û ne ku ez cirmê nadim, diravê min tunene ku ez vî 13 panotî bidim.
Li ser van gotinên min herdu dozgeran stuyên xwe mîtroyekê ber bi dadger ve dirêj kirin û bi pistepist şêwirek di nav hev de kirin û dadger gazî herdu leşkeran kir û go:
-Werin sax bikin ka diravên wî hene an tunene!
Herdu leşkeran binê bota min jî nihêrtin û gotin:
-Na dadgerê mini dirav li ser tunene!
Dadger:
-Nexwe ez ê di bergendî vê cir- ma diravan de cezayê zindanê bidim te! Wekî din gotinek te hebe bêje?
Ji nişka ve mehkemeya sîvîl hat bîra min û min go:
-Ez dixwazim di mehkemeya sîvîl de bêm darizandin! Wekî din ti gotinek min tuneye!
Dadger:
-Çima!? Ma baweriya te bi dadweriya leşkerî tuneye!
-Ne ji ber baweriyê lê ez dixwazim li wir bêm darizandin!
Dadger:
-Temam derkeve.
Piştî mehkemeyê 10-12 rojan dîsa min qesetoreya xwe ya şikiyayî ji bîr kiribû. Êdî vêca mehkemeya sîvîl gazî min kir. Ez bi çar leşkeran re birim mehkemeya sîvîl.
Dadger li dosyeya min nihêrt û tew li min nenihêrt û go:
-Çima vê cirma qesetoreyê nadî!
Mesele çawa qewimîbe min bi heman awayî ji dadger re jî gilî kir û go:
-Birêz dadger, piştî em ji tetbîqatê vegeriyan cemseya ku em lê siwar bûn, ajot ber konê tawûrê! Fermandarê cemseyê ferman kir ku em peya bin û dema min xwe ji cemseyê xwe citî xwarê kir, qesetoreya min ket ber lengera deriyê cem- seyê û ez ser serî pê ve aliqîm. Qesetoreya min şikiya û kalana wê kupiya. Paşê qesetoreya min lehîm kirin, kalana kupiyayî rast kirin û dan min. Niha jî ez bi wê qesetoreyê me. Aniha ew ciyê şikiyayî bes piçek wek birînek xuya ye. Îja ku di wê tetbîqatê de tiştek bihata serê min û ez bimirama gelo kesî dê heqê xwîna min bida malbata min an na? Û ne ku ez cirmê nadim, diravê min tunene ku ez vî 13 panotî bidim.
Dadger wekî din tiştek ji min nepirsî û go:
-Derkeve!
Leşkeriya min xelas bibû. Sala ku xilas bibû na, salek piştî wê… Havîn bû… Me li gund genimê xwe bi dasê diçinî. Keyayê gund hat û go:
-Qewet be, berket be ji we re! Bavê min go:
-Xêr hatiyî, silamet bî keya! Xêr e keya, te vê germê xwe li me girtiye û tu heta vir hatiyî!?
Keya:
-Êra ez jî nizanim xêr e, nexêr e. Şaxa leşkeriyê ya vir gazî lawikê we dike. Min go ez haya we pêxim!
Bavê min û keya ji min bêtir meraq kirin ku bo çi gazî min dikin. Bavê min go:
-Kurê min here lê dereng nemîne. Divê em genimê xwe zû ji bin dest û pêyan derxin.
Ez çûm… Min li deriyê berpirsê şaxa leşkerî ya navçeya me da û ez derbasî odeya wî bûm. Berpirsê şaxa leşkeriyê li min nihêrî û go:
-Himmmm… Xêr e, çi dixwazî!?
-Tiştekî naxwazim, we ba min kiriye, ez nizanim mesele çi ye!
Nivîser lênûskek reş û mezin anî li ber berpirs danî. Berpirs rûpelên lênûska mezin qeliband, qeliband û ji nav rûpelekê kaxizek derxist, da ber xwe û gazî min kir:
-Were, vir îmze bike.
Ez ber ve çûm û min go:
-Ev çi ye, bo çi ez îmze bikim! Ka ez bixwînim çi ye ev!
Berpirs:
-Doza qesetoreyê ye?
Salek bihûrîbû ku min leşkerî xelas kiribû. Min qesetore ji bîr kiribû. Min jê pirsî:
-Qesetoreya çi!? Berpirs:
-Qesetoreya te ya şikiyayî! Vir îmze bike!
-Ji kerema xwe re bide min ez bixwînim ka çi ye!
-Qey tu bi min bawer nabî!?
-Ne ku bawer nabim lê tiştê ez nexwînim û nizanibim çi ye, naxwazim îmze bikim!
Berpirs bi dengekî hinekî bilind kaxiz dirêjî min kir û go:
-A ji te re berata xwe bixwîne.
Min xwend û min îmze kir. Bi lez û bez ez ketim rêya gund. Bavê min tenêbû. Divê me genimê xwe bi dasê ji nav dest û lingan derxista…