Pevçûna Şerîfê Xelîlê Xeto û Sêlim Axa

Ferid Demirel

Wêne: Luqman Ahmed

“Heta niha bi sedan insan di nava şerê eşîran de hatine kuştin.” Dema min jê xwest ji min re behsa pevçûna Şerîfê Xelîlê Xeto û Selim Axa bike, bi van gotinan dest pê kir. Min wisa fam kir ku dixwaze ji min re bibêje, ez ê ji te re behsa meseleyeke gelekî giran bikim, guhê xwe baş bide min. Lê weke gelek eceleya wî hebû. Hema dixwest rasterast dest bi meseleyê bike.

Qirika xwe paqij kir. Min telefona xwe danî ber xwe, dengê wê vekir û me dest pê kir.

Min jê pirsî: “Ka tu pêşiyê ji min re bibêjî, bê kê ji te re behsa vê meseleyê kiriye? Te ji kê bihîst ev mesele?”

“Him min ji kalkê xwe, him ji pîrka xwe û him jî min ji cîranê me ê bi kalkê min re hevaltî kirine, bihîst.”

“Navê kalkê te û pîrka te çi ye?”

“Kalkê min Kasim Demîralp e. Navê pîrka min di kîmlikê de Hayriye ye. Lê em bi kurmancî jê re dibêjin Xeyriya.”

Careke din hewl da ku yekser behsa bûyerê bike. Gelek zû diaxivî. Min nedixwest em bilezînin. Min dixwest ez baş fam bikim bê ka Şerîf kî ye, Selim Axa kî ye û çi derdê wan bi hev re hebû? Min jê pirsî, “Ka ji kerema xwe ji min re bibêje, bê Şerîf Axa kî ye û Selim Axa kî ye?”

“Şerîfê Xelîlê Xeto. Ji mala Cibran e. Eşîra Xalit Begê Cibrî.”

Bêhnekê sekinî û ji min pirsî: “Tu Xalit Begê Cibrî dizanî? Te navê wî bihîstiye?”

 “Erê min bihîstiye. Yek ji wanên ku beşdarî nav hereketa sala 1925an bûye.”

 “Erê lê jê zêdetir e. Rojekê çêbû û me hev dît, ez ê ji te re behsa wî bikim. Kalkê min ji min re gelek caran behsa wî jî dikir.”

Û dîsa vegeriya ser mesela Şerîfê Xelîlê Xeto û Sêlim Axa.

“Îca, ez ji tere bibêjim. Xeto û Xalit Begê Cibrî pismamê hev in. Selim Axa jî ji mala Ferê ye. Mala Ferê li Varto, Mûş, Erzirom û Bîngolê da seyîdê, şêxê elewiya bû. Mala Ferê pêşengiya temamê elewitiyê wan biriye. Ew sê bira ne. Selimê Axa, du birayên wî yên din hene. Birayê mezin Selim e. Selim jî gelekî jêhatî bû. Ne kêm bûye. Hem di şerê xwe de hem jî di bîr û baweriya xwe de jêhatî bûye.”

Xwe davên paş kevira. Dest pê dikin û berdidin hevdu. Bi sîlehan. Ew berdide, ew berdide. Demeke dirêj guleyan berdidin hev. Wê demê dinêrin kes nayê kuştin. Ne ew tê kuştin, ne ew kuştin. Şerîfê Xelîlê Xeto ba dike. Dibêje ‘Em hetanî sibê berdin hevdu em hevdu nakujin’. Dibê “Em ê carê yek serê xwe rakin’, dibê ‘em nîşan bavêjin. Kî kê kuşt.’

“… Şerîf bi sê denga…”

Li nava me kurdan gelek caran nav tên kurtkirin an jî guhertin. Li hin deveran li şûna Selim, dibêjin Sêlim. Wî jî digot Sêlim. Hin caran jî Sêlo digot.

Piştî behsa wesfên Sêlim Axa kir, vê carê jî hinekî behsa wesfên Şerîfê Xelîlê Xetoyî kir.

Ew Şerîf Axayê ku di kilama “Melûl Siwaro”yî de dengbêj Reso, Şakiro û Kazo, avêtine ser wî. Di vê kilamê de behsa şerê di navbera her du malbatan kirine. Dema wî behsa Şerîfê Xelîlê Xeto dikir dengê her sê dengbêjan di guhê min de olan didan. Wiha digot Reso:  “Midî Şerîf bi sê denga, go lo Zeynel Begê, derbekê li te bixim bila şîn dakeve mala Ferê.”

