Dr.Ömer Uluçay
Şewat, peyveke rast e û mecaz e. Şewat; agir û dûman e, koz, komir û xwelî ye. Şewata dil, di hundir da ye, bê dûman e, li rûyê însên xuya dibe. Êş, şewat û jan bi hev ra ne. Nexweşî, nesaxî, bêaramî tevlîhev in, ewna qismekî bedenî û ruhî ne. Şewat; bi agir, tiştên fizîkî, kîmyewî; bi tiştên avî û hişkayî dibe. Ango tava rojê, bomba atomê, jara xazê, agir dibin sebebên şewatê. Lê gotina me şewata cismanî/bedenî ye. Şewata bedena însanan di şeş derecan da tê dabeşkirin, li soraxîyê ta komirbûnê. Gorî sebeban şewat, ji hev tên cudakirin. Xuya dibe ku şewat; bedenî-cismanî, kesayetî- civakî, parikî-tevahî, giran û sivik e.
Dawet, tê du wateyan. Yêk ya şahî û xwarinê ye; gurmîna dahol û fîqîna zirnê ye, dîlan û govendê ye, nan û zad e. Ya din; bangînî, hawarî, beyanî ye. Nebî, însan dawetî dînê xwe dikin, daweta lihevkirina civatê dikin, rêya rast dinimînin, dawetî hevkariyê alîkariyê dikin. Însanên kamil, alim, zane jî guhdaran dawet dikin, şîret dikin, rê û risman datînin. Bona pêşerojan xebat û tevgerê, têkoşînê dixwazin. Bi yekbûnê, civat xwedîhêz dibe, mesele çareser dibe, ‘çilk tasê, pere dînar temam dike”.
Şair, nûser, mamosta Receb Dildar1 bi navê Leqat2 romanek rastinî-civakî weşandî ye. Roman, qala gund û gundiyên der-dora Amedê dike. Serboriya sed salên dawî ya(qurnê bistan) jiyana kurdan dide nasîn. Ev sedsal, bi bûyer û guherînan tijî ye; raperîna Şêx Sêîd Efendî, şewitandina gund-çiya û daristanên Amedê û dor-hêlan, qaçaxî, eşqiyatî, dizî, talan, koçberî di vê demê da ye. Belengazî, birçîbûn, bêkesî, mirina bêwext di vî zemanî da ye.
Leqat, bi Şewat’ê dest pê dike (r. 9-16) û bi daweta Cemîl Hêja dawî dibe. Roman bi zimanekî zelal hatiye nivisîn, bi bûyer û bi navê kesan, tiştan tijî ye. Jiyana kurdan di numûneya Mala Hesê da (Hesê Karazî; ji mala Mistefayê Evdî, li gundê Karazê (giredayi Licê, nêzî deşta Fîsê) tê berçavan.
Destpêkeke helbestî
Receb Dildar, bi rûbarkirineke edebî, bedew dest pê dike. Di rûpela yekemîn da, bi temsîla pela ku ji darê diweşe, însên li xwe vedigerîne, dixwaze ku hêdî û bi fam bixwînî, bimeşî. Lê ew gotin ne pexşekî ye, rûpel serûbin wek helbestê ye. Ev herdu bendên helbestkî di rûpelên 9 û13-16 de cî girtine.
1 Berhemên Receb Dildar:
-Kewê Canê (helbest, Weşanxaneya Hîvron, 2003)
-Şikefta Xwekuştinê (çîrok, Weşanxaneya Avesta, 2008)
-Li Dû Xezalekê (Çîrok, Weşanxaneya Ava, 2011)
-Kitana Spî (Çîrok, Weşanxaneya Nûbihar, 2015)
-Leqat (Roman, Weşanxaneya Dara,2018)
-Dojeh (Çîrok, Weşanxaneya Dara,2019)
2 Receb Dildar: Leqat, Dara Yayını, Diyarbakır, Enes Basın Yayın Mat. İstanbul, 2018,184 s, 13.5 x 21 cm (Karton kapak, Saziya Bergê:Fewzi Bilge, Kürtçe-Roman)
Hesê, li ser dara tûyê ye, tilî li ser têtik e, bi ronahiya agir, her tişt li ber çava ne. Însaniyeta mêrê camêr lê xuya dibe, fermandar dibexşîne dê û bavan e. Agir bi xanî û dil ketî ye, her tişt şewitî ye, bes umîdî, bawerî û xîret, berxwedan maye. Ewna jî di dilê Hesê da zêde ne, kêmasiyên xwe li dîwanên zaneyan tijî dike. Hesê, ferqa ronahî û tariyê baş fam kiriye. Zane ku mifteha filitînê ‘xwenasîn’ e. Her ku xwe dinase, agirê dilê wî geş dibe.
