RENGÊ ÇAVÊN XWE ŞÛNDE BISTÎNIM

DILJEN FELAT

Wêneyê 1

Ez wênekêş im; wênekêşê kuçe û kolanan. Nêzîkî pênc sal in ku ez wêneyên kuçe û kolanên Viyanayê û Ewropayê dikşînim, bi piranî jî yên Viyanaya paytexta Awistiryayê, ji ber ku ez li Viyanayê dijîm. Çirok û mijara wênekeşiyê, dûvdirêj û berfireh e. Her wêneyek parçeyek û çîrokek jiyanê ye. Her wêne di heman demê de rastiya jiyanê kopî dike û digihîjîne pêşerojê. Ez wêneyan dikşînim, wêneyên her tiştî û yên curbicur. Ji ber vê yekê her tişt dikeve kadraja min. Ma ne sikak û kolan navenda jiyan û civakê ne. Bi pirayî çavên  xwe li dîmenên jiyanê digerînim. Axlebe jiyanê dikşînim. Çend hevalên min ên hunermend gotin ‘Dema ku mirov li wêneyê te dirêne, mirov di navbera te û civaka Awistiryayê de mesafeyek dibîne‘. Bi rastî jî jixwe her tişt di ve navbere de ye, ji ber ku ez ne ji we civakê me û ez xerîb im. Loma ew navber jî normal e. Lê belê dema ku penaberiyê dikşînim, ez bêtir nêzîkî wêne û mijarê me. Ji ber ku wê civakê nas dikim û gelek kodên me nêzîkî hevdu ne.

 Li Ewropayê gelek penaber hene û her tim penaber zahftir jî dibin. Ji ber ku hê jî sedemên penaberiyê hene; mîna şer, aborî, nasname û gelek sedemên din. Ji çîroka Odysseusê heya îro gelek tişt li ser koçberiyê hatîye nivîsandin. Jean Paul Sartre dibeje “Luks e mirov di malekê de extiyar bibe.’’ J.P. Sartre îşaret bi penaberiyê dike û tê wê wateyê ku ji her kesek re naqede ku di malekê de emrek derbas bike. Çimkî em parçeyek civakê ne û pirsgirêkên mîna şer, aborî, polîtîk û nasname û her wekî gelek tiştên din jî dibin sebebên koçberiyê. Dema ku ez wêneyên penaberan dikşînim bi piranî xemgînî, sarbûn û bêdengiyê dibînim. Ji xeynî kişandinê wêneyan jî gelek caran li çavên wan dirênim. Rûgeşiya mirov li xerîbiyê namîne. Helbestvanê filistînî Mahmut Derwîş di helbesteke xwe de  li ser koçberiyê wiha gotiye:

Lê belê ez penaber im

Bi çavên xwe min mohr bikin

Hûn li ku derê bin, min bibin wê derê

Hûn her li ku derê bin, bibin wê derê.

Rengê rûyê min şûnde bidin min

Û germbûna laş,

Ronahiya dil û çavan,

Rîtma xwê û nan.

Tehma axê… welatê bav û kalên min.

Bi çavên xwe bibin sîper ji min re.

Wek bermayiyek ji xanûmanekê rahêjin min.

Wek peyvek ji trajediya min, rahêjin min;

Wek leyistokek rahêjin min, wek kevirekî ji dîwarê malê,

Rahêjin da ku zarokên vegerê bibîr bînin.