Wî jî bi van gotinan behsa Şerîfê Xelîlê Xetoyî kir: “Şerîfê Xelîlê Xeto jî mirovekî jîr û jêhatî bû. Maqûlê eşîra xwe bû. Bi nav û deng bû. Xwe ji ber şer nedida alî. Ew jî pêşekekî eşîra Cibriyan bû. Ew eşîrek sunî ne.”

“Ev mesele kengî û li ku qewimiye?”

Hinekî sekinî. Xuya bû li ser sala wê difikirî. Piştî demekê got: “Di sala 1905an de qewimiye. Li ser sînorê Bîngol û Vartoyê. Gundê me wê çaxê bi ser Vartoyê ve bû. Qerxebazar e gundê me. Niha bi ser Kanîreşê ve ye. Piştî gundê me ber bi Vartoyê, gundên elewiyan dest pê dikin. Gundê me sînor e. Bûyer li wir qewimiye.”

Min fam kir ku êdî dixwaze were ser pevçûnê û behsa wê bike. Êdî min ti pirs lê nekir.

“Navbera wan de û navbera Mala Ferê, eşîra wan Xormek, Lolan û Cibran da şerekî du sed salî hebûye. Piştî şer berdewam kiriye. Heta rojanî kuştina Sêlim.

Navê wî Sêlim e, giş wî Sêlo dizanin. Dawetkî wan tê nêzîkî gundê me. Em ji wê heremê re dibêjin Sêrok. Navbera me û gundê wan de ye. Li Sêrokê daweteke wan çêdibe. Ji gundê me, sê kes li wê derê diçin dara. Yek Mecîd e. Hevalekî wan ê din heye, ez nizanim kî ye. Yek jî Edê ye. Her sê li wê derê ne. Mecîd, Edê û ew ê din lê dinêrin daweta wan e. Li wir rûdinin. Mecîd bê xwesteka xwe derbê berdide. Dema deng tê vana, dibînin wa sê kes li wir in. Hema wan didin ber qurşinan, didin ber sîlahan. Ji ber ku gelek kes in, Mecîd ditirsê û xwe dixe binê kevir. Xwe vedişêre. Li wir Edê tê kuştin. Ew hevalê wan ê sêyemîn, direve, tê xeberê dide gund.

 Wê demê Selîmê Axa li gundê Mengel bûye. Şerîfê Xelîlê Xeto jî li gundê xwe nebûye, li Şorikê bûye. Yanî ew jî li gundekî din bûye. Dengê derba dihere Şorikê. Dema dengê derba tê Şerîfê Xelîlê Xeto, ew derdikeve, tê . Selimê Axa jî ji Mengel de dadikeve. Dema dadikeve li wê derê şêxekî Mengel hebûye. Pîrekî wan bûye. Dikeve pêşiyê ‘Axayê min’ dibê ‘Nere’. Dibêje ‘Neke, vî tiştî neke, tu nere’. Çer dike pê nikare. Selîmê Axa dibêje, ez dikim herim. Zaten sond xwariye.

Dibêjin wê demê Sêlim Axa ji xwe re koşkek çêkiriye. Gotiye, ‘Sê heb bira hene. Gereka serê wan her sê bira jêkim, bînim serê her yekî ji wan li pencereyeke koşka xwe dînim.”

“Kî ne ew bira?”

Sêlim bi kulikê ve dide

Ji ber min gotina wî qut kiribû, weke hinekî hêrs bûbû. Di telefonê de min his dikir ku bêhneke kûr dide. Weke bibêje “Va ez ji xwe têm ser wê”.

“Yek Şerîfê Xelîlê Xetoye, yek Ehmedê Xetoye, yek jî birayê wan ê din e. Bi serê van her sê bira sond xwariye. Wexta Şêxê Mengel ket pêşiyê, divê axayê min nere, divê, neke, çer dike pê nikare. Ew ji Mengel de derdikeve. Hespa xwe çargavî tawo û tê Serokê. Tê ber bi gundê me ve. Şerîfê Xelîlê Xeto jî ji Şorikê dadikeve. Her du tên. Tên li jora gundê me digihên hev.

Li wê derê Şerîfê Xelîlê Xeto û Sêlo hevdu dibînin. Xwe davên paş kevira. Dest pê dikin û berdidin hevdu. Bi sîlehan. Ew berdide, ew berdide. Demeke dirêj guleyan berdidin hev. Wê demê dinêrin kes nayê kuştin. Ne ew tê kuştin, ne ew kuştin. Şerîfê Xelîlê Xeto ba dike. Dibêje ‘Em hetanî sibê berdin hevdu em hevdu nakujin’. Dibê “Em ê carê yek serê xwe rakin’, dibê ‘em nîşan bavêjin. Kî kê kuşt.’ Selîm difikire demekê. Paşê dibêje ‘Tu berê serê xwe rake.’ Selîm bi rastî jî nîşancî bûye. Mêrikekî jêhatî bûye. Xwe ji şer nedida alî. Li ku hewce bikira ew li wir bû.”

