MESUT ALP
Gelî xwendevanên hêja û delal, bi nivîsek din em dîsa bi hev re ne. Di van rojên dawî de mîna ku hûn jî dişopînin, meseleya nexweşiya Corona(Covid-19) li çar aliyê cîhanê belav bûye û dike ku gelek pirs jî bên bîra merov. Gelo ev nexweşî ji aliyê hin serdestan ve hate çêkirin û li cihanê hate belavkirin? Gelo ev şerek mîkro-bîyolojîk e yan na?
Gelo ji ber ku em gelek fîlmên komployan temaşe dikin, tesîreke mezin li me kirin? Yan jî mîna zanyariyek veşartî (ji ber ku di dîrokê de ev tişt bi rastî jî pêk hatine) di bîra hevpar a civakê de xwe bi cih kiriye û heta îro hatiye? Baş e, bi rastî
jîdi dîrokê de ev tişt pêk hatiye? Dema ku em li şerên kevnar mêze dikin, em dibînin ku li gelek keyatiyên Ewropa di dema şer de yan jî berî ku şer dest pê bike, bi zanabûn nexweşî dihatin belavkirin. Keya, berî ku biçe û wî welatî dagir bike, bi
destê hin sîxur û leşkerên taybet, goştê hin heywanên/ajalên nexweş davêtin nav ava bajêr an jî yek bi yek mirovên nexweş dişandin van bajaran ku nexweşiya xwe belav bikin. Bi vî awayî bajar ji hêzê dixistin û bi awayeke hêsanî bajar distendin.
Gelo ew şerên wusa balkêş tenê li Ewropa pêk dihatin? Na! Bi sedsalan bêrî Ewropa em zanin ev şerên dijwar li Mezopotamyaya kevnar pêk hatine û yek ji van şeran ê herî bi nav û deng Şerê Nisêbînê ye.
Rom têne Nisêbînê û mesele dest pê dike
Nisêbîn di kevne-dîroka xwe de bajarek gelek taybet û girîng e. Li bakurê Mezopotamyayê, di navbera çand û şarezayiyên Anadol û Mezopotamyayê de
mîna pir û rêyekê ye. Gelek rêyên bazirganî û di demên hemdem de jî yên leşkerî di vir de derbas dibin. Di demên hemdem de ji ber Çemê Bûnisra, yan jî bi navên xwe yên dîrokî Harmiş û Mygdonia, ji alî çandiniyê ve jî pirr bi bereket û dewlemend e. Gelek çavkanî dibêjin ku ji ber van dewlemendiyên wê, ereban navê Nisibis an jî Naşîpîna kirine Nasîbeyn, yanê du nesîb. Ji pênc hezar salan vir de, derheqê bakurê Mezopotamyayê de hûn devê kîjan pirtûka dîrokî vekin, bi awayekî navê Nisêbînê tê de heye. Ji dema Someriyan heta Asûriyan em zanin ku ev der bajarek navendî ye. Dema ku Îskenderê Zulqernêyn tê herêmê vî bajarî dike paytexta bakurê Mezopotamyayê. Her wiha ji bo Med û Partha jî ew wisa berdewam kiriye. Dema ku Rom tên herêmê, keya yan jî împaratorê Sasaniyan wan mîna tahlûkeyek mezin dibîne û dibêje ku ez wan nesekinînim an jî êrîşî wan nekim, wê di demek kin de bigihêjin sînorê welatê min û bajarên min dagir bikin. Bi vî awayî Şapûr an jî Şabûr ê keya an jî em karin bêjin împaratorê Sasaniyan, piştî zayîna Îsa di sedsala çaran de digire ser bajarê Nisêbînê.
