Fîlmeke bê senaryo û xelatgir: DEMA HESPÊN SERXWEŞ

MIRADÊ MIRADAN

Derhênerê kurd î gewre Behmen Qubadî (1969) di ciwaniya xwe de şahidî şerê Îran û Iraqê (1980 – 88) dibe û weke gelek kesan ew jî di vî şerî de xizmên xwe
wenda dike. Lewma tundiya şer û merivên ku li sînoran dijîn ango “xwe li sînoran wer dikin” timûdaîm bo fîlmên wî jêneger in. Qubadî, piştî karê wênegiriyê berê xwe dide sînemayê û gelek kurtefîlm û belgefîlman digire. Dema Hespên Serxweş
(2000), di warê sînemayê de yekem fîlmê Qubadî yê metrajdirêj e. Qubadî bi vî fîlmê xwe, gavake derengmayî lê serkeftî bo sînemaya kurdî diavêje ber bi sînemaya cîhanê ve. Herwiha bi vî fîlmê xwe di mîhrîcana fîlman a Cannesê de xelata “Kameraya Zêrîn” hildigire.

Dema Hespên Serxweş, li gundekî Îranê yê di quntara çiyayan de asê ku nêzî sînorê Iraqê ye hatiye girtin. Çîroka çar zarokên neçar ku di şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin vedibêje. Lîstikvanên ku di fîlm de dileyizin di rastiyê de jî xelkê wê herêmê ne û em dikarin bibêjin ku “jiyana xwe dileyizin”. Lewra mijara fîlm her çiqas sêwirîn be jî rastiya rastîn jî di xwe de dihebîne. Fîlm, bi sînematografiya xwe ya nûwaze û kêmqisûr û bi liv û tevgera kamerayê ku piştgiriya çîrokê dike tahmeke nedîtî û nebînayî dide bîneran. Çi ku fîlm xwedî
balkêşiyeke xwezayî ye; ev balkêşî vegotina dîtbarî ya fîlm, herikbariya çîrokê û geşedanên dramatîk jî diparêze.

Di “Dema Hespên Serxweş” de kameraya Qubadî dide pey şopa malbateke jar û xizan. Eyûb, xortekî nûgihayî ye û serlehengê fîlm e. Sê xwişkên wî û birayekî wî yê seqet ku ji hêla bedena xwe ve biçûk maye û nexweş e, heye. Rojîn, xwişka mezin e; teqrîben panzdeh salî ye. Navê xwişka din Amîne ye; di destpêka fîlm
de derheqê malbatê de agahiyên ewil em ji wê dibihîsin. Xwişka biçûk di fîlm de zêde naxuye. Ev xwişk û bira tevî ku di rewşeke zahf xerab de ne jî bi dil û can bi hev ve girêdayî ne û hemû jî di ber birayê xwe yê nexweş “Madî” re ne. Jixwe ev girêdan û xwedî derketin nirxeke kurdan e ku Qubadî xwestiye derxê pêş. Madî, wek kesek û karekterek di fîlm de xwedî cihekî girîng e. Ev karekter bi bêçaretî û kêmasiyên xwe – çi yên laşî, çi yên rûhî – bo dahatûyeke reşbîn timsaleke xurt e; lê karektera -keçika biçûk- Amîne, bi awirên xwe yên saf î bêguneh dibe timsala
dahatûyeke xweş û xweşbîn. Karekterên fîlm ku hewl didin xwe bi dara jiyanê ve bigirin nola hespên serxweş di nav berfê de diçikin û ji sir û seqema jiyanê rûyên wan diterike. Weku derhêner gotî: “hespên serxweş tînin bîra me.”

Destpêka fîlm

Eyûb û Amîne, piştî ku ji dibistanê derdikevin li sûka bajarokekî Iraqê dixebitin. Piyaleyên ku dê li ser pişta qantiran bi qeçaxî ji sînor bêne derbas kirin, ji bo ku neşikin li kaxiza dipêçin. Madî ji ber nexweşiya xwe tiştek ji destê wî nayê lê Eyûb û Amîne ji ber ku li mal aciz nebe wî li gel xwe tînîn. Xwediyên qantiran, ji bo ku qantir di şertên zor ê zivistanê de li ser piyan bimînin her tim vodkayê tevlî ava wan dikin lê dema ku esker erîşî kerwan dikin ji ber ku qantirên wan serxweş dibin, nema dikarin ji nav berfê derên; jixwe fîlm jî hinekî navê xwe ji vir digire feqet ên di fîlm de ne hesp lê qantir in. Belkî ji ber ku navê fîlm bêhtir helbestane
be derhêner weha kiriye. Di vê hingê de em ji Amîne dibihîsin ku bavê wan jî “qaçaxiya sînor” dike û diya wan di welidîna xwişka wan î biçûk de miriye.

Dema ku vegera malê tê Eyûb, Amîne û Madî li gel gelek zarokên din, di qamyonekê de ber bi gundê xwe yê li sînorê Îranê ve diçin. Çawa digihijin gund, dibînin ku bavê wan di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê bûyerê dê Eyûb neçar bimîne ku dev ji dibistanê berde û bo debara malê bixebite. Li gel vê, nexweşiya Madî jî her ku diçe girantir dibe û di demeke kin de neyê derman kirin belkî jî bimire.

