helbestvanekî komunîst û welatperwer: QEDRÎ CAN

Rêdûr Dîjle

Ayhan Erkmen

Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet

İsmail Dindar

Enwer Karahan

Hêj xortekî çarde salî ye ku şahidiye serhildanekê dike; serhildana Şêx Seîd. Piştî têkçûna wê serhildanê neçar dimîne ku derbasî binxetê bibe û heya dawiya emrê xwe nema kare vegere li Dêrika Çiyayê Mazî ku her bi hesreta wî ve ye. Şahidiya wê têkçûnê jî ne şahidiya dawîn e. Heya dawiya emrê xwe dibe şahidê gelek têkçûnên miletê xwe.  Loma kesera gelê wî ji dilê wî qet kêm nabe.

Ligel ewqas têkçûnan, ji dûrî be jî, dibe şahidê şoreşeke bêhempa jî. Şoreşa Sovyetê jî di dema xortaniya wî de pêk tê û tesîreke mezin lê dike. Dibe hilgirê fikrê Marksîzm û Lenînîzmê û rizgariya gelê xwe ji vî fikrî cihê nabîne. Bi sekneke enternasyonalîst bo gelê xwe her hewl dide. Wisa bêsekn û bêhedar e ku bi vî fikrî, bi helbesteke xwe wiha bang li gelê xwe dike: Niştiman birîndar e/Li ber çavan sêdar e/Wextî eşqane niye/Wextî mestane niye.

Heke em sala îsalîn li pey xwe bihêlin, tevde dibe 50 sal ku Qedrî Can ji nav me bar kiriye. Loma me jî, dosyeya vê hejmarê ji bo yadgariya wî veqetand. Ayhan Erkmen û İsmail Dindar li ser serpêhatiya wî, Rêdûr Dîjle li ser çîrokên wî, Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet li ser helbestên wî, Enwer Karahan jî li ser hesreta wî ya bo Dêrikê nivîsîn. Em hêvî dikin bi vê çarçoveyê ev dosye bike ku Qedrî Can ji hemû aliyan vê bê nasîn û bê fêmkirin.