MESUT ALP
Hejmar çi ne? Gelo hûn qet fikirîne? Çima hene? Navên wan bi çi esasî hatine danîn? An jî hejmarên olî hene yan na? Werin, kerem bikin em hinekî li ser van pirsan bisekinin.
Dema merov li dîroka mirovahiyê mêze dike, bê guman merov dibîne ku bi hebûna me û hejmaran teqabilî heman wextî nakin. Ji ber ku hejmar an jî hejmartin nîşan an jî delîleke jiyana kompleks e. Lê em dizanin ku mirov û mirovatiyê nêzî 2 milyon salan bi nêçîrvanî û berhevkariyê jiyana xwe domandine. Nebûna agir, nebicihbûn an jî em bêjin koçeriyê bi xwe re jiyana hêsan dianî. Ji ber ku mirovan ajal kedî nekiribûn hejmara wan ne pir giring bû. Zikê wan têr ba, besî wan bû. Ji ber ku bicih nebûbûn erd û zeviyên wan ên bên pîvandin jî tunebûn. Mîna ku me got, ev mesele li dor 2 milyon salan didome. Dîtina agir her çiqasî li dor 400-600 hezar salan hebe jî, em sedî sed nizanin bê ka hebûna hejmaran digihê kengî. Lê mîna tiştek ne ji rêzê Girê Miraza an jî Xerabreşk an jî Göbeklitepe gelek zanyariyan pêşkêşî me dike li ser hebûna hejmaran. Ev jî tê wê maneyê ku ev 11-12 hezar sal in ku hejmar bi îspat di jiyana me de ne. Helbet berî Girê Miraza jî em bi hin hejmaran zanibûn û Göbeklitepe an Girê Miraza encama vê zanyariyê ye, lê em nikarin niha vê hebûnê bi peyt an bi delîl bikin. Merov kare bêje ku ka bi çi delîlan hûn karin bêjin li Girê Miraza hejmar bi zanetî hatine bikaranîn?
1 erê, 2 ji ku hat?
Dema ku em li avahiyên Girê Miraza mêze dikin, du tiştên eşkere xwe nîşanî me didin. Yek ji wan tîpolojiya avahiyan, ya duyêmîn jî hejmara kevirê ku hatine bikaranîn. Dema merov bala xwe dide avahiyan, merov dibîne ku du kevirên(monolîtên) herî mezin di navendê de ne û li derdora wan jî 12 kevirên (monolîtên) biçûktir wan dorpêç dikin. Di vir de du zanyarî bi dest me dikevin. Yek; hejmara 2 û hejmara 12 teqez bi zanetî û bi giringî hatine bikaranîn. Hejmara “2” û “1”ê ez bawer im du hejmarên herî kevn in. Ji ber ku têkiliya mirovan bi hev re çiqasî zêde biba, hevcehiya nîşana tiştan zêde dibû. Dema ku merov çû seydê hewcehiya gotinên mîna “destê rastê, mirovek, du gamêş, berazek, rimek, du rim hwd.” hasil dibin. Ji ber vê jî yekser ji bo destekî, kesekî an kesekê hejmar hatine bikaranîn. Dûvrê jî merov ji bo hebûn û danasîna xwe jî pişta xwe dispêre hejmaran. Du çavên min, du guhên min, du destên min hwd. Ev jî bi xwe re zîhniyetek an jî ramanek li ser “cot an cotbûyînê” diafirîne. Yanê her hebûn û cota xwe divê. Piştî demek dirêj ev raman wê bibe sedema olên “dualîst”. Yanê du-xwedayî… Jixwe dema hûn li navê wê jî binerin, hûn ê bibînin ku navê “du” di gotinê de jî derbas dibe. Di zimanê kurdî de jî, ihtîmaleke mezin e ku mîna zimanê hindê, navê hejmara “2”yê ji koka “dîtin”ê tê. Di zimanê çîniyan de jî “2”, ji koka hebûna “du guh” tê. Mîna 2 çavên me, 2 destên me, 2 perên çûkan… Li asîmanan jî pêşî roj û heyv yanê dîsa “2” hatiye dîtin. Em pir li ser “1”ê nasekinin, ji ber ku “1” jixwe şexs bi xwe ye û bikaranîna “yek”ê wateya “hebûnê” ye.
