MIHAIL ŞOLOHOV
Werger: Feratê DENGIZÎ
Min şahiya xwe ya dawî û hêviya xwe di axa netewa eleman de veşart, baterya wî, fermandarê xwe bi xurmînî bi rê kir vê rêwîtiya dawî û wê gavê te digot qey tiştin di hundirê min de şikiyan û qurifîn. Dema ku ez vegeriyam yekîneya xwe ez ne li ser hişê xwe bûm. Di pey vê bûyerê re bi demeke kin ez terhîs kirim. Gelo, min dikaribû bi ku de herim, ma Voronejê? Qet min nikaribû herim wê derê. Min dostê xwe yî ku, ji ber birîndariya xwe di zivistanê de terhîs bûbû û niha li Uryupînskê rûdinê, bi bîr anî –demekê ez dawet kiribûm- ez jî çûm cem wî.
Dostê min, bi jina xwe re, li derveyî bajêr di maleke xwe ya biçûçik de dijiya, zarokên wan tunebû. Digel ku ji bo di şer de birîndar bûye meaş didanê jî, ajovanî dikir. Ez jî li ciyê ku ew lê dişixulî, şixulîm. Min hewandin, bûm mêvanê wan, li mala wan rûniştim. Pêşî di hundirê bajêr de hima çi bar ber bi me bikeve, me dikişand, me bar dibirin û tanîn. Di payîzê de jî me dest bi kişandina zad kir. A va di vê gavê de, min vî zarokê ku niha di xîzê de dilîze, ev kurê xwe yê nû naskir.
Ku ji rêwîtiyê vedigeriyam bajêr, ewilî, ji bo ez xwe rihet bikim, betlandinê ji ser xwe bavêjim min seriyek dida çayxaneyê, tiştin dipûrisand dida ber dilê xwe û qirika xwe şil dikir. Ez êdî baş elimîbûm vî karê ku ji tendûristiyê re bizerar… Rojekê, li ba çayxaneyê min vî zarokê biçûk dît. Roja din, min dît zarok dîsê li wir e. Xweyaniyeke wî yî xirpanî hebû. Her derê rûyê wî yî biçûçik bi ava şebeşan û tozê hatibû seyandin, porê wî yê di nav heriyê de şeh nedîtibû, çavên wî jî wek stêrkên ku piştî baranê dertên dibiriqand. Tiştekî xerîb e. Werê pê re xwîngerm bûbûm ku, min bêriya wî dikir, ku min kar diqedand hema min ecele dikir, dilezand ji bo ez wî bibînim. Li ba çayxaneyê, kê çi didayê pê zikê xwe dadigirt.
Roja çaremîn, bi kamyona tije zad ji sovhozê sererast min berê xwe da çayxaneyê. Kurik li ser derincikê rûniştiye, lingê xwe li erdê dixist, ji her halê wî aşkere bû ku birçî ye. Min paceya kamyonê vekir û xwe bi derve ve daliqand û qêriyamê, ‘Hê, Vanyuşka! Xwe bavêje hundirê kamyonê, de haydê, heta sîloyê ez te bigerînim, dawiyê jî em ê vegerin vira xwarinê bixwin.’ Wexta ku dengê min bihîst, veciniqî, ji ciyê ku rûniştiye xwe çeng kir, bi pêlika kamyonê ve rapelikî û hêdîka got, ‘Ma tu ji ku dizanî ku navê min Vanya ye, apo?’ Çavên wî mîna tasan vebûbûn, li bende min bû ku ez ê çi bersivê bidim. Min jî jê re got ‘Ji ber ku min gelek teşqeleyên jiyanê dîtine, ez her tiştî dizanim.’
