Serhildana Memed li dijî feodalîzmê

OZAN SERHEDÎ

Her xwendevan dizane ku hin pirtûk hene ku li ser mirov bandoreke mezin dihêlin. Dema mirov wê pirtûkê diqedîne heya çendekî di bin bandora wê dernayê û li ser wê gelek difikire. Çima nizam lê ew pirtûk ji mirov re dibe wekî mînakek, wekî rêberek. Ew qarakterên wê pirtûkê wekî ku di jiyana me de be, wekî ku bi me re bijî wisa nêzikê meriv dibe. Dema ku ez ê dest  bi pirtûkeke nû bikim hêvî dikim ku ew pirtûk û ew qarakterên wê pirtûkê parçeyek ji jiyana min bibe. Lewma pirtûkek û qarakterên wê çiqas ku nêzikî jiyana mirov bibe ewqas jî li ser mirov bandoreke mezin dike. Heya niha gelek pirtûkên xweş hebûne ku min wan xwendiye. Lê çend heb ji wan hebûne ku zêde zede li ser min bandor kirine. Taybetiya van pirtûkan jî ew e ku serqarakterên wan pirr bala min kişandine.

  Ji nav qarakterên pirtûkan ên ku herî zêde bala min kişandine Martin Eden, Xate Xanim, Memdûh Selîm Beg û Înce Memed in. Martin Eden serlehengê pirtûka Martin Eden a Jack London e. Xate Xanim serlehenga pirtûka Eliyê Evdilrehman e. Memdûh Selîm Beg serlehengê pirtûka Siya Evînê ya Mehmed Ûzûn û  Înce Memed jî serlehengê pirtûka Înce Memed a Yaşar Kemal e. Qarakterên van pirtûkan gelekî bala min kişandibûn û bandoreke mezin li ser min hîştibûn. Ji van qarakter û pirtûkan jî ez ê li ser pirtûka Înce Memed a Yaşar Kemal bisekinim û binhêrin ka Înce Memed kî ye û çi kiriye.

Nivîskar

Nivîskarê pirtûka Înce Memed Yaşar Kemal e. Navê wî yî esil Kemal Sadik Gokçelî ye. Di sala 1926an de li Qadîrliya Edeneyê ji dayîk bûye. Lê bi eslê xwe ji Ernisa Wanê ye. Ango Yaşar Kemal bi eslê xwe kurd e. Dema Şerê Cihanê yê Yekemîn malbata wî  ji ber şerê ûris ji cih û warê xwe dertê û koçê Qadîrliyê dike. Zaroktiya Yaşar Kemal pirr bi zehmetî derbas dibe. Ji ber şertên wê demê jixwe jiyan pirr bi zehmet bûye. Yaşar Kemal jî bi van zehmetiyan mezin dibe. Ew zehmetiyên ku wî dîtine ji wî re dibe mijar û li ser van mijaran jî helbest, çîrok û pirtûkan dinivîse. Yaşar Kemal di 20 saliya xwe de nivîsa xwe ya yekem dinivîse û di kovarekê de tê weşandin. Yaşar Kemal di jiyana xwe de gelek caran bi nivîsên xwe xelatan standiye û di wêjeyê de cihekî girîng girtiye. Yaşar Kemal carekî jî ji bo Nobelê bûye namzet lê xelata Nobêlê bi dest nexistiye. Piştî ewqas zehmetiyên ku kişand û berhemên ewqas biqîmet nivîsand, Yaşar Kemal 28ê Sibata 2015an de, di 89 saliya xwe de diçe ber rehma Xwedê.

Pirtûk

  Pirtûka Înce Memed a Yaşar Kemal di nav berhemên wî de ya herî tê naskirî ye. Yaşar Kemal di sala 1955an de dest bi nivîsa vê berhema xwe kiriye û di sala 1987an de qedandiye. Ango di nav 32 salan de nivîsiye. Romana Înce Memed ji çar pirtûkan pêk tê. Înce Memed I, Înce Memed II, Înce Memed III û Înce Memed IV. Roman di sala 1955an de tê weşandin û ew sal jî xelata “romana herî baş a salê’’ distîne. Romana Înce Memed ne tenê di wêjeya kurdî û tirkî de her wiha di wêjeya cihanê de jî tê naskirin. Yaşar Kemal romana xwe bi zimanê tirkî nivisandiye. Lê  roman heya niha  bo 40 zimanî zêdetir hatiye wergerandin û bi saya vê jî roman di hemû cihanê de tê naskirin.

