Helbest: Uygur Orhan
Wergera ji tirkî: Reşo Ronahî
Ew roj nayê ta ku tu ranebî ser piyan
Xwîn naherike, ronî şewq nade, dest ji şeva tarî tê kêşan. Ewreke sekan
heye di hundirê min de şil û pil. Darbest giran giran, weke barek kevir.
Fîtikên notirvanan û pirêzebirr, kî diçiyê milê wî dikeve ber xîzarê,
rêya seferberiyê ya nan hevraz… Pirs li cem kî ye? Xwîn heye di
hundirê min ê şil de. Deraseyeke kêr-sar qerpeşû dike zeviyê. Pirs him
mermer, pirs him fosîl, pirs man û neman, pirs him derdê debarê…
Peyvek li awayê pirsa xwe digere.
Canê wê li bazarê ye, got diya min.
Ka karê min, xirxeyê min î reng-azad li ku ye?