Berî Şabûr gelek împarator û keyayan girtine ser vî bajarî û wî bi xwe jî çend caran xwe ceribandiye, lê kes bi ser neketiye. Vê carê Şabûr soz û peyman daye ku bêyî bidestxistina vî bajarî venagere welatê xwe. Di êrîşa yekem de jahrê dixe
Çemê Bûnisra(îro navê vî çemî bi tirkî kirine “çağ çağ”). Di eslê xwe de ev êrîşa yekem êrîşeke kîmyewî ye. Ji ber ku bêyî êrîşeke leşkerî, êrîşeke bi jahrê çêbûye. Lê bajar bi vê êrîşa jahrî serî natewîne û li ber xwe dide. Ji ber ku çend kaniyên
avê di nav bajar de hene, karin bê ava çem jî li ser xwe bimînin. Ên ku Nisêbînê ji nêz ve zanibin, dizanin ku hîna navê taxek bajar Taxa Kanîka ye û kanî hîna jî diherike(di nav erda mayinkirî de maye). Dema ev êrîş bi ser neket, Şabûr difikire
ku bendavekê li ser çem çêbike da ku aveke zêde bide hev. Armanca wî ew e ku piştî ku bendav tijî bû, bendavê birûxîne û bi qeweta avê bircên Nisêbînê xira bike. Ji ber ku bircên Nisêbînê bi nav û deng in û pir qewî ne. Bendav xilas dibe û av tê de kom dibe. Dema bawer dike ku ew av kare bircan xerab bike, fermana xirabkirina bendavê dide. Leşker fermanê bi cîh tînin û bendavê xira dikin. Av bi qewetek pir mezin li bircan dide û mîna ku hesab kiribûn jî bircan xirab dike. Lê
surprîzek/sersurmanek li bendî wan bû. Mor Yakûb ê serokê Zanîngeh û Dêra Nisêbînê, berî ku êrîşa Şabûr rûbide, şagirtên xwe û gelê bajêr dabûn hev ku tedbîrên xwe bistînin. Wek tedbîra duwem, li pişt bircên Nisêbînê, rêzek bircên din ava kiribûn. Avê rêza yekem xerab kir, lê li rêza bircên duwem ket û sekinî. Şabûr dema vê ecêbê dibîne hers dibe û êrişek mezin li dar dixe. Dema bi qewetek mezin hêrîş dike, gel pir ditirse û xwe ji ser bircan vedikşîne lê Mor Yakûb radije gopalê xwe û diçe ser bircan, li himberî dijmin disekine. Dua dike ku
xweda bê bi gaziya wan ve. Xweda bi mêş û mozan tê bi gaziya Yakûb ve û mêş û moz êrîşî hesp û fîlên Şabûr dikin. Bi vê êrîşê, qewetê Şabûr belav dibin. Şabûr pir hers dibe, şewirmendên xwe hemûyan dicivîne, dibeje “rêyekî bibînin ku em Nisêbînê bistînin yan na ez ê serê we hemûyan jêkim”. Piştî van gefan, şêwirmend
bi awayek lez li çareseriyan digerin. Bersiv ji şêwirmendan tê ku divê jiyana di nava bajar de asteng û zor bibe ku gel neçar bimîne û deriyê bajar veke. Ji ber vê jî divê em bajar tije dûpişk û mar bikin ku gel ji ber wan bike gazî û hawar. Heta vir, ev mesele wek qeydeke dîrokî û nîv efsane xuya dike, lê ji aliyê din jî hin rastiyên
herêmî jî hene.
Piştrastkirina şerê biyolojîk
Di sedsala 13an de erdnîgarzanek faris bi navê Yakût el-Hamevî di pirtûka sâru’l-
bilâd û ê din Zekerîyya Kazyînî di pirtûka Ahbâru’l- ibâd de behsa dûpişkên Nisêbînê dikin bê çawa kujdar in û koka wan ji ku tê. Li gor van pirtûkan Şerê Nisêbînê pirr dijwar derbas dibe û keyayê Sasaniyan fermanekê dişîne Îranê ku hemû mar û dûpişkên bi jahr ji wî re rêbikin. Li gor fermanê, gundek Şehrîzorê yê
bi navê Tayranhaş, bi dûpişkên xwe yî kujer bi nav û deng e, divê dûpişkên wir bînin. Axir, em dirêj nekin, bi hezaran dûpişkan dixin kûzan û ji keyayê xwe re bi rê dikin. Di van pirtûkan de navê keya Anuşiyan e. Bawer dikim tevlîheviyek di
navê keyan de heye. Wê demê serdest Şabûr e, erdnîgarnasên me nerast nivîsandine.