Ev bûbû cara duyan behsa mêrxasî û jêhatîbûna Selîm Axa dikir. Vî tiştî bala min kişand. Ew ji mala Şerîfê Xelîlê Xeto bû. Dijminatiya di navbera her du eşîran de bi salan ajotibû. Li herêmê ev dijminatî bi nav û deng bû. Lê wî behsa mêrxasî û jêhatîbûna dijminê bapîrên xwe dikir. Min xwest wî bidim sekinandin û vê jê bipirsim. Tu dibê qey wî fam kiribû ez ê pirsê jê bikim, bêhtir lezand.

“Zivistanekê avêtine ser gundê me, ji bo bi mala Xeto re şer bikin. Ewa her du destê wî şewitîne. Ew jî zilamekî hem nîşancî bû hem jî zilamekî pir jêhatî bû. Aynê wisa Şerifê Xelîlê Xeto jî kesek pir navdar û jihatî bû”

Û careke din vegeriya ser şerê Şerîf û Selimî: “Wexta Şerîfê Xelîlê Xeto gazî dike, dibêje ‘Yek ji me serê xwe rake, em nîşan bigrin’, Selim Axa dibê ‘Tu berê serê xwe rake.’ Şerîfê Xelîlê Xeto, kulikê xwe paş ewkê de dike serê lûla sîlaha xwe, aha radike. Ew berdide kulik û kulikê Şerîfê Xelilê Xeto dikeve. Wexta kulik dikeve, Selo radibe ser xwe û dibê ‘Mi kuşt, mi kuşt, mi Şerîfê Xelîlê Xeto kuşt.’ Dema ew radibe Şerîfê Xelîlê Xeto keysa xwe lê tîne û berdidê, wî li wirê dikuje.”

Bêhnekê sekinî. Li ba wî kesek hebû. Bi wî re diaxivî. Dengê wî ji kûr dihat. Bi wî kesî re jî zû zû diaxivî. Min fam kir ku ne tenê ji bo karê wî heye û dixwaze meseleyê zû biqedîne, dilezîne. Ji xwe ew tebîeta wî bû. Di ber dengên wî re dengê erebeyan dihat. Weke ku li derve rûniştî bû. Di wê navberê de min li notên xwe nêrî. Bêyî ku ez pirsên xwe jê bikim, wî bersiva gelekan dabû. Min bi pênûsa xwe ew pirsên ku bersivên wan dabû, nîşan kirin.

Xişexişek ji telefonê hat. Telefon dabû ber dev û guhê xwe. Piştî wê dengê wî hat. Got, “Bibore.” Weke ku navber nedabûyê dewam kir. Min şêweyê vegotina wî, bîra wî şiband yê dengbêjan.

“Em dewam bikin. Piştî kuştina Sêlim Axayî wî li wirê dikuje, davê du hespê. Wê paşê navê wî cihê bibe Qûça Sêlo. Niha jî bi wî navî tê zanîn. Li wir bi qasî çend kîlometre, em bibêjin qasî kîlometrekê erdê da kaş dike, tîne. Tîne deşta gund. Dema gîha çinînê bûye, dema paletiyê bûye. Ew erebê ga hene, ew pê gîha mîha dikşînin. Ew tiştê Şerîfê Xelîlê Xeto kiriye, li xweşa gundiyê me naçe. Dibêjin, ‘Vaya çiqa dijminê te be, te kuştibe jî, vaya jî serokê eşîrkê ye, lîderê eşîrkê ye’, dibê ‘gune ye’. Dibê ‘va aha nabe’. Şerîf bi ya gundiyan dike û cenaze wirê davê ser ereba ga, tîne gund. Gund da dibêjin Cilê qutnî . Cilê qutnî jî çawa bêjim, tiştekî pir muhîm e. Wê demê di mala mîr û axa û bega da dihat kirin. Cilekî qutnî davêje ser ereba ga, cenaza wî jî davê ser. Du heb gundîyê xwe divê ‘bive, cenaze bive, bide.’

