Mela Mihyedîn
Zilam xwedî qabilîyet in û di gelek warên cuda de karên gelek serkeftî kirine. Ji dîrokê bigire heta felsefeyê, ji sîyasetê bigire heta wêjeyê di her alîyan de li pêş in. Di karên derveyî malê de û di karê malê yê teknîkî de serkeftî ne. Lê gava karê rojane yê malê tê holê ew jêhatîbûna zilaman (ne hemû) diçe û li şûnê şepirzetî û bêxîretî dimîne.
Şepirzetî û bêxîretîya zilaman him di jiyana rojane ya malê de û him jî di mîtolojîyê de derdikeve pêşberî me. Mîtolojî carna pesnê zilaman dide û wan derdixe ezmanan û carna jî rexneyên tûj li wan dike û wan dixê binê erdê û carna jî wan binax dike. Ev şepirzetî û bêxîretî di gelek cihan de xwe nîşan dide.
Jîyana insanan a rojane ji du alîyan pêk tê. Yek karê derveyî malê ye û yê din jî karê malê ye. Her çiqasî li cihekî an jî di makezagonekê derbas nebe jî jin û zilaman ev her du kar di navbera xwe de parve kirine û ev ji niştehcihbûna insanan heta niha bi vî awayî hatîye. Karê malê bûye para jinan û karê derveyî malê bûye para zilaman. Her du jî li ser karên xwe xwedî kontrol in û kesek têkilî karê yê din nabe. Bi sînorên kûr û dirêj her du alî ji hev hatine veqetandin. Tenê carna gava karê teknîkî li malê çêdibin zilam radibin kar dikin. Wekî din timî li malê paldayî ne.
Ji biçûkatîyê bigre heta zewacê di malan de zilam di karê malê de mûaf hatine girtin û kar nakin. Karê malê ji biçûkatîyê bigire heta mirinê tev di destê jinan de ye û ev yek wekî ristikekê ketîye stûyê wan. Helbet gelek sedemên wê hene lê hin jin ji vê rewşê pir qayîl in. Jin ji berbangê bigre heta çaxê xewê timî li kar in. Ji bo malê, ji bo zarok û hevjînên xwe tim dixebitin. Zilam jî heger li ser karê xwe bin dixebitin û heger li malê bin li pêşberî televîzyona xwe ne. Hin caran jî çavên xwe di telefonên xwe yê smart de digerînin.
Deranîna raza dilî
Di zaroktîyê de tixûb xistine navbera zilaman û karê malê. Ji ber van tixûban zilam ji karê malê dûr ketine. Sedema vê yekê dê û bav in. Ji alîyê dê û bavan ve ev yek tê kirin. Ji ber vê sedemê jî zilam di biçûkatîyê de hînî karê malê nabin û bi vî awayî jî mezin dibin. Dema temen pêşve diçe û mezin dibin meriv nikare ji nû ve kar hînî wan bike. Piştî temenekî û şûnde pêşveçûn pir zehmet dibe. Ji ber zehmetbûnê insanên mezin naxwazin xwe biguherînin. Guhertin karekî zehmet û dijwar e. Dema dar hîn şitl e meriv dikare bi rehetî wê darê bitewîne û şekil bidiyê. Lê dema dar mezin bû û hişk bû tu çi bikî jî ew dar nikare şekil bigre. Heger we şekil dabe darek delal dê mezin bibe lê heger we şekil nedabe darek xwaromaro dê mezin bibe. Ev heman rewşa darê ji bo mezinkarina zarokan jî derbasdar e.
Ji ber sedemên malbatî, fikrî, bavşahî û feodalîteyê zilam di hin alîyan de qels dimîne û pêş nakeve. Dev ji pêşketinê berdin li cihê xwe jî nasekine û timî bi paş ve diçe. Ev rewş tenê ne di karê malê de wisa ye. Di alîyê hezkirinê de jî wisa ye. Zilam nikarin rehetî raza dilê xwe eşkere bikin, nikarin gotinên evîndarîyê bibêjin û nikarin di nava civakê/civatê de bi zarokên xwe şa bibin. Ev kod bi hezar salan e him di hişê zilaman û him jî di hişê jinan de hatine neqişandin.
Li gel hevqas neyîniyan jî heger jin bixwazin dikarin bi awayekî zilaman biguherînin. Li ser vê meseleyê çîroka Melayê Bateyî û xanima wî mînakek baş e. Bateyî ji karê xwe tê û berê xwe dide malê. Xanima wî derî jê re vedike û xêrhatinê lê dike. Çawa Bateyî dikeve hundir xanima wî dest bi gazinda dike û dibêje: “Ez timî xizmeta te dikim, mala te paqij dikim, cilên te dişom, xwarina te çêdikim û li zarokên te dinerim. Tu helbestvanekî baş û jêhatî yî. Rojek tenê jî te ji min re helbest nexwendîye an jî te ji bo min helbest nenivîsandîye.” Bi vî awayî xanima wî gilî û gazindê xwe tîne ziman. Bateyî jî li ser vê rewşê hema di cî de helbesta xwe ya herî delal dinivîse û ji xanima xwe re dike dîyarî. Ew helbest “Qiblegeha Aşiqan” bû.