Piştî “1” û “2”yê, hejmarek girîng û olî “3” ye. Di ola Îslamê de hejmara ku di bin navê “welleh-billeh-tilleh” de derdikeve pêşiya me, di ola Mesîhî de bi navê bav-law-ruh xwe nîşan dide. Lê divê em bêjin ku di teolojiya Îslamê de “welleh-billeh-tilleh” bi xwe delîla “tevhîd”ê ye, yanê sê caran yek xweda tê gotin. Koka vê hejmarê jî ihtîmalek mezin e ku “ez-tu-ew” an jî “roj-heyv-cîhan” e. Dema mirov diçin seydê dîsa “3” tişt girîng in; “ez-tu-seyd” an jî “ez-tu-xweda”. Wek mînaka dawî ez karim bêjim ku “3”, bingeha pergala “12-6-3” ye jî. Esasê pergala yan sîstema “12”, li ser “3”yan ava dibe. Ji ber vê jî esas e.
Li ser her hejmaran em karin gelek dûvdirêj biaxivin lê biborin, ji bo pirtûkek hewce ye. Ji ber vê jî ez ê hinêk serve û bilez qala hejmarên din bikim. Heta vir min hebek qal kir ku bingeha meseleyê zelal bibe.
Bêyomiya 13an
Piştî hejmarên “1-2-3″yan, hejmara sereke hejmara “4” e. Çar bi piranî ji bo salixdana 4 gewheran, yanê “ax-agir-hewa-av” tê bikaranîn, lê bawer im weke ligel şêniyên eslî yên Emerîkayê û li hin derên din jî, “4” ewilî ji bo terîfa “çar aliyan” hatîye bi karanîn: bakur-başûr-rojhilat-rojava. Ev pênasekirin ji bo mirovên kevnar tiştekî girîng bû. Çima? Ji bo wenda nebin, têr bibin, bidebirin û zêde bibin divê şopa xwe zanibin. Ji ber van sedeman, alî an hindav tiştên olî bûn.
Piştî “4”an dema ez qala “6”an bikim, divê ez pêşî qala “12”an jî bikim. Ji ber ku pir girêdayî hev in. Dema ku jiyana hevpar zêdetir bû, hukmê me insanan jî li ser xweza û ajalan zêde bû. Wê gavê jî “1-2-3-4” nema têrî merovan dikirin. Dema wusa dibe jî, bi guman mirovan hejmar bi tiliyên destên xwe û bi tiliyên lingê xwe dikirin. Bi vê metodê heta “20”an karibûn bihejmêrin, lê di heman demê de nikarîbûn dest û lingên xwe tenê ji bo hejmaran bi kar bînin. Loma jî bi tiliya mezin a destê rastê, çar tiliyên xwe û movikên tiliyên xwe dihejmartin. Ka biceribînin. Dem bi tiliya mezin hûn movikên çar tiliyên xwe bihejmêrin, hûn ê bigihêjin hejmara “12”an. Ji ber ku di tiliyekê de “3” movik hene û hûn çar tiliyan dihejmêrin diwazdeh derdikeve. Ev jî bi xwe re pergala hejmara “12”ê ava dike. “12” gelek bandorê li ser jiyana me dike. Ji ber ku hesabkirina “12”an gelek hesan e. Dema hûn bixwazin hûn karin diwazdehê li diduyan an jî çaran par bikin. Ev pergala “12-6-3” yan diafirîne. Dûvre me dest pê kir ku em her tiştî di pergala “12”an de tomar bikin. Me sal kirin 12 meh, me komstêrk kirin 12, di ol de me 12 îmam, 12 hewarî, 12 qewm, rojek me kir du cara diwazdeh hwd… Di vir de mîtosek din jî afiriye. Bêyomiya hejmara sêzdehê… Zanibin ku di tu ol an baweriyan da qala bêyomiya “13”ê nabe. Sêzdeh an jî deh û sê, ji ber ku pergal an jî sîstema “12”an xera dike, yekê lê zêde dike mîna “bêyom” tê dîtin… Yanê ti sûcê feqîra sêzdehê tuneye çavê min…
Dinya, heyv û 5 gerstêrk: bûn 7