Wêneyê 2

Dayîk, zarok û leyistok; heta wê derê tiştên xweş in ew peyv. Lê dema peyva sînor tê her tişt tevlihev dibe û xemgînî dest pê dike. Min ew wêne di sala 2015an de, dema ku pêla penaberan ji sedema şerê Suriyeyê xurt bûbû, kişandibû. Min wê demê bo tirki û kurdî û almanî wergerê dikir.  Bi rastî min wî wextî dest bi kişandina wêneyan jî nekiribû. Di destê min de telefonek kevn û hema min got divê vê demê bikşînim. Zarokek di destê wî de leyistokek ku mirovên penaberan peşwazî dikirin, dabûnê. Zarok pişta wî li dayika wî û sebiyek li ber şîr di hemêza dayika xwe. Rûyê dayîkê xemgîn û biguman e, nizane wê çi bibe li ber berbesteke polîsan. Çenteyê ku di sînor û deryayan de derbas kirine, li ser rûniştibûn. Zivistan bû û sar bû. Li hêviya trênê bûn. Ber bi weletak din ve diçûn û ber bi pêşerojek nediyar… Dema ku li vî wêneyî dinerim her tim dibêjim xwezî jiyana wan jî mîna ya wê leyistokê rengîn bûbe û dayîk û zarok bir hev re, her tim şa bibin.

Wêneyê 3

Kişandina vî wêneyî gelek zehmet bû ji bo min. Xortên efxan şeveke zivistana sar li hêviya  trenê bûn û civata wan gelek germ û geş bû. Min ji dûr ve berê objektîfê bi dizî da ser wan. Di serî de min dîtin û şik ji min birin. Loma min berê objektîfê da ser tişteke din. Di wêne de atmosfer pir muhîm e. Ew tişta çav dîtiye divê xira nebe, ya na rihê wêne namîne. Piştî ku hinek wext derbas bû; min piştî yek, du ceribandinên din ew wêne kişand. Di kişandina wêneyên penaberan de, bi piranî dîaspora dibe giravek di navbera wan û meriv de.

Awistirya welatek biçûk e û naskirina xerîba piştî şerê cîhanê yê duyemîn e. Viyanaya paytexta Awistiryayê, nêzîkî du milyon mirov lê dijîn. Li gorî bajarên din Awistiryayê herî pir xerîb li vir in. Li Awistiryayê nijadperestî pir e, gelek penaber jî rasti vê rewşê tên. Civaka Awistiryayê civakek girtî ye, xerîban pir bi rehetî nahebîne. Jixwe gelek penaber dema ku dixwazin herin weletek din li wê derê tên girtin. Yanê ji ber zagonên penaberiyê cihê ku lê werin girtin mecbûr dimînin û li wê derê serî li penaberiyê didin. Gelek partiyên nijadperest û netewperwer polîtîkayên xwe li gorî penaberan dimeşînin û li hember penaberan in. Gelek analîz tên kirin, lê belê bingeha vê meseleyê çînî ye û konfor e. Nijadperest li hember penaberan in û dibêjin “Östtereich bleibt Östtereich’’ yanê “Dê Awistirya wek Awistirya bimîne.“ Naveroka mottoyên nijadperestan li her cihî wek hev in. Mînak Tirkiye… “Yan hez bike, yan jî here.“ Meselaya nijadperestan tê  famkirin lê belê tişta ku ez pê diêşim nehezkirina di navbera penabera de ye. Mesela min gelek tirk û kurd dîtin li vê derê ku li hember penaberan in. Ji ber ku ew li wê derê kevntir in… Dibêjin em kevn in û xwe ji wê derê dihesibînin lê belê li ber çava ye ku ne ji wê derê ne. Di hilbijartinan de eşkere bû ku penaberên kevn dengê xwe dan partiyên nijadperest û faşîst. Ev gotina pêşiyan li wê derê di cî de ye: Mêvan ji hevdu aciz in, lê  xwediyê malê ji herduyan jî aciz e. Her kes dixwaze konfora wî/wê xira nebe lê belê ji bîr dikin ku ew konfor li ser jiyan û welatên tên xirakirin, ava dibe.

