WEKE MIN KEVIREKÎ DÎWAR KÊM DANÎBE

HEVPEYVÎN: KOVARA DILOPÊ

Îsal xelatgirê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî, Welat Esen bû. Esenê ku bi dosyeya xwe ya bi navê Ev Rû Ev Xerîbî hêjayî xelatê hate dîtin, ev 27 sal in hepsî  ye. Ji ber ku di hepsê de bû, derfetê hevpeyvîneke berfireh li gel wî tunebû. Loma me weke kovar, bi rêya mektûbê xwe gihandê û pê re hevpeyvînek pêk anî. Xelatgirên berê yên pêşbirkê û edîtorê wî, her yekê pirsek amade kirin û me ev pirs gihandinê. Wî bixwe di mektûba xwe de gotiye ku gava bi kurdî be mektûb an nayên şandin an jî bi direngî têne şandin, loma jî bi kurtasî bersiv daye pirsan.

Pirsa kovarê: Ewilî tu karî hinekî xwe bidî nasîn bo xwînerên me?

Di serî de silav û rêzên xwe li Kovara Dilopê, li hêja Yehya Omerî, Narîn Yuklerê, Emerîkê Sidîqayê, Miradê Miradan, Suat Baran û Yeqîn h. dikim.

Ez di sala 1973an de, li Dêrika Çiyayê Mazî hatime dinyayê. Ji salên 1990î vir ve din ava tevgera azadiyê de me. Ev 27 sal in girtî me. Aniha li Girtîgeha Bandırmayê dimînim.

Pirsa kovarê: Weke xelatgirê pêşbirkê, tu karî hestên xwe der bikî?

Ji bo min cihê şanazî û kêfxweşiyê ye ku xelatek li ser navê helbestkar û şoreşgerek weke Arjen Arî distînim. Di vî karî de ji bo keda we jî spas dikim.

Yehya Omerî: Hêja Welat, berî her tiştî bo xelata şairê nemir Arjen Arî pîrozbahiyê û silavên biratiyê û helbestê li te dikim.  Pirsa min ev e: bo Welat Esen pîvanên helbesta baş çi ne? Ango Welat ji helbesteke çawa re dibêje ‘erê, ev helbest baş e’?

Erê ez helbestan dinivîsim, lê xwe wek helbestvanekî nabînim. Loma dibe bersiva min têra pirsa we neke. Li gorî min helbesta baş; helbesta ku ji helbestê naxwe û jê dûr nakeve rastî û ronahiya civakê di xwe de dihewîne û pîvanên bedewiya civakê bilind û xurt bike, helbesteke xweş û baş e.

Narin Yükler: Silav kak Welat. Bi rastî, gelek pirs hene ku bersiva wan meraq dikim. Lê ez nikarim niha li vê derê bi cih bikim. Ji ber vê jî dixwazim pirsa herî bersiva wê meraq dikim, bipirsim. Dema tu dinivîsî tu dibêjî  “Hundir( zindan) û derve nêzîkî hev dibin”  an na?

Her çiqas “hundir” û “derve” du têgeh û cihên hemberî hev, bi dîwar û sînoran ji hev veqetandî bin jî, ji ber ku nivîs û bi taybetî jî helbest, raman û hestên kûr di xwe de dihewînin van sînoran bêwate û pûç dikin. Hundir û derve bi qasî nêzîkî hev dibin, li nav hev jî dikevin.

Emerîkê Sidîqayê: Honandina berhema edebî xeyaleke nazik di mejiyê insên da çêdike. Xeyala te ya herî xweş çi bû, an çi ye? Çima?

Ji bo şoreşgerekî xeyala herî nazik, bedew û mezin azadî ye. Lewra, xeyal û hêvî ne ev be, şoreşgerek ruh, raman û hestên xwe nikare xwedî bike û ji bo jiyaneke azad û bedew nikare bibe xwedî xeyalên nazik û bedew jî.

Miradê Miradan: Dema tu nivîsandina helbestekê dîqedînî, hîs û hestên bi çi rengî li te peyda dibin?

Bêguman nivîs û bi taybetî helbest, lêhûrbûn, feraset, têgihîştin û hestan dixwaze. Ev weke barê li ser dil û mejiyê mirov e. Dema riya xwe dît û herikî tîna hestekî mirov dişkîne, aramî û murtehbûnê ava dike. Lê li gel vê, weke min her tim, kevirekî dîwar kêm danîbe. Ev hest li min peyda dibe. Ew helbest biqede jî, dewsa ya nû tim vala dihêle.

Suat Baran: Ya yekem: Heger bi kurdî nebûya te yê dîsa jî helbest binivîsanda? Ango eleqeya helbesta te bi zimanê kurdî çi ye? Kurdî çawa xwe dide der di helbestên te de? Ya duyem: İlhan Sami Çomak jî kurd e û mîna te ew jî bi salan e di zindanê de ye û helbestan dinivîse. Her çiqas zimanê wî yê nivîsandinê bi tirkî be jî, gelo tu di navbera xwe û wî de têkiliyek dibînî? 

Ya rast ji ber bi xwe ne bawerbûnê û min qet bi kurdî nenivîsandibû, di destpêkê de weke cerebe min çend helbestên bi tirkî lêkirin, lê hezkirina min a bo kurdî zû ez varqilandim û li xwe vegerandim. Min her tişt da ber çavên xwe û xwe li nivîsa kurmancî rakişand. Loma dikarim bibêjim ji destpêkê kurdî bû stûna helbesta min. Dîsa ez vê li hemberî civak, malbat û têkoşîna xwe weke deynekî dibînim.

Ya duyem: Li gorî min divê her kurd bi zimanê xwe binivîse. A din, derfetê min ê xwendina helbestên İlhan Sami Çomak çênebûye. Loma ji hêla helbest an nivîsê nikarim tu têkiliyê ava bikim û derbarê vê şîroveyekê bikim. Bes, ev rastî heye; em herdu bi salan in girtî ne. Zindan ji me re bûye warê nivîsandinê.

Yeqîn H.: Ya yekem: Reng, sî û silûetê mîrata «gova zindanê», di her helbesta te de nola wan ewran e ku di sirr û seqema çilê zivistanê de dikeve navbera meriv û tava rojê. Îcar birawo, di wê malikmîrata « gova zindanê» de, helbestê çiqas li ber dilê te da/dide û bû/dibe pertava rojê, ango em bêjin te çiqasî xwe li tîn û ronahiya wê rakişand ? Ya duyem: Li cem te pêwendiya tariyê û helbestê teqabulî çi dikin? Ango ez wiha bipirsim; şoreş û helbest li ku digihêjin hev/dibin destbirak, yan jî li ku dibin dijber?
Ya ewil: Ez jî, gele me jî, helbesta me jî, hewld didin xwe bigihînin rojê û xwe ji gova zindana hundir û derve rizgar bikin. Helbest di vê riyê de rêbazeke derbirin, berxwedan û bêhnvedanê ye ji bo min. Loma her helbest, min nêzîkî tîn û pertava rojê dike.

Ya duyem: Şoreş bilindkirina pîvanên bedewî û ronahiyê ye. Helbest jî rêbazeke veçirandina tarîtiyê, bilindkirina pîvanên bedewî û ronahiyê ye. Loma helbesta pişta xwe bispêre şoreşê û ji nava dilê civakê derkeve û bi heqîqeta civakê were honandin destbirakê şoreşê ye. Lê ku têkeve destê tarîhezan û bibe pêlîstoka desthilatdariyê, kedxwarî, ezezîtî û populîzmê dibe dijberê şoreşê.

Ez bi kinahî ji bo pirsên we van dibêjim. Ji bo pirsên we yên hêja spasiyên xwe pêşkêş dikim. Di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.