Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê derket. Di vê hejmara kovarê de mijara dosyeyê Osman Sebrî yê rewşenbîr e. Jiyana wî li Semsûrê dest pê dike û li Şamê bi dawî dibe. Xwedî fikreke sosyalîst e ku ev baş nayê zanîn. Jîneke zor û zehmet û berxwedêr… Osman Sebrî di vê hejmarê de hem bergê kovarê, hem dosyeya kovarê dadigire. Dosye bi keda Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Diken û Hêvî Sebrî ya qîza Osman Sebrî hatiye pê.
Bikaranîna ziman li ba xizan û dewlemendan
Mijara dosyeya borî ya kovarê statuya ziman û bikaranîna wê bû. Di vê hejmarê de jî ev nîqaş berdewam e lê ji aliyê ekonomî-polîtîk ve. Necat Ayaz ê lêkolîner bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve dide ber hev. Ayaz, mînakên dinyayê nîşan dide û bal dikşîne ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive. Di vî warî de Ayaz rexneyên muhîm li tevgera kurd a li bakur dike û pê re tespîtên girîng datîne.
Serhildana Agiriyê û Xoybûn
Ayhan Erkmen qala serpêhatiyên sosret ên malbata Ebasê Miho dike. Mala Ebasê Miho ji Elegezê ne, têne Dîgorê, beşdarî Serhildana Agiriyê dibin û paşê meseleye digihê ta bi zindanên Îranê. Di heman tarîxê de li benxetê kurdan bo kar û barên siyasî Xoybûnê ava kirine. Mehmet Bayrak ê lêkolîner jî qala girîngiya dîplomasiya Xoybûnê dike.
Du rîtuelên kurdan
Mesut Alp di vê hejmara kovarê de berê xwe dide tarîxa Mezopotamyayê û dikeve pey şopên deqan. Deq kengî û çawa derketiye holê? Insanan çima xwe deq kirine û di nav gelên herêmê de cudahiyên wê çi ne? Alp, bersiva van pirsan dide. Nivîs bi wêneyên rengîn ên Selmet Guler rengîntir dibe.
Rîtuela din Cejna Hinaran a Hewramanê ye. Îbrahîm Şadman li ser vê rîtuela Yarsanan nivîsiye. Cihê hinarê di baweriya Yarsanan de çi ye û çima wekî cejnek ango festîvalek tê pîrozkirin? Şadman, xwînerên kovarê di vê mijarê de serxwet dike. Uranus Alizadeh a wênekêş jî bi wêneyên xwe atmosfera festîvalê li ber çavan radixe.
Du Seîd û Lawje
Îsal du neferên muzîka kurdî ji nav me bar kirin. Du Seîd; Seîd Yûsif û Seîd Gabarî di navbera du mehan de wefat kirin. Zeyneb Yaşê, div ê hejmarê de li ser van herdu Seîdan nivîsî. Yaşê, bi berfirehî jînenîgariya wan, xebatên wan ên di warê muzîkê de û girîngiya wan a bo muzîka kurdî bi xwîneran nîşan daye.
Mela Mihyedîn jî ligel şopdarên herdu Seîdan, ligel Koma Lawje ya ku dixwaze muzîka gelêrî ragihîne ciwanan, ragihîne dahatuyê hevpeyvînek li dar xistiye. Çîroka avakirina Lawjeyê, armanc û hedefên wan ji aliye hersê endamên komê ve, bi sohbeteke geş têne ravekirin.