Xulam ereba ga dajon û dibin. Ba dikin. Gundî tên lê dinêrin wa ye cenazak li ser erebeyê ye. Dibêjin ‘Ev kî ye?’ Xulam dibêjin ‘Sêlo Axa ye.’ Gundî û malbata wî înan nakin. Dibên ‘Selîm nayê kuştin.’ Mala Sêlo dibê ‘Ne mimkun e Sêlo wer kuştin.’ Ca wî û jina wî tê. Tê cinaze teşhîs bike. Wexta tê, ê ne Şerîf cenaze kîlomterekê erdê da xaş kiriye, cenaze nayê naskirin ser çav da.”

Piyê wî zivistanê de hinkê li ser berfê şer kiriye şewitiye. Li piyê wî dinêrin. Dibînin piyê wî şewitiye. Cî da nas dikin. Wexta cî da nas dikin, diya wî û jina wî didin kêleka cenaze û du kesen gundê me jî bi wan re û hetanî sînorê gundê Mengel dibin.”

Şer bi kuştina Sêlim Axa neqediyaye. Dema wî hindik mabû. Lê min dixwest ew ji min re behsa tiştên li dû kuştina Selîm Axa bike.

“Du roj şûnda, ji boy heyfê, tavên ser gund. Wexta tên hêla çala aş. Vana hatine heyfeke pir giran bigrin, ji ber ku serokê wan hatiye kuştin. Li wê derê dîsa pismamê Sêlo jî, navê wî Zeynel e, ew jî li wir birîndar dibe. Wexta li wirê birîndar dibe, vana mecbûr şûnda vedikişin.”

“Piştra têne ji gundê me. Mihemedê Şemo ji gundê me ye. Qarxapazarî ye. Di nava zeviyan de kar dike. Dema dibîne ev ji wê de tên, fam dike hatine wî bikujin. Dixwaze biçe tifinga xwe hilde. Lê ev heta xwe digihîne tivingê wî dikujin. Piştra yekî din jî dikujin.”

Bi rêzkirina van gotinan weke ku bixwaze bibêje, ma te fam kir min çima di destpêkê de got “Bi sedan mirov hatine kuştin?”

Min pirsî, “Paşê çi bû?” Got, “Piştî bi çend salan bûyereke din qewimî. Divê ez ji te re wê jî bibêjim.”

Min meraq kir bê ka wê ji min re behsa çi bike. 

“Eli kurê Selim Axa bû. 80 salî bû. Bawer im ya li Îzmirê yan jî li Mêrsînê jiyan dike. Derê biharê tê derbas bibe wê here gundê xwe hêla Varto yê. Dema tê gundê me û pêşiya mala me derbas dibe. Rêya nav gund pêşiya mala me derbas dibe. Kalikê min li ser devê rê wî nas dike.”

Çima pênc bûn çar?

“Kîja kalkê te?” Got, “Kasim Demîralp.”

“Kalikê min dibîne wa ye rêwiyek diçe. Lê dinêre, dibîne Eliyê Selim Axa ye. Ew jî kalikê min dibîne û wî nas dike.”

 “Şerîfê Xelîlê Xeto û Kasim çî hev bûn?”

“Xelîl, Evdo û Ehmet Axa birê Xeto ne. Şerîf lawê Xelîl e. Kasim tornê Ehmet Axa ye. Kasim û Şerîf pismamê hev in.

Dema Elî derbas dibe, Kasim Demîralp dibêje ‘Tu îşev misafirê min î.’ Ev di ber xwe dide. Kalkê min dibê ‘Zivistan e. Dereng e. Îşev bibe misafîrê min. Sibê biçe.’ Elî dibîne çareya wî nîne, him dereng him jî sar e. Qebûl dike. Kasim Demîralp wî dibe malê. Jê re pez serjê dike. Wê şevê jê re gelek xizmetan dike. Elî gelekî şaş dibe. Wê şevê li wir radizê. Dibe ra din. Kasim Demîralp bang kurê xwe yê biçûk dike. Navê wî Ûsiv e. Ji lawê xwe re dibêje, ‘Tê axa bibe heta devê derî, kî çi dibê bira bibêje, kî derkeve pêşya te jî tu venagerî.’ Hespekî gelekî zexm hebû. Wî li hespê dike. Usiv pê serê hespê digire û berbê Vartoyê dikevê re. Wexta dihere, zivistane, berf zideye. Erd qerrisiye. Di nîvê rê da lingê hespê di berfê de asê dibe û hesp dikeve. Elî Axa jî ji ser hespê gilo dibe, li erdê dikeve. Usiv xwe digihîne wî. Ji erdê radike. Berfa ser û rûyê wî paqij dike. Wî cardin li hespê dike û hêdî hêdî ber bê gundê Mengel ve diçin.

