Hevpeyvîn: Zelal Sahidenur Sarı

Çar sed sal berê xemgînî, hêvî, azadî û êşa kûr a ‘xulamên’ efrîkî wekî melodiyek ji zeviyên pembûyan ku ew lê dihatin xebitandin, li cîhanê belav bû. Peyva bluesê di çanda rojavayê Efrîkayê de tê wateya xemgîniyê û niha celebek muzîkê ye. Forma bluesê çerxa dubare ya rêzikên akordê ye û bi şêwaza “bang û bersiv” pirî caran ligel efrîkî û efro-emerîkiyan tê dîtin. Helbet ne tenê efrîkî êşa xwe di muzîkê de nîşan didin. Kurd jî mîna efrîkiyan; xemgînî, hêvî, azadî û êşa xwe li zeviyan, bi sedsalan e, bi dengbêjiyê radigihînin. Gava bala xwe didin hestên hevbeş ên ku di vê muzîkê de xuya dikin, em dibînin ku hestên bindestên serdema xwe ne. Ev muzîk û kulturên ku nêzî hev in, bi xwe re şêwazek nû jî tînin pê ku jê re “bluesa kurdî” tê gotin. Em bi Ferît Sevîm re, ku bi vê şêwaza nû afirîneriyê dike, li ser rêwîtiya wî ya muzîkê ku weke zarokek li dîwanên dengbêjan dest pê kiriye, peyivîn.
Berî her tiştî, em dixwazin te nas bikin. Ferît Sevîm kî ye û kariyera wî ya muzîkê çawa dest pê kir?
Berîya 27 salan li Şirnexê hatim dinyayê. Di nav malbateke ji çanda dengbêjîyê de mezin bûm. Her malek ya sulaleya min wek dîwaneke dengbêjan bû. Di atmosferek wisa de evîna muzîkê di dilê min de şîn bû. Ev evîn her çû mezin bû. Çawa emrê min têra fêmkirina dinyayê kir û min tiştek ji xwe zanî, min giyana muzîkê li ser laşê xwe wergirt û min dest bi vê rêyê kir. Di demên dibistana amadehiyê de min amûra gîtarê naskir û min berê xwe da wê. Di serî de min dixwest ez bibim gîtarjenek jêhatî. Wî wextî ez guhdarekî muzîka rockê bûm. Min bi taybetî ji komên wek System Of A Down û Seetherê gelek hez dikir. Me bi çend hevalên xwe re komeke rockê jî ava kir û çend mehan em “underground” xebitîn. Piştî çend pirsgirêkên di nav me de derketî û ji bêderfetiyê koma me jî belav bû. Rojekê bi tesadufî ez rastî strana “Mannish Boy”ê ya Muddy Watersê hatim. Hingê min giyana xwe ya esil di wê terzê de dît û min bala xwe da bluesê. Min li ser xwend, ez ketim pey dîroka wê û giyana wê. Gelo wexta xwediyên vê muzîkê, ev muzîka nuwaze çêdikirin rewşa wan a civakî û dêrûnî çawa bû? Jiyana wan a rojane çawa bû? Ev muzîka gundî û koleyan çawa bû muzîka bajarî? Ev muzîk ji serî heta binî ji pêvajoyên çawa bihurî? Ez ketim pey bersivên van pirsan. Hingî ez digihîştim bersivekê min parçeyek ji xwe didît. Min xebatên amûra xwe jî li ser vê terzê kir. Piştî em hatîn sala 2014ê ku ez dest bi xebatên xwe yên profesyonel bikim, qezayek hat serê min û ez çend salan ji ber rewşa xwe ya tendirustî ji muzîkê dûr ketim. Piştî ez gihaştîm siheta xwe, min dîsa dest bi xebatên xwe kir û di sala 2019an de min çîroka xwe ya pêşî nivîsî: Xelîn. Piştî Xelînê, min 4-5 stranên me yên Botanê berhev kir û dest bi qeyda wan kir. Piştî qeyda wan qediya min dîsa dest bi nivîsîna çîrokên xwe kir û albuma xwe ya bi navê “Li Malê” derxist. Piştî albuma Li Malê, ji aliyê dêrûnî ve di rewşek xirab de bûm. Ew paşeroja me ya dijwar, dîsa xwe anî bîra min. Xeletî, kêmasî û bêziraviyên min di mejiyê min de bû wek çiyayekê. Min li dijî wan dest bi şerekî dijwar kir û bi sê çîrokan ez ji wan şeran serkeftî xilas bûm. Min navê wan çîrokan jî kir “Hêlm”. Wisa wisa jiyana min a muzîkê hat heta niha.
Têkiliya te û dengbejî berî muzîka blues çi bû?
Sulaleya min jiyînereke çanda dengbêjiya Botanê ye. Ez dikarim bibêjim her maleke me dîwaneke dengbêjan e. Dêya min dengbêj e. Dêya min ez bi kilaman mezin kirim. Ez hê zarokek li ber şîr bûm, bi awazên pehîzokan dirazam. Bavê min çîrokan dizane lê dengbêjiyê nake. Bi tenê carna di civatan de wan çîrokan ji me re dibêje. Ango têkîliya min û dengbêjîyê ji malbatê tê.
