Bîra gel, neferê îspatê…
Komara Tirkiyeyê ku di 29ê Cotmeha 1923an de hat damezrandin, ligel hemû wehdên berî wê, civakê di nava kevaneka netew-dewletê ya bi ‘tirkîtiyê’ hatî pênasekirin, heps kir. Rastiyên netewî, çandî yên cuda, ziman tune hatin hesibandin. Komara bûrjûwaz ku ji aliyê tarîxî ve qonaxeke li pêş e, ligel serdestiyeke tund a çînî û dijminahiya kedkaran, hewl da ku bi polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û neteweperestiyê bi rê ve biçe lê krîza vê yekê her rû da. Rewşa îroyîn li holê ye. Dihat angaştkirin ku bi komarê re çîna bilind a siyasî ya olperest hat tesfiyekirin, lê gava meriv li îqtîdara îroyîn mêze dike meriv dibîne ku ev angaşt ketiye haleke îronîk.
Kurd jî her hatin înkarkirin. Li van deran hesabên siyasî yên hegemonîk tim li ser ‘nebûna’ kurdan e. Peyva xêrxwaz a weke “kurd hene” jî rastiyê naguherîne. Di mercên îroyîn de yek bibêje “Kurd hene lê kêşeya kurd nîne”, ew bi awayeke din înkara kurdan didomîne. Gavek maye ji sedsaliyê re û rewş ev e.
Di stûyê kurdan de ye dîsa hebûna xwe ya civakî-siyasî û nasnameya xwe ‘nîşan’ bide, xwe îspat bike. Hewldana ‘îspatê’ tenê ji têkoşîna siyasî pêk nayê. Tevî ziman, kultur, edebiyat, muzîk, folklor û tarîxê qadeke dî ya têkoşînê jî heye. Mehmet Bayrakê ku mijara dosyeya me ye, bi 50 salên nivîskariya xwe ku bo vê têkoşînê terxan kiriye neferekî ‘îspatê’ ye. Bîreke wisa ye ku ne tenê li cem kurdan bûye, li cem elewî-qizilbaşan, jinan, çînên bindest bûye. Bîra gelê xwe ye. Ya ew dike ne tenê qeyda nirx û heyberên kulturî ye ku bi prosesa tarîxî re geh berhev dibin û derbasî nifşên dîtir dibin, geh difelişin û ber bi windabûnê ve diçin.Ev jî tê de, berê xwe dide tarîxê û heke gotin di cî de be arkeolojiya kulturî bo meşa ber bi dahatûyê ve pêşkêşî xizmeta gel dike. Karekî mezin e, têkoşîneke mezin e. Spas bo keda wî.
Em hêvî dikin ku ev hejmar bi dilê we be…