Derbasî hêla rastê bû. Min derî vekir û ew li cem xwe da rûniştin û erebe ajot. Ferxikê çeleng, ji nedîtî ve wek ketibe nav ramanên kûr, bêdeng ma. Car carina mijalkên xwe yên dirêj î badayî bilind dikir û di bin çavan re li min dimeyizand û bi kûrahî bêhn dida û distend. Ev çivîkê biçûçik bixwe jî elimî bû axîn kişandinê. Di vî emrê biçûçik de ev çi bû? Min pirsî, ‘Ma bavê te li ku ye Vanya?’ Bi pistînî bersivand, ‘Di şer de mir.’ ‘Lê dêya te?’ ‘Dema em di trênê de bûn bombe ket, mir.’ ‘Hûn ji ku dihatin?’ ‘Nizanim, nayê bîra min…’ ‘Li van deran mirovên te filan ma tunene?’ ‘Na.’ ‘Tu li ku radibî û rûdinê?’ ‘Hema ku be.’
Dilê min xewirî. Min biryar da, ‘Ji bo ku ez bi vî zarokî re nejîm qet tu sedemên min tunene! Ez ê wî bikim ewladê xwe, kurê xwe.’ Ji nedîtî ve ez rihet bûm, dilê min sivik bû û tev bû tîrêj. Hêdîka min xwe bi ser zarok ve vexwar kir û jê pirsî, ‘Vanguşka, ma tu zanî ez kî me?’ Wek ku bêhnê bistîne got, ‘Kî?’ Min dengê xwe hê jî nizim kir û got, ‘Ez bavê te me.’
Wey Xwedêwo, ku ev bihîst ma çi kir û çi nekir! Tu bibêjî xweavêtina stûyê min û maçîkirina dêmên min, a lêvên min, a eniya min an jî tu bibêjî wek çivîka bi çingînî biçûçik î ya dengê xwe yî zirav biqêrî… wisa bû ku kabîna kamyonê ya biçûçik tije wîzînî bû. Bi lezî û bêhnçikiyayî li ser hev bû xelbexelba wî û digot, ‘Bavikê min, min dizanibû, min dizanibû, min dizanibû tê min bibînî! Min dizanibû tê rojekê min peyde bikî! Ev demeke dirêj e ku ez li bende vê rojê me û ez bi vê hêviyê sekinîm!’ Ber bi min ve hat, tevayê laşê wî, wek gihayê ku li ber bayê be, dilerizî. Çavên min tije bûn, ricivandinekê ez girtim, heya bigihê destê min jî tê de ez diricivîm… Hînê jî ez şaş mame ku di wê gavê de çawa bû ku min badek berneda. Lê ku bi şaşî erebe kete kortekê min motor da sekinandin. Ez tirsiyam ku ez erebê li ciyekî siwar bikim, ji ber wê, heya ku mija li ser çavên min neçû min erebe neşixuland. Wisa nêzî pênc deqîqeyan sekinîm, rebenê zarok bi tevayê hêla xwe min pêçaye, ketiye pêxêla min, em bi wî hawî..! Qet tiştek nedigot, wilo wek pelê çilo diricivî. Min bi milê xwe yê rastê zarok himbêz kir û bi bêdengî da ber dilê xwe, bi destê xwe yê çepê jî min badek emiland, paşve vegeriyam û hatim malê. Ji ber ku ez neçûm sîloyê kî dizane ku niha çiqasî ji min qehirîne.
Min kamyon li ber derî hişt û kurê xwe yê nû himbêz kir, bire malê. Bi destên xwe yên biçûçik wilo şipşidandî min pêça ku, veqetandina wî negengaz bû, bûbû dirdirik. Dêma xwe bi rûyê min î ku riha min bihustikê dirêj e ve wek ku zeliqandibe. Em wisa ketin malê. Hevalê min û hevsera xwe wek her tim, li malê bûn. Ketim hundir, min çav kire wan û bi dengekî bawerdayî got, ‘A va minVanyuşkayê xwe peyde kir! Dostino, me bigirin hundir!’ Dostên min î bêzarok wê gavê mesele fêhm kirin û vir de wir de beziyan. Lê ne gengaz bû ku lawê min ji min veqete. Di encamê de, çawa bû nizanim, li peyvê guhdarî kir. Piştî ku min destên wî bi sabûnê şuştin, min ew li maseyê da rûniştandin. Xanima hevalê min sêniyek şorbeya lahana danî ber û li zarokê ku bi çavbirçîtî şorbe da ber kevçiyan mêze kir, xwe negirt dest bi girî kir. Li ba sobeyê rûniştî, serî di ber de wilo digiriya. Vanyuşka ku hêstirên çavên jinikê dît ber pê de baz da, dewa wê kişkişand û gotê, ‘Xaltîka min, hûn çima digirîn? Bavê min, min li cem çayxaneyê peyde kir, divê ku em tev kêfxweş bibin, lê tew hûn digirîn.’ Wey Xwedêyo, ya dinê giriyê xwe werê zêde kir ku her derê wê tev şilopilo bû!