Wêneyê 4

Ev keçika şêrîn bi bavê xwe re li sûkeke bajarê Viyanayê, li ser bankekê rûniştibûn. Sohbeta wan bala min kişand. Pir şêrîn bû û bi tinazî bi bavê xwe re diaxivî. Teqez daxwaziyên wê ji bavên wê hebûn, hin tişt ne li hesabê wê bûn û bavê wê, wê razî dikir. Dema ku li wî wêneyî dinerim, gelek zarokên ku di rêya penaberiyê de jiyana xwe ji dest dane, tên bîra min. Mîna  Alan Kurdî û  yê din…  Û dibêjim xwezî zarokên penaberan tev wisa bi malbatên xwe re bin.

Xortek li kêleka çemê Tûnayê, kûr difikire û pir xemgîn xuya dike. Li ser milê wî, barê paşeroja giran û barê xerîbiyê. Jixwe dema mirov li kêleka avê be, mirov difikire. Jixwe av jî metaforek mezin û girîng e di jîyana mirov de; dema ku mirov li keleka avê rûne bêhtir jî li ser bîranînên welat pê de diçe û hey diçe. Û bi avê re diherikin fikir, raman û hest. Li ser wan milan barê paşerojê û pêşeroja nediyar hene.

Wêneyê 5

Jinek ji Gurcistanê… Gelo ez ji kur zanim ji Gurcistanê ye? Ji cilê wê û pêçana desmala wê kifş û diyar e. Sibehê zû, li benda metroyê ye. Bawer dikim ew jî wek min diçû kar.  Jiyana kapîtalîst li Ewropayê herkesî dixe nav pergala cihên sîmetrîk, geometrîk û mekanîk. Lê belê dîsa jî xerîbî xwe bi şeklê xwe cûda dike. Li Ewropayê  jixwe penaber jî hevdu ji kincên hev nas dikin. An jî hevdu wisa binav dikin. Ereb, efxan, hindî, romen, cihû, gurcî û gelên din bi zanetî cilên gelêrî li xwe dikin. Ez bawer im ji ber vê yekê ye ku li xerîbiyê nasname û çand pirtir têne parastin. Cil û bergên gelêrî mîna nasnameyekê têne nîşandan.

Kalê min Mihemedê macir, carinan digot “Ti newal û çiya neman ku me lê dananî, ti kanî û çem neman me av jê neanî.”  Ji vê  gotinê jî diyar e ku jiyana gelê kurd jî  jixwe ji aliyekî ve jiyana penaberî û  koçberiyê ye.  Jiyana koçberiyê di navbera sînor û bêdewletiyê de… Ez îro ecêb dimînim; gelê kurd gelek koçberî û penaberî dît, lê ligel wê, gelek ji wan li hember penaberan in. Ev tişt li gorî min tiştekî xelet e û pê re empatiyê ji holê radike. Ti kes ne mecbûr e şer bike, her kes mîna me mirov e. Dijî, xwedî  malbat, xwedî zarok e û tişta girîng  xwedî mafekî jiyanî ye. Divê mirov her tim biempatî tevbigere. Dibe ku em jî rojek  bibin penaber. Divê em vê jibîr nekin. Ez di wê baweriyê de me ku dê empatî me bike xwedî wijdan.

Penaberî rewşek û pêvajoyek zor û zehmet e. Ti kes nikare bibêje ku ez nabim penaber û xerîb. Mîna Ciwan Haco jî di stranê de dibêje “… Birîndar kirim xerîbiyê / Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê /Min bes e ji vê eziyatiyê …”  Kesên penaber bi derd, kul û hinek jî birîndar in. Aliyeke wan kêm e. Ew jî aliyê welat, ax, cihên bav û kalan e.

Ez ê dîsa wêneyan bikişînim. Wêneyên penaber û koçberan… Ne tenê rûyên xemgîn, ez ê rûyên biken û bikêf jî… Ez wênekêşê kuçe û kolanên Ewropayê me, lê hêvîdar im di demek  nêzîk de  kuçe û kolanên welatê xwe jî bikişînim û weka helbestvanê penaber Mehmûd Derwîş gotiye rengê çavên xwe şûnde bistînim.