Zilam raza dilê xwe bi rehetî nikarin bînin ziman û fêdî dikin. Ev yek bûye meseleya mîtolojîyê jî. Hem di dînên semawî de, hem jî di mîtolojîyên herêma Pasifîk, Amerîka, Asya, Ewropa û Afrîkayê jî meseleya raza dil tim di dilê zilaman de veşartîye. Di van mîtolojîyan de piranî Îlah/Xweda pêşî zilam diafirînin. Cihê zilam xweş e. Li bihuştê dijî. Çi dixwaze tê pêşberî wî lê dîsa jî kêmasîya hin tiştan di dilê wî de heye lê newêre vê raza dil ji Xweda re eşkere bike. Lê Xweda bi her tiştî dizanin û ji her tiştî fam dikin. Dema zilam di xew de ye li gorî hin mîtosan ji parsûyê wî, li gorî hin mîtosan ji herîyê, li gorî hin mîtosên din jî ji dûmana tûtinê an jî ji kulîlkê jin tê afirandin. Dema dibe sibeh û zilam şîyar dibe û jinê li pêşberî xwe dibîne gelekî kêfxweş dibe.
Mêr ji nêza dimirin
Dema dayîk, xwişk an jî hevjîna zilaman ne li malê bin dest û lingên wan têne girêdan û her du lingên wan dikevin nava solekê. Zilam şepirze dibin û nizanin dê çibikin. Ji bo ti carî kar û barê malê nekirine çokê wan sist dibin û qeremên wan nagirin, aciz dibin, bêçare dibin û bêhnteng dibin.
Kesên fêrî karê malê nebûyî nikarin kar bi rê ve bibin. Ji ber ku zilam hînî kar nebûne û hînî çêkirina hêkan jî nebûne birçî dimînin û li bendî dayîk, xwişk û hevjînên xwe dimînin. Zilamê bixwaze hin tiştan bike û xwarinekê çêbike cihê mitbaxê dike cihê şer. Mitbax tevlîhev dibe. Ne xwarin çêdibe û ne jî mitbax paqij dibe. Havîrdor lewitî dimîne. Dema dayîk, xwişk û hevjîn vedigerin û halê mitbaxê dibînin aciz dibin, têra zilam jî dibêjin û bela xwe li wan jî didin.
Heger rojekê jin ne li mal bin û ji bo demek dirêj ji mal herin cihekî din hema bêje zilam dikevin ber sikratê. Ew mala medenî û paqij diçe û dikeve şûna malên berî û malên xwendekaran. Firaq nayên şûştin, cil nayên şûştin, çop nayên avêtin… Ev rewşek pir sosret e. Dema em li dinyayê dinerin aşpêj û şefên herî serkeftî zilam in. Li gelek restorantan yên xwarinê çêdikin zilam in lê dema mesele dibe xwarinên malê rewş diguhere.
Ev mijar di mîtolojîyê de jî derdikevin pêşberî me. Di mîtoljîyan de jî zilam ji çêkirina xwarinê fam nakin. Mînaka herî balkêş di mitoljîya Înkayan de derbas dibe. Mît wiha ye: “Pachamac îlahê herî mezin e. Pêşîya wî ti îlah nebûn. Xwest insanan biafirîne. Pachamac ji herîya sor jinek û mêrek çêkir û ew şandin ser rûyê dinê. Pachamac xwe ji bîr kiribû û xwarin nedabû insanan. Dema tê bîra wî û vedigere dibîne zilam ji nêza mirîye û bûye komek hestî. Jin sax maye. Bi kêrî xwe hatiye. Xwarina xwe çêkiriye û xwariye. Jin bi demê re qelew jî bûye. Pachamac piştre zilamekî din diafirîne û wî dike bin kontrola jinê. Bi saya jinê zilamê duduyan ji birçîbûn û ji mirinê xilas dibe” Mixabin mîtolojî jî bela xwe li zilaman dide û behsa şepirzetîya wan dike.
Di mîtolojî de jî zilam bêxîret û şepirze ne. Di çîrok û di dîrokê de jî ev şepirzetî dewam dike. Di çîrokan de û di dîrokê de zilam timî li derve ne û diçin nêçîrê. Jin li malê ne û bi karên malê ve mijûl in.
Di dîroka kevin de di dema insan koçber bûn, karê zilaman nêçîr û karê jinan komkirin bû. Her daîm nêçîr bi dest nediket lê komkirina tiştên din timî çêdibû û bi saya jinan malbat ji birçîbûnê xilas dibûn. Di dîrokê de cara pêşî çandiniyê bi destê jinan dest pê kir û bi saya wê insan bipêş ketin. Insan ji birçîbûn û ji mirinê xilas bûn.
Helbet zilamên ji karê malê fam dikin jî hene, yê tenê ji karê malê fam nakin ne tenê zilam in. Helbet jinên ji karê malê fam nakin jî hene. Çi jin be çi zilam be bi perwerdehîyek baş her du jî dikarin karên baş û serkeftî bikin. Bi perwerdeyek baş her du jî dikarin hem karê malê bikin û hem jî di karê derveyî malê de xwe bi pêş bixin.
Di perwerdehîyê de hin qaîde hene. Yek ji wan ev e: “Perwedehî di zikê dayîkê de dest pê dike û heta nefsa dawî didome.” û ya din jî ev e: “Perwerdehî bi gavên biçûk dest pê dike.” Îcar gerek meriv gava zarok biçûk in wan perwerde bike. Divê meriv wan hêdî hêdî û bi gavên biçûk fêrî jîyanê bike. Ji bo jîyanek wekhevî, bi edalet, bi aştî û bi hevkarî divê zarok bên fêrkirin. Dema bi vî awayî zarok perwerde bûn çi zilam bin û çi jî jin wê bikaribin bi rehetî debara xwe bikin. Her du wê bikaribin jîyanek rehet bijîn.