Rojîn dizewice, Eyûb dikeve pey kar

Eyûb piştî lêgerînên kar, li gel qaçaxçiyên ku firaxan ji sînor derbas dikin dest bi kar dike. Lê dike û nake pereyên ku bo dermankirina Madî hewce ne, nikare top
bike. Çi ku ev kar gelekî zehmet e û heqdestê karkeran zû nayê dayîn. Eyûb, piştî ku çengê apê wî dişike, qantirê apê xwe digire û tevli kerwanê qaçaxçiyan dibe.
Dema ku ber bi sînor ve diçin, kerwan bi êrîşa eskeran ji hev belawela dibe û her kesek bi aliyekî ve diçe. Eyûb jî hewl dide ku qantirê xwe ji êrîşê rizgar bike. Lê gelo wê rizgar bibe?

Tevî hemû bertekên Eyûb, apê wan dixwaze Rojîn bide yekî ji Iraqê ku bi ‘emr ji Rojîn mezintir e û xwedî kom û kuflet e; bi şertê ku birayê wê Madî jî li gel be, Rojîn qiyma xwe tîne ku bizewice. Piştî ku Rojîn kar dikin û dibin, zava çav li Madî dike û ji soza xwe vedigere; di şûnê de weke nextê, qantirekî dide Eyûb û apê wî. Eyûb, Madî jî digire cem xwe û bêyî destûra apê xwe qantir ji mal direvîne; tevlî kerwana qeçaxiyan dibe. Armanca Eyûb ew e ku qantir bifiroşe û bo dermankirina Madî pereyan peyda bike lê dîsa dema kerwan di sînor re derbas dibe rastî êrîşê tê û kerwan di nav mij û moranê de ji hev belawela dibe. Lê vê carê Eyûb qantirê xwe rizgar dike û direve. Di sehneya dawî de em Eyûb û Madî jî li ser pişta wî, dema ku sînor derbas dikin, dibînin. Eyûb bi vê kirina xwe, him rolên ku lê hatine barkirin red dike û him jî sînorên xakeke ku bûye du felq bin pê dike. Ev sehneya dawî ya fîlm, di cenabê Eyûb û maltaba wî de dibe nîşaneya berxwedana
jiyanê ya xelkê kurd ku dê her berdewan be.

Taybetmendiyên vî fîlmî

Dema Hespên Serxweş, di zivistaneke xedar de bi girtinên kamerayê yên zor î zehmet balê dikişîne ser xwe. Nemaze bi girtina dîmênên fotografîk ên derdor û xwezayê atmosfera fîlm bi awayekî ciyawaz, bi me dide şîrove kirin. Qubadî di warê nîgarkirina rastiyê de vegotineke nîv rastî – nîv xeyalî tercîh dike ango di sînorên “rastîn – sêwirînê” de diçe û tê. Lewra heta ji destê wî tê mekanê fîlmên xwe naguherîne û lîstikvanan beyî ku kirasine din li wan bifesilîne, di gel hemî
rastiyên wan, fîlme xwe digire. Jixwe ji ber ku Qubadî ev fîlm bê senaryo, di çarçoveya “şahidiya kamerayê” de û bi lîstikvanên amator î ji nava jiyanê girtiye jî, vê yekê diselimîne.

“Di destpêkê de nebûna senaryoyekê bo derhêner di dema honakê de meydaneke fireh dihêle. Her wiha ev tercîha derhêner pê re pê re girtina belgefîlmekî tîne bîra bineran. Jixwe fîlm di çavpêketina ewilî de, bi girtina planên dûr î dirêj vê piştrast dike. Dema Hespên Serxweş, fîlmekî sêwirîner e ku ji lîstikvaniyeke jixweber teşeya xwe digire. Ji deqeyên ewil ve bîneran ber bi xeta “sînema –
rastiyê” ve dibe ku veqetîneke wê ya essehîn qet nîne.”1 Mercên xedar ê avhewayê, tenêtî, bêkesî û mijeke xembar î ku daymeqet hicûmî nava fîlm dike barê li ser milê derhêner û pê re dêrûniya me, hê jî giran dike. Di van şertan de kamera ji xeynî ku bibe “Şahid” dê tiştek nemîne ku bike. Di vê çarçovê de derhêner jî ji xeynî ku kameraya xwe biliv û tevger bike dê tiştekî neke ango nola
me bîner û temaşevan be.

Qûbadî, bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj “Dema Hespên Serxweş (2000)” destpêkir û ta roja îro nola gelek derhênerên mînîmalîst di fîlmên xwe de rê dide gelek hêmanên mînîmalîst û ev wek rê û rêgez ji xwe re neqandiye. Di navbera sînemaya mînîmalîst û sînemaya/ rastiya helbestane de cihê xwe girtiye. Çi ku ew jî nola gelek derhênerên mînîmalîst qedr dide dîtbarî, sadebûn, jixweberî, hîs û hestan. Bêhtir lîstikvanên amator tercîh dike û di lîstikvanan de jidilbûyînê / xwebûyînê, di çîrokê de jî li “janeke saf” digere ango yekcar dide pey şopa heqîqetê.