Axa çend pirsan li Ûsiv dike. Dibê ‘Ka tu ji min re nabêjî, hûn çend bira ne?’ Ûsiv dibêje ‘Em çar bira ne’.”

Ji min re got, “Tu dizanî ew pênc bira ne. Navê yekî ji wan Şerîf e. Ji ber navê ê bavê Elî kuştiye Şerîf e, Ûsiv ji Elî Axa re gotiye ‘em çar bira ne’. Ûsiv 13-14 salî ye wê wextê. Di wî emrî de naxwaze bi wî tiştî Elî biêşîne. Axa vê dizane lê dengê xwe nake.

Û Elî Axa ji Ûsiv pirsdike û dibe je ‘ka te navê birayê xwe ji min re negot?’ Ûsiv dibêje ‘navê birayek min Xetib e, nave yekê din Edip e, navê yên din jî Alî ye’. Û Ûsiv qala Şerîf nake. Axe dengê xwe nake.

Wexta diherin nav gundê Mengel, gundê Elewîya, Elewî dinêrin Elî Axa hatiye. Bi jin û mêra giş tên pêşiyê. Tên mil û destên wî paç dikin. Hurmet dikin. Piştî bixêrhatinê gundî ji Ûsiv re dibêjin ‘Tu vegerî, em dibin.’ Usiv dibêje, ‘Ne mimkun e’. Divê ‘bavê min tembî li mi kiriye. Gotiye ‘wî bibe heta mala wî’. Wexta va dibê, Axa jî dibê ‘Kes qariş Ûsiv neke, goreva Ûsiv heta hindirê malê ye.”

“Diçin mala Axê, wî li wir datînin. Ûsiv dibêje ez ê biçim. Elî Axa dibêje heta tu xwarinê nexwî ez te bernadim. Ûsiv neçar dimîne û diçe hundir. Piştî xwarinê dixwin Elî Axa dibêje, ‘Ûsiv kurê Kasim Demîralp e. Dibê ‘Eferim ji te re, bav û kalê me hevdu kuştin. Ê bavê min kuşt, navê wî Şerîf bû, Şerîfê Xelîlê Xeto. Bavê te navê wî li layê xwe jî kiriye. Ez zanim birayekî te heye, navê wî jî Şerîf e. Te di rê de tenê navê çaran got. Di vî emrê xwe da, di vî salê xwe yê biçûk da tu bi terbiyekî wisa insanetî mezin bûyî û meriv dizane tu lawê wî bavê yî. Te navê birayê xweyê Şerîf negot.’ Çavê Ûsiv paçî dike. Elî Axa diçe hefsarê hespê yê gelek baş û cûda, tîne dike stuyê hespê Ûsiv. Dibê ‘Min xwest ez vî hefsarê xweş dîyarî te û bavê te bikim. Rêya te vekirî be’. Ûsiv li hespa xwe siwar dibe û vedigerê gund.”

Dema qedand bêhn lê çikiyabû. Bêyî ku li bendî bersiva min bisekine, bêyî ku bizanibe bê ka pirsên min hene yan na, got “Qediya.” 

Beriya vê meselê, carekê ji min re behsa kalikê xwe Kasim Demîralp kiribû. Digot kalikê min nedixwest xwînê bajo. Kalikê wî di salên 1960î de daktîloyek peyda kiriye û li gund, serpêhatiyên xwe û tiştên derbarê tevgera 1925an û hin bûyerên wê demê de nivîsandiye. Helbestek jî nivîsandiye. Tê de behsa yekîtiya kurdan kiriye. Ew jî xwendibû ji min re. Beşek ji nivîsên kalikê xwe nîşanî min jî dabû. Gelek tiştên balkêş tê de hebûn. Ew bi xwe kurê yek ji beşdarên Tevgera 1925an e. Ji min re gotibû, “Kalikê min ji bo şerê di nava eşîrên herêmê de bisekine, gelek hewl daye. Gelek aciz dibû ji ber şerê eşîran. Ketiye navbera eşîran. Ew li hev dianîn. Ji bo hevgirtin û yekîtiya kurdan jî dilxwaz bû û xebat dikir.” Min jê re gotibû, belkî rojekê ew bîranînên kalikê te jî bên nivîsandin. 

Ji min xatirê xwe xwest. Min li cîhazê xwe mêze kir, em 16 deqîqeyan axivî bûn. Hin pirsên min hebû lê piştî vê lez û beza wî, min nexwest ez wî hinekî din bisekinînim. Ji xwe gotibû, “Mêvanê min heye. Ji bo ez ji te re behsa vê meselê bikim, min ew daye rawestandin.” Min got “Mala te ava, oxir be ji te re.”