Ji ber ku şeş û diwazdeh bi hev ve girêdayî bûn, me hejmara heftan derbas kiribû lê niha jî em karin hebekî qala “7”an bikin. Heft, ez bawer im di nav hejmaran de ya herî zêde bi ol û oldariyê ve girêdayiye. Tekiliya mirovan ligel xwezayê têkiliyeke bêsînor û bêdem e. Dema ku mirovan tevgera xwezayê fêmkirin (an ji ber ku fêm nedikirin) her tiştên xwezayê pîroz û olî didîtin. Çem, çiya, ba, dar, teht, newal, baran, berq hwd… Lê hemû jî mîna jiyana insanan bisînor û bidawî bûn. Ji ber vê jî mirov û mirovatiyê berê xwe dane asîmanan. Dema li asîmanan baş temaşe kirin, piştî çend hezar salan -dibe ku dirêjtir be jî- bala xwe dan ku çend stêrk ji yên din cuda diçûrisin. Ev stêrk her dem jî tunene. Hemû kifşên wan di cih de bûn, ji ber ku ew şewqên cuda ne stêrk bûn. Mirovan cara yekem bi nezanî be jî kifşa gerstêrkan dikirin. Ji dinyayê an jî em bêjin ji cîhanê, bi çavên xwe karîbûn 5 heb gerstêrkan bibînin. Dema kû roj û heyv jî tevî wan dibûn, hejmar dibû “7”. Loma jî mirovan mîna “heft xwedayan” ew bi nav kirin. Dûvre di hin çandan de bûne heft alem, heft erşê asîman, heft dinya an jî heft çakrayên zanistiyê. Piştî sal û mehan, mesele me roj bi van hefta hejmartin û ji ber vê jî her meh li derdora 4 hefteyan ava kirin. Jixwe navê hefteyê jî ji vê hejmarê dihat. Di ola Êzdanî de heft melekên herî mezin, her yek di rojekê de hatine afirandin û her yekî rojeke wan heye. Li gor Îslamê asîman û bin erdê 7 qat in. Li her qatê yek pexemberek sereke heye. Mînak; qata yekemîn Adem, ya sêyemîn Ûsif, qata heftan Birahîm… Ser peyvê, bihuşt jî 7 derî ye.
Di Cihûtiyê de hejmara herî qewîn û bihêz heft e. Li gor baweriya cihûyan herfên ku peyva siûdê afirandine, yanê peyva “mazal” jî tê maneya “77”an. Dîsa li gor teolojiya cihûyan, xweda gerdûn di şeş roja de ava kiriye û roja heftan rawestiyaye. Heman mînak di Îslamiyetê de jî heye.
Ya rastî hejmar, kok û navdana wan, an jî wateyên ku dane wan bêsînor in. Dema merov berê xwe bide Asyaya rojhilat, qatên asîman û erdê her yek dibin neh (9), di mîtolojiya Nordîk de jî wusa ye. Her herêm, rêba û çand; li gor hewceyiyên xwe nav û nîşanan dane hejmaran û wan biwate kirine. Diya min mamosteya min î yekemîn e. Dema limêja xwe xelas dikir selewatê xwe bi destekî, bi hejmartina movikên tiliyên xwe dikirin. Her carekê ji ber kû “12” diqedand, bêyî çûna dibistanê hesab û hejmarên xwe tekuz dikir. Lê vî tişti ti carî bala min nekişandibû. Hate ku rojekê ji rojan ez çûme Nepalê. Min ji sûkê hin fêkî kirîn, dema min pere dan wê jina pîr, min dît ku mîna dayika min, bi movikên tiliyên xwe hesabê xwe kir û ji min re buhayê wan got. Ev jixwe ji min re tiştek eceb bû, li ser halan jî dema bi kurdî ji min re go “87 rupi” yekcarî matmayî bûm. Pîrejina li himberî min bi kurdî diaxivî… Dûvre dema min pirs kir û fer bûm ku ji ber em ji yek kokê tên hejmarên me piştî bi hezar salan jî hîna mîna hev in…
Bêle gelî xwendevanên ezîz… Hejmar her çiqasî ji bo pergal û rastiyekê bixe jiyana me hatibin afirandin jî, di demek kin de bûne sembola kapîtalîzmê û pîvana xwedîbûnê. Ji bedêla hevparî û wekheviyan em bihejmêrin, em mîrateyên xwe û tiştên din ên ku em xwediyên wan in, em dihejmêrin… Lê mixabin dem, ne ew deme! Dem, dema havparî û wekheviyê ye. Hejmar di eslê xwe de li ser vê ava bûne. Hejmar ji bo ajalan bêmane ne û ne hewceyî ne. Hejmar zagonên di nav mirovan de dadimezrînin. Ji bîr nekin; hûn çiqasî parve bikin, hûn xwediyê hewqa tişt in…