HEJMARA 18an DERKET!

kovaradilop_18

Em bi hejmara ewil a 2021an li pêşberî we ne…
Jixwe pirsgirêkên bi salan bûbûn gilokek, di sala 2020an de bi ser hemûyan de jî belaya şewbê hat. Divê meriv yekser bibêje ku êdî jîna insanan zortir e.

Çerxeke wisa ye ku barê şer, koçberî, xizanî û krîzan dixe stuyê çîn û gelên ‘bindest’. Heya ev çerxa xedar bizîvire, niyaza ‘xweş derbas bibe’ bêmane ye û ev yek di şewba îroyîn de zêdetir bêmane ye.

Insanên bêçare yên ku bi qedera xwe hatine hiştin, di nava vê rastiya tûj weke kêrê de wê çawa ji xwe re jiyaneke nû û bextewar ava bike?

Ev pirsa herî krîtîk a tarîxa mirovahiyê, bi qasî felsefeyê mijara çand û hunerê ye jî.

Li pêşiya mirovahiya ku ji 5 hezar salan hatiye û gihaye roja îroyîn, mirovahiya ku bo çareyê ji xwe re ‘xwedayên ewle’ afirandiye lê belê xwe biçûk kiriye tenê rêyek heye:

Têkoşîneke wisa ku ji siyasetê bigire ta bi hunerê, ji felsefeyê bigire ta bi çandê, di her warî de mirov û rizgariya civakî ya mirovahiyê esas bigire…

Girêdayî vê têkoşînê ye bê ka dê sala nû çiqas ‘nû’ be û saleke bextewar be yan na…

Ya nû jî, bextewarî jî bi têkoşînê…