Her çiqas Yaşar Kemal bi eslê xwe kurd be jî û kurdî dizanibûye jî vê berhema xwe ya bêhempa bi zimanê tirkî nivisiye û bûye berhemek ji wêjeya tirkî. Lê dibe ku nivîskar ji ber şertên wê çaxê nikaribûye bi kurdî binivîsê an jî kurdiya wî têra nivîsa vê berhema heja nekiribe. Lê xem nake, mesele jî ne ev e. Jixwe dema mirov vê romanê dixwîne, mirov dibîne ku mijareke resen e. Jiyana qarakteran dişibe jiyana me û qarakter jî dişibin me. Ango her kesek dikare xwe nezîkê van qarakteran hîs bike. Her kesek dikare perçeyek ji jiyana xwe di vê romanê de bibîne. Mînak; mijara vê romanê bala hemû kesan dikşîne lewma mijara wê rastiyeke jiyanê ye. Di romanê de qala gelek meseleyan tê kirin û her kes jî li gorî xwe tiştek tê de dibîne. Yaşar Kemal vê berhema xwe pirr biqîmet dibîne, dibe perçeyeke jiyana wî. Lewma Yaşar Kemal di zaroktiya xwe de çi dîtibe, çi bihîstibe û çi kişandibe ji xwe re dike çavkanî û dike mijara vê berhema xwe ya hêja.

Mijar

  Di romanê de nivîskar li ser gelek mijaran disekine. Ji van mijaran ya ku herî zêde derdikeve  pêş mijara serîrakirina li hember feodalîteyê ye. Nivîskar feodalîteyê li ser sîstema axatiyê rexne dike. Di romanê de axayekî bi navê Abdî axa heye û qarekter feodalîzmê temsil dike. Abdî axa zilmê li gundiyan dike û ti heqekî jî nade wan. Lê zilma wî heya dawiyê berdewam nake. Lewra lehengekî bi navê Înce Memed dertê û serî li hember zilma wî axayî radike. Înce Memed serlehengê romanê ye û di romanê de qehremantiyê temsîl dike. Memed hê di zaroktiya xwe de zilmê dibîne û ev jî jê re dibe derdek. Lê wexta ku mezin dibe û dibe xortek êdî vê zilmê qebûl nake. Di xortaniya xwe de ji gund direve û xwe diavêje hembêza çiyayan.

   Ji nav mijarên romanê de yek jî qehremantiya jinan e. Di romanê de sê jinên qehreman derdikevin pêş. Xetîce: ( Hatçe ) dildara Memed e. Iraz: Jina ku bi Xetîceyê re di zindanê de bû. Döne: diya Memed e. Ev hersê jin di romanê de qehremantiya jinan temsîl dikin.

 Mijareke din jî eşqiyatî ye. Ev mijar di romanê de cihekî girîng digire. Di romanê de behsa gelek eşqiyayan tê kirin. Ji van eşqiyayan yên baş jî hene û yên nebaş jî hene. Eşqiyatî di wî wextî de gelek zede bûye. Li herêma Çukurovayê li ser her çiyayî eşqiya hebûne. Yên ku ji zilmê reviyane, yên ku ji leşkeriyê an jî ji zindanê reviyanê xwe avîtine serê çiyayan û bûne eşqiya. Înce Memed jî ji zilma Abdî axa direve, diçe ser çiya û digihîje komek eşqiyayan. Memed li wir gelek tiştên xirab dibîne. Ji zilma axa direve lê li wir jî rastî zilma sereşqiya tê. Sereşqiya mêreke zilimkar e, hertim zilmê li milet dike û bi zora çekan diziya malê milet dike. Memed vî zilma eşqiyayan dibîne lê vî zilmê qebûl nake û serî li hember wan eşqiyayan jî radike. Piştî vê jî êdî Memed di nav gel de zêdetir tê naskirin û bi navê Înce Memed dibe lehengê gel.

Li ser pirtûkê çend gotin

  Di pirtûka Înce Memed de qarekterê sereke ango Înce Memed temsîliyeta lehengî û mêrxasiya hember zordariya axa û began dike. Di dema zaroktiya Yaşar Kemal de li gelek deveran zordestî û zilma axa û began hebûye û Yaşar Kemal bixwe jî vê zilm û zordestiyê dîtiye. Dibe ku sedema nivîsandina vê romanê ev be jî. Dibe ku nivîskar rastiya jiyana xwe bi awayekî hostatî xistibe romanê. Dibe ku jiyana serlehengê pirtûka xwe şibandibe zaroktiya xwe. Ango meriv dikare bibêje dibe ku Înce Memed lehengê Yaşar Kemal bixwe be jî.

 Me di serî de jî got Yaşar Kemal bi eslê xwe kurd e lê pirtûkên xwe ne bi zimanê kurdî, bi zimanê tirkî nivîsine. Sedema vê jî bi rastî meriv nikare bibêje ji sedî sed ev e lê meriv dikare çend texmînan bike. Dibe ku kurdiya wî têra nivîsandina romanê nekiribe, dibe ku sedemên siyasî hebin. Dibe ku nivîskar bixwe nexastibe bi kurdî binivîse. Dibe ku di bin bandora wêjêya tirkî û nivîskarên tirk de jî mabe. An jî dibe ku sedem tişteke din be jî. Welhasil nivîskar vê romana xwe ya navdar ne bi kurdî, bi tirkî nivîsiye û roman bûye para wêjeya tirkî.