Hesê talibê ilm û huneran e, cotkar e, dermankar e, hostayê lêkirinê ye, endazyar e, neçîrvan e, erd-dar-darîstan nas e, masîvan e, şervan e, tifinga wî parek ji canê wî ye. Hesê xwedî xuçk û bira, malbatek giran, mêrê du jinan, xwediyê keç û lawan e. Hesê xwediyê keriyê mêşin e, siyarê şeşperê û cirîtvan e, kekê Mihemedê Porsor e, canfedayê pismamê xwe Elî ye. Hesê, di ceribandinên giran da derbas bûye, di qeza tirafîkê da emrê têrî tijî temam bûye. Hesê ji malbatê ra hîmekî însanî û dîrokî ye, qantî ye. Hesê dibîne xewnan û dikeve xeyalan, dibe xwediye hest û hewlan e. Hesê, xwedî şîret e, gula dîwan û civakan e. Qebra Hesê, ji malbatê ra bûye ziyareteke giran e.
Receb Dildar; xaniyên gund teswîr dike, hemû yek qat, nizm, xirbe ne. Bax û baxçe, çiya û newal, gol û k̍anî, xanî û şikeft, Çemê Saçûlyê, Bedena Amedê, gund û bajarokên dorhêlê bi hev ra girêdane. Gund, ê axa, beg û şêxan e. Dema li gundekî nakokî-nerazîbûn hebe/derkeve, bar dikin gundekî din e. Bi her babetî tim têkoşîn e.
Receb Dildar, gelek tiştên folklorîk; jiyana nav malê, ser-seke, rabûn rûniştin, serşo, kincşo,
mêvandarî, alikariya civakî, çêkirina xwarinê tarîf û tesbît kirine.
Neviyek li pey şopa kalikê xwe
Dawet: Leqat, kilama-çîroka Hesê, kurrên wî û jinên wan in. Di dawiya berhemê da axaftvan torinê wî Cemîl Hêja ye, li ser şopa k̍alê xwe dimeşe.
Pêşkêşvan; Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî, bi navê xwe yê rojane Hêja ye. Qala dorpêçkirina vê xebatê dike:”Herkesê li vê derê bi awayekî digihe Hesê Karazî. Min xwest ez xebata xwe ya li ser malbata Hesê Karazî nîşanî we jî bidim. Lê ez li ser hemû malbatê nexebitîm, li ser kesên ku navê wan Hesê û Cemîl xebitîm.”(r. 168)
Cemîl Hêja, gotin û mînakek k̍alan, ya manzûm ku Fehmî Bîlal nivisîye ji guhdarên malbatê ra dixwîne. Ew mijara “Gilîyê Daran û Bivir” e (di wejeyê da ew tarza, “teşhis û întaq”- “fabl” tê nasîn).
Dar, bi padşayê Daristanê re gilîyê bivir dikin:
-Bivir koka me dibirre, hersal tê me qirr dike. Çareyekê bibîne.
Padşê daristanê dibê:
-Destikê bivir ji we ye. Destik ji we be, ê weha bibe. Heger ku destik ne ji we be, bivir li we tu zorê nika bike. Herin bi yekbin û bifilitin, azad bijîn.
Cemîl bi vê mînakê ya dilê xwa dibêje, rê dide nasînê û dawetî yêkîtiyê dike. Ew dermanê derdê herî mezin e.
“Ev mesela Kurdan e Derdê serê derdan e
Hinek heramzade ne
Hinek nankor ewlad hene
Heta Kurd destgir û piştgirên neyar bin
Her tim dê di bin nîr de bêçare û belengaz bin”.
(Fehmî Bîlal, r.170)
Di romanê da, di çend deran da qala Fehmî Bîlal tê kirin lê danasînek berçav nîne. Cemîl hestên lêkolînê beyan dike:
“Her ku min kola, rastî bîrên bêbînî hatim. Min kîjan rûpela dîrokê diquliband rastî xwînê dihatim, rastî hovîtî û zilmê dihatim. Hesê Karazî jî di nav de, hema bibêje tu kesî nexwendiye(r.172). Ez bi serê derziyê li ronahiyê geriyam. Hêvîdar im hinekî bi ser ketibim. Kolana bîrê êdî ji hêz û qeweta min derketibû. Loma min biryar da ku ‘bav bi bav herim’, yê herî dawîn çûm lê sekinîm Hesê Karazî bû. Min xebat bi Hesê Karazî bi dawî kir. Hêvî dikim bigihînin kalikê me Evdî û yên jê wê de” (r.173).