Jixwe ew ji împarator an ji keyayên xwe re dibêjin şehînşah, mezinê mezinan.
Em vegerin ser mijara xwe, piştî ku bi hezaran dûpişk û mar tên devê deriyê Nisêbînê, şehînşah ferman dide ku bi mencinîqan wan bavêjine nav bajar. Bi saetan li bajar dixin, çekê wan formek biyolojîk û zindî ye. Ji ber vê jî em vê êrîşê
mina êrîşek biyolojîk qebûl dikin. Bajar ji dûpişk û maran talan dibe, kes nema kare derkeve devê derî. Gel nema debar dike û deriyê bajar ji Sasaniyan re vedike. Nisêbîn dikeve…
Piştî vê êrîşê, Rom heta Newala Qurdîsê vedikişin û çîroka Darê dest pê dike. Ew
bela bimîne bo nivîseke din. Bi rastî dema cara yekem min ev qeydên dîrokî xwendin pir bala min kişand û min mitale kir ku gelo rast e yan na. Rojek ji rojan di kongreyeke bijîjkan de ez mîna mêvan hatibûm dawetkirin ji bo ku pêşkêşiyek
bikim li ser Mêrdîn û dîroka herêmê. Li wir jî min behsa vê bûyerê kir. Li wir camêrek ji wan bijîjkan jî li ser pêvedana mar û dûpişkan konferansek dida û mijara wî jî pêvadana mar û dûpişkên Nisêbînê bûn. Li ser cureyên mar û dûpişkan lêkolîn kiribû û dîtibû ku gelek cureyên wan ji aliyê endemik ve ne ji vê herêmê ne. Li vir min dît ku wek gelek caran, zanyarî û çîrok dîsa li hev rast hatin. Di çîrokê de her çiqasî valayî hebin jî bi awayekî têkiliya wan heywanên bi jahr û şerê li herêmê bi hev re heye.
Ti carî jibîr nekin, gelek serpêhatiyên di helbest û çîrokan de tên gotin sedî sed ne rast bin jî, li ser bûyerek rastîn hatine nivîsandin. Jixwe ji navî diyar e; serpêhatî! Xuya ye ku bi serê hin mirovan hatiye. Ji ber vê, ez carek din dibêjim ku guh bidin çîrokên dayik û bav û pîr û kalan. Van çîrokan bişopînin, wê gelek derî ji we re vebin. Mînakek biçûk bidime we; di navbera Nisêbîn û Qoserê de, li himberî Amûdê, girek bi navê Girê Kemaliyê heye. Li ser wê jî heykelek Atatürk ji keviran
çêkiribûn. Ji ber vê jê ra digotin Qerekola Kemaliye, ji ber ku cihek leşkerî bû, navê gir jî bibû Girê Kemaliyê. Lê min dixwest navê gir ê eslî fêr bibim. Ji ber ku gelek cih mîna Nisêbînê, bi çar-pênc hezar salan navê xwe naguherin, bi navekî merov kare nasnameya herêmê ya bi hezar salan ronî bike. Ez çi bêjim, mixabin kesî nizanî bû û bi neçarî min rewş qebûl kir. Rojek ji rojan, min li Miradê Kinê guhdar dikir; li çîroka Kerro û Kulik. Di nav eşîra Deqoriya, li herêma Amûdê derbas dibe ev çîrok. Harran û herêm hemû bi awayekî di nav çîrokê de derbas dibe. Di çîrokê de nêzî Amûdê navê girekî bi navê Girê Mogê derbas dibû. Li gor
tarîfa wî jî ev der divê Kemaliyê ba. Dema bi vî awayî min pirs kir, gelek mirovan ez rast kirim û gotin “Welleh rast e; car caran bav û kalên me ji vir re digotin Girê Mogê”. Mîna ku we dît xêjano, çîrok her dem di tariyê de mîna çirûskên agir rê
didine merovan; him ji bo xewn û xeyalan, him ji bo zanist û dîrokê… Çîroka min xweş, li guhdaran telaşek şebeş.