Teqlîdeke xirab wêvetir
We di prosesa lihevanîna muzîka rojava û kurdî de encamek çawa bi dest xist û we çawa biryarek wiha wergirt?
Muzîk beriya her tiştî bi giyana mirovî ve girêdayî ye li gorî min. Mirov çi tiştî bêhtir nêzîkî daxwazên giyana xwe bibîne berê xwe jî dide wî tiştî. Aliyeke min endamê malbateke dengbêj e, aliyeke min evîndarê bluesê ye. Ev herdu qad, her û her du aliyê giyana min bûn. Wexta min biryara bêşeke profesyonel dayî, min nedixwest ez ji çanda xwe jî dûr bikevim û min nedixwest ez ji muzîka bluesê jî veqetim. Min xwe bixwe got “Ez çima hestên xwe yên kurdî bi muzîka bluesê naynim ziman?”. Piştre jî min çîrokên xwe yên bi hest û motîfên bi kurdî danî li ser bingeha bluesê. Xelîn çiqas blues be, ewqas dengbêjî ye jî. Hilweşîn çiqas blues be, ewqas dengbêjî ye jî. Min bluesa xwe rasterast wek efro-emerîkiyekê çêkiriba, tişta min kirî ji teqlîdeke xirab wêvetir nediçû. Belê, blues stîlek e, rê û rêbazên wê teknîkeke wê heye. Lê wexta ew muzîk gihaşt te, divê tu reseniya nasnameya xwe jî danî li ser, da bibe blueseke kurdî. Helbet wexta tu îcraya xwe dikî divê tu ji rê û rebazên bluesê qet dûr nekevî. Lê divê “tu û xwe jî” di nav de hebin da em bikarin bibêjin “blueseke kurdî”.

Di çêkirina besteyan de çîrokek ku bandor li we kir heye?
Di her berhema min de çîrokek li ser min bandor kirî heye. Di rê de zarokeke bê ser û sercil ê min dîtî, dêyek bi zarokên xwe re li parkekê rûniştî, bavek li ocaxa komirê dixebite, êş û şahiyên civakî, rewşa derûnî, biryarek min dayî, rêyek ez pê ve çûme… Ez dikarim zêdetir bikim. Ango her rasthatineke di jiyana min de dibe çîrokeke straneke min.
Weke mînak ez ji we re behsa çîroka strana xwe ya bi navê “Rastî û Hêvî”yê bikim. Di demên zaningeha min a ewil de rojekê piştî dersê ez çûm marketekê ve. Çawa ez ji dolmîşê peya bûm, min li ber çopê jinikek dît. Zaroka wê li ber milê wê bû, destê wê li hewa, pala wê li dîregê bû. Ez ji wan derbas bûm, min du zarokên bê ser û sercil dîtin. Du sê qurîş pere ketibû destê wan, bi wê kêfxweşiyê çûn marketê ve. Di marketê de jinikeke qurre li wan nêrî û ji hevala xwe re got “Gelo çawa dihêlin ev afirîdeyên gemarok bên marketê ve!” Piştî dengê wê çûyî wan zarokan, ew zarok bi çavên bi hêsir ji wê marketê derketin, kêfxweşiya wan ma nîvco. Ew jî bû xemek û ket dilê min. Bi wê êşê ez çûm malê. Çend rojan ji malê derneketim. Paşê min dest avêt pênûsekê û min nivîsî: Ev dinya jehra me, hingiva xelkê ye.
Heft roj li mezelê
Li ser berga albuma we “Made in Mezela Doşeka” hatiye nivîsandin. Ev tê çi maneyê?
Wexta min çîrokên albuma xwe ya Hêlmê nivîsîn, ez çend rojan ji xwe re li sponsorekê geriyam. Min nedît. Hingê derfetên min jî wek hercarê kêm bûn. Min dixwest ez zû dest bi qeydkirina wan stranan jî bikim. Min ji xwe re amûreke qeydkirinê peyda kir. Ez li cihek ji dengan îzole geriyam û “mezelên me yên doşekan” hat bîra min. Li derdora min cihê herî îzole ew der bû. Ez jî çûm wê mezelê û min derî heft rojan li xwe girt. “Made in Mezela Doşeka” ji wir tê.
Niha çi xebat hene di destên we de?
Niha têra du albuman çîrokên min nû nivîsî hene. Ji ber şert û mercên ez niha tê de û ji bêderfetiyê nikarim dest bi qeydkirinê bikim. Çawa min derfet dît ez ê wan xebatan bigihênim guhdaran. Gotin û awazên hemûyan aîdî min in.
Em hatin dawiya pirsên xwe. Tiştek hûn lê zêde bikin, heye?
Hêvî dikim muzîka kurdî nebe qurbana kelecanên populîst. Mala we ava ji bo vê civatê. Di nav xêr û xweşiyê de bimînin.