Cemîl, bûyer û serboriyên kesan wek leqatê ji extîyarên malbatê topkirine.
Dêya Cemîl ji Behra Reş e, tirkê laz e. Hêja dibê: “Melez têm dinyê. Dêya min bi tirkî diaxive, lewra bi zimanekî din nizane. Lê bavê min dikeve rikê, tu carî dev ji kurdî bernade. Dixwaze ez wek kurdekî mezin bibim”.
Ev gotina Cemîl, asîmîlasyonê baş tarîf dike û dibe mînak. Ceht û rika bavê, Hêja diqulubîne kurdewariyê. Bi çûn û hatina welêt, Hêja ji welêt hez dike, hîn dibe, nas dike. “Damara asê ya Hesê Karazî gihîştibû min jî. Ji Stenbolê bi rê ketim û ez çûm, bi dû şopa Hesê Karazî û kalikê xwe Evdî ketim(r.176). Ez êdî ne Hêjayê berê bûm. Li hemberî neheqiyan, min berê xwe da rêya heq. Li hemberî tariyê, min berê xwe da ronahiyê” (r.176).
Hêja dibîne ku dîrokeke veşartî heye, lazime ku were parastin û nivisîn. Di gerra Amedê da Hêja dikeve xeyalan:
“Gav bi gav li dû cih û warên bav û kalên xwe geriyam. Ez di nav dar û keviran de, li ruhê xwe geriyam, li rastiya xwe vegeriyam. Bi nav baxçeyê Kaniya Poxinga ketim, bi Hesê Karazî re meşiyam. Çûm ser kaniyên av jê vexwaribûn, min jî heman wek wan kulm bi kulm av jê vexwar, tîna xwe bi avên hênik şikand. Heman wek Cemîlê Hesê dikir, di nav baxçeyê Hesê Karazî de min jî destê xwe dirêjî mişmişên zerê deqdeqî kirin, min ji fêkiyên Baxçeyê Hesê Karazî tahm kir. Di Çemê Saçûlyê de bi kalikên xwe re çûm nêçîrê, bi dû seyên avî ketim. Li ser girê Încebaba, bi wan re li ser sifreyên bi goşt û savar rûniştim, min ji heftê û du miletan re dua kir. Çûm, li ser Qîşê Eliyê Evdo, li wargehên wan mêrxasan, min li kilama “Mihemedo” guhdarî kir. Di rojeke sar û seqem de çûm ber Gola Aş, bi dû şopên Porsor ketim. Di nav goristanan de, li kêlên ber serê wan geriyam. Emrê min ê berê êdî ji min re gelekî xav dihat, ez ji halê xwe yê niha gelekî kêfxweş im”(r.178).
Hêja bi eşq û xeyalên li welêt bi şopa Hesê ketiye, di wan xeyalan da bes li aliyekî nêriye; zilm û zordarî neditiye, rastî gasp û talanan nehatiye, bi “lawikê azib jin berdan hêsan hatiye”.
Cemîl; hişyar bûye, li koka xwa vegeriye, li rêzeçiyayên Amed û Qerecdaxê nêriye, hesreta Dewrêşê Evdî di dilda cih girtiye, Evdê Milhum ku li sînoren Kurdistane rim geriye, hêviyên xwe bi lêv dike: “Ez ê herim li ser bircên Amedê li hilhatina rojê temaşe bikim û dilê xwe pê şa bikim. Ez ê hilkişim Çiyayê Qerejdaxê di nav şopên Dewrêşê Evdî de li evîna Edûla Mîrê Milan bigerim. Ez ê herim. Ne bitenê, werin em herin. Em herin welatê Hîvika Zêrîn ji nû ve şên bikin. Em berê xwe bidin ronahiya roja zêrîn û tariya li ser dîrokê ji hev belav bikin. Lê ez êdî dixwazim bi dengê kurdî hişyar bibim û bi awazên Kurdî bijîm. Ji bo min êdî navê jiyanê ev e”(r.180).
Axavtina Hêja gulbarîn e. Ew jî hunera nûser Receb Dildar e.