Piştî xwarinê min ew bire berber, porê wî da kurkirin, ku em vegeriyan malê di leganê de min bi destê xwe ew şûşt û çarşefek paqij raxist ser doşeka wî. Lê ew, li min pêçayî di himbêza min de raket. Bi pûteyî min ew dirêjî livîna wî kir, çûm sîloyê û min zad vala kir, di pê re ku min erebe bir li ciyê parkê hişt pê ve bi bazdan ez li mexazeyan geriyam. Min ji kurê xwe re pantorekî hirî, kurtik, tirak û mişewqeyek kirî. Bêşik tiştên min kirîbûn, yek jê jî ne li gorî bedena lawik bûn. Heta ji bo pantor, li mal, pîrek bi ser min ve hilbû û got, ‘Te hişê xwe windakiriye, di vê germê de ma qet pantorê hirî li zarok tê kirin?’ Di wê deqê de makîneya xwe ya dirûnê anî danî ser maseyê, sindoqa xwe tevlihev kir, piştî saeteke dinê jî pantorekî seten û kurtikekî spî yî milqut ji Vanyuşa re amade bû. Min xwe li ba kurê xwe dirêj kir û ev ji demek herî dirêj û vir ve, cara ewil e ku min serî xist xewek bêdeng û xweş. Dîsa jî bişev car caran şiyar bûm. Her ku şiyar dibûm, min bi demeke dirêj li kurê xwe dinêrî, lê ew weke çivîkê ku xwe avêtibe bin taqê xwe xistibû bin çengê min, bi hindikî û sivikî dixirxirî. Ku min ew wiha didît, kêfxweşiyeke wilo diket dilê min ku qet nedihat gotin. Min ji xwe re digot, ‘Ez neleqim ku wî şiyar nekim.’ Lê di dawiyê de min xwe nedigirt, bi hêdîka radibûm, niftik vêdixist û bi hezkirineke ku nayê ser zimanan lê mêze dikir… Nêzî beyaniyê ku ez şiyar bûm, qirika min wek ku ez bifetisim dişidiya, min nêrî ku gelo çi dibe, ez çi bibînim, kurê min î biçûçik di livînê de beropaş qulipiye û lingên xwe yên hûrik daniye ser qirika min, werê razaye. Bi wî re razan derdek e, meseleyek e, lê ez wisa elimîm hebûna wî ku, dema ew ne li ba min be aciz dibim. Bişev carina li xewa wî dimeyzînim, carina jî porê wî yê ku bûye xelek bêhn dikim û dilê min î ku ji êşan bûye kevir, diraweste û sivik dibe.
Çendê pêşîn ku bi kamyonê ez derdiketim rêwîtiye, min ew jî bi xwe re dibir, lê dawiyê min fêhm kir ku ev ne rast e. Wexta ku ez bi tenê bi serê xwe bim zêde pêwistiyên min çênabin. Bi gezikek nan ku ez pîvazê di xwê dakim û bixwim, wek leşkerekî xurtî yê dermalekirî dikarim di tevayê rojê de bixebitim. Lê bi wî re rewş diguhere; divêt ku li rê şîr bê peydekirin, hêk bê kelandin heta bibêje divêt ku xwarineke germ bê xwarin. Ji bo ku ez zarok bi xwe re bibim an nebim pêwist bû ku ez zûka biryar bidim. Min wêrekiya xwe da ser hev, dilê xwe qewîn kir û ew li malê hişt ku xwediya mala min lê binêre. Di tevayê rojê de tim giriyaye, ku bûye êvar jî çiv daye xwe, ji bo ku min pêşwazî bike çûye sîloyê. Heya derengê şevê li wira li bende min maye.
Ji bo ez piyê xwe li yê wî bînim, rojên pêşî pir bi min zor hat. Rojekê, ji ber ku di kar de pir betilî bûm, berî ku hewa tarî bibe em razan, lê ew weke çivîkekî di wîçîniyê de bû, dawiyê nizanim çima dengê xwe birî. Min jê pirsî, ‘Kurê min, ma tu li ser çi difikirî?’ Li taqê nêrî û got, ‘Bavikê min, ma te çi kir ji saqoyê xwe yê çermîn?’ Halbûkî di jiyana xwe de min qet saqoyê çermîn li xwe nekiribû! Lê divêt min bi hosteyî bersiv bidayê. Min got, ‘Li Voronêjê ma.’ ‘Gelo, çima ewqasî di demeke dirêj de, te ez peyde kirim?’ ‘Lawê min, ez li Elmanya, li Polonya tevî li te geriyam, li tevayê Belarusyayê geriyam û hatim Uryupînskê min tu dît.’ ‘Bavo Uryupînsk ma nêzî Elmayayê ye? Ma Polonya ji vira pir dûr e?’ A va, berî razanê mijarên ku em li ser dipeyivîn…
Tu dibê gelo bêheq li saqoyê min î çermîn pirsiye, birê min? Na, ewqas ne hêsan e, ev. Nexwe bavê wî yê heqîqî di demekê de, saqoyekî çermîn kiriye, zarok jî vê bibîr tîne. Di hişê zarokan de bibîranî carina weke birûskê pê dikeve. Di demekê de pê dikeve û ditemire. A va, hişê wî jî, weke birûskê, carina bipêketin dişixule.
Dibû ku em saleke din jî li Uryupînskê bimana, lê di sermawêzê de tifaqek hat serê min. Wexta ez di gundekî biçûk re derbas bûm, di rêya bi herî de tekerên kamyonê şemitîn, kamyona min li çêlekeke ku li wira bû, qelibî. Tu pîrekên me yên gundî dizanî; wê gavê qêriyan, kirin çewçew, xelkê gund tev weşiyan ser serê me, karmendê trafîkê jî hat. Ji bo ku dilê wî bi min bişewite, ligel li bergerandina wî jî ehliyeta min ji min sitend. Çêlek jî rabû ser xwe, teriya xwe hejand û berê xwe da nav kuçeyên gund û beziya, lê ehliyeta min çû. Min zivistanî xeratî kir, dawiyê jî min ji ajovanekî din ê hevalê xwe re name şand. – Ew, li herêma we, li Kaşarskiyê dixebite – Di bersiva xwe de nivîsîbû ku gazî min î cem xwe dike. Dinivîsî ku ez ê şeş mehan li ciyê ku ew lê dixebite xeratiyê bikim û dawiyê jî ew ê ehliyeteke nû bidine min. Her wiha ez û kurê xwe ji bo xebata li Kaşarskiyê bi hev re bi rê ketin.
Bi tenê, ez vêna ji te re bibêjim, ev tifaq nehata serê min jî, car de ez ê ji Uryupînskê biqetiyama. Ji ber êşa dilê xwe, demeke dirêj ez nikarim li eynî ciyî, li eynî warî bijîm. Wexta ku Vanyuşkayê min mezin bibe, dema wî ya destpêkirina dibistanê ger ku bê, ez dibêjim qey, ez ê ji vî tibhê xwe biqerim û li warekî bi cî bibim. A niha jî ez û kurê xwe li ser axa Ûrisyayê ji xwe re digerin.
Min pirsî ku,
“Ma meş jê re ne zehmet e?”
“Ew pir hindik dimeşe, pirê caran ez wî himbêz dikim. Carina wî derdixim ser milê xwe û werê wî hildigirim. Lê ku ez werê dikim, rûyê wî diqijile û datê û wek karikan dipeke vira û wira, vir de û wir de bazdide. Vanan giştûk, birê min, ne girîng in, her çawa be em ê ji xwe re jiyanekê bisazînin. Lê dilê min xweş naxebite, divê ku her hucreyên wî bêne guhertin… Carina wisa têşe û diesire, ber çavên min tarî dibe. Ez ditirsim ku şevekê di xew de bimirim û kurê xwe biveciniqînim. Derdekî min î dinê jî heye. Bibêje hima her şev, ez malbata xwe ya mirî û li ber dilê min pir ezîz di xewna xwe de dibînim. Tim bi eynî rewşî dibînim, ez di pişt têlên rêsayî yên ku serê wan tûj in de me, ew jî li hêla dinê. Bi Îrîna û zarokên xwe re bibêje li ser her mijarê dipeyîvim, wexta ku ez dixwazim têlên rêsayî bi destên xwe bidim alî û herim cem wan, ji min dûr dikevin, ji ber çavan diherin û winda dibin… A ji te re, tiştekî din ê ecêb; biroj her wext ez xwe sipîsax hest dikim, ne dibêjim ‘Ax!’ û ne keseran dikişînim, lê ku ez bişev şiyar dibim, ez dibînim ku behlîfa min bi hêstiran şilopilo ye…”
Di daristanê de, dengê bêrên ku di avê de dikir çelpînî û dengê hevalê min î ku ji qiraxên dinê tê, hat bihîstin.
Ev xerîbê ku derdên dilê xwe tev ji min re der kir, rabû ser lingan, destê xwe yê gir î wek êzingan hişk dirêjî min kir û got;
“Bimîne di xweşiyê de, birê min, rojên xweş dixwazim!”
Min jî got;
“Heya Kaşarskiyê rêya te vekirîbe”
“Tu sax bî. Haydê kurê min, em li kelekê siwar bin.”
Zarok bi bazdan hat ba bavê xwe, derbasî hêla wî ya rastê bû û ber pê ve çû. Li tenişta zilamê ku bi gavên fireh diçe bi çipeçip dest bi meşê kir.
Ev herdu mirovên sêwî ku, şerekî mîna bahozî ku kesî mînaka wî nedîtiye, weke du hebên xîzê ew pekandine qiraxê, bi dûr ketin… Gelo li pêş çi li hêviya wan e? Ez dixwazim bawer bikim ku ev mirovê Ûris î vînhesin heya dawiyê ji hêza xwe tiştekî winda neke û ev mirovê ku di pêxêla bav de mezin dibe li hemberî her dijwariyê berxwedêr be, ger ku rojekê welatê me ji bo karekî bang bikê, ew ê tevî astengên bêne pêşiyê biqelibîne. Bi xemgîniyeke kûr min li dû wan nêrî… Çawa ku em ji hev qetiyan pê ve bi demeke kin, ez difikirîm ku ji niha û pê ve ew ê jiyaneke hînê saxlemtir derbas bikin, Vanyuşka bi lingên xwe yên biçûçkî fetl û fitûl dan xwe û piştî ku çend gavê dinê avêt û pê ve li paş xwe vegeriya, li min nihêrî û destên xwe yên pembe hejand. Wê gavê te digot qey lepekî nerm, lê nenûk tûj dilê min şidand û ji nedîtî ve min berê xwe da hêleke din. Na, mirovên hînê ku ciwan bûn û di salên şer de por sipîkiribûn bi tenê di xewên xwe de nagirîn. Ew ji dil digirîn. Lê divê ku mirov zanibe kengî serê xwe bizîvirîne, kengî berê xwe biguherîne. Ev zehf girîng e. Ji bo ku dilê zarok tehl nebe, neêşe, divêt ku rondikên acizker û germîn ên ji dêmên we tên xwarê nebîne…
[1] Beşek ji